Rojev avakirin, rojev dagirtin, rojev parastin, rojev guherandin

Rojev avakirin, rojev dagirtin, rojev parastin, rojev guherandin

Ev du roj e wêne û peyama Selahattîn Demîrtaş rojeva me dadigire. Ev peyam çiqasî nîşana nakokîyên di nav PKKê û HDPê de ne an nakokîyên wan yên navxwyî ne, Ocalan û dewlet di kêdera vê rojevê de ne, ne zelal e. Hîna ev rojev didomîya, îjar Xanima Başak Demîrtaş kete rojeva me. Bêedebekî jê re dijûn daye. Di medyaya civakî de rojê bi sed hezaran dijûn tên dayin. Bi taybetî kadroyên kurd, kadroyên kurdistani tûşî tehdîd û dijûnan dibin.

Tayînkirin an avakirina rojevê, di sîyasetê de xwedî cîyekî taybet e. Di vî karî de alava herî kêrhatî, medya ye. Di van salên dawîn de, medyaya civakî jî weke parçeyekî girîng ya medyayê tê pejirandin û bikaranîn. Medya, ji roja heyîna xwe de pergaleke rêvebirinê ye û di kontrola sîstemê de ye. Di heman demê de hêzên muxalîf, yên li dijî sîstemê jî her hewldane ku vê alavê li dijî sîstemê bi kar bînin.

Li Bakurê Kurdistanê em ne xwedîyê medyayeke kêrhatî ne. A rastî ji xêndî yên bi ser PKKê ve, em nikarin qala hebûna medyayekê jî bikin. Bi îmkanên gelek kêm derxistina çend kovaran an li ser internetê avakirina çend radio û televîzyonan, di vê sehaya xedar de nabe bersîva pêdivîyan. Di vî warî de pirsgirêka herî dijwar jî ew e ku bi giştî li Bakurê Kurdistanê em ne tayînkerê rojevê ne. Em tevli rojevan dibin. Dikarim bêjim ku bi taybeti di van 20 salên çûyî de me bera pê rojevê daye,  ne ku me rojev tayîn kiriye. Rojev ji alîyên hin mahfîlên vekirî an veşarî tê tayînkirin û em jî vê rojevê weke ya xwe dipejirînin û tevli dibin. Esasen ev rewş yek ji nîşana nebûna aktorê sîyasî ye. Di sîyasetê de aktor an kirdebûn di avakirin, şopandin û çareserkirina rojevê de dîyar dibe.

Em bînin bîra xwe di destpêka salên 2000î de rojeva me ya esasî ketina Tirkîyeyê ya Yekîtîya Ewropa bû. Em bi YE radibûn û bi YE radiketin. Tirkîye dê têketa YEyê û pirsgirêkên me dê çareser bibûna. YE modeleke di ser dewletan re bû, demokratîk bû, bêyî ku em bibin dewlet, em ê di dezgeheke  ji dwletê wêdetir de temsîl bibûna û hwd. Divê nêyê jibîrkirin ku EMa me Tirkîye bû. Hineka ji me bi otobosan berê xwe dabûn vî derîyê xêrê. Jixwe Ocalan jî dema çû Îtalyayê, alîgirên wî gotibûn em berî Tirkîyeyê  ketin YEyê.

Erdogan di 2005an de li Amedê got “pirsgirêka kurd heye û ev pirsgirêka min e jî”. Me nepirsî ka li gor wî ev pirsgirêk çi ye û ew ê vê pirsgirêkê çawa çareser bike hema me ev gotin kir rojeva xwe û me bera bi vê rojevê da û me weke rojeva xwe hesiband. Weke encam Ocalan, ji dêvila têkeve YEyê, kete Îmraliyê û dest bi ava kirina ”demokrasîyê” li Tirkîyê kir. Erdoganê ku got pirsgirêka kurd ya min e jî, çend salên din got pirsgirêkeke wisa tune ye lê ji bo çareserkirina vê kêşeyê li sê parçeyên Kurdistanê şerekî dagirkerane û jenosîdal dimeşîne.

Ji Îmraliyê banga “yekîtîya neteweyî” hat û vê bangê li Hewlêrê olan da. Mesûd  Barzanî li ser navê xwe û navê Talabanî û Ocalan banga “yekîtîya neteweyî” kir. Ji 2009an heta 2015an xaleke girîng ya rojeva me ev bû, nuha jî hîna di rojeva me de ye. Pirsên esasî di vê mijarê de ev bûn; ji bo çi yekîtî û bi kê re yekîtî. Ev pirs hîn jî bê bersîv in an jî her teref li gor xwe dibersivîne.

Li vira ya ku ez dixwazim bêjim ew e ku ev mijar jixweber nakeve rojeva me. Sîstem ji bo xwe xurt bike rojevê tayîn dike. Li paş vê tayînkirinê, projeyek wan heye. Ger em dixwazin bira jî sîyaset bikin divê em rojeva xwe tayîn bikin û heta rojeva xwe jî li ser dijmin ferz bikin.

Ev du roj e wêne û peyama Selahattîn Demîrtaş rojeva me dadigire. Ev peyam çiqasî nîşana  nakokîyên di nav PKKê û HDPê de ne an nakokîyên wan yên navxwyî ne, Ocalan û dewlet di kêdera vê rojevê de ne, ne zelal e. Hîna ev rojev didomîya, îjar Xanima Başak Demîrtaş kete rojeva me. Bêedebekî jê re dijûn daye. Di medyaya civakî de rojê bi sed hezaran dijûn tên dayin. Bi taybetî kadroyên kurd, kadroyên kurdistani tûşî tehdîd û dijûnan dibin. Helbet bi taybetî dijûnên zayendî, bêedebî û bêşerefî ne  û divê tûşî bertekan bibin. Lê axirê li gel bi hezaran kuştî, zindankiri, koçberkiriyên vi welatî ne asayî ye ku ev dijûn  li ser medyaya civakî rojeva me dagire. Wezîrê Dadê yê tirkan jî di vê mijarê de bertek nîşan da û daxwiyand ku çıqasî “dadwer” e. Heta nuha yek wezîrekî dadê yê vê dewletê di derbarê zilm, zordarî, komelkujî, tehdîd an dijûnên li kurdan tê kirin peyamek nedaye.

Îro du wezîrên Rûsyayê li Tirkîyeyê ne û rojeveke giran li ser maseyê ye ku miletê me eleqeder dike ( Nuha hate gotin ku ev civîn taloq bûye). Bi sedem ev her du dewlet dê li ser Rojavayê Kurdistanê,  Îdlîbê, Lîbyayê, Rojhelatê Bahra Sipî goftûgo bikin û biryaran bigirin. Ango bi gotineke din namûsa miletê me jî li ser masayê ye. Lê em namûsa xwe di ser dijûneke ku yekî nîjadperest, beradayî, bêedeb an provakator ve gengeşî dikin.

Ewqas tesaduf ne asayî ye.
Divê em hay ji xwe û rojeva xwe hebin.