Xwediyê hişmendiyeke bilind, şoreşgerekî hêja yê doza serxwebûna Kurdistanê

Xwediyê hişmendiyeke bilind, şoreşgerekî hêja yê doza serxwebûna Kurdistanê

Di xebatên wî yên erdnigariyê de yekitiya milet, ziman û axê hebû. Wî ev ji hev cuda nedikirin. Yanê Kurdistan bi zimanê kurdî û miletê kurd ve heye û watedar dibe. Û Kurdistan ne navê herêmeke cografik e lê welatê neteweyekî ye.

Û wî bi çavekî tevayî û yekgirtî li Kurdistanê dinihêriya. Ji bo wî hemû parçeyên Kurdistanê, her pênc parçe jî wek hev bûn û welatê miletekî bû. Wî sînorên çêkirî yên ku Kurdistanê parçe kiribûn red dikir, meşrû nedidît.

Erdnigarî

Xebata Abdurrahman Onen a li ser erdnigariya Kurdistanê ne tenê ji bo ku ew pisporê erdnigariyê bû, wî ew kar dikir, lê ew dildar û evîndarekî axa Kurdistanê bû. Ew evîndarî di kûraya rûhê wî de, di tevaya dilê wî de û di hemû hucreyên wî de cî girtibû. Êdî ew evîndariya bêsînor sewiyeya hestiyariya wî bilind kiribû, wî berpirsiyariyeke neteweyî hilanîbû ser milê xwe.

Ew di vî karî de bi hişmendiyeke bilind difikiriya û tevdigeriya.

Û wî dixwest, hewl dida ku ev evîndarî bigihîje hemû miletê kurd da ku sînorê hişmendiya wan jî fireh û kûr bike.

Û wî giringiya zimên û axê dizaniya ku ev du stûnên herî bingehîn in ji bo bilindkirina hişmendiya neteweyî.

Taybetiyên xebatên wî yên li ser Erdnigariyê:

a- Ferhenga erdnigariyê ya standart wegerande zaravayê kurmancî û amade kir. Ev ji her alî ve karekî giring bû.

b- Navên resen(orjîn) yên herêm, bajar, gund, mezra, çiya, gir, newal, zozan, şikeft û hemû cî û waran peyda dikir

c- Bicîkirina navên orjîn li ser nexşeya Kurdistanê.

d- Teybetiyên dîmenên erdnigariya Kurdistanê bi wêneyan û bi nivîsan qeyd dikir. Wî gava ku li erdnigariya Kurdistan dinihêriya, wî bedewî û xemla xwezayê didît. Wî bi çavekî evînî li çiya, zozan, newalên welatê xwe dinihêriya û bedewiyên xwezayî, yên bêhempa didît û dixwest ku hem bi wêneyan hem jî bi bedewiya zimanê kurdî binivîse û bi miletê xwe re parve bike.

e- Taybetiyên axa Kurdistanê ka li ku derê çi heye, çi hişîn dibe, rewşa çanidiniyê. Rewşe heywanxweyîkirinê

f- Li her herêmê rewşa avûhewayê.

g- Taybetmendiyên civakî, pêkhateyên Kurdistanê, tevn û têkiliyên civakê

h- Zimanê herêmî, taybetmendiyên devokan.

Di xebatên wî yên erdnigariyê de yekitiya milet, ziman û axê hebû. Wî ev ji hev cuda nedikirin. Yanê Kurdistan bi zimanê kurdî û miletê kurd ve heye û watedar dibe. Û Kurdistan ne navê herêmeke cografik e lê welatê neteweyekî ye.

Û wî bi çavekî tevayî û yekgirtî li Kurdistanê dinihêriya. Ji bo wî hemû parçeyên Kurdistanê, her pênc parçe jî wek hev bûn û welatê miletekî bû. Wî sînorên çêkirî yên ku Kurdistanê parçe kiribûn red dikir, meşrû nedidît.

Jixwe xebatên wî yên li ser parçeyên din jî hebûn û ku bijiya û îmkanên wî çêbûya dê li her derê Kurdistanê bigeriya û lêkolînên xwe li sahayê bidomanda.

Divê ku ez li vir xaleke giring jî bi we re parve bikim: Ev karê ku Abdurraman dikir, bi rastî ne karê takekesekî tenê bû, lê karê saziyekê bû. Ji vî karî re xebatekî kolektif diviya. Lê mixabin ew ji vê îmkanê bêpar bû.

Dîsa ji bo vê xebatê, xebata li sahayê pere lazim bû û ew îmkan jî tune bû. Ew bi maaşê xwe yê emekliyê diçû karên xwe yên li sahayê dimeşand.

Di Kurdistaneke Serbixwe de, pirtûk û berhemên vî lehengê me yê neteweyî û fedakar dê wek dokument û çavkanî li dibistanan bên bikaranîn.