Ji bo agahdarî, ji bo nesîhet û şîret û tewsiye pir kar hatine kirin. Ji bo hişyarkirin, ji bo şermezarkirin û ji bo teşwîqkirinê zehf tişt hatine gotin û nivîsîn. Bêguman zimanê me jî di vê pêvajoyê de pir pêşve çûye, kemiliye û gihaye asteke bilind. Lê êdî bi vê jî kar naqede.. Loma lez û gura pêla asîmîlasyonê zêdetir û bilindtir bûye. Pêdivî pê heye ku em li gor vê pêla helandin û bişaftina bênavber riyên liberxwedanê bibînin û jidiltir xwedîtî li zimanê xwe bikin.
Îro pêdivî pê heye ku em tenê qîma xwe bi gotinan, bi gotinên teorîk û bi dubarekirina tiştên hatî gotin neînin û ne wek berê bisekinin û tevbigerin. Lazim e em baş biznibin ku bi vê meşê, bi vê helwêstê em ê nekaribin serî bi dijminê zimanê xwe re derxin. Divê ku qenc haya me jê hebe ku
bi vî awayî, bi vê helwêstê û bi vê meşê zimanê me dê bi lez bihele û ji navê rabe. Ji bo vê jî dijminê me bi hemû îmkanên xwe ve biryardar e û lê dixebite ku rojeke zûtir ev asîmîlasyona malxirab pêk were. Na, em ê ji vê re destûr nedin. Em destûr nedin ku em bi zimanê xwe ve ji navê winda bibin. Em ê destûr nedin ku dijminê me bi ser bikeve. Na, em ê biryardartir bin ji bo serkeftina xwe.
Di roja îroyîn de li ber me tenê yek rê heye: Ew rê jî xweditiya li zimên e. Divê ku em bi dirustî bifikirin û helwêst bigirin. Ya ku dê li ber me rê veke, ya ku dê bibe sedem ku em bikaribin mudaxeleyê pêvajoya ber bi bişaftinê bikin û ya ku dê me biryardartir û rikdartir bike li dij dijmin dirustiya me ye li hember zimanê me. Dirustî ew e ku em baş bizanin ku êdî wiha nameşe, bi vî awayî rizgariya me û ya zimanê me ne pêkan e. Tenê bi pîrozkirinan, bi bîranînan û bi çendbarekirina rastiyan dê êdî em ê nekaribin xwe ragirin. Dijmin pir hov û xedar e. Rewş çiqas diçe dijwartir û aloztir dibe. Divê ku em wek netewe ji nû de xwe vejînin û li dij êrîşên hovane xwe bi çek û mertal bikin. Çekê me zimanê me ye. Mertalê me jî jidilbûn û biryardariya me ye ku em xwedîtî li zimanê xwe bikin.
Baş e, em çawa li zimanê xwe xwedî derkevin? Bersîva vê jî divê ku em bi dirustî di rûhê xwe de, di mejiyê xwe û di dilê xwe de bidin. Sîstema Serweriya Tirk terzeke jiyanê daniye ber me û di vê terza jiyanê de jî zimanê xwe li ser me ferz kiriye û ev ferziyet jî ji me re bûye hînbûyîn û asayî. Di serî de divê ku em serî hildin li dij vê ferziyet, hînbûyîn û asayiyê. Ji bo vê biryarek lazim e. Ji bo vê biryarê cidiyet divê, îradeyeke xurt divê, hilgirtina berpirsiyariyeke neteweyî divê û helwêstgirtineke şoreşgerî divê. Em mecbûr in li dij hemû ferziyetên sîstemê ji xwe re jiyaneke radikaltir(tundrawtir) û terzeke kurdewartir saz bikin. Jiyana me ya kurdewarî bi bikaranîna zimanê me pêkan e, zimanê me bi jiyana me ya kurdewarî dikare bijî û xwe biparêze. Zimanê me hêmana esasî yê jiyana me ye. Em mecbûr in di jiyana xwe de ji bo xwe û zimanê xwe şoreşeke bingehîn pêk bînin.
Ev şoreş, jiyaneke nû bi zimanê kurdî ye. Ev şoreş ew e ku em kontrola terza jiyana xwe hilînin destê xwe. Û em bi evîndarî, bi îstiqrar û bi înad bi zimanê xwe bijîn, bifikirin, biaxivin, bixwînin û binivîsin. Lê şoreş li vir jî naqede, divê ku em ji bo şoreşê têbikoşin. Em mecbûr in ji bo vê têkoşînê bibin şoreşger. Riya xwedîtiya li zimên berbirsiyariyeke şoreşgerî ye. Riyeke din tune ye. Loma Sîstem hemû riyan li ber me girtiye.
Werin em ji bo vê şoreşê bibin yek û xwe bi rêxistin bikin. Em ji xwe re bernameyekê amade bikin û li gor wê bernameyê têbikoşin. Lazim e ji bo berbelavkirina bikaranîna zimanê xwe em xwe berpirsiyar bihesibînin û di vê têkoşînê de cî bigrin.
Ew metodên ku heta niha bi kar hatine êdî ne bes in; êdî şermezarkirin, hêrsbûyîn, xeyîdin, sûcdarkirin û nesîhetkirin ji bo bikaranîna zimanê me têrî nakin. Ji bo ku em zimanê xwe bikin zimanekî neteweyî divê ku em li ser rê û rêbazên nû jî bifikirin û peyda bikin. Ziman bi milet dikare bijî. Werin em bibin pirek di navbera ziman û miletê xwe de. Bi hezkirin, bi dilovanî, bi nermayî û bi zanayî divê ku em tevbigerin. Bi bêhna fireh, bi sebr û bi hestiyarî. Em ji malbata xwe de dest pê bikin û çembera li dor xwe fireh bikin. Em ji bo vî karî xwe wek nîv profesyonel hîs bikin. Divê ku em mal bi mal, tax bi tax, gund bi gund bigerin û têkilî danin.
Werin em têkiliyeke kurdewarî, têkiliyeke şoreşgerî û têkiliyeke evîndarî bi zimanê xwe di nav xwe û di nav miletê xwe de ava bikin. Werin em li ser têkiliyeke nû û neteweyî serê xwe biêşînin. Qet şik tê de nîn e ku di nav miletê me de ev zemîn heye. Miletê me dê ji bo parastina xwe xwedî li zimanê xwe derkeve. Tenê hewceyî bi xebateke jidil û semîmî heye. Bêguman ev kar ne hêsan e lê em mecbûrî vî karî ne.
Em hene, zimanê me heye û miletê me heye û li benda me ne.
Werin em bi hev re dest bi karê xwe yê pîroz bikin.