Li Kudîstanê Tarzên Sîyasetê

Li Kudîstanê Tarzên Sîyasetê

Hevalên hêja Kurdistanîyen ezîz hûn bi xêr û xweşî hatin, malavayiê li Cîvanên Neteweyê Kurdistanê dikim ku derfet dan me em bîr û gotinên xwe bînin ziman.

Mijara teblîg a min li Kurdistanê terza sîyasetê ye. Ez ê hewl bidim îro Kurdistanê hebûna tarzê sîyasetê teblîga xwe dîyar bikim. Lê mamoste Beşîkçî ji destpêka sedsala bîstî de destpêkir. Ji bo hevahengîyek hebe ez ê jî di wan salan de destpêbikim û berê qala tarza sîyaseta serdest a tirkan bikim.

Yûsûf Akçûra di sala 1904an de kovarek navê tirk a li Misrê derdikeve meqaleyek weşand. Navê meqaleya wî sê tarzên sîyasetê ye.

Li vir qala sê tarza dike; ”Tarza Osmanlitî, Tarza Îslamîtî û Tarza Tirkîtî.”  Bi tirkî ; “Osmalıcılık,İslamcılık ve Türkçülük.” Dema mirov li serenavê vê maqleyê dinêre, mere bendeye ku vegotinek fikrî bike. Yanê îro yek bêje ez îslamîst im. Meriv li bendeye ku îslam dînekî paqije û civat gerek li gorî rêzikê îslamê bimeşe. An yek bêjê ez tirkçî me tu bendeye ku tirkîtîyê bipesînîne, bêje vê civatê em ê li ser fîkrîyeta tirkîtîye birêve bibin. Derdê Yûsûf Akçûra ne wisa ye.

Di meqaleya xwe da ne îslamîtî ye, ne osmanîtî ye, ne tirkçîtîyê di diwarê fîkrî de naparêze. Derdê Akçûra ew e ji dewleta osmanî re miletekî ava bike.

Akçûra bi xwe tatar e, li ewropa maye, gerîyaye xwe wek akademîsyen dide nasîn, feqet meqaleya wî dûrî akademîyê ye, dûrî fîkrîyatekê ye. Dibêje ji vê dewletê re em miletekî ava bikin. Gelo em vî miletî çawa ava bikin. Em bikin miletê osmanî, em bikin miletê îslamî ya em bikin miletê tirk. Wer hizir diki ku dewra ava kirina miletê osmanî derbas bûye, milet ya gerek miletê îslamî be ya jî gerek miletekî tirk be. Û li ser van herdûna gelo rewşenbîrên me ew ê kîjanî tercîh bike.

Di vir da xala esas ez dixwazim bêjim ew e; li Tirkîyê fikrîyat tune ye. Fikrîyeta tirka ya serdest ne fikrîyat e. Hedefek heye; hedefa wan dewlet e, dewletê em li ser niga bihêlin û hîn xurt bikin û ji bona vê dewletê miletekî ava bikin. Ev terza sîyaset û fikrîna tirkan ji Mistefa Kemal û heya Tayîb Erdogan berdewam e. Weke hûn dizanin Mistefa Kemal destpêkê de bo rizgarkirina saltanat û hilafetê tevdigerîya û tu mele û şex li Kurdistanê nema ku neçû destê wan. Lê 24a pêvê Mistefa Kemal bû serokekî Ewropî, medenî, modern û layîsîst. Heman kes dikane hem îslamîst be, hem modernîst be, hem layîsîst be. Bi sedem ji bona wan ne girînge ku ev fikrîna rast in an nerast in. Bawerîyekî wan î fikrî tune ye.

Îro jî dema ku em li sîyaseta Tirkîye ya serdest dinihêrin, li vê der partîyek xwedî ekolek fikrî em nabînin. Yane anika ji AKP re em ê dikarin bibêjin lîberal-demokrat, em nedikarin bibêjin muhefezekar-demokrat, em nedikarin bibêjin kemalîst, em nedikarin bibêjin osmanîst.

CHP, navê wê sosyal-demokrat e, tu alaqa wê û sosyal-demokrasî bihev re tune ye. Tirk, bi dewletê, xwe qayîm dibînin. Ji bona ev dewlet li ser niga bimîne kîjan îdeolojî, kîjan fikir bê hesabê wan wê fikrê derdixin pêş.

Bersîva kurda ji bo vê makaleya Yûsûf Akçûra re  heye; di Kovara Sebestî de derdikeve, di pîrûka hêja Malmisanij de heye û esasen bo fahmkirina wê demê û terza sîyaseta kurda, pirtûka Malmisanij a  “Berî Salê 1925a Rexistinên Cudaxwaz Li Kurdistanê” çavkanîyek gelek baş e.

Kurd, li ser wê; li ser îslamîstî, li ser osmanîtî û li ser tirkîtî yê dibêjin ku; osmanlî wuqas sal em bihevre man e, tu îtraza me li osmanlîtîyê re tune ye; lê kurd, berî her tiştî kurd in û ev îmana wan la yezal e. Yanê heger hûn osmanlî, miletekî osmanlî ava bikin jî, kurd berî her tiştî kurd e, ev îmana wan naguher e, mayînde ye ev îmana wan.

Qala teza wan a îslamîstî dike. Dibê; miletekî me miletekî misliman e û mislimanî dînekî baş e, em jî pêbawer in. Lê dîsa di mesela îslamîstîyê de jî kurd, berî her tiştî kurd e û ev îmana wan la yezal e nayê guhertin.

Teza tirkîtîyê dibên, em û tirk ev 400 sal e, em bi hev re dijîn, dema ku înkara miletê me neke em dikarin ji tirka hez jî bikin, lê di vê xalê de jî kurd, berî her tiştî kurd in û ev îmana wan la yezal e.

Niha dema van herduna didin ber hevdu; du helwest, du tarzên sîyasetê û du fikrînê cuda ye.

Terza sîyaseta tirk a wê demê û ku ev hîn jî berdewam e. Ji wan re fikrîyat nemuhîm in. Çima ne muhîm e? Bisedem tirk li ser vê axê nemiletek in. Hem di hundir osmanî de û hem di dema komara Tirkîye ava dikin, li sehayê miletekî tirk tune ye. Dewletek heye, dewleta osmanî heye û giş dibînin ku ev dewleta osmanî weka berê nema dimeşe, ji bo vê dewletê li ser linga bihêlin, lê difikirin em îslamîyetê bikar bînin, tirkîtîyê bikar bînin an osmanîtîyê bikar bînin.

Li vê der ez parentêzekê jî vekim. Van salên dawîn mijara netewe dewlet “ulus devlet” gelek tê gengeşî kirin û tenha ji bona kurda dibêjin dema netewe dewletê derbas bûye. Wextak mirov dibêje ûlûs dewlet ya a netewe dewlet, mirov hizir dike ku her miletekî ji xwe re dewletek ava kiriye, navê wê dewletê jî ûlûs dewlet e. Di eslê xwe de ne wûsa ye. Di eslê xwe de dema nîzama cîhanê piştî Şerê Cîhanê Yekem hat ava kirin, biryar hat dayîn ku ji her dewletekî re miletekî ava bikin. Yanê di eslê xwe de evîya ne ûlûs dewlet e, evîya dewlet ûlûsî ye.

Tirk jî di destpêka sala bîstan de dîtin ku ev fikrîyeta modernîst li Evrûpa jî serdest e, xwestin ji xwe re miletekî ava bikin. Ji sala 1870ê û heya sala 1920î ev cîyê ku anuka jê re Tirkîye tê gotin, pênc mîlyon koçber girtin e. Vê çaxê nifûsa ev cîyê ku  anûka em jê re dibêjin Tirkîye,  nifûsa wê sêzdeh mîlyon e.

Ji vana pênc mîlyon, di wî pêncî salên dawîn da hatinin. Beşek jê 800 sal-900 sal- 1000 sal berê hatine, lê ew beşêk û anuka milet li ser wê ava kirine ku dibêjin em tirkê “orta asya” ne, ev miletekî tirk e, di dema osmanîya de jî, di dema avakirina komara Tirkîyê de jî kêmarek e. Kêmarek biçûk e, di bi destê dewletê dixwazin di ser wê kêmarê re miletekî ava bikin.

Ji ber wê fikrîyeta tirk tune ye, sîyaseta tirk heye. Sîyaseta tirk çi ye? Sîyaseta tirk jî ev e, Riza Nûr dibêje: “Bîyanî, li ser vê axê mîkrob in û gerek em bîyanîyan û kurdan-kurdan jî lê zêde dike- divê em gerek bîyanî û kurdan ji karekterê wan î qewmî û zimanê wan tecrîd bikin. Ta ku em van qewman, ji zimanê wan û ji karekterê wan ê qewmî tecrît nekin, em nikarin ji xwe re jî miletekî ava bikin.” Ev çîye? Yanî tu li ser axeke kêmar bî û kêmareke alakton bî, tu ji dûrve hatibî, tu ne xwediyê vê axê bî û tu bixwazî ji wan a miletekê ava bikî, evîya tenha bi jenosaîdê mimkûn e. Ji ber wê ev dewlet bi jenosaîdê hatiye avakirin, ev sed sale jî sîyaseta dewleta Tirkîyê dimeşîne sîyaseteke jenosîdkar e.                              

Temamê qewmên otokton ê li ser vê axê, weke suryanî, weke rûm, weke laz, e vana ji xwe jenosîdê demkî ji holê rakirine, li hember avakirina miletê tirk, tekane asteng, maye miletê kurd û Kurdîstan. Ji ber wê ye ku her ku devê xwe vedikin dibêjin mijara me yê bekayê heye em fahmdikin ku mijara wan ê bekayê hebûna miletê kurd e û hebûna Kurdistanê ye.

Di vî sedsalî de dewleta tirka tenha şerê Kurdistanê kiriye. Erê, van salê dawîn leşkerê xwe dişînin Lîbya, dişînin Sûrye, lê heya salên 2010 an dema hûn şerbazîya dewleta tirk binerin tugayek ji bo Emerîka şandinin Koreyê, 74 an de daketinin Kibrisê, ji xendî vî sedsale tenha şerê kurda dike.

Ev ne mijarekî kêyfî ye. Ne meseleyeke tirk naxwazin kurd bimînin wer ji hîsî an ji pîskolojîk, hinek jî dibêjin fobîya kurdan bi tirkan re heye. Ne mijara fobîyê ye. Bona ev dewlet bikanibe miletekî biafirîne, divê miletê kurd û rasteqînîya Kurdistanê ji holê rake. Navê vî ya jî ne kolonyalîzm e, ne tiştekî din e, navê vê ya jî jenosîdkarî ye. Tu dixwazî rasteqînîya welat û miletê, gelekî ji holê rake. Te divê vê bi çek û kuştinê ji holê rake te divê bi sîyaset û asîmîlasyonê ji holê rake encam nayê guhertin.

Ev sîstemek jenosîdkar e, hebûna vê dewletê li Kurdistanê jî armanca xwe ji holê rakirina rastîya milet û welatê kurda ye.

Rewşa tirka bi vî awayî ye. Lê kurd miletekî otokton in. Li ser axa xwe ne bi hezaran sal. Ew dibêjin we dibê miletkî îslamîst ava bike, we dibê osmanîst ava bike, we dibê tirkîst ava bike. Em kurdin û ev îmana me nayê guhertin. Û em ê dev ji kurdîtîya xwe bernedin.

Esas şerê miletê kurd dijî dewleta Tirkîye, esasê ev esas e.Em miletê kurd in. Welatê me heye, çareserî gerek li ser vê bê gengeşîkirin.

Xalek din jî ew e; di serdema konferansa San Remo de Di 1920î de ew konferans girîng e, bi sedem di we konferansê de rêzikê konferansa Sewrê hatiye amede kirin. Li hember wê konferansê Kemal Fewzî makaleyek dinivîsîne, ez ê hevokek ji wê makaleyê bixwînim, bi min pir balkêş e. Kemal Fewzî dibê ku; ez ê bi tirkî bixwînîm şûnde wergerînim: “Biz şu kanaateyiz ki, arazî ve sekene-i asliyesine sahip ve hakim bır Kürdistan’i vücudun, şark-ül ğaribin müstakbeldeki müvazeneyi siyasesini teminine hadım olacaktır.” Dibê em di wê bawerîyê dene ku Kurdistanek xwedîyê axa xwe û xwedîyê qewme xwe yê esasî ava bibe ew ê balansa sîyasî a Rojhilata Nêzîk ser wê re bê tesîskirin.

Sala 1920 de Kemal Fewzî ûsa dinivîsîne. Di vir de a balkêş ew e; yek, Kurdistanê wek welatekî Rojhilata Nêzîk pênase dike. Dudu, nîzama Rojhilata Nêzîk, bi hebûna Kurdistanê ve girê dide. Ger hûn dixwazin rojhilata nêzîk nîzamek saz bibe divê li wê derê Kurdistanek hebe.

Ev mijar ji bo vê tiştî muhîm e, dema em erdîngerîya xwe baş pênase nekin, em nikanin çareserîyek rasteqîne derxin pêş. Kurdistan ne welatek Rojhilata Navîn e. Kurdistan welatê navendîyê Rojhilata Nêzîk e.

Bîsteka din mamoste Bêşîkçî jî qala Saykis Pîko kir. Esasen, mijara Saykis Pîko jî bi ya min baş nayê fahmkirin. Sînorê Rojhilata Nêzîk li Saykis Pîko tayîn nebû ye. Saykis Pîko di destpêkê de bo Rojhilata Nêzîk jî projeyek ava kirine, le Saykis Pîko pêymaneke qadûk e. Ew rêzikên Saykis Pîko (Sykes-Pîcot) li Rojhilata Navîn derbasbar nebûye. Saykis Pîko, bêtir sînorên Rojhilata Navîn ava kirine.

Hûn sedemên wê bipirsin, em ê li ser sedemên wê bisekinin. Yê ku sînorên Kurdistanê ava kirine Peymana Lozanê ye. Di Saykis Pîko de gerek Brîtanya ji Kurdistanê derkeve. Kurdistan di navbera Fransa û Rûsyayê de tê parvekirin.

Piştî ku Yekîtîya Sovyetê ava dibe, te dît ku ew jî serdestê şer e, serkeftiyê şer e. Yekîtîya Sovyetê ji van peymanan vedikişe û van peymanên veşartî eşkere dike.

Brîtanya piştî ku bi petrola Kerkûkê dihese, îca ji Fransayê axê didize û Brîtanya tê di Rojhilata Nêzîk de û bi taybetî di Kurdistanê de dibe dewleteke dagirker û wê çaxê ji bo Saykis-Pîko tê gotin ku dixwazin Fransa di nabeyna Rûsya û Brîtanyayê de wek tamponekê be. Brîtanyayê ji vir derdixin.

Ê wek encam dema Konferansa Lozanê, (navê Koferansa Lozanê, ê vekirî jî ew bû ku “Di Derheq Kar û Barê Rojhilata Nêzîk de Konfransa Lozanê”) Yanî li Lozanê Rojhilata Nêzîk ji holê radikin. Welatê navendî yê Rojhilata Nêzîk Kurdistan e. Ewya jî çarparçe dikin, nîvê me dibe Rojhilata Navîn, yanî wek Rojhilatê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, bi sedem ew dewletana dewletên Rojhilata Navîn in. Nîvî jî di ser Tirkiyeyê re dikin rojavayî, bi sedem Tirkiye dewleteke rojavayî ye.

Berê dewamiya Bîzansiya ye, hişmendiya dewletê jî esasen ji Bîzansiyan girtine û li ser wê domandine avakirina dewletê.

Duh an pêr Tayîp Erdogan got:” Biz Asya’nin batılısı, Avrupa’nın doğulusuyuz.” Ev ya esasen Kurdistanê tarîf dike. Yê ku di hundurê Asyayê de li beşên rojava û di hundurê Ewropa de li Rojhilatê Ewropayê Kurdistan e.

Ew tiştê ku dewleta tirkan dibêje qîmeta me ya jeostratejîk, di eslê xwe de Kurdistan e. Qîmeta dewleta tirka a jeostratejîk ji dagirkirina Kurdistanê sadir bûye. Ji ber wê ye ku dibêjin Kurdistan ji bo me mijara bekayê ye, Kurdistan hebe nema em dikarin wek dewlet li ser lingan bimînin.

Ez vî beşê li vir diqedînim, derbasê TARZA SIYASETÊN KURDISTANÊ dibim.

Niha gelek tarzên siyasetê hene. Lê ji bo kurtkirin û famkirinê,li gor referansekê, li Kurdistanê tarzên siyasetê, ez ê daxim duduyan.

Tarza siyasetê ya ewil ew e ku çareseriya kêşeya Kurdistanê di hundurê sînorên dewletên dagirker de tê dîtin. Ev beşa siyasetê, xwediyê vê tarza siyasetê li Kurdistanê di nav xwe de du-sê beş in. Beşek ji wan FEDERASYONÊ, beşek jı wan OTONOMIYÊ, beşek ji wan jî tenha DEMOKRASIYÊ dixwazin.Ew ên tenha li Tirkiyeyê demokrasiyê dixwazin li derveyî vê nîqaşa me ne. Em bi wan re mijara Kurdistanê nîqaş nakin. Em bi partiyên Tirkiyeyê yên din re çawa berberîyê dikin, em ê bi wan re jî wê berberiyê bikin. Lê ev ên ku li ser terîtoriya Kurdistanê siyasetê dikin, ev ên otonomîst û federalist, ew di hundurê siyaseta Kurdistanî de ne. Lê çareseriyê di hudurê sînorên dewletên dakirker yên heyî de dibînin.

Tarza siyasetê ya duduyan jî ew e ku çareseriya kêşeya Kurdistanê di sînorên nû de dibîne û dewletbûn, serxwebûnê bo çareseriya mayinde nebe nabe dibîne. Ev tarza siyasetê hemû sînorên heyî red dike û doza sînorên mîlî yên Kurdistanê dike.

Bîsteka din mamoste Beşîkçî jî qala wê kir ku bi taybet li Bakur mijara sînorên mîlî gelekî giring e. Û hîn li Bakur me sînorê xwe yê mîlî nîqaş nekiriye. Tevî federalîxwaziyan, tevî otonomîxwaziyan li Bakurê Kurdistanê sînorê mîlî yê Kurdistanê hîna serast nehatiye gengeşîkirin û xêz nebûye. Wek hûn dizanin bo Başûr û rojava ji Çiyayê Hemrîn heya bi Çiyayê Kurmênc sînorek di nabêna me û ereban de heye.

Li Rojhilatê Kurdistanê serdema Komara Kurdistanê sala 1946an des sînorê mîlî hatiye nîqaşkirin. A balkêş ew e, sînorê mîlî ne tenê bi eceman re, sînorê mîlî bi azeriyan re jî hatiye nîqaşkirin. Azeriyan gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê wek ku di hundurê Dewleta Azerbeycan de dîtine û gelek nîqaş di nabêna wan û siyasetmedarên kurdistanî de çêbûne. Lê li Bakurê Kurdistanê ev mijar bi ya min gelek aktûel e û kî ku qala Siyaseta Kurdistanî dike divê berê berê sînorê mîlî derxe pêş.

Ji van her du tarzên siyasetê, em ji yekê re dibêjin tarza siyaseta yekîtîxwaz, ji ya din re jî dibêjin ya cudaxwaz. Qesta min jî ji yekîtiyê, yekîtiya sînorên dewleta dagirker e.

Ev tarza siyasetê, di pêvajoya dîrokî ya Kurdistanê de xwediyê derbasbûyîneke dûredirêj e. Yanî wek nimûne em dikarin mîrektiyan jî wek vê tarza siyasetê bipejirînin. Bi sedem hem li Rojhilat hem li Rojavayê Kurdistanê dewletên navendî hebûn. Di wextekê de Sasanî û Bîzansî, di wextekê de Sefawî û Osmanî. Li Kurdistanê dewleteke navendî nehatiye avakirin, lê ji dêleva wê jêrdewlet hatine avakirin. Konfederasyonên Eşîran, Mîrektiyên Kurdistanê esasen jêrdewlet in.

Serdema em nîqaş dikin , di 1920 î de tarza siyasetê çi bû?

Ez dikarim bibêjim ku hebek têkilhev bû. Xwediyê her du tarzên siyasetê jî bi hev re bûn. Gelek siyasetmedarên me geh siyaseta otonomîst parastine geh siyaseta cudaxwaz parastine.

Xala qrîtîk an dema qirîtîk Peymana Sewrê ye. Piştî Peymana Sewrê, di hundurê siyaseta kurd de wê çaxê Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê heye, di hundurê wê de gengeşî dest pê dike û êdî siyaseten du teref ji hev cuda dibin. Terefek jê ê Seyîd Ebdulqadir temsîl dike, ew teref otonomîst e. Terefê din jî Emîn Alî Bedirxan û malbata Bedirxaniyan temsîl dike, ew jî terefê cudaxwaz e. Û vana ji Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê vediqetin, Teşkîlat-i Îçtîmaiye Cemiyetî yê ava dikin. Ev rêxistineke Kurdistanê êdî ya cudaxwaz e.

Ji salên 1920 î û heta bi salên 1945 an dema em li her çar parçeyên Kurdistanê dinerin, Siyaseta Kurdistanî, siyaseteke cudaxwaz e. Dewletê dixwaze, serxwebûnê dixwaze. Teşkîlat-i Îçtîmaiye Cemiyetî, Komîteya Îstîklalê, gelek caran bi navê Azadî tê binavkirin. Xoybûn, li Rojhilatê Kurdistanê Komela Jekaf, li Başûrê Kurdistanê Komelea Hêvî, evana gişk cudaxwaz in û tarza siyaseta cudaxwaz diparêzin.

Tenê numûneyek ji bernameya Komela Jekafê, Komela Jekaf dibêje ku em ê di Kurdistaneke yekgirtî de dewleteke serbixwe ava bikin. Hedefa wan a siyasî ev e. Ev rêxistinên me yên dinan jî serxwebûnxwaz in.

Xaleka din jî ew e, siyaseta kurd û miletê kurd parçebûna Kurdistanê hîn qebûl nekiriye, danehundurandiye. Ev rêxistinên me yên cudaxwaz di heman demê de xwediyê hişmendiyek Kurdistana Mezin in. Yanî wexta qala Kurdistanê dikin, Kurdistana Mezin qest dikin.

Ev ji 1945 pê ve şikestiye. Berî îlankirina Komara Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê Partî Demokrat a Kurdistana Îranêhat avakirin. Selek piştî wê wek seksiyonek wê li Bşûrê Kurdistanê Partî Demokrat a Kurdistanê hat avakirin. Jê û pê ve em dibînin ku di siyaseta kurd de, tarza siyaseta cudaxwaz lawaz dibe û di hundurê demê de ji holê radibe. Tarza siyaseta di hundurê sînorên dewletên dakirker de li çareseriyê digrin serdest dibe.

Li vir pirs ev e. Ji boy çi ji sala 1945 an û pê ve dev ji siyaseta cudaxwaz hate berdan?

Qenaeta min ew e ku Cemîeta Aqwam , Koma Miletan, nîzameke rûniştî ava nekirine û nîzama ku Koma Miletan ava kiriye ne nîzameke ne xurt e. Sedema wê jî ew e , ew ên ku şerê cîhanê ê yekem bi hev re meşandine û bi ser ketine, piştî şer diqede şerê hevdû  dikin.

Brîtanya axa ku para Fransayêye jê didize. Îtalya di sala 1915 an de tev li şer dibe, aliyê Ege û Behra Spî  dibêjin  ew ê piştî şer ji te re be, Brîtanya dest datîne ser wê jî, Rûsya serketiyê şer e, lê pişt şoreşê ji vê tifaqê vedikişe. Ji ber wê ye ku ew nîzam rûneniştiye û hîn kurdan jî ev nîzama cîhanê danehundurandine. Kurdistanê wek Kurdistaneke Mezin dihesibînin.

Bo Koma Miletan jî çend tiştan bibêjim. Koma Miletan, pir eşkere ye, rêxistinek kolonyalîst e. Erê, prensîbek Wîlson heye , dibêje her milet wê dahatûya xwe bi xwe tayîn bike. Lê hûqûqa Cemiyeta Aqwam hûqûqekî kolonyalîst e. Mandaterî jixwe şiklekî kolonyalîzmê ye. Ew gotin, gotina prensîba Wîlson, tenê şeklen hatiye qebûlkirin. Tu carî li gor naveroka wê Cemiyeta Aqwam nemeşiyaye.

Dudu: Ev fehmê ji her dewletekê re miletek, di serdema Cemiyeta Aqvam de ava bûye. Yanî dewleta Tirkiye yê li ser lingan maye. Gotine temama hevwelatiyên wan miletekî ava dikin. Di eslê xwe de miletekî wisa tune ye. Ev ne tenê bo dewleta tirkan ,yanî miletê Iraqê tune ye. Ev sed sal in, Brîtanya dû re Yekîtîya Sovyetê dû re Emerîka hewl dan ji dewleta Iraqê ra miletekî ava bikin. Ê ev sed sal e ava nebûye.

Tu dev ji Kurdistanê berde, di hundurê sînorên dewleta Iraqê de miletekî ereb jî nikarin ava bikin. Hûn dibînin erebên şîa û sune wek du miletên cuda tevdigerin. Erebên şîa bi xwe wek du miletên cuda tevdigerin. Lê ev nîzama cîhanê û sîstema dewletê ya cîhanî dev ji vê xetê  bernade.

Niha di 2017 an de, (çend rojên din salvegera wê ye) li Kurdistanê referandûmek pêk hat. Gotin : Em ê ji miletê xwe bipirsin, hûn federasyonê dixwazin an hûn dewleteke serbixwe dixwazin?  Nîzama cîhanê hucûmê Kurdistanê kir. Di serî de Brîtanya, Emerîka, Fransa û Neteweyên Yekbûyî. Berpirsê her çaran çûn serokê herêmê ê wê çaxê Mesûd Barzanî tehdîd kirin. Gotin: Yan tu yê referandûmê taloq bikî yan tu li axa nîqaşbar nakî. Tu van herduwan nekî, dewleta Iraqê hucûmê  te bike, em te naparêzin.

Ji ber wê piştî şerê cîhanê ê duduyan, ên ku ew şer biserxistin Neteweyên Yekbûyî ava kirin. Ev nîzam xurt e . Niha her kes Nîzama Neteweyên Yekbûyî , bi taybet  çepgirên me ji bona Yekîtiya Sovyetê jî avakerê Neteweyên Yekbûyî ye, Neteweyên Yekbûyî wek rêxistinek dadmend, rêxistinek ku mafê mirovan diparêze qebûl dikin. Tiştekî wisa tune ye. Piştî şerê cîhanê ê duyem, serketiyên şer dinya li hev parve kirin û bona wê dinyaya parvekirî  ye nîzamekê bidinê, Neteweyên Yekbûyî ava kirine. Neteweyên Yekbûyî, ne Neteweyên Yekbûyî ne, DEWLETÊN YEKBÛYÎ ne. Bi sedem Bîrleşmîş Mîletler ji xêndî dewletan miletan nas nake. Miletan tenha di ser dewletan re nas dike. Hebûna Sovyetê di vir de vê karakterê wê yê kolonyalîst ji holê ranake. Yekîtiya Sovyetê endamê İ.M.F.yê ye jî, endamê damezirîneriya İ.M.F.yê ye jî. Yanî wexta İ.M.F. damezirandine, Sovyet jî endamê vê damezirîneriyê ye. Kes  wê dibêje ku İ.M.F ne teşkîlateke emperyalîst e? Na, her kes dibêje (bi tirkî Uluslar arası Para Fonu) teşkîlateke kapîtalîst, emperyalîst e. Wek wê Neteweyên Yekbûyî jî. Yanî ev nîzamên cîhanê en her du yên me derbas kirine, di eslê xwe de nîzamên kolonyalîst in, emperyalîst in. Û miletan esas nagirin, dewletan esas digirin.

Dema ku siyaseta cudaxwaz li Bakurê Kurdistanê serdest bû, wê çaxê te dît Kurdistana Osmaniyan û ya Sefawiyan hebû. Siyasetmedarên me sînorên mîlî nîqaş kirinê. Ne tenê sînorê mîlî nîqaş kirine, gotine: ev sînor jî têra me nake, Kurdistan gerek ji deryayan re vebe. Li (Başûr) Bakur, li Îskenderûnê Korfeza Ayasê ez dibêjim qey jê re dibêjin Yûmûrtalik, dibêjin gerek sînorê Kurdistanê dakeve heta wê derê.  

Di sala 1919 an de Memdûh Selîm wana dema ku berpirsên Emerîkîyan re dipeyîvin, beriya wê jî Seyîd Ebdulqadir û Emîn Alî Bedir-Xan ji Emerîkîyan daxwaz dikin ku divê sînorê Kurdistanê di ser rojhilatê Trabzonê re bigihêje             Behra Reş û hem rojhilatê Trabzonê hem jî li (Başûr) Bakur ew a Îskenderûnê di hundurê Kurdistanê de dihesibînin. Pişî ku lozan saz dibe û tê dîtin ku Brîtanî û Emerîkî tu hebûna dewleteke Kurdistanê napejirînin, Komîteya Îstîklalê îca berê xwe dide Sovyetê. Yusuf ziya beg di 1924 an de bi berpirsê Sovyetê re rûdine, dibêje em ê Kurdistanekê ava bikin û ev Kurdistana di rojhilatê Trabzonê re ew ê bigihêje Behra Reş. Berpirsê Sovyetê dipirse , dibêje : Trabzonî wê rê bidin we? Dibêje em bi wan re peyivîne, li wê derê astengî tuneye, em û ên Trabzonî em bi hev re pyivîne, ew ê riyên ku em pê bigihêjin Behra Reş ji me re vekin.

Ji wê derê em hatine vê derê ku îro siyaseta serdest li Bakurê Kurdistanê. Li Bakurê Kurdistanê bi taybet siyaseteke tirkiyevî ye. Yanî dev ji otonomiyê, federasyonê berdin, siyasetek li ser axê nameşe. Kurdan bê ax pênase dikin. Halbûkî li Tirkiye ye ji xêndî her kesî tu dikarî mirovan bê ax pênase bikî . yanî tu bibêjî çeçen, ev cemaeta çeçena ye, tu yê îşaret bikî bibêjî ji Çeçenistanê hatiye.  Bibêji pomak tu yê bibêjî ji Bûlgaristanê hatiye. Tu bibêjî arnawût tu yê bibêjî ji Arnawûtlixê hatiye. Tu bibêjî tirk tu yê bibêjî wa ye ji Asya Navîn hatiye.  Lê kurd bê Kurdistan pênase nabe. Heke tu hebûna Kurdistanê red bikî di eslê xwe de tu hebûna kurdan red dikî. Riya ku tu cihekî ji kurdan re bibînî bibêjî ji wê derê hatine tuneye. Ev kêmarên din ev cemaetên alakton her yek ji derekî hatine û diyar e,  tu wana bê axekê jî karî pênase bikî. Lê kurdan tu nikarî pênase bikî. 

Ew siyaseta cudaxwaz a ku doza vebûna Behra Reş û Behra Spî îro hatiye asteke wer , dev ji Kurdistanê hatiye berdan , dibêjin em ê Tirkiyeyê demokratîze bikin. Ez ê biqedînim, xuya ye dema min li vir qediya.

Qenaeta min ew e ku ev tarza siyasetê a ku heta niha hatiye , ev tarza ku di hundurê sînorên dewletan de li çareseriyê digerin, êdî hatiye dawiyê. Pêşiya me ji bo siyaseta cudaxwaz amade ye. Ciwanên me bi taybêt divê ji dîroka xwe vê dersê derxin. Siyaseta Kurdistanî ne siyaseteke tevlihev e û demokratîk konfederalîzim û demokratik cûmhûriyet û qanton û vir de wê de. Ne siyaseteke bi vî rengî tevlihev e. Siyaseteke sê rêzik e:

EM MILET IN. WELATÊ ME HEYE. EV MILET LI VÎ WELATÎ DÊ BIBE DEWLET. Li her deverên cîhanê siyaseta mîlî ev sê rêzik in.

Tu argumentê nabînin ji bona pêşî li dewletbûyîna Kurdistanê bigirin.  Tu argument namînın ku bi kar tînin . Geh ê din tê geh ê din tê bavo siyaseta miletê bindest li her deverê dinyayê ev e.

Du rêzikan destûrê bide bo tarza rêxistinê gerek ez bibêjim. Lê ez ê kurt bibirim. Pirsên we hebin em ê li ser bipeyivin.

Baweriya min ew e ku li Bakurê Kurdistanê pêwîstî bi rêxistineke şoreşgeran heye. Nabêjim bi rêxistinek şoreşger jî. Bi rêxistineke şoreşgeran heye. Ev peyv ev bîst-sî sal e me ji bîr kiriye. Sosyalîstên me, komînîstên me, îslamîstên me , demokratên me, lîberalên me hene, lê şoreşgerên me nemane.

Halbûkî ev ên ku di temenê min de ne, ên li vê derê ji xeynî peyva şoreşger me xweşik tu peyv  bi kar nedianî. Yanî pênaseya me şoreşgerî bû. Ev nemaye û kêmaniya mezin di siyaseta Bakurê Kurdistanê de tunebûna damareke şoreşger û rêxistinek şoreşgeran e.

Ew rêxistin ku tenha dibêjim ji şoreşgeran pêk bê, ew kesên ku çareserkirina kêşeya Kurdistanê di şoreşekê de dibînin. Divê li gor şoreşê rêxistinek şoreşgeran bê avakirin.

Rêxistinên me yê legal hene gişk dibêjin em kîtle partîsî ne. Ê sifreya hazir tu girseyek jî li pişt wan tuneye. Lê ji her kesî re vekirî ne. Pêwîstî bi wan jî heye , pêwistî bi her cûre sazî û dezgeyan heye, lê yê dikare li Bakurê Kurdistanê siyasetê ji nû de tanzîm bike rêxistineke cudaxwaz û şoreşger e.

JI CUDAXWAZAN RE ŞAN Û ŞEREF,

JI JENOSÎDKARAN RE MIRIN.

Panel_Amed

  21-09-2022

Li Kudîstanê Tarzên Sîyasetê