BIRYAREKE GIRING JI BO BIKARANÎNA ZIMANÊ KURDÎ

BIRYAREKE GIRING JI BO BIKARANÎNA ZIMANÊ KURDÎ

Heke em bi pêvajoyên di dirêjaya dîrokê de li rewşa zimanê kurdî binêrin û binirxînin em ê bibînin ku ziman di çend qonaxên giring de derbas bûye û aniha gihêştiye qonaxeke herî xeternak. Bêguman bextê zimanê kurdî bi bextê neteweyê kurd ve girêdayî ye. Kurd çi jiyane zimanê wan jî ew jiyaye.

Qonaxa pêşîn piştî perçebûna Kurdistanê bi Peymana Qesrê Şirîn di 1639an de ye. Bi wesîteya dînê misilmaniyê zimanê erebî di rewacê de ye, zimanê kurdî ji bo hînbûna zimanê erebî tenê hacetek e. Kurdistan di bin desthilatdariya îran û osmaniyan de ye. Ji ber wê jî di nav alimên kurdan de zimanê farisî û yê osamaniyan bi îmtiyaz in. Di vê qonaxa dûr û dirêj de zimanê kurdî ketiye bin bandor, hikm û gefên zimanên farisî, erebî û tirkî (û osmanî), êdî bikaranîna wî jî, qedrê wî jî hêdî hêdî kêm bûye û ji rewacê ketiye. Ehmedê Xanî bi vê peymanê hay ji vê xetereyê maye û bi dengekî bilind hişyarî daye miletê kurd û rê nîşan daye. Tenê rê jî nîşan nedaye ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî xebat kiriye, ferheng û pirtûk amade kirine. Bêguman di vê pêvajoyê de hin dengên din jî bilind bûne. Lê mixabin ji ber ku neteweyê kurd li ser axa xwe nebûne desthilatdar û bi xemsarî jî tevgeriyane ev rewş dom kiriye.

Qonaxa diduyan piştî Peymana Sykes-Picotê di 1916an de û bi avabûyîna Komara Tirkiyeyê ye, li Bakur, êdî ji bo neteweyê kurd rûpeleke nû destpê dike. Êdî hebûna miletê kurd tê înkarkirin, ji bo jiholêrakirina neteweyê kurd du stûnên bingehîn yên netewebûyîna miletê kurd dibin hedefên Sistema Serweriya Tirk. Ziman û Niştiman (welat). Heke ji bo neteweyekî ev her du stûn hilweşin û têkiliya di navbera van her du stûnan de qut bibe êdî ew netewe tune dibe. Mesela ax û desthilatdariyê bi meseleya zaman ve girêdayî ye û ev mijara nivîseke din e. Di vê nivîsê de mijara me meseleya ziman e. Bi înkarkirina hebûna kurdan re înkarkirina zimanê wan jî jixweber dikeve dewrê. Bi her awayî êrîşî zimanê kurdî kirine. Hin caran gotin; kurdî zaravayekî zimanê tirkî ye, ne bû, gotin zimaneke hov û beredayî ye, ne zimanê medeniyetê ye, xwestin bîçûk bikin û ji îtibar bixin.

Li milekî din ve jî bikaranîna zimanê kurdî qedexe kirin. Li aliyekî bi her awayî plan û programên asîmîlasyonê meşandin û li alî din jî ji bo ku kurdî neyê bikaranîn rêbazên wek tirsandin, darê zorê, cezakirin (pere an girtîgeh) û îşkencekirinê xistine dewrê. Di vê pêvajoyê de li Bakurê Kurdistanê kiryarên jenosîdal jî pêk hatin û kurd demeke tarî û bêdeng derbas kirin. Ev dema teng û tarî bandoreke texrîbatkar li ser derûnîya kurdan kir, di mejiyê kurdan de tovên bêhêvîtiyê hêşîn bûn û pêvajoya bişivînê dest pê kir. Lê ziman li hember bişivînê li ber xwe dida, pêvajoya bişivînê bi saya serê dengbêjî, medrese-terîqet û avayîya civakî ya kurdan hêdî dimeşiya.

Di vê navberê de, di salên 1940î de, li Rojavayê Kurdistanê dengek bilind dibû. Ev dengê ‘Hawar’ê bû, dengê Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî bû. Ev dengekî rewşenbîrî bû, li dij asîmîlasyonê helwêstgirtineke neteweyî bû. Haya vî dengî ji talûkeya mezin hebû, haya wî jê hebû ku ziman biçe milet jî ji navê diçe. Ji ber wê jî Celadet Bedirxan bi kadroya xwe ve xizmetên pir hêja kirin. Bi taybet jî li ser ziman yanê li ser zaravayê kurmancî. Di wê demê de alfabe, rêziman, rêzikên rastnivîsînê, ferheng, kovar û hin pîrtûkên xwendinê hatin amadekirin. Ew tevgereke rewşenbîrî yeke bêhempa bû. Celadet Bedîrxan wiha bang li mîletê kurd dikir û digot: Kurd di zindanekê de wek girtiyan in lê mifta zindana wan ‘zimanê wan’ e. Heke ew zimanê xwe bi kar bînin, mifta zindana wan di bêrîka wan de ye, çi gav bixwazin dikarin ji zindanê derkevin. Lê heke dev ji zimanê xwe berdin, ew miftê teslîmî dijminên xwe dikin û êdî rêya felatê namîne. Lê mixabin ev deng li Bakurê Kurdistanê nehat bihîstîn û olan neda. Pîştî salên 1980yî haya kurdan ji vê xebatê çêbû.

Qonaxa sisêyan, piştî dema bêdengiyê dest pê dike û di navbera salên 1955 û 1980yî de ye. Di nav kurdan de bizav û hişyariyek xwe dide der, siyaset hêdî hêdî geş dibe, neteweperwerî û welatparêzî xurt dibe lê hezar car mixabin haya xwenda û siyasetmedarên kurdan ji giringiya ziman tune ye. Bi giştî zimanê tirkî dibe zimanê siyaseta kurdan bi sedem ku keç û xort û siyasetmedarên kurd dibin çepgir û pirtûkên bi zimanî tirkî dixwînin û niqaşên xwe bi wî zimanî dikin. Di rastiyê de hewldanên ji bo asîmîlasyonê yên Sîstema Serweriya Tirk bi tundî dimeşin. Yatili Bolge Okulu, Îmam Xetîp, Oxretmen Okulu vedibin. Xortên kurdan diçin dibistan û unîversîteyan. Li mizgefatan bikaranîna zimanê kurdî qedexe ye. Kurd diçin leşkeriyê û diçin Eli Okuluyan. Dewlet di seferberiyekê de ye ku zimanê xwe yê serdest bi kurdan bide hînkirin û zimanê wan bi wan bide jibîrkirin û gav bi gav bi ser jî dikeve.

Qonaxa çaran pîştî 1980yî dest pê dike. Li ser meseleya zimên hişyariyeke neteweyî xwe dide der û hin kes, hin derûdûr û hin saziyên kurdan baş hay jê dimînin ku ziman stûneke herî giring e ku kurd xwe pê bigirin û rabin ser pîyan, gava ku ew stûn hilweşe kurd jî nikarin wek milet li ser piyan bimînin. Û xebateke baş li ser ziman dimeşe, di vê pêvajoyê de kurmancî dibe zimanê nivîskî û standardeke baş pêk tê, êdî û aniha zimanê me di asteke pêş de ye. Ev pêşdeçûn rûyekî meseleyê ye.

Lê mixabin rûyekî meseleyê yê din jî heye. Pêşdeçûyîna kurmanciyê di derûdoreke teng de dimîne, xwe nagihîne hemû girseyan. Ji ber ku meseleya ziman bi meseleya deshilatdariyê ve jî girêdayî ye û kurd ne xwedî dewlet in zimanê wan jî nabe zimanê siyasetê, nabe zimanê ticaretê, nabe zimanê têkiliyên di navbera saziyan de, nabe zimanê perwerdeyê.

Kedkarên zimên dinivîsin û dixwînin lê ji bo ku bikaranîna ziman berbelav bibe, bibe zimanekî neteweyî xebateke rêkxistinî an xebateke bi bername nikarin bikin an jî nakin.

Ji ber ku Sîstema Serweriya Tirk sîstemeke jenosîdal e di hedefa wê de tunekirina zimanê kurdî cihekî giring digire. Jenosîda kurd hem bi domana demê re hem jî di her warî de dimeşe û bi taybet jî di warî zimanê kurdî de. Di bernameyên sîstemê de karên jenosîdal û asîmîlekirinê bi hev re di dewrê de ye. Sîstema Serweriya Tirk bi hemû îmkanên xwe, bi hemû hêza xwe û bi hemû bernameyên xwe yên asîmîlekirin û jenosîdal ve rê li ber bikaranîna zimanê kurdî girtiye û digire. Û zimanê me di xeteriyeke giran de ye. Li hember vê jî hişmendiya neteweyî ya kurdan ji bo parastin û bikaranîna zimên ne di asteke bilind de ye.

Di roja îro de pirsgirêka me ne ew e ku em giringiya ziman nabînin an nizanin. Her kes hay ji xeternakiya meseleyê heye, her kes hay jê heye gava ku ziman çû her tişt diçe. Her kes dibîne ku zimanê me ji holê radibe. Tu ji kê bipirsî ew dikare bi saetan li ser giringiya zimên ders bide. Mesele êdî ne nezanîn e. Mesele êdî ji çarçoveya xîret û şermê jî derketiye. Hemû sloganên bandorker jî wateyên xwe winda kirine û tesîr li me nakin loma di rûhê me de jêbexşî (muafiyet) pêk hatiye.

EV JI ÇI TÊ? RASTÎ AN ESASÊ MESELEYÊ ÇI YE?

Ji bo ku em bersîveke rast bidin û li gor wê bersîvê jî helwesteke rast bigirin pêşî divê em li hember xwe, li hember zimanê xwe û li hember rasteqîniya xwe dirust bin. Bi duristî divê ku em li xwe binêrin û mukur werin ka çawa Sîstema Serweriya Tirk di rûhê me de tehrîbat çêkiriye û çawa mîkrobeke tehrîbatkar di rûhê me de bi cî kiriye. Ev mîkroba tehrîbatkar, me bi zimanê tirkî ve girêdaye û hînkirin di me de çêkiriye. Du heb wezîfeyên vê mikrobê hene; yek, me ji qalibê kurdîtiyê dûr bixe, ya diduyan jî me teslîm bigire û me bike êsîr. Zimanê tirkî saziyeke herî xurt ya sîstemê ye, gava ku em wî bi kar tînin û bi wî dijîn, ew mikrob bi ser dikeve û bi ser ketiye jî. Ji ber ku em bûne îtaetkar.

Tenê yek rê li ber heye; em mecbûr in wê mikroba ku me beralî dike, rûhê me teslîm digire û me ji qalibê me dûr dixe û îtaeteke dilsoz ji me dixwaze ji nav xwe bigirin û derxin. Û bi zimanê xwe bijîn. Rê ev e, rêyeke din tune. Ji bo vê jî divê ku em xwe nexapînin û ji xwe re mazeretan çênekin. Xwexapandin û mazeretçêkirin jî du heb nexweşî ne ku xwe di me de dane der.

Meseleya me, meseleya zimanê me meseleyeke biryardayînê ye. Lazim e em biryareke jidil û misoger bidin; yan ji rasteqîniya xwe dûrketin, teslîmiyet, îtaetkirin û serîdanîn an jî em li xwe warqilin, bi zimanê xwe bijîn û li zimanê xwe xwedî derkevin. Divê ku em di rûhê xwe de, di mejiyê xwe de û di dilê xwe de yekitiyekê ava bikin ji bo helwestgirtineke bibiryar. Şoreşa me, rizgariya me, azadiya me û serxwebûna me di vê biryarê de ye. Biryar ev e; ez ê xwe, rûhê xwe, mejiyê xwe ji hemû qeyd û bendikên saziya zimanê Sîstema Serweriya Tirk dûr bixim û xwe ji hemû bandorên wî yên rûxîner rizgar bikim. Ev şoreş divê ji ziman de bê destpêkirin.

Pêlkurd xwediyê vê biryarê ye. Soz û biryar daye ku dê li hember jenosîdê, otoasîmîlasyon û asîmîlasyonê têbikoşe û şerekî bêeman bimeşîne. Em ê zimanê xwe ne bi gotin lê di hemû pratîka xwe de bi kar bînin. Em ê xwedî li zimanê xwe derkevin û em ê tenê bi zimanê xwe bijîn. Em ê xwe, nexweşiyên xwe û problemên xwe bi zimanê xwe derman bikin. Em ê rûhên xwe ji qêrêjayiyên kujerê zimanê xwe bi bikaranîna zimanê xwe paqij bikin.

Pêlkurd ne tenê dê zimanê kurdî bi kar bîne, di heman demê de dê hewl bide ku ji alî herkesî de bê bikaranîn, dê lê bixebite ku ev ‘biryar’ berbelav bibe û bibe biryareke neteweyî, sîyasî û giştî. Ew dixwaze di vî warî de jî pêleke neteweyî rake ku me û miletê me ji ber pêlên xeternak bide alî û biparêze.

Were tu jî vê biryarê bide û pêla tevgera neteweyî xurt bike.