-Ew di nava wan her du partiyên KOMALA da şerekî derketî bû. Pêşmerge hati bû kujtin û dudu jî birîndar bûbû. Hûn dikarin derheqe di vê şerê biratîyê de çi bibêjin? Çima nava kurdan da huqûqekî ji bo hemû sîyasetmedera da bibe girêdayî tune ye? Fermo.
-Vîya karesetek e. KOMALA rexistinek bawerim 45 salî ye. Demek tevlê Partî Komînîstê Îranê bun. Dû re ji wê veqetiyan. Şûnde bun du-sê parçeyan. Ev a 45 sal e, xwedîyek dozekî ne. Li dijî nîzamê têdikoşin. Evên îro hevdu kuştine bi salan hevrêtîya hev kirin e. Di heman sengerî de têkoşîyane li hember nîzama Îranê. Û îro hevdu dikujin. A rastî evîya nayên fahmkirin. Berbelavbûna wê nay wateya ku mirov jê fahm dike. Tu çewa dikarî mirovekî xwedî doza te, hûn herdu teref jî xwedîyê dozekî ne. Bi salan we hevrêtî bihev re kiriye, hûn çawa dikarin hevûdu bikujin? Çawa destê we bi hevrêyê xwe digere? Li vê dinyê cîneyeta herî mezin ew e ku mirov hevalê xwe hevrêyê xwe bikuje. Û vana pir bi hêsanî dikanin bikujin. Çawa destê we lê digere? Yanê mirov, saetekî bi yekî re rûne çayek vexwe, zû zû mera nikane wî ya bikuje. Hûn bi salan e hevdu ra ne. Xwedîye dozekî ne. Baş e, hûn ê çawa hevûdu bikujin yanê ? Ev çi ruh e yanê, kîn a navxweyî di zikê we de?
Niha, em dikarin analîz bikin; sebebê wê yê sosyolojîk, dîrokî, psîkolomjîk, em kanin analîzan bikin. Lê ev ê analîzên em ê bikin, serok û rêvebirên van rêxistinan nizanin? Ji tune de bi qasî me pê dizanin. Baş e, qasî me hûn van sedemanê pê dizanin, hûn çima kadroyên xwe li gor ruhekî neteweyî perwerde nakin?
Kadroyên we bi vê rihetîyê çawa dikarin hevdu bikujin? Pirsgrêka esasî ev e, seranserê Kurdistanê ev kêşe heye. Tu devê kê vedike birakujî xwe kujîye. Birakujî li me heram e. Lê piştî van gotina bi çend rojan, çend mehan te dî pir bi hêsanî hevrêyê xwe, hevalê xwe kuştin.
Sedema esasî ew e ku evîya derûnîya miletê bindest e. Miletê bindest, bi sedem nikane dewletê dagirker ji welatê xwe derxin, çavên wan ji dijminê wan nabire, Îjar bona desthilatiya navxweyî hucûmî hevdu dikin.
Îro li Bakûrê Kurdistanê heman tişt heye. Ne kuştinê sîyasî, lê pismam pismam jibo nîv metre ax dikanin du heba ji hevdu bikujin. Li Bismilê neh heb hate kuştin. Gûndekî Dêrikê du heb hat kuştin, deh heb hate birîndarkirin, bona bihustek ax. Ew terefna bisedem ew hêvî ya ku em dikarin zora dijmin bibin bi van re namîn e, îcarê bere xwe didi hev û bi pir hêsanî dikarin hevdu bikujin.
A rastî ez şermezar dikim. Ew ê ku kê berê teqe kiribe, kê hevrêyê xwe kuşti be, hevîya min ew e ku destê wê bişkê. Miletê me êdî bi tu hawayî diwê karesetê bi vî rengî qebûl neke, bertek nîşan bide.
Niha herdu KOMALA jî hûn ne çîyayê Rojhilatê Kurdistanê ne, hûn ne li bajarê Rojhilatê Kurdistanê ne, hûn li bajarê Başûrê Kurdistanê nikanin çi li hevdu parve bikin, hûn hevûdu dikujin.
Ev derûnî gelek xirab e, xweserîyek wê ew jî ew e ku; sîyaseta Kurdistanî, li seranserê Kurdistanê hûqûkekî bi hev re jîyanê berê bipejirînin û dûre bi temama tereftarê xwe bidin pêjirandin. Em ehlê Kurdistanê ne fikrê me dibe ne wekhevdu be, îro dagirker di welatê me de ne, sibe em e wî dagirkerî ji vî welatî derxin, em dê dîsa bi hevdu re bijîn. Bona wê her partîyên Kurdistanî, her kesên Kurdistanî, divê hûqûek bi hev re jîyanê ve pabend bimînî.
Yanê, terefên sîyasî ne, pêşbazîya sîyasî jibo herkesî rewa ye, jibo miletê me jî rewa ye. Partîyên me sîyasî pirbin. Tu xem nake. Lê her partîya me dibê hûqûqekî bihev re jîyanê re pabend be. Qebûl bike ku şerê navxweyî dijminatî ye. Kî berê dest bi şerê navxweyî bike, kî hucûmî hevalê xwe biraderê xwe hevrêyê xwe bike, ew rasrerast zilamê dijmin be yan ne zilamê dijmin be ferq nake.
Weke encam miletê me xemgîn dibe, miletê me bêhevî dibe, dijminê me jî kêf dikin. Ê vîya giş pêdizanin, hûn boy çi dawî lê nînin? Serok û rêvebirên van partîyan boy çi kadroyên xwe gor vê perwerde nakin? Boy çi partîyên Kurdistanê giş bihevdu re hûqûkek bi hev re jîyanê napejirînin, nanivîsînin û kî li dijî vî hûqûqî derket, temama partî û miletê Kurdistanê dibê dijî wî bin. A niha çareser nabe.
Yanê, gerek cezayek vî karî hebe. Hem di gîyanê miletê me de gerek bê mehkûm kirin û hem di nav partîyê Kurdistanî de bê mehkûm kirin û bê tawan kirin. Ev ne tiştekî bê qebûl kirin e. Ev tiştekî ne bê qebûl kirin e. Yanê dikanim dirêj bikim sedeemê wê dîrokî wan bêjim. Lê xuya ye, partîyên Kurdistanê ji devla ku berê di nav xwe de yekîtîyê ava bikin, her yek bi terefekî Îranî re, bi terefekî Iraqî re, bi trefekî Tirkîye vî re, bi terefekî Suryevî re îtîîfaqa datînin. Ev îtîfaq jî rê vediki ku ew me bikanibin, li hember hevdu têbikoşîn in.
Yanê wek e nimûne bêjim PDK bi terefekî Iraqî re dimeşe, YNK bi terefekî din bi Îraqî re dimeşe, halbûkî eger PDK û YNK û GORAN û yên din bi hevdu re bimeşin, kîjan terefên Iraqî mafê serxwebûna Kurdistanê qebûl dike tu yê bi wan re têkilî deynî.
Heman derd xuya ye li Rijhilat jî heye. Li Bakûrê Kurdistanê jî heye, li Rojavayê Kurdistanê jî heye. Eger em dixwazin bi kirdeyê sîyasî bin, divê berê li ser hedefê stratejîk yekitiya me hebe. Dûrre eger pêwistî bi îtîfaq bi alîyê Îranî, Iraqî, Tirkîyevî, Sûrîyevî re hebe, bi hevdu re em dikanin van karna bimeşînin. Her yek me bi terefekî re bimeşe, zû dereng em ê bên himber hevdu. Rêya çareserîya pêşîlêgirtina jî ev e; berê îtîfaqa navxweyî, li ser hedefê stratejîk li ser azadî, serxwebûn, rizgarîya Kurdistanê li hevkirina stratejîk, dûrre te dibê dijmin re bidebistîne, te dibê Emerîka re bidebistîne , te dibê Rusa re bidebistîne. Eger yekitîya te hebe, tu bi kê re bidebistîne tu dikare bidebistîne. Yekitîya te tune be, Iraq jî, Îran jî, Tirkîye jî, Sûriye jî, Emerîke jî, Rûsîya jî ew ê ji dubendîyê te fêde bigirin kengê hat hesabê wan jî dikanin şer di nabîna we de derxin.
Koka vê ya digêje ji dîrokê. Nizanim ew digêje du hezar sal e dewletek navendî li Kurdistanê ava nebû ye. Tim jêr dewlet ava bû ne. Wek mîrnîşînî, konfederasyona eşîra, tim jêrdewlet ava bû ne, me tim serwerîya împaratorîyê dagirker pejirandiye.
Îjar wexta ku tu nikanî bî dijî serwerîya dijminê xwe derkevî, bo desthilatiya heremî hûn şerê hevdu dikin. Eger em bikanibin li dijî dagirkera bernameyek sexwebûnxwaz lidarxin, wê çaxê pêwistî pê nîne em şerê hev bikin. Pêşwazîyek sîyasî ye, Kekê Ristem ji min çêtir dipêyive îro di televîzyonê de ew ê bipeyve, terefdarê Kekê Ristem ew ê ji min zêdetir be.
Evîya ne kêşe ye. Ev pêşbazî ew ê her hebe. Sibe em dewlet bin jî ew ê hebe û divê em wê ya xwezayî bibînin. Lê sînorek têde heye, ger pêşbaziya sîyasî di nav Kurdîstanê de xizmet bike ji dagirkeran re ew dibê nê qebûlkirin. Karêsatê wer tenha dijmin re xizmet dike. Ji çi ra xizmet dike ye? Û edî bes e miletê me jî ji van partîran re bibêje edî bes e. Kî ku devê sîleha xwe bide xwîşk û birayê xwe divê milet vî afaroz bike. Yanê hûn li ser navê vî miletî derketinin çîya hûn têdikoşin, milet li bendeye ku bi hevdu re şerê nîzama Îranê bikin. Nîzama Tirkîye bikin, a Iraqê a Suriye bikin. Ew fîşengê hûn bera dijminê xwe bidin, hûn pir hêsanî bera hevûdu didin. Yanê li Rojhilatê Kurdistanê partîyên me heya eskerekî Îranî bikujin deh cara difikirin. Ew dema mijar dibi kurd û kurd di sanîyê de biryar didin û kujtina hev dikin. A rastî yanê ez pir xemgîn im. Evîya birra jî karesatek e û zêde pêwistî bi analîzê îlmî jî tune ne. Her kes pê dizanin. Gerek em bi pir dengî bêjin bes e û dezgehekê ku pêşî karesate waha bigire, em nav xwe de ava bikin.