Huquqa navdewletî

Huquqa navdewletî

Li Rojava 42 partî hene. 25 bi PYNK re, 15 bi ENKS re silavê li hev nakin. Li Başûr a herî nêzîkî vî karî; yaw, parlemena we heye, hikûmeta we heye û temama partî bi vî hikûmetê ve temsîl dibin, sîyasetek neteweyî î hevpar tune ye. A çendî berê YNKê go bira para Kurdistanê nedin hikûmeta Kurdistanê, bidin Hewlêrê, bidin Silêmanye, bidin Dihokê. Biner, parleman heye, hikûmet heye ew nehate pejirandin. Butça Iraqê re derbas nebû. Lê pêşnîyar ew bû yanê. Dûre çi xal pejirandin, niha meaşê memûrê Başûrê Kurdistanê êdî Hikûmet nade, Bexdayê yeko yeko meaşê memûrê me bide. Ev jiboy çiye, jibo pêşî li serxwebûna Kurdistanê bigrin, heta statuyak federe jî têk bibin, bikin wek bajarên otonom. Bajarê otonomê Hewlêrê, yê Silêmanyê, yê Dihokê, yê Kerkûkê.

Jiboy me huqûkek navneteweyî tune ye. Huqûkekî navdewletî heye. Eger huqûqekî navneteweyî hebû ya, dê miletê me jî nas bikira. Yanê, ji koma mileta heya neteweyê yekbûyî ev sed û çar sal derbas bû. Navê wan îşte koma mileta neteweyên  yekbûyî ye. Di eslê xwe de koma dewleta û dewletên yekbûyî ne.

Yanê, dezgehek ku hebûna miletê te nasneke û mileta tenê ser dewleta re pênase bike, sînorê dewleta esas bigire,ne sînorê mileta yê dîrokî, civakî sînorê dewleta esas bigire; wate, ev huqûk, ne huqûqa nav miletî navnetweyî, ev huqûq, huqûqa navdewletî ye.

Bi sedem di nîzama cîhanê de kirde ne milet in, dewlet in. Dewleta esas digirin. Wek nimûne, dewletên yekbûyî Tirkîye û Îranê wek welat dihesibînin. Ê berovajîyê wê rastîya civakî, dîrokî çi ye? Cîyê ev herdu dewlet biserwer gelek welat hene.Bîstak din jî min got: Yanê îşte, Îranê de Belûcîstan heye, Azerbeycan heye, Kurdîstan heye. Li Tirkîyê jî ji sedî 42 Kurdistan heye. Huqûqa navdewletî evîya nabîne. Huqûq, huqûka dewleta ye, dewleta esas digire û rastîyê mileta ê civakî, ê dîrokî qebûl nake. Ji ber vê yekê, miletê bindest weke me; miletê kurd, divê bi vê hişmendîyê li dezgehên navdewletî binêre, huqûqê navmiletî binêre.Evîya yek.

-Dibêjin: Di qada navneteweyî de dengê me tune ye. Komiteyekî bi hev ra problemê me ê etnîkî ye, em dixwazin bê çareserkirin, alîyê me, vê ya naynin ziman, ev ne kemasîyek e? Hûn çi dibêjin?

-Rast nabêjin. 2017an de referandûmek çêbû. Û negotin em ê cuda jî bibin. Gotin tenê em ê ji miletê xwe bipirsin: Hûn dewletek serbixwe dixwazin an bi Iraqê re jîyanê dixwazin. Li dinyê, di her pirtûkê sîyasî de ev mafekî herî demokratîk e. Û sedî 92ê başûrê welatê me gotine; em dewletek serbixwe dixwazin!

Di serî de Birîtanya, Emêrîka, Neteweyên Yekbûyî hucûme Başûrê Kurdistanê kirin. Yanê komîte; wayê referandûm. Ji referandûmê mezintir komîte heye ma? 20-30 heb partîyên Başûrê Kurdistanê  biryara referandûmê dan, miletê me li Başûrê Kurdistanê ji sedî 92 serxwebûnê re gotin erê. Ji vê wêdetir çi heye ? Yanê, ew ê çi komîte ava bibe?

Niha ev dewletê ku em ji wan re dibêjin demokrasî û mafê mirovan diparêzin, mafê havirdor diparêzin, dewletên kapîtalîst-emperyalîst in. Û sîyaseta van dewlet na li ser berjewendîyê wan ava dibî.

-Temam, wan dewletên kapîtalîst-emperyalîst Yogoslaw jî nizam mesela…

-Tu bihêlî ez ê qal bikim. Yanê berê em prensîban deynin. Yanê xeyalê ku dewletên Ewropa, dewletên modern in, dewletên mafparêz in, em ji van xeyana xelas bin, dûre îjar li ser sîyaseta reel em dikarin bipeyvin.

Ê ku gaza kîmyewî dan Sedam, ne ew dewletên Ewropî bûn. Ew dewletên ku qaşo li dinyê herî demokratîk ne ew bûn gaz dan e Sedam? Dema li Helebçe ew karesat çêbû, ne ew dewlet bûn gişa bêdengî derbas kirin? Kengî ku îjar Sedam ket Kûveytê, Ewropî û Emerîkî nu pêhesîyan ku du sal berê Sedam sîlehên kîmyewî bikaranîye. Di wan du salan de we çi re bîrnedibir? Berjewendîyên wan bi Sedam re hebûn. Kengî berjewedîyên wan ji Sedam şikest, hucûmî Sedam kirin, ji nuve hate bîra wan ku erê Sedam sîlehên kîmyewî bikaranîye. Wê çaxê ji bona bikaranîna sîlehên kîmyewî kesî li hember Sedam derneket. 2003an îjar gotin; sîlehên kîmyewî li Bexda heyî loma em ê Iraqê dagir bikin.

Niha, berê vê xalê divê em baş fahm bikin. Ji dewleta dost nabe. Ê dewleta dostên wê nebe, berjewendîyên wan hene.Wê çax sîyaseta Kurdistanê divê realîta cîhanê baş bipejirîne. Baş fahm bike. Xala dudu ya ew e, li dinyê huqûqek navdewletî dimeşî jî tune ye.

Yanê, Emerîka dikane têkeve Balkana, têkeve Efganîstan, têkeve Iraqê, dakeve Sûrîye, biçe Lîbya. Tirk dikanin herin Lîbya, dikanin dakevin Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê bombebaran bikin.

Piştî têkçûna Sowyetê, nîzamek dewleta li cîhanê nema. A niha li cîhanê nîzamek tune ye. Cîhan ji xwe re nîzamek nuh digere. Divê em vê fahm bikin û serxwebûna Kurdistanê li gor vê ya programatîze bikin. Dema em fahmnekin, em dê nikaribin di vê dinya berbelav de em dê nikanibin pêşkevin.

Yanê tu bifikire gelek car, li Sûriye rûs û emerîkî bihev re kar dikin. Îran û Tirkîye bihev re kar dikin. Çîn û Emerîka, Çîn û Rûsya her jibo konjûkturekê yê jibo parçeyek axa cîhanê li gor berjewenîyê xwe  bi her kesî re dikanin hevkarîyê bikin.

Bi Kurdistanêye jî hevkarî bikin. Bi sedem Kurdistan welatê navendîyê Rojhilata Nêzîk e, ji bona nîzamek nuh li cîhanê û li heremê, Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn, jibo nîzamek nuh saz bibe, dîbê Kurdistan hebe. Kurdistan tune be, li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn nîzamek nuh  pêk nayê. Dibê em vê derxin pêş, li ser vê têkilî bi van dewletan re deynin.

Ne dijim ku partîyên me xebatên dîplomatîk bikin, raya giştî a Evropa an Emerîka hişyar bike, komîte ava bikin, herin ber derîyê neteweyên yekbûyî, dawa mafê miletî bikin, ez ne li dij wê me. Van a divê em bikin. Lê dema em vê dikin dîvê em van jî bizanibin.

Realîte ev e. Niha em miletekî bê dewlet in, dinya me wek milet nasnake. Wê çax, dezgehekî wezîfeya dewletê dibîne ji me re pêwîst e. Yanê, demekê Rêxistina Rizgarîya Filîstînî wezîfa dewletê didî ji bo fîlîstînîya. Heya ser navê wê rêxistinê çûn Neteweyên Yekbûyî, Arafat bi xwe çû Neteweyên Yekbûyî peyivî.

Dezgehek ûsa ji Kurdistanê re lazim e. Hem asta parçeyan de û di asta her çar parçeyan de dezgehekî neteweyî, navê wê kongira neteweyî dibe, parlemana netweyî dibe, her çi dibe, dezgehek wûsa ji me re ferz e. Feqet şertê sîyasetê meyê tê de, a wa ye du beşê KOMALA hevdu dikujin.

Li Rojava 42 partî hene. 25 bi PYNK re, 15 bi ENKS re silavê li hev nakin. Li Başûr a herî nêzîkî vî karî; yaw, parlemena we heye, hikûmeta we heye û temama partî bi vî hikûmetê ve temsîl dibin, sîyasetek neteweyî î hevpar tune ye. A çendî berê YNKê go bira para Kurdistanê nedin hikûmeta Kurdistanê, bidin Hewlêrê, bidin Silêmanye, bidin Dihokê. Biner, parleman heye, hikûmet heye ew nehate pejirandin. Butça Iraqê re derbas nebû. Lê pêşnîyar ew bû yanê. Dûre çi xal pejirandin, niha meaşê memûrê Başûrê Kurdistanê êdî Hikûmet nade, Bexdayê yeko yeko meaşê memûrê me bide. Ev jiboy çiye, jibo pêşî li serxwebûna Kurdistanê bigrin, heta statuyak federe jî têk bibin, bikin wek bajarên otonom. Bajarê otonomê Hewlêrê, yê Silêmanyê, yê Dihokê, yê Kerkûkê.

Rewşa sîyaseta me ev be, em nikanin hedefên mezin bidin ber xwe.Îjar di destpêkê de li hundir her parçeyî de dezgeheke temsîlkarîyê, li ser huqûqa bi hev re jîyanê bê ava kirin, ev karên hûn dibêjin jî di ser wan dezgehan de dkarin bê meşandin. Yanê, birayê Ristem qal kir. Îşte Nemsa dewletek decmokratîk e. Lê qesasên Qasimlo cezayê nadinê, nahêlin em jî cezayê bidinê,              

 Niha ji temama rêxistinê kurda beş bi beş dewlet wan wek rêxistinên terorî bi nav dike. Rêxistina terorîya herî mezi yek jî dewleta Tirkîye ye ya din jî dewleta Îranê ye. Ger huqûqek navmiletî hebûya ew ç ji wan re bigota hûn terorîst in.

Her roj bi dehan civanên kurd têne dardakirin, dewleta tirka sê parçeyên kurda bombebaran dike. Yanê jibo tişt jî rêxistiekî mere bêjin terorîst ji Îran û Tirkîye terorîsttir ka çi  dewllet heye. Her karên wan terorîstî ye. Ji wan re nabêjin, huqûqa navdewletî ji wan re nabên hûn karê terorî dikin, vedigerin ji çekdarê me re dibên, ji partîyên me yê sîyasî re dibên, dibên hûn karê terorî dikin.

Em şerê terorê dikin, em dij terorê ne, em şerê terorê dikin, huqûqa navdewletî me bi terorîst bi nav dikin, van dewletan jî weke kirdeyên sîyasî dipejirînin. Û huqûqa navdewletî jî yekitîya axa dewleta esas digire. Kîjan dewlet hundirê wê de tevlihevîyek çêbibe, xwe li vê xalê digre yekitîya axa dewleta pîroz e. Halbûkî yekitîya axa dewletê heyî yekitîyek dagirkerane ye, yekitîyek jenosîdkarene ye, eger pîrozîyek axê hebe, axa her miletî ji wî miletî re pîroz e.

Bona me, axa Kurdistanê pîroz e. Axa dewleta Tirkîye boy çi pîroz be? Karekî jenosîdkarî-dagirkerî ye. Axa dewleta Îranê, dewleta Îranê li ser wan axna dagirker in. Vê ya pîroz bike huqûqa navdewletî. Yanê bi kurtî biqedînim; yan ji mera lazim em heqîqetê sîyasî bizanibin. Lê jibona di vê cîhanê de sîyaset bikin jî em biaqil, biheş û bidezgeh, bi sazîyên milî em van karê xwe bimeşînin.