Rapora Konsulê Beyazîdê Maltsev Yurî Vîladîmîrovîç

Rapora Konsulê Beyazîdê Maltsev Yurî Vîladîmîrovîç

Maltsev Y. M. (komiserê alayê) di navbera salên 1921 – 1923ê de konsûlê  konsûlxana bajarê Beyazîdê bû. Maltsev li ser daxwaza wezareta karê derve yê Sowyet Rûsyayê raporekê derheq rewşa netewa kurd û Kurdistanê dinivîse û wê ji karmendên wezareta xwe re dişîne.

Dewleta Tirkîyê li hember tekîlîyên Maltsev ên bi kurdên Beyazîdê û herweha derheq rapora wî, bertekek gelekî dijwar nîşan dide. Di heman demê jiber goftûgoyên derheq peymana Lozanê û rejima tengavên Turkîyê, nakokîyên sîyasî û dîplomatîk di navbera Sowyet Rûsya û Tirkîyê de, dest pêkiribûn.  Li gor agahîyên karmendê sefareta Sowyet Rûsya ya li Enqerê Rozenberg, Marcel Îzrailevîç radigîhîne: Ji bo mayin û nemana konsulxaneya Beyazîdê, di navbera rayadarên tirk û dîplomatên Sowyetê de gelek goftûgo hatin kirin. Serokwezîranê Tirkîyê Rauf beg, girtina konsulxana Beyazîdê grîng didît. Tirk, ji Maltsev nefret dikirin, dixwestin Maltsev ji karê konsûliya li Beyazîdê, bê dûrxistin. Maltsev mecbûr dibe Tirkîye terkbike, lê ew li gelek dewletên din wek dîplomatekî Sowyetî karê xwe berdewam dike.

Rozenberg ji karê Maltsev razî ye; rapora Maltsev wek xebateke bilind dinirxîne û dibêje: rapora te (Maltsev F. N,) ji bo pisporên li ser ”pirsgirêka” kurd dixebitin, materyalek hêja ye. Herweha Rozenberg pêşniyarekê ji Maltsev re dike: Heger Maltsev dil bike, karê li ser ”pirsgirêka” kurd kar bike.

Naveroka rapora Maltsev analîz û nirxandinek kurt be jî, derheq tevgera netewî ya hemû beşên Kurdistanê ya wê demê ye. Wek numûne: Têkîlîyên tevgera netewî ya kurd û hevkarîyên wan ên pêkve li bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê; Amadeyîyên dewleta tirk ji bo seferek leşkerî ya li ser Kurdistanê; Konetîyên karmendên dewleta Îranê li rojhilatê Kurdistanê; Pêwendîyên sîyasî û leşkerî yên Turkîyê û Îranê pêkve, li dijî tevgera netewî ya kurd; asta hişmendîya netewî li tevaya Kurdistanê û h.w.

Hêvîdar im, xalên balkêş ên di vê raporê de hatine nîşankirin, bibe alîkar da hişmendîya netewî ya kurd li ser helwest û fikra Kurdistan yek welat e, kurd yek netew e; qedera me yek e; rizgariya me hemûyan pêk ve ye, kok bigre. Herweha ev rapora bibe alîkar da em tarîxa tevgera netewî ya nêzîk têbighên û ji wê dersên erênî bistînin û wan pêşdexin; kiryar û rûdawên xerab ji nav xwe dûr bixin. Herweha, ji hevkarîyên berdewam ên dagirkerên Kurdistanê yên pêkve li dijî tevgera netewî-kurd agahdar bin û sûd bigrin.

Ji raporên konsulê Beyazîdê heval Maltsev

22.02.1923

No: 59.

Tevgera kurdî

Zivistanê ne tenê li bakurê Kurdistanê her weha li başûrê Kurdistanê bixurtî pêşî li firehbûna tevgera kurdî girt û ji bo demekê çalakiyên wê yê aktîf rawestand. Jiber zêde ketina berfê hemû rê û xaçerêkin çiyan hatine girtin, rê nadin çûnûhatinê. Herweha li ser reyên normal jî, heta çend mehan îmkanên çûnûhatinê hatine birrîn. Vê rewşa hanê: ji aliyekî de di têkîlîyên di nav kurdên Tirkiyê û kurdên Îranê de zahmetiyên mezin, ên nepêkan derxistine; ji alîyekîdin de jî rê nade hukûmeta kurd (başûrê Kurdistanê F.N.) ajîtasyona xwe kanibe bi firehî di nav eşîrên bakurê Kurdistanê de bike.

Astengiyek weha dê tenê xizmetê ji bo berjewendiyên hukûmeta tirkan bike. Jiber ku derfetê dide hukûmeta tirk, da bi awakî cidî û kûrhesapkirî haziriya xwe bike û sefera buharê ya di rojeva wê de ye, pêk bîne. Ew dê ne tenê seferek herbê be, wer diyar e, dê seferek hevdemî be.

Derheq rewşa navxwe ya “dewleta” nuhpijiyayî ya melik Mahmud 1[1] agahî gelek kêm in. Reyên jiber zivistanê hatine girtin, bi xurtî rê li Mahmûd û herweha li agahî stendina me jî girtine. Lê, rewşa tê zanîn û ji teref raporên gelek aliyan ve tê pejirandin. Tê zanîn ku, bi rexmê şertên zivistanê  ne normal in, Şêx Mahmûd hewldide piştgiriya serokên eşîrên xwedî nufûz û bitaybetî yên wek Serdarê Makû, bistîne. Ji bo vî karî ajîtasyon ji teref ajanên Şêx Mahmûd ên di nav eşîrên guhertî yên Kurdistana Îran û Tirkiyê de, tê kirin.

 Bi temamî, çend roj berê ji herêma Xoyê derwîşek hat cem Serdar. Serdar ji bo vî derwîşî pêşwaziyek gelek biqedirbilind kir. Li ber derîyê malê pêşwazîya wî kir û gava derwîş dê biçûya, Serdar pere, hesp teklîfî wî kir, lê derwîş ew qebûlnekirin û jiber sedemên nehênî bi peyatî çû. Hat zanîn ku ev derwîş diplomat-elçîyê Şêx Mahmûd bû. Wî û Serdar li ser çi lihevkirin ne diyar e. Lê rewşa Serdar a nuha weha ye: Serdar ji hukûmeta Îranê tenê bidawîhatina xwe dipê û jiber wê, ji xwe re li hevkara digere. Jiber vê sedemê, gelekî pêkan e ku, Serdar di dilê xwe de yekîtiya bi Mahmûd re xeyal dike û hewldide vê daxwaza xwe pêk bîne.

Konsulê Makû heval Dubson (yê dengê wî di vê pirsê de tayinker e) dihesibîne ku îdin rojên Serdar jimartî ne. Dest û lingên hukûmeta Îranê tevilhev bûne û vê rewşa Îranê derfetê dide Serdar li dijî desthilata navendî dijberîyek çalak pêk bîne. Lê di heman demê de pêwîst e mirov bêje, ku di dema taliyê de Serdar siyaseta xwe ya derheq kurdên Makû guhertîye. Berê, li gor prensîpa herî jê hezdikir “…”[2] tevdigerîya. Anha ew di herêma xantiya[3] xwe de bi şêweyek çalak hewl dide eşîrên kurd ên dijminatî di nav wan de heye, lihev bîne. Divê mirov bêje, ev karê Serdar serkeftî dimeşe. Eşkere ye, vê siyaseta wî ya lihevanînê bal kişandiye ser xwe û herweha weke ku wî ferman vegirtibe gelek zarokên şêxên eşîrên kurdan, ji serokê tumena faris a bakur-rojava li Tebrîzê, ji Abdullah – xan re dişîne. Helbet van zarokên şêxan wek dîl-esîr tên girtin.

Li gor fikra min, ji hemû van agahiyan tişta ez fêm dikim: heger Serdar bi xwe nikaribe di şerê ji bo buharê tê hazirkirin de peşdar be jî, lê heta astekê gelekî pêkan e, ew dê karibe kurdên Makû ji bo piştgiriya Şêx Mahmûd amade û teşwîq bike.

Li herêmên başûrê Ûrmîyê û Salmasê, kirîna çekan ji teref kurdan, berdewam e. Wer diyar e kurdên van deveran ji bo li dijî tirkan û farisan di enîyekê de dest bi şer bikin li benda buharê ne.[4] Vê herêma ya ji berê de piştgiriya hemû serhildanên Simko dikir, devera herî pir şer tê de pêk hatiye, ne tenê serleşkeriya farisan, herweha wek dê di pêşde diyar bibe, ya turkan jî gelekî aciz dike. Jiber wê jî desthilata farisan bi awakî gelekî cidî rewşa li deverê dişopîne. Demek berê ofiserên îranî biraziyê Şêx Mahmûd ê hatibû serdana kurdên Souc Bulaqê (Mahabat F. N.) şopandin û ew bi sêdarê îdam kirin.

Ji agahiyên di rojnameyan de diyar dibe, kabîneya Qawam (anglofilê berê) amade bû daxwaza îngîlîzan bipejirîne û “Kurdistana serbixwe” û meliktiya Mahmûd qebûl bike. Lê bi têkçûna desthilata Qawam û guhertina wê bi kabîneyek nasyonalist, helbet fikra qebûlkirina daxwazek weha, tê redkirin. Bi vî rengî Îngîlîz bi Mahmûd û Kurdistanê, li Îranê  têk çûn; hevîya hesaba li ser alîkariya ji Îranê bikin nema. Rewşa li Kurdistana Îranê ev e.  

Rewşa bakurê Kurdistana Tirkiyê, ji ya Îranê guhertîtir e. Li vê deverê, desthilata tirk serweriya xwe ya li ser gelê kurd, bi îteatkarî û tirsê didomîne û ji ya Îranê bihêztir e. Jiber wê jî, li van deveran ne pêkan e mirov derheq Şêx Mahmûd, Simko û Kurdistanê çi axaftinekê bibhîse. Ji hemûyan re diyar e, ji bo gotinek ne di cîh de, karin bên kuştin. Jiber wê mirovekî nuh hatibe vê herêmê dê qebûlbike ku li vê derê ti guhertinên esasî nebûnin. Li vê derê, derheq şêx Mahmûd û Kurdistana serbixwe, ne tenê kes nafikire û herweha tiştek jî nebihistiye. Ji bo pirsek rasterast a derheq van tiştan de, an dê pirsekê ji we bikin: ”Şêx Mahmûd kî ye?” an jî dê bêjin: kurd û tirk hemû deman bihev re wek bira jiyan e û dê her weha bijîn.

Belê eveya hemû qalikê ji derve de duxuyê ye. Gava mirov vî qalikî hinekî radike, dê bibîne, atmosfer li vê derê jî têra xwe bi elektrikê tije bûye û ax wek li ser wolkanekî diheje.

Ji rû de tiştek nehatiye guhertin. Lê belê, wek li her deverê Kurdistanê, kurd haziriya tekoşîna li dijî tirkan dikin û ji bo vî şerî destpêbikin, li benda îşaretekê ne. Tiştekî balkêş e, li gor heval Dobson dibêje: sedemên kurdên Tirkiyê dahfdidin ser şerê bi desthilata tirkan, berovaciyê birayên wan ên li Fars-Îranê ye. Heger li Fars-Îranê kurd li dijî hukûmeta faris şer kirin û şer dikin, jiber aciziya wan a ji bêdesthilatiya hukûmeta faris e. Kurd dixwazin li Îranê desthilatek bihêz hebe, da ku deverên çêra pezê wan û kerîyên pezê wan ewle bin.

Li Tirkiyê tiştên berovaciyê li Îranê rû dide. Li vêderê di rû de desthilatek bihêz û destûreke rasteqîn a têkîlîyên maf û mulkiyetê lihev radigrin heye dixuyê, lê kurd ji tirkan nefret dikin, naxwazin wan bibînin û hewldidin xwe ji serdestiya wan rizgar bikin. Bi raya min sedema sereke ya tekoşîna kurdan li dijî tirkan, vê desthilata zexm û bihêz e. Veya sedema sereke ya li Bakurê Kurdistanê ye. Tirkan di van dehsalên taliyê de, hêdî hêdî lê bi şêweyek ji xwe bawer, bakurê Kurdistanê xistin bin destê xwe. Heta berî demekê, kurda nizanîbû bac çiye û girêdana wan bi tirkan re nomînal-sethî bû. Xizmeta di alayên Hemîdîyê de tu giranî nedida kurdan. Jiber ku vê xizmeta wek pêwîst ne dihate kirin, tenê rutbe û nîşan dida şêx û serokên wan. Lê di salên derbasbûyî de, rewş … bi şêweyek grîng hate guhertin. Ji serxwebûna berê ya kurdan, tenê sîya wê maye. Anha, bacên di warê aborî de kurdan diêşîne; kurd bacên wek aşar, agnam û hemû bacên din nasdikin.

Xizmeta di yekîneyên eşîretan de jî rewşek cidî stendîye (rastî, veya dema vê talîyê tê meşandin) û ne hertim karin ji xizmetê bazdin. Tirk, ji bo xapandinên berê çavê xwe ji wan re digirtin, anha bêku aciz bibin karin gundekî bidin ber gullan û h.w. Bi kurtayî, dawî li şiklê jiyana berê ya azad û serbixwe, hatiye. Veya bi kurdan re şiyarbûn û hêrsa li dijî tirkan zêde dike. Heger berê bi awakî bibîryar û vekîrî li gel tevgera Simko sef nedigirtin, jiber van sedeman bûn: yek – Simko tenê li ser axa Îranê tevdigerîya; dudo – Simko heta derecakê liber çavan dihate girtin û ne hemû kurd hurmeta wî dizanîbûn. Herweha gelek ji wan neyartiya wî dikirin. Anha rewş hate guhertin. Şêx Mahmûd, heger ne ew kesê ku hemû muxalefet li hemberî wî bêdeng be jî, lê têra xwe xwedî otorîte û hurmet e. Ya sereke ew e ku Şêx Mahmûd piştgirîya piraya rêvebir û şêxên kurdan bidestxistiye.  Bi xêra rêxistina malbatî fermanên Şêx ji bo kurdekî ji rêzê, wateyek wê tayinker heye û dê jê re bêîtîraz pabend be.

Divê em jibîrnekin, şiûra netewî li cem kurdên Tirkiyê ji yên li Îranê heta derecakê pêşdetir e. Jiyana pêkve ya demek dirêj bi ermeniyan re û helwesta li dijî tirkan (tirk gelek caran ew bikar anîne) bû alîkar ev şiûr pêşkeve.

Bi şiklekî giştî, li gor min ji hemû teşwîqên tekoşîna kurdan li dijî tirkan, fikra netewî ya herî kêm e. Jiber ku jiyana tarîxê ya gelê kurd nebû alîkar da fikra netewî pêk bê. Di dema taliyê de, fikra netewî bi awakî nesiruştî hatiye teimandin. Lêbelê ew her diçe zêde diteime û înkara wê ne pêkan e. Anha, dema Şêx Mahmûd bê ku tirkên ji wan neferet tê kirin dihesêb xe, ji bo Kurdistanek serbixwe damezirîne, hêza xwe ya mewcûd ji başûr xistiye heraketê, herweha Şêx Mahmûd îdin bi alîkariya îngîlîzan be jî, çend bajar girtîye û beşek ji Kurdistanê damezirandiye.

Gelê kurd di bin bandora hemû şertên li jor hatine diyarkirin, amade ye serokatiya Şêx Mahmûd qebûl bike û di rêza hêza wî de sef bigre. Ji bo gotinên min bêdelîl nebin, dê hewlbidim çend rastiyan nîşan bidim: xebata di nav kurdan de berdewam e û kurdên bakur bi Şêx Mahmûd re ketine têkîlîyan. Li gor îdîayên desthilata tirkan, ofîser û fermanberên tevaya bakurê Kurdistanê li agent-sîxurên Şêx Mahmûd digerin. Tirk pê dizanin, lê nikarin tiştekî bikin û nikarin wan bigrin, jiber kû agentên Şêx Mahmûd ji teref kurdan tên veşartin. Di meha Januarî (01 F.N.) de li Beyazîdê bixwe, du sîxur-agent hatin girtin. Ji dokumentên ketibûn dest, hinek kes xwestin şêxê herêmê Şêx Îsa beg tometbar bikin. Hate tesbîtkirin ku hemû şêxên herêmê pêwendî bi Şêx Mahmûd re henin. Jiber dokumentên bibin delîl tunene, desthilatdar nikarin tiştekî bikin. Şêxê eşîra herêmê, eşîra Gasuran Alî beg bixwe ji min re got ku têkîlîyên wan bi Şêx Mahmûd re henin û got: bi rexmê tirk dixwazin alaya-yekîneya hefta ya eşîretê li dijî Şêx Mahmûd di seferêxin, lê ew dê li dijî Şêx Mahmûd şernekin.

Fermanbarê xwecîhî, sekreterê dadgehê ji nişkav de ji devê xwe revand û got: Turk dihesibînin buharî kare rewş gelek cidî be û ji xeynî tiştên xwe yên malê bidin hev û Beyazîdê terk bikin, tiştekî din ku ew bikin namîne. Van gotinan karin delîlê wê bin, bê tirk tevgera Şêx Mahmûd ji bo serweriya xwe ya li Kurdistanê çiqwasî xeter dibînin.

Rast e, fakt-rastî kêm in, lê ji wan jî mirov kare bighê encamê ku rewş ji bo teqandinekê têra xwe amade ye. Di destpêkê de tirk ji cidîyeta herekata Şêx Mahmûd bawer nedikirin û dipan ku Mahmûd ê ji zêr û çekên îngîlîzan xêr didît, dê ji îngîlîzan dûr bikeve. Wan hesabê xwe li ser wê dikirin, jiber ku berê (du sal berê) Şêx Mahmmûd dijminê îngîlîzan ê herî dijwar bû û şerê wan dikir. Jiber wê tirkan bixwe gotinên wan di meha novemberê de digerandin, ku Şêx Mahmûd dê li dijî îngîlîzan dest bi herekatê bike û şad dibûn. Lê veya balonek-nerast bû. Bêtaktîkîya tirkan, Şêx Mahmûd mecbûr kir bi xurtî nêzîkî îngîlîzan bibe û hemû fikrên bi hukûmeta tirk re lihev bike, bavêje.

Rastî ev e, piştî şikandina Simko kurdên Îranê yên eşîra Şikak bazdan wîlayeta Wanê. Tirk li wêderê dizîya wan kirin û ew mecbûr kirin vegerin û teslîm farisan bibin. Veya, li cem kurdan bû sedemê teqandina nefreteke nuh li dijî tirkan û di nav wan de dîwarên asê damezirand û ji bo Şêx Mahmûd gelek serkeftinên dahatû destnîşan kir. Ji vê demê pê de ajitasyonek serkeftî tê meşandin û wî – Şêx Mahmûd piştgiriya kurdên bakurê Kurdistanê bidestxistiye.

Tedbîrên Tirkan

Heta nuha tirk li Bakurê Kurdistanê ti tedbîrên çalak li dijî tevgera kurdî ne stendine. Siyaseta wan a li vêderê siyaseta payinê ye û ew hewl didin kurdên heta nuha bi wan ve negirêdayîne li derdora xwe bicivînin. Li koşe-qoziya herî talî ya li rojhilatê qezeya Surmalîn, di nav çemê Aras û tuxûbê berê yê nav Rûsya û Îranê de sêkoşeyek heye.  Di esasê xwe de vê sêkoşeya teng, di warê huqûqî de hertim aîdî Îranê bû. Ango li gor peymana talîyê (wek tê zanîn peymana Turkmençay) tuxûbê orta Îranê û Rûsyayê çemê Arasê bû. Rûsan bi rexmê peymanê, vê parîka-perçê axê bi darê zorê zeftkirin û li ser wê nuqtên dergevanîyê yên wek Buralanskîy, Nijnê Karasinskîy û yên din ava kirinn. Li ser vê şerîdê çend zîmovnîkî-deverên kurd zivistanî lê dimînin, henin. Di destpêkê de di dema rûsan de li deverê eşîra Birokiya lê dijya, anha jî eşîra Qizil-baş-oglu ya beşek ji eşîra Celaliyên Makûyê ne li wê deverê bicîh bûye.

Vê gavê tirk xwe mîrasxurê rûsan ê qezeya berê Surmalînsk dihesibînin. Wan ne dihesibandin, ku tu mafê rûsan yê huqûqî li ser vê deverê tuneye; vê devera di warê huqûqî de aîdî Îranê ye. Tirk yekîneya leşkerî ya jimara wê sêsed kes, ligel ofiser û teqemeniyê anîn li devera Turalanskîy bicîh kirin. Vê yekîneyê ber bi nuqta Nîjnîy Karasînskîy a di navbera çemê Aras û çemê Nîjnîy Karasu de dimîne hereket kir. Li vê deverê ji xeynî eşîra Celalîya, eşîra Xalikanlu jî bicîh bûye. Tirkan ji wan (kurdan) re û ji tirkên din re pêşniyarkirin di yekîneyên leşkerî yên eşîretan de cîh bigrin. Motivasyona wan jî ew bû ku xizmên wan ên li Tirkiyê ji demek mêjde ye xizmetkarê artêşê ne. Ji xeynî wê, ji kurdên vê herêmê re pêşniyar kirin ku bêşertûqeyd, li ser esasê mafê kurdên Tirkiyê hene, pabendî tirkan bibin. Kurd bi xurtî pêşniyara tirkan red dikin û tercîha wan ev e: an dê derbasî terefê me (Rusya-Sowyet) bibin, an jî dê li devera Xanê Makû-Makxan bicîh bibin.

Di herhalukarî de, dagirkirina axa farisan ji teref tirkan de bi awakî vekirî û nehuqûqî ye, Sardar gelekî aciz-ture dike. Sardar ji min û ji heval Dubson xwest ku em vê kiryara wahşena bighînin sefîrên xwe. Vê gavê tirk li bakurê Kurdistanê yekîneya suwarî-eşîretî ya hefta, ya navenda wê li Karakilîsa bi ser sancaxa Beyazîdê ve ye, dixe herekatê. Ez nafikirm tirk cidî hesabkirin ku vê yekînêyê li dijî Şêx Mahmûd di şer xin. Veya ne cîhê bawerîyê ye, berî hertiştî kurd bê şerdûqeyd li dijî wê ne û ne pêkan e ku tirk vêya nizanibin. Ji xeynî wê, tirk bixwe jî bawerdikin: vê yekîneya bêdisîplîn e û bi temamî ne hatiye perwerdekirin ji bo mirov bikaribe wê wek hêzeke çalak a şer bikar bîne. Tirk sedemê mobîlîzekirina vê yekîneyê bi wê girêdidin, xwedêgiravî ew dê vê yekîneyê ji kurdên jêhatî – ofîserên eşîretan pêk bînin.

Lê helbet bi îzahek weha bawerkirin nepêkan e, livêderê sedemek din a tê veşartin heye. Li gor raya min a şexsî, ji pêşbînîya bûyerên dê biqewimin, tirk ji mayina kurdên çekdar li gundên xwe û di nav eşîrên xwe de, bi tirsin. Ew tercîh dikin wan hemûyan di yekîneyên artêşa nîzamî de kombikin. Li gor raya min, bêgûman tedbîrek weha dê heta radeyekê kurdan felc bike. Muhtemel e ew dê wek yekîneyên biçûk di nav arteşa nîzamî de bêne belavkirin. Heger kurd cesaret bikin serhildanekê destpêbikin, ew dê qet nikaribin bi yekdengî dest serhildanê bikin; misoger tevger dê nerêgxistî be û dê karakterê wê bêserûber be. Bi heman şêweyê mobîlîzekirina eşîrên kurdan ji teref tirkan de, çend meh berê li herêma Rawendûz û Wanê hate kirin, lê min ne bihîstiye ku tirkan ew li dijî Şêx Mahmûd mobîlîze kiribin.

Li sancaxa Beyazîdê tirk bi tedbîrên pêşîlêgirtinê meşgul in.

Li vêderê peyiv tê gerandin, ku dê ji Anqarê yekîneya leşkerî ya di bin serokatiya Xalit paşa bişînin Beyazîdê. Vê yekîneya leşkerî artêşa seferê ye û demek berê ji bo damezirandina wê di meclîsê de biryar hatibû stendin. Îhtîmal e vê artêşa li sancaxa Beyazîdê nemîne, ew ê yekîneyek leşkerî lî wir bihêle û bêşik ew dê ber bi Wanê de biçe. Anha li Wanê yekîneya duwem ya serokê wê Naîm paşa û mîralay Weysel beg e, mewcûd e. Wekî ku sererkanê enîya Mezopotamyayê Orzdu paşa li Wanê be, lê ji alî min de ne diyar e bê sererkaniya wî li Wanê ye, an li Diyarbekirê ye. Ji xeynî wê alaya suwarî ya 17ê li Başkale û gundên derdora wê dilivin.

Ji çalakîyên leşkerî yên tirkan tê zanîn ku di destpêka meha yekê (januari) Rawendûz ji teref wan de hat dagirkirin, lê paşê îngîlîzan bi bombeyên ji firokeyên herbê, ew gelekî zû ji wê deverê derxisitin.

 Heta demek berê, tirkan ji eşîrên Sileymanîyê û Kerkukê yên di nav wan de gelekî karkiribûn û hata derecakê jî nufûza xwe bicîh kiribûn, hêvî dikirin. Lê kiryarên wan[5] ên li hemberî kurdên şikak[6], hewla mobîlîzekirina kurdan û çend kiryarên wan din, ên qebe, vê nufûza wan bi şûnde xist û kurd avêtin himbêza îngîlîzan û Şêx Mahmûd.

Vê gavê tirk pêşwazîyek nuh ji bo şêxê ereb Senussî yê bandora wî di nav ereban de bêtixûb e, dikin. Demek e, şêx ji Enqerê dilxweş-memnûn vegerîya. Li Diyarbekrê bi merasimek mezin pêşwazî li şêx hate kirin û îhtîmal e, vê gavê şêx dest bi wezifeya girtiye ser milê xwe kirîye. Armanca tirkan a ji vî karî gelekî hêsan e û bêşik gelek aqilane ye. Şêx Senussi bi saya bandora xwe ya mezin di nav ereban de, bêşik dê karibe ereban ji bo berjewendiyên tirkan, li dijî melikê Iraqê melik Faysal birêxistin bike. Bi vî rengî, bi serketina vî karî, dê eşîrên ereban li dijî îngîlîzan astêngîyan derxînin û ew jî dê li fêda tirkan be. Veya dê rê lê veke ku bala wan ji ser şêx Mahmûd vegerîne û berê xwe bidin vî alîyê din. Helbet, ji veya payina hêvîyên mezin nafikirim. Tê zanîn ku îngîlîz bê zahmetî, bi bombe û firokeyên xwe karin eşîrên herêmê bêdeng bikin. Tirk karin li hemberî vê çi bikin? Numûneya Rawendûzê tera xwe vekirî bersîva vê pirsê dide. Lê bi çi awayî be jî, serhildana ereban dê wateyek wê ya moral hebe û helbet tirk dê veya ji xwe re bikar bînin.

Di vê demê de, li gor agahîyên navenda farisan, li Mezopotamyayê 12 hezar tirk tên jimartin. Komandanê enîyê Orzdu, komandanê topçiyan Kemal beg û komandanê alaya 17ê Zeynî beg e.

Di her halûkarî de di vê demê de, ji bilî kurtedemekê ya dagirkirina Rewandûzê, ti operasyonên mezin nehatine kirin. Tirk haziriya ji bo sefera buharî dikin.

Tedbîrên tirkan li Pers-Îranê

Tirk, heta radeyek zêde bi hewla pêkanîna pêdivîyên tekoşîna li dijî kurdan a li aliyê Îranê meşgul bûn. Tirk hewl didin di vî warî de bi awakî sereke du xalan di jiyanê xin. Yek: Tirk hewl didin fermandariya farisan ji bo hevkariya mucadelê li dijî Şêx Mahmûd razî bikin, an jî bi kêmanî, bêterefiya farisan a dostane bidestbixe. Dudo: Tirk li dijî amadekarîyên ji teref kurdên Îranê û xristiyanên (asurî) herêma Urmiyê têne kirin, tedbîrên bêxeterkirinê distînin.

Ji meha sermawezê (novemberê) pêde têkîlîyên artêşa tirk bi farisan re bi ruh dibin, destpêkirine. Armanca têkîlîyên tirkan û farisan di destpêkê de tenê teknîkî bûn, îdin karakterek muayen a armanca wan siyasî ye, stendîye.

Di meha novemberê de 50 an 60[7] suwarî bi du ofiserên ji eskadron[8] a alaya suwarî ya 17ê (eskadron ji Diayrbekirê heta Başkale bicîh bûye) ji bo têkîlîyan hatin bajarê Dîlman. Di heman demê de wan karê çavdêrî û îstîqbarati yê dijî kurdan û xrîstîyanan bû, dikirin.

Di nîvê meha berfanbar – kanûnê de, ji bo musaedestendina nanpijandinê ji bo leşkerên tirk li Dîlmanê, yuzbaşiyek (serokê garnîzona berê yê Beyazîdê Îhsan beg) ji navenda alayê hat Dilmanê cem Kelbalî – xanê Naxçîvanê. Li Dîlmanê çar firneyên rûsî, yên anha ji bo leşkerên farisan nan dipejin, henin. Daxwaza tirkan hate qebûlkirin û heman yuzbaşî şûnde vegeriya cem fermandarê firneyan û difikirî ku ew dê bi alavên xwe firneyan çêkin. Hê zûtir 80 wesiteyên tirkan ên barê wan genim bû û ji bo li aşên Salmasê bên hêran, hatin Dîlmanê. Piştî hêrandina arvan, fermandar şûnde vegeriya devera tirk lê hakim bûn.

Ji xweynî wê, fermandarê navenda duyem Zeynel bey hat Dîlmanê û çar rojan bû mêvanê xanê Kelbalî.

Li ser teritoriya farisan herweha li bajarên Uşne û Qala-Zeva perçeyên axa tirkan hen e.                                                                                                                                                                                       Di 12yê desemberê de mîralay Remzî beg bi 20 ofiseran, ji Rewandûzê hatin Urmîyê. Bi wan re hevwelatiyekî faris ê navê wî Hecî Mîrza Yusif jî hat. Ew alimekî navdar û dewlemend bû. Ew demek dirêj li Tirkiyê jiyabû û bibû tirkofilekî mezin.

Tevaya vê grubê li Urmîyê li cem serokê brîgadê Zafar-ud-Dewla hevûdu dîtin. Guftûgo li ser du pirsgirêkan hatin kirin. Yek: tirk ji farisan xwestin ku fermandariya faris ji kurdan nebawer be û divê bi awakî şiyar bala wan lê be ku ew (kurdên rojhilatê Kurdistanê F.N.) bi kurdên Şêx Mahmûd re enîyek hevbeş ava nekin. Tirk metirsiya xwe digotin: îngîlîz dikarin li paş cepha wan ji kurdên Îranê hêzek derba şokekirinê, birêxistin bikin. Dudo: tirkan bi awakî cidî bala desthilata farisan dikşand ser bicîhbûna mihacirên xrîstîyanên li Ûrmîyê û Salmasê û metirsiya wê ji bo herûdu welatên musulman. Tirkan amaje bi serketina îngîlîzan a lihevanîna herûdu dijminan nastoriyên çiyayî /aysorî/ û kurdên Şêx Mahmûd, dikirin. Tirkan piştrast dikir: dema pêwîst be, îngîlîzî dê bêşik mihacrên şûnde vegeriyane jî bikar bînin. Veya, ji hêlekê de, dê ji bo paş cepha leşkerên tirk xeter be û ji hêlek dinê jî dê gelê faris tuşî bûyer û qurbaniyên nuh bike.

jiber metirsîyên li jor hatine diyarkirin Nazmî beg li ser navê fermandariya tirk biryara koçberan ji herêma Urmîyê jî derxin xwest û got: ”heger tiştê em dixwazin pêk neyê, em ê mecbûr bibin wê bi şêweyên guhertî, pêk bînin. Vê daxuyaniya Nazmî beg fermandarê brîgada faris xiste telaşa ku tirk hewl didin li dijî farisan hin çalakiyan pêkbînin. Fermandarê brîgade talîmat da serokê garnîzona Urmîyê Mamed-Alî-Xan, da bi awakî şiyar propagandistên tirkan bişopîne û heger çalakiyên wan li dijî nîzama mewcûd be, tavilê pêşî lê bigrin. Nazmî beg û ofîserên wî, piştî 16 rojan ji Urmîyê çûn Uşnûyê cem Orzdû paşa.

Diherhalî de, Hecî Yusuf Mîrze yê tirkan anî bû, li Urmiyê ma û dest bi propagandayê kir. Tezên propaganda wî ev in:

1 – Divê hun belengazîya sala borî ya ku xrîstîyanan bi serê we de anîn, jibîr nekin.

2 – Ew (xristiyan) anha bi awakî aştiyane vedigerin, lê paşê dê xwe bihêz bikin û li dijî musulmanan dest bi kiryarên xwe yê dijminane bikin.

3 – Ji xrîstîyanan re dê ne zahmet be, çi dema bixwazin çekan-silahan ji îngîlîzan-dijminên we yê herî xedar bistînin.

4 – Herweha emerîkîyên ti alîkariyê nadin we, piştgiriya wan[9] dikin (qesta wî Komîteya Emerîkî ya alîkariyê tenê dide xrîstîyanan e).

5 – Ji bo hun karibin pêşî li felaketên çêdibin bigrin, divê hun pêkve dijberiya xwe diyar bikin. Rewş ji bo protestê musaîd e, jiber ku heman çalakî ji teref hevalên me tirk jî tên kirin.

Feqet, Mamed Ali jiber xeteriya tirk bizanibin Hecî – Yusif – Mîrze girt, ew-Hecî Mîrze anha li Tebrîzê li cîhekî nehênî zîndankirî ye.

Wê gavê, pewîst e amaje bi hevdîtinên li jêr ên nûnerên fermandariyên faris û tirkan bikim.

17 sermawêz-november serokê diviziya-tumena rojava-bakur li Tebrîzê Abdulla xan seferî Kohne-Şehîr kir. Wî li vêderê hevdîtînek nehênî bi serokerkanê tumena 2ê ya tirk albay Veysel beg pêk anî. Axaftin li ser danîna têkîlîyên nêzîk û dostane yê di nav herûdu fermandariyan de hate kirin. Di nav herûdu terefan de cudahî çênebû û ew bi awakî dostane ji hev veqetiyan. Li Urmiyê di 25 sermawêz-novemberê de Abdulla xan, ji bo ew û fermandarê eniya Mezopotamyayê Orzdu paşa li Uşnuyê hevûdu bibînin, ji teref tirkan de dawetnameyek stend. Vê hevdîtina ji teref serokê tumena 2ê Veysel beg hatibû amadekirin. Di 26 sermawez-novemberê de serokê tumena faris Abdulla xan çû Uşnuyê. Li wêderê Orzdu paşa bi şetafet pêşwaziya wî kir. Hevdîtin li ser pirsgirêka kurd hate kirin. Orzdu paşa daxwaz kir: ji bo pêwendî di nav kurdên Soma, Bradost û Souc-Bulak çênebin û herweha ji bo pêwendî bi kurdên Şêx Mahmûd re çênebin, divê hemû tedbîrên pêwîst bêne stendin. Orzdu paşa sund xwar û fermandarê tumena farisan piştraskir, ku gava Simko bigrin, ew dê tavilê wî radestî fermandariya farisan bikin. Di rêza duduyan de danûstendin derheq pirsgirêka asuriyan de hate kirin. Sisê: axaftin derheq pirsgirêkên teknîkî û pêwendiyên dualî gelemperî yên di nav herûdu fermandariyan de hate kirin.

Li gor salixên em distînin, di nav tirk û farisan de derheq koçberkirina hemû pênaberên xrîstîyan ên ji deverên li ser tuxûbên Tirkiyê hatine, peymanek hatiye vajokirin-îmzekirin. Li gor salixan, herweha fermanber û leşkerên tirk, bê ku ji farisan îznek formel bistînin, an jî dokumentekê nîşanî wan bidin, bi serbestî karin li ser axa farisan tevbigerin. Li vir rastî eşkere diyar dikin ku tirk ji bo karên li jor hatine diyarkirin pêk bînin û heger hîn nehatibin pêkanîn, dê pêk bînînin û gelekî serkeftî. Piştî jidesthilatketina Kavam, bêterefbûna hukûmeta farisan ne cihê gumanê ye. Tirk bi tedbîrên stendine xeteriya ji teref kurd û asuriyan a di paşenîya[10] leşkerî derkevin, ji ortê rakirine. Astengîyên dema talîyê yên ji teref hukûmeta faris, li dijî vegera penebaran û koçberkirina wan li Tebrîz; propaganda tirkan a li dijî penebaran tê kirin; rê nade asûrî derheq serhildanekê ya li dijî tirkan bifikirin. Rewşa mewcûd, wan mecbûr dike tenê li parastina jiyana xwe bifikirin. Bicîhkirina yekîneyên leşkerî yên tirk li ser deverên axa Îranê yên guhertî yên li ser tixûbên Tirkîyê, derfetê dide tirkan da bi hesayî karibin tevgera kurdên Îranê bişopînin û di heman wextê de, gava pêwîst be bi hêza çekan pêşî li tevgera wan bigrin.

Wek diyar e, di çend mehên vê talîyê de, di dema payina artêşa seferê[11]; ewlekirina paşenîya şer û destpêkirina kampanya şer, tirkan xebateke gelekî mezin a haziriyê kirine.

F. 0132, Op. 7, Por. No: 362, Pap no: 146, L. 158-168

Vergerê dokumentê:  Fewzî Namlî 2023-09-26



¹ Qest ji Melik Mahmûd 1. Şêx Mahmûd Berzencî ye ku di wê demê de xwe melikê Kurdistanê îlan kiribû. F. N.
² Maltsev cîhê gotina xwestîyê bêje vala hiştîye. F. N.
 

³ Unwana xan li Îranê ji bo desthilatdarên deverên îdarî, wek numûne: mîrektî tê gotin F. N.

4 Hemû rêzikin reşkirî yên nivîse ji bo balkişandinê ji teref min de hatiye îşaret kirin. F. N.

[5] Kiryarên tirkan F.N.

[6] Tevgera Ismaîl axayê Şikakî F. N.

7Jiber ku reqem ewil 5 an 6 e, baş nayê fahm kirin F. N.

8Yekîneyek leşkerî F. N.