Rojev

Rojev

Her çend Tirkîye ji bo hicûmen xwe yên dagirî, PKK nîşan dide û qala “sicak takip”ê dike jî, em dizanin ku armanca dewletê, ji holê rakirina rsstqînîya welat û miletê me ye. Dewleta Tirk, li her derê cîhanê rizgarîya bihustek ax an bidestxistina mafên sîyasî yê kurdan, ji xwe re xeterî û mijara bekayê dibîne. Sedemên van bomberanan, ev e. PKK tenê hêncetek e ji bo wan. Rast e ku divê PKK li başûrê welatê me serwerîya hikûmet û parlamentoya me nas bike û tu carî vê serwerîyê binpê neke. Bi taybetî li Mexmûr û Şingalê destê xwe ji rêvebiriya van bajarokan bikişîne.

Dewleta Tirkîyê, bi salan e, li sê parçeyên Kurdistanê, şerekî tund û dagirkerane dimeşîne.
Ev 2-3 roj e ji Mexmûrê heta bi Qendîlê gelek deverên Başûrê welatê me bombebaran dikin. Deng ji saziyên navdewletî nayê. Yekîtîya Ereban bertek nîşan da û îşaretî 3 dewletên “Ereb” (Iraq, Sûrîye, Lîbya) kir ku di hedefa îşgala Tirkîyê de ne.

Her çend Tirkîye ji bo hicûmen xwe yên dagirî, PKK nîşan dide û qala “sicak takip”ê dike jî, em dizanin ku armanca dewletê, ji holê rakirina rsstqînîya welat û miletê me ye. Dewleta Tirk, li her derê cîhanê rizgarîya bihustek ax an bidestxistina mafên sîyasî yê kurdan, ji xwe re xeterî û mijara bekayê dibîne. Sedemên van bomberanan, ev e. PKK tenê hêncetek e ji bo wan. Rast e ku divê PKK li başûrê welatê me serwerîya hikûmet û parlamentoya me nas bike û tu carî vê serwerîyê binpê neke. Bi taybetî li Mexmûr û Şingalê destê xwe ji rêvebiriya van bajarokan bikişîne. Eşkere ye ku serwerîya hikûmeta me çiqasî xurt bive dê ew çend bi hêsanî û xurtî li hemberî van êrîşên dagirkerane bertek bide, têbikoşe.

Berhem Salih ji kontenjana kurdan bûye Serokê Iraqê. Ango hem Dewleta Iraqê hem Başûrê Kurdistanê dimesilîne. Di vê rewşê de bêdengî, bêxîretî te. Divê li hemberî van hicûman bertek nîşan bide û van hicûmên dagirkerî bibe qada Neteweyên Yekbûyî. Bang li Yekîtîya Ewropa û Yekîtiya Ereban bike. Ev derfet di dest û postê wî da hene.

Sedema van hicûmên dagirkerî jî û sedema karên jenosîdkar li Rojavayê Kurdistanê jî, heman tişt e: dibînin û ditirsin ku Kurdistan bi ezameta xwe derdikeve ser dika dîrokê.

Li hember van hicûmên dagirkerî û jenosîdkar dilê me li Başûr û Rojavayê Kurdistanê lê dide.

Yekîtî, yekrêzî û hevkarî, ji bo van rojan in.