Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê çi dike armanc

Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê çi dike armanc

“Dewleta Tirkîyê piştî 100 salan cara ewil e ku li derveyî sînorê xwe şer dimeşîne û li derveyî sînorên dewleta xwe bi cîh dibin. Ji Cerablûs û Azezê dest pê kirin li Idlîbê bi cîh bûn, Efrîn, Serêkanîyê u Girêsipî dan ber xwe. Li Lîbyayê tevlî şerî bûn, li Başûrê Kurdistanê asê dibin. Ev guherîn weke sîyaseteke emperyal xwîya dike. Lê Tirkiye ne dewletek e ku dikare bi serê xwe sîyasetên emperyal bimeşîne. Dikare di bin sîwana dewletên emperyal de roleke jêr-emperyal ji xwe re bike armanc. Bêdengîya DYAyê li Başûr û Lîbyayê dihêle ku mirov lê bifikire ku lihevkirinek veşarî di navbera DYA û Tirkîyê de heye. Ango Tirkîye dê di bin sîwana DYAyê de li herêmê sîyaseteke jêr-emperyal bimeşîne û li hemberî Îran û Rusya bibe aktorekî herêmî.”

Piştî bêdengîyeke bêwate, li ser hicûmên dagirker yên dewleta Tirkîyê, rêvebirên Kurdistana Başûr bertekan nîşan didin. Ji van bertekinan ya Hoşyar Zebarî û Babekir Feqî balkêş in. Zebarî dibêje “ev hicûmên dewleta Tirkîyê geşedaneke jeopolîtîk e û îşaret dike ku rêvebirên vê dewletê ji nû de eyaleta Mûsilê tînin rojevê”. Babekir Feqî jî destnîşan dike ku ” Tirkîye 20-40 km, Îran jî 10 km daketiye nava axa Başûrê Kurdistanê”.


Wer tê fahmkirin ku her du dewletên dagirker tenê bi bombebaran û topbaranan nayên ser Başûr. Ew, li wan deverên ku dikevinê baregahên leşkerî ava dikin û li wan deveran xwedî hesabên mayînde ne.


Ji bilî vana, hin analîstên kurd jî siyaseta dewleta tirk weke sîyaseteke neo- osmanî bi nav dikin û van hicûman parçeyekî hewldayina avakirina Kurdistana Osmanî dibînin. Divê em stratejî û taktîkên dijminên xwe rast bihêjînin û li hember van hicûman xwedî siyaset û helwesteke hevpar bin.


Dewleta Tirkîyê piştî 100 salan cara ewil e ku li derveyî sînorê xwe şer dimeşîne û li derveyî sînorên dewleta xwe bi cîh dibin. Ji Cerablûs û Azezê dest pê kirin li Idlîbê bi cîh bûn, Efrîn, Serêkanîyê u Girêsipî dan ber xwe. Li Lîbyayê tevlî şerî bûn, li Başûrê Kurdistanê asê dibin. Ev guherîn weke sîyaseteke emperyal xwîya dike. Lê Tirkiye ne dewletek e ku dikare bi serê xwe sîyasetên emperyal bimeşîne. Dikare di bin sîwana dewletên emperyal de roleke jêr-emperyal ji xwe re bike armanc. Bêdengîya DYAyê li Başûr û Lîbyayê dihêle ku mirov lê bifikire ku lihevkirinek veşarî di navbera DYA û Tirkîyê de heye. Ango Tirkîye dê di bin sîwana DYAyê de li herêmê sîyaseteke jêr-emperyal bimeşîne û li hemberî Îran û Rusya bibe aktorekî herêmî.


Lê Tirkîye li Başûr bi Îranê re kar dike, bi Îran û Rûsyayê re pêvajoya Astanayê dimeşîne û DYA piştgirîyek eşkere nade sîyaseta dewleta Tirkîyê çi li îrakê û çi li Surîyê û Libyayê. Ji ber van faktên heyî mirov nikare pesend bike ku DYAyê biryar daye ku Tirkîyê di bin sîwana xwe de bike dewleteke jêr-emperyal û rola aktorekî herêmî lê bar kiriye.


Divê ev mijar bêtir bê gengeşîkirin. Ji bo fahmkirina sîyaseta dewleta Tirkîyê û li hember hicûmên vê dewletê avakirina stratejîyeke hevpar, divê mirov taybetmendîyên şerê cîhanê yê sêyem baş binirxîne.


Ev şer naşibe şerê yekem û dûyem. Ev şer şerekî demdirêj e û li gor analîstên Amerîkî dê li dor 50-60 salî bidome. Du bereyên li dij hev û biîstîqrar tune di vî şerî de. Zemîna vî şerî şemitokî ye û tifaqên mayînde nahewîne. Tifaqên heyî xera dibin û tifaqên nû ava dibin. Şer ji bo avakirina nîzameke nû li cîhanê dimeşe û aktorên sîyasî hewl didin ku di avakirina nîzama nû de xwedî bandor bin û înîsîyatîf bigirin. Aktorên vî şerî dewletên zirhêz in. Zemîna şemitokî, tunebûna bereyên biîstîqrar ji dewletên weke Tirkîyê re sehaya manewrayê vedike. Tirkîye dewleteke xwedî îmkan û xwedî vîzyon e. Hebûna arteşeke mekanîze û mobîlîze rê dide ku zorê bide hevkêşeyên herêmê û di van hevkêşeyan de bi bandor be. Bi van îmkanan hewl dide ku bi dewletên zirhêz re dans bike û ji xwe re cîh veke.


Di heman demê de Tirkîye ev 30 sal e ku di nav krîzeke sîyasî ya bingehîn de ye. Tirkîye li dinyayê bêtarîf maye. Ev dewleta ku ji alîyê rojavayîyan ( bi taybet îngîlîzan) ve bi hedefa ku bibe dewleteke rojavayî hatiye damezirandin, ev 30 sal e ku di navbêna rojavayîbûn û rojhilatîbûnê de diçe û tê. Krîza vê dewletê dişibe krîza piştî şerê cîhanê yê yekem. Wê demê bitevlêbûna NATO û sîwana rojavayîyan ew krîz derbas kiribû. Nuha jî vebijêrkek vê dewletê ew e ku di bin sîwana DYAyê de bi vîzyoneke jêr-emperyal vê krîzê derbas bike. Lê li alîyê din weke şerê cîhanê yê yekem mijara jinavçûyinê ye. Sedema ku bi taybet di van 5 salên dawîn de bi israr xeterîya li ser beqaya xwe dikin rojevê ev e. Û ez jî di wê bawerîyê de me ku xeterîyek mezin li ser beqaya dewleta Tirk heye.


Xeterîya li ser beqaya dewleta tirk, Kurdistan e. Vê dewleta dagirker û jenosîdkar,hebûna xwe li ser nebûna Kurdistanê ava kiriye. Û ji têkçûna Yekîtîya Sovyetê û nîzama cîhanê û virde, Kurdistan bi her parçeyê xwe rojev dagirtiye. Başûr serxwebûnê, Rojava federalîyê gengeşî dike û Rojhilat xwedî potansîyeleke girîng e. Bakur xwedî girseyeke mezin ya niştimanperwer e ku mixabin ji rêveberîyeke sîyasî ya niştimanperwer mehrûm e.


Ji ber van faktên sîyasî ku Kurdistan zorê dide dîrokê da ku derkeve ser dika dîrokê, dewleta tirk beqaya xwe di xeterîyê de dibîne û bi hemû îmkanên xwe û li her derê dinyayê hicûmeke dagirker û tûnd dimeşîne ji bo ku Kurdistan dernekeve ser dika dîrokê. Hevkêşe hêsan e: wan hebûna xwe li ser nebûna me ava kirine, berovacî vê yekê di hebûna me de îsaretê nebûna xwe dibînin.


Bi vê hişdayinê ez nafikirim ku di rojeva dewleta tirk de avakirin û bi xwe ve girêdana Kurdistana Osmanî heye. Ji tune de di demek nêz de jî wê tune be. Ez hicûmên dewleta tirk li her sê parçeyên Kurdistanê weke hicûmeke parastinî (offencive defence) dihêjînim. Qet şik tê de nîn e ku di şerdên şerê cîhanê yê sêyem de ev sîyaset dikare biguhere û îlhaqa Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji xwe re bike armanc. Lê nuha ji vê quwet û qudretê dur e. Hedefên hicûmê dewleta tirk em dikarin wisa rêz bikin:

1- Tecrîdkirina Bakurê Kurdistanê ji parçeyên din. Bi dagirkirina hin erdên di nav parçeyan de avakirina bendeke sitûr li ser sînorên xwe û her 3 dewletên din yên dagirker.

2- Li Başûrê Kurdistanê têkbirina stratejîya serxwebûnê. Lawazkirina desthilatîya parlament û hikûmeta herêmê. Bi hevkarîya dewleta îranê re derxistina alozîyên navxweyî. Di encamê de mecbûrkirina desthilata Başur bo Iraqê.

3- Têkbirina yekîtîya axa Rojavayê Kurdistanê. Piştî ku du korîdorên jehrî li Efrîn û Serêkanîyê ava kirin nuha jî rojhelatê Serêkanîyê armanc dikin. Li Rojavayê Kurdistanê di serpereştîya DYA û Fransayê de hewldana yekîtîya hêzên sîyasî yên Kurd jî yek ji hedefa dewleta Tirk e. Hicûmên li ser Başûr, ji alîkî de jî hewldana têkbirina Rojava ye.

4- PKK bi giştî hênceta vê hicûmê ye. Lê bi taybet têkbirina PKKya ku ne di jêrkontrola Tirkîye û îranê de ye, armanceke vê hicûmê ye. Di ser van hicûman re bêmoral hiştina girseya PKKyê ya kurdewar û şervanên kurdistanî jî armanc dikin.


Kurdistan welatekî navendî yê Rojhilata Nêzîk e û bi her çar parçeyên xwe ve di şerê cîhanê yê sêyem de qada şer e. Derfet û xeterî bi hev re li ber me ne. Her çar dewletên dagirker bi hebûna xwe ya jenosîdkar, tehdîd in ji bo beqaya welat û miletê me. Dijmin li ku li mirov bixe divê mirov li wir asê bibe. Parastina desthilata Başurê welêt erka her kurdistanîyekî/ê ya lezgîn e. Parastina destkeftîyên Rojavayê welêt jî heman tişt e. Başûr û Rojava bi hev re dikarin van hicûman bêtesîr bikin. İmkanên xwe yên dîplomatîk, sîyasî, leşkerî bi hişmendîyeke neteweyî bên bikaranîn dê zêdeyî hêza her duyan encam bigire. Li Bakur hûnandina rêxistineke serhildêr û avakirina bereyeke neteweyî, dikare vê bêdengîya jehrîn bi dawî bîne.

Em ne bêçare ne. Li gel xeterîyên jenosîdal, derfetên dewletbûyinê jî li ber me ne. Hêvî di bikaranîna van derfetan de ye.