Di çarçoveya heşt xalên diyarkirî ya di beşa yekan de mijara vê nivîsê Orhan Kotan e.
Ji bo çi Orhan Kotan?
Di dîroka Kurdistanê ya vî pêncî saliyê dawîn de, Orhan Kotan aktorekî giring e. Hema bêje ji 1970yî (belkî berî wê) bigire heta salên 2000î wî tim di siyaseta kurd de rol leyîstiye. Ji ber wê, gava ku em behsa dîroka nêzîk bikin û li sedemên têkçûyînê bigerin, ew kesanyekî balkêş e û ji bo lêkolîneran jî û ji bo dîroknasan jî fîgûrekî giring e. Û ji bo berbelavbûyîna pêla tirkiyewiyê jî berpirsiyar e û hêjayî li ser rawestandinê ye.
Em dikarin di sê peryodan de li kesanî û jiyana Orhan Kotan mêze bikin:
1- Ew li dor 1970yî bi tevgera Dr.Şivan (Sait Kirmizitorak) re ye. Di rêxistina wî de li herêma Panosê, xebata siyasî dike. Piştî trajediya her du Seîdan, ew li gor xwe lê dixebite ku nehêle partî ji hev belav bibe. Û heta di wê deme de, li ser navê partiyê nivîseke cidî tê belavkirin. Li gor texmîna Sait Aydoğmuş, Orhan Kotan ew belavok nivîsiye.
Lê çawa bûye kes nizane, ew bêyî ku agahî bide kesî ji tevgerê diqete û pişta xwe dide wan.
2- Piştî 1973-1974an, ew bi hin kurdpeweran ve grub an tevgera Komalê saz dikin û dest bi xebatên sîyasî û rewşenbîrî dikin. Dûre bi navê Rizgarî kovarekê derdixin. Êdî navê tevgerê ‘Rizgarî’ ye. Ew di nav serkirdeyên Rizgariyê de cî digire û xwedîgotin e. Wek ideolog û teorisyen kar dike. Orhan Kotan ideolojî û xeta siyasî ya Dr. Şivan baş dizane, belkî jî yê herî baş dizane ew e. Lê hin kesên din jî hene ku di xeta Dr. Şivan de ne, wek Mamê Feqe Huseyîn. Û jixwe Komal pirtûka Dr. Şivan ya bi navê ‘Tevgerên Neteweyî yên Kurd û Şoreşa Kurdistanê li Iraqê’ cara pêşî diweşîne.
Em dikarin bêjin tevgera Rizgarî di warê îdeolojîk û politik de li ser xeta Doktor e. Li dij dagirkeriyê ye. Serxwebûna Kurdistanê armanca tevgerê ye. Bi pîvan li siyaseta Sovyetê dinêre. Bi sempatî li Hereketa Barzanî dinêre û heta diparêze. Zimanê tevgerê bi tirkî ye lê bi israra Mamê Feqî hin nivîs bi kurmancî di Rizgariyê de derdikevin.
Orhan Kotan bi nivîs û helbestên xwe ve di nav ciwanan de nav dide û tê hezkirin. Helbestên wî yên şoreşgerî tim di devê xortan de bûn, lê mixabin ziman tirkî ye.
Hereketa Rizgariyê di nav ciwanan de û qismen jî di nav girseyê de berbelav bibû û wek komele jî xwe bi rêxistin kiribûn. Wê tevgerê coşeke zêde û hiseke kurdperwer derxistibû sahayê, hêviyeke xurt afirandibû, hinek ji wan tengegrûbî difikiriyan lê niqaşeke gerim xistibû nav xelqê. Li dij çepîtiya tirk bêtewîz û tund bûn, rûhê şoreşgeriyê pêl dida û jixwebawerî zede kiribû û di cî de bû.
Min jî wê demê weşanên Komalê û Kovara Rizgariyê dişopand. Min xwe ji wê tevgerê re pir nêzîk didît. Di nav çar pirtûkên pêşîn de ku min xwendibûn, yek ji wan ya Dr. Şivan bû. Wê pirtûkê pir tesir li min kiribû. Elbet Mamê Feqî jî hebû ji bo min wek seyda bû.
Lê ez pir dereng hay jê vê meseleyê mam ku îdeolojî û siyaseta Tevgera Rizgariyê bingeha xwe ji Dr. Şivan digire.
Lê mixabin ev tevger jî li gor xeta Doktor xwe nekarî bi rêxistin bike. Li dij dagirkeriyê bû, şoreşger bû lê xwe ji bo şerê çekdarî amade nekiribû. Jixwe berî derbeya 12 Îlona 1980yî parçe bibû û şikesteke mezin xwaribû. Û piştî Derbeyê jî xwe nekarî bide hev ji taqet ket. Û ew potensiyela kurdperwer û şoreşger bi piranî ji hev belav bûn û di halê xwe de man. Bi qasî çavdêriya min qadroyên Rizgariyê wek takekes xwe parastin, ji pêla PKKyê dûr sekinin.
Elbet di vê têkçûyînê de berpirsiyariya Orhan Kotan zêde bû. Lê bi qasî ku ez dizanim, ew jî li dor 1980yî diçe Awropayê. Li Swêdê jî pir çalak e, heta 1991ê jî bi tevgera Rizgariyê ve girêdayî xebatên siyasî didomîne. Û li wir, di demekê de bi navê ‘Kurdistan Press’ê heftane rojnameyekê diweşîne. Bi qasî dizanim, xeta rojnameyê hîn jî kurdistanî ye û serxwebûnxwaz e.
Lê agahiya min jê çênebûye ka ji bo berbirsiyarî û têkçûyîna xwe û tevgerê tiştek nivîsiye an na.
3- Lê piştî salên 1992-93yan ji bo Orhan Kotan peryodeke din dest pê dike. Di van salan de, di nêrînên wî yên siyasî de veguherîneke bingehîn pêk tê. Diguhere, heta vediguhere, operasyoneke mezin di mejiyê wî de pêk tê û xwe vediguherîne. Piştî vê operasyonê êdî Orhan Kotan ne yekî Serxwebûnxaz û Kurdistanparêz e.
Bi rastî ev veguherîn hêjayê vekolîneke jidil e. Çawa? Ji bo çi? Bi çi awayî ev veguherîn di mejiyê wî de pêk hatiye? Bersîvên van pirsan giring in ji bo doza Kurdistanê. Giring in ji bo nifşa bê ku ji bo wan bibin ders. Ev veguherîn ne şexsî ye.
Loma êdî em Orhan Kotan li ser dika dîrok û siyasetê wek entegrasyonalist dibinin û ew wek îdeologê entegrasyonkirinê li sahayê ye. Êdî di şiûra wî de Kurdistan tune ye. Li gor wî erdnigariya Kurdistanê giringiya xwe winda kiriye û tenê Tirkiye heye.
Ew li dor salên 1994î, bi awayekî tê Stenbolê, buroyekê vedike û dest pê dike kovarekê (bi navê Realîte) derdixe. Û van dîtinên xwe, yanê nêrînên xwe yên tirkiyewî, ortakvatancî, demokratik cunhuriyetçî di wê kovarê de belav dike. Û çend hejmar (bi qasî zanîna min heft hejmar) diweşîne û belav dike. Ew yek ji teorisyen, an jî teorîsyenê pêşîn yê ‘Demokratîk Cumhûriyetê’ ye.
Agahiyên min derbarî têkiliyên wî yên li Tirkiyeyê tune ye lê ez bi zelalî dizanim bi Taha Akyol re danûstandinên wî bi awayekî cidî çêbûye. Jixwe Taha Akyol di gotarekî xwe de ji bo entegreya kurdan bi tirkan re Orhan Kotan wek nimûne nişan dida. Min ew gotar xwend; pesnê wî dida û digot nêrînên wî rast in û jixwe re dikir palpişt.
Dîsa di wê deme de. Orhan Kotan derket kanaleke TVyê, Siyaset Meydanêyê, Alî Kirca bi kêfxweşiyeke bêpayan ew wek lîderekî kurd teqdîmê temaşevanên xwe kir. Wî ji li gor menfeetên Komara Tirkiyeyê axaftineke tirkiyewî kir. Bi taybet jî lê xebitî ku welatê kurdan, Kurdistanê ji bin lingê kurdan derxe, wan bê welat bihêle.
Ya giring ew e ku lîderekî me yê kurd di dîroka me ya nêzîk de bi dilê xwe tê û ji Sîstema Dagirker re xizmet dike. Ji bo neteweyê kurd sîyaseta ‘ortak vatan’ciyê dide pêş û dixwaze neteweyê kurd ji welatê xwe dev berdin û bi miletê tirk re bijîn.
Ji despêkeke çawa û ber bi dawîyeke çawa ve!