Berjewendîyên me daye Emerîka, ji berjewendîyên wan daye me bêtir in

Berjewendîyên me daye Emerîka, ji berjewendîyên wan daye me bêtir in

Niha Emerîkayê ji bo çi 1988 an de dema ku Helbçe bombebaran kirin mudexeleyê Iraqê nekir? Ji bo çi 1991ê 1992an de mûdexele nekir? Ji bo çi 2003a de hat? Niha em her kes dibêjin ku li Başûr avabûna dewletek federe bi xêra Emerîkayê ye. Em vê ji bîr dikin. Berjewendîyê ku me dane Emerîkayê, ji berjewendîyê ku wan dane me bêtir in. Ne ji Kurdistanê be, Dewletên Yekbûyîyên Emerîkayê nikanin li kolaneke Iraqê bigerin.

Ev a 20 salên wan e di wir de ne, ne ji Başûrê Kurdistanê bi nikanin li kolaneke Iraqê bigerin. Rojavayê Kurdistanê heman tişt e

-Serokên neteweyîyên yekbûyî yê Emerîkayê, yê berpirsîyarê Frensayê, yê berpirsîyarên Elmanyayê pir caran min xwendîye ku çi ji kurdan re dibêjin, di nava xwe de bibin yek û arteşa xwe bikin yek, kurd nabin yek. Kek Fuat emperyalîst û kapîtalîst nayên ji me re artêşê çênakin. Ev problemên kurda ne, bi rastî jî problemên kurda ne. Ev bandora emperyalîst û kapîtalîst û ev nizanim kî û kî, hema  evan 200 dewletî zêdetir e wan çêkirine. Menfeatên wan jî têde ye. Menfeatên wan di Kurdistanê de jî hene. Yanî hûn vêya çawa dinirxînin? Yanî lazime çi bê kirin?

-Peyva emperyalîst û kapîtalîst te dirêj kir û dirêj kir. Ew pênaseyek e, ew dewletana dewlêtên emperyalîst in. Temam, ewqas me go. Mesela berjewendîyan tiştekî çewa ye ji te re bibêjim.

Niha Emerîkayê ji bo çi 88 an de dema ku Helbçe bombebaran kirin mudexeleyê Iraqê nekir? Ji bo çi 91ê 92an de mûdexele nekir? Ji bo çi 2003a de hat? Niha em her kes dibêjin ku li Başûr avabûna dewletek federe bi xêra Emerîkayê ye. Em vê ji bîr dikin. Berjewendîyê ku me dane Emerîkayê, ji berjewendîyê ku wan dane me bêtir in. Ne ji Kurdistanê be, Dewletên Yekbûyîyên Emerîkayê nikanin li kolaneke Iraqê bigerin.

Ev a 20 salên wan e  di wir de ne, nejiBaşûrê Kurdistanê bi nikanin li kolaneke Iraqê bigerin. Rojavayê Kurdistanê heman tişt e. Li vê heremê dewletên Rojavayî ê ku dibên modern û laîk û demokratîk, ji xendî miletê kurd kesekî bi wan re îtîfaq bike wek milet tune ye. Li Iraqê xendî Başûrê Kurdistanê temamê miletê ereb çi şîa çi sune li dijî Emerîkayê nin.

Li Sûrîyê, ji xendî Başûrê Kurdistanê, ji xendî Rojavayê Kurdistanê, erebên Nûsayrî jî, erebên sune jî, Esad jî ,terefdarên Esad jî, terefdarên ixwanan jî, li dijî Emerîkîyan in. Li wir ê tenê ne li dijî Emerîkîyan miletê kurd e.

Heman tişt, esasen bo Bakurê Kurdistan jî wisa ye, ji bo nizanim Rojhilatê Kurdistanê jî wisa ye.

Ew mijara berjewendî yan, madem şerek li cîhanê diqewime û ev şer li ser berjewendiyên dewletan dimeşe, sîyaseta kurd jî divê van berjewendiyana derxe pêş. Riya wê çi ye? Riya ku bibin kirdeyek siyasî, divê bi dewlet bin. Ta ku nebin dewlet, nikanin  bi kirdeyên siyasî bin, nikanin  bi endamên neteweyên yekgirtî bin. Ew ê tim di bin sîwana Iraqê de bên pênase kirin, a Tirkîyê de, a Îranê de , a Surîyê de bên penase kirin. Dersa ewil ev.

 Dersa duduyan Mazal, anuka berjewendiyên dewletên yekbûyîyên Emerîkayê, di Rojava û Başûrê Kurdistanê de ne. Divê sîyaseta Kurdistanî vê derfetê baş bi kar bîne, yekitîya xwe saz bike û li gor berjewendîyên Emerîkayê hewl bide ji xwe re dewletekê ava bike.

Niha ev şerê cîhanê ê sêyem, li ser riyên enerjiyê ne. Yek li ser hewzayên enerjîyê ne û li ser riyên enerjîyê ne. Mesela di sala 2014 an de ger Başûr û Rojavayê Kurdistanê yek bigirtana bi wê yekitîyê kanîbûn ev riya enerjiyê bigihandana Behra Sipî.

Feqet çer bû? PKKê got ez nahelim yek Başûrî derbasî Rojava bibe. Heya dema pêşmerge çûn Kobanîyê jî ne bi dilê wan bû. Xelkê li ser wan ferz kir, pêşmerge çûn Kobanîyê. Niha tu berjewendîyan bizani bî, li gor berjewendîyên wan berjewendîyên xwe pênase biki û fersendan nerevînî.

Eger wê çaxê Deaş dema sînorê Iraq û Surîye ji nav ereba rakir, partîyên me yên Başûr û Rojava jî sînor ji nav Kurdistanê rabikirina îro em ê di merhelayeke dinê da bû na. Berjewendiyên wan tu yê bibînî û li gor berjewendîyên xwe tu yê jî hin armancên xwe yê sîyasî li ser wan ferz bikî.

Li Başûr bi hezaran pêşmerge di şerê dijî DAEŞê de  şehît ketin. Li Rojava 12-13 hezar şehît ketin. Proje projeya Emerîkîyan bû a Bakur Rojhilata Sûriye. Ji bona Emerîkîyan şervanên YPGê-PYDê çûn  heya bi REQAyê bi hezaran şehît dan. Eger tu yê bi wan re kar bikî, tu yê bêjî; tu jî sehaya min a hewayê biparêzî.                          

Başûrî, bi xwestina Emerîkîya bi HEŞDÎ ŞABÎ û arteşa Iraqê re tevlî şerê dijî DAEŞê bûn, heya bi Ramadî çûn. Mûsil ji destê DAEŞê girtin û Başûrî dizanin ku HEŞDÎ ŞABÎ û wê çaxê arteşa operasyona DÎCLE ava kirîbûn van a jibo hucûmî Kurdistanê bikin xwe amede dikin. Ê başûrî divê ji wan ra bigota ku bavo tamam, li gor projeya we em ê herin Musilê jî herin Ramadiyê jî. Lê katibekî Wezareta Derve ya Emerîkî bira bibêje ku sehaya hewayî ya Başûrê Kurdistanê di parastina min de ye.Tu van nekî firsend têk dihere.

Niha tiştê Zebarî gotiye rast e. Ne tenê dewleta Iraqê, dewleta Iraqê, a Îranê û a Tikiyeyê hewl didin nîzama federeyê jî têk bibin. Serweriya Bexdadê li seranserê Kurdistanê ji nû ve bi cî bikin.

-Lê Mamoste di vê talûkê de jî dîsa YNK û partiyên wan yên din nabin yek.

-Temam ê me, em dikarin bang bikin , em dikarin îşaret bikin. Yanî di hundurê van her du partiyan de destê dijmin çiqas xurt e em pê nizanin û em nikarin texmîn bikin. Yek bêtir bi Îranê re, yê din bi Tirkiyê re, PKK hem bi Tirkiyê re hem bi Îranê re. Yanî yek jê ew, kekê Ristem xweş anî ziman.

Di van pevçûnên navxweyî de destê dijmin xurt e. Li gor berjewendiyên dewletan hucûmê hev dikin. Gerek bibine yek. Gerek miletê me êdî bertek rê bide. Milet gerek êdî vê qebûl neke.

Dewlet karên xwe dikin. Kîjan dewleta modern be, wê bixwazin serweriya wan navendî be. Ev serdem ne wek serdema împaratoriya ye. Di serdema împaratoriyan de desthilatên herêmî xurt bûn. Mîrektî hebûn, prensî hebûn konfederasyonên eşîran hebûn. Karekterê împaratoriyan, desthilatên herêmî dipejirîne.

Dewletên modern, ev sed sal e ,ev her çar dewletana dixwazin serweriya wan tim navendî be û ji paytexta wan bimeşe. Her sê dewlet jî Iraq, Îran û Tirkiye dixwazin rewşa Başûr vegerînin dema beriya 2003 yan. Yanî li sê bajaran bi sînor bikin, wan bajarana jî ne wek dewleteke federe, wek herêmên otonom birêve bibin.

Ê li paş siyaseta Başûr referandûmek heye. Esasen li Başûrê Kurdistanê partiyên ku doza serxwebûnê nekin, ne rewa ne. Miletê biryar daye ji sedî 92 gotiye ez dewleteke serbixwe dixwazim. Her partiyek Başûr mecbûr e. Ev emrê miletê ye. Vana sibê,nîvro, êvarê qala demokrasiyê dikin, ha wa ye demokrasî .

Miletê gotiye ez dewleteke serbixwe dixwazim, tu diheri bi Bexdadê re hevdîtinên veşartî diki , dibêjî bira Silêmaniye bi Bexdadê ve bê girêdan. Bi hevdû re narin Bexdadê jî.

Niha serokê dewleta Iraqê yekî kurd e. Wezîrê kar û barê devre jî yekî kurd e. Ka vana kengî ser navê Kurdistanê demecek xweşik dane?

Dûv re madem dewleta Iraqê ji nû de ji sedî çel û pênc axa we dagir kiriye, hûn ji bo çi ji meclisa Iraqê venakişin? Hûn ji bo çi nabêjin ew dewleta li welatê min dagirker be ez nabim serokê wê? Ji 2017an û vir ve divê ev kar kiribana.

Vana esasen di warê fikrî de têk çûne. Yanî hêviya dewleteke serbixwe wenda kirine. Ew hişmendiya şoreşger, di hundurê siyaseta kurd de gelek lawaz bûye. Yanî belkî li Rojhilatê Kurdistanê bi çend partiyên mere hebe. Lê li Bakurê Kurdistanê hişmendiyeke şoreşger ku em kanin dewleta tirka ji ser axaxwe biqeşitînin nemaye. Gişk hewl didin Enqerê demokratize bikin. Heta ku ji nû de siyaseta me li giyanê  şoreşgerî venegere, li ser wê giyanê şoreşgerî yekîtîyek sitratejîk ava neke, hezar programên din em çêkin jî em ê heman tiştî bibêjin. Çareserî, di hişmendiyeke şoreşger,sitratejiyek neteweyî, li dor wê yekbûyînê de ye. A min li vir qedand birayê Mihemed.