Şemsettin Işikli ”Serê pêsekinîyan” bû.

Şemsettin Işikli ”Serê pêsekinîyan” bû.

Di nav kurdên Ermenistanê da ji wan kesan ra digotin ”Serê pêsekinîyan”, ku mirov dikaribû xwe bispêrê, guh bide şêwr û temîyên wî, çav bide kar û emelê wî û wî ji xwe ra nimûneya welatparêzîyê, paqijayê, mêranîyê û mêrxasîyê bibîne. Meriv dibêje qey ev gotin tam bo mamosta Şemsettin Işikli hatîye gotin.

Bextê min lê xist min berî çend salan ew nas kir û dostanîya me heta roja 24ê tîrmeha îsalin – roja kirasguhastina wî – berdewam bû. Min ew di koma hevalên wî – Ebdurehman Önen û Korogli Karaaslan da nas kir. Kêfxweşîya min a nasînê dubare bû, dema min dît ev hersê hevalên dilsoz bi salan bi awayekî xwebexş karê bo pêşketina ziman, çand û edebîyeta kurdî dikin.

Kekê Ebdurehman Önen bi salan karê çêkirina xerîteyên gund, navçe, bajarên Kurdistanê kirîye û berhema wî a delal û dewlemend çap bû. Ez kêfxweş im, ku min alî wî kir wî xerîteya gundên kurdan yên Ermenîstanê jî çê kir, ku dora çiyayên Agirîyê û Elegezê hêwirîne.

Birêz Korogli Karaaslan, ku damezirêner û rêvebirê Weşanxaneya DOZê ye, gelek salan berhemên delal dîyarî Kitêbxaneya Kurdî kirîye û di rêvebirîya Weqfa Kurd-Kavê da ne.

Xwedêjêrazî Şemsettin Işikli gelek salan li Weqfa Kurd-Kavê bê rawestan dersên zimanê kurdî daye kurdan, di gotarên xwe da bi awayekî vekirî sîyaseta dewletê a asîmîlekirina kurdan û bindestkirina Kurdistanê rexne dikir.

Feleka xayîn du mêrxasên dewra me – Ebdurehman Önen û Şemsettin Işikli bi awayekî bêbext ji nav me bir. Bi hêvîya ku kesên wek Fuat Önen, Korogli Karaaslan û hevalên wek wan dilsoz karê wan berdewam bikin.

Ev hersê welatparêzên bêhempa hîç nedifikirîn, ku karê wanî xwebexş tesîr li ser aborîya wan dike. Ji ber ku xwe dewlemendtirîn mirovên li cihanê didîtin.