Efrîn

Efrîn

EM dizanin HÛN kî ne,
Em dizanin EM kî ne û
Dijminatî bêminetî ye.

Divê em cînayetên ku SST li Rojavayê Kurdistanê pêk tîne bi vê perspektîfê binirxînin. Bila kes ji me re nebêje ku mesûlê van cînayetinan Artêşa Azad, çalakvanên Tugaya Suleyman Paşa an rêxistineke din ya tûndrew e. Mesûl, kirde û aktorê vî karî SST ye.

Dagirkerîya Sîstema Serwerîya Tirk (SST), ne dagirkerîyeke hayela(asayî) ye, di heman demê de dagirkerîyeke jenosîdkar e. Divê em tu carî vê taybetmendîya SST ji bîr nekin. Hebûna vê sîstemê li ser jinavbirina Rojhelata Nêzîk ava bû ye. Astengîya li pêşîya vê sîstemê bi ezameta xwe ve Kurdistan e û jixwe Kurdistan welatê Navendî yê Rojhelata Nêzîk e. Ji ber vê yekê ye ku jinavbirina rasteqînîya welat û miletê kurd, bekaya SST e.

Dagirkirina Efrîn û Serêkanîyê parçeyekî jenosîda domdar e ku ev sed sal e li Bakurê Kurdistanê tê meşandin. Li Efrîn û Serêkanîyê, komkujî, koçberkirina bi destê zorê, guherandina demografiyê parçeyek ji karê wan ê jenosîdal e.

Divê em cînayetên ku SST li Rojavayê Kurdistanê pêk tîne bi vê perspektîfê binirxînin. Bila kes ji me re nebêje ku mesûlê van cînayetinan Artêşa Azad, çalakvanên Tugaya Suleyman Paşa an rêxistineke din ya tûndrew e. Mesûl, kirde û aktorê vî karî SST ye.

EM dizanin HÛN kî ne,

Em dizanin EM kî ne û

Dijminatî bêminetî ye.

Navê te Melek, Zelal an Rewşê be ferq nake, em dizanin ku  tu ya me bûyî û tolhildan pêywira me

Têbinîya PÊLKURDê: Ev nivîsa li jêrê di dema dagirkirina Efrînê de Ji aliyê nivîskarê malpera me Fuat Onen ve hatibû nivîsîn, ji bo giyanê pakrewanê Rojavayê Kurdistanê, em ji nû ve diweşînin.

EFRÎN  

19-03-2018

We 58 roj berê, bi 72 balafirên xwe yên şerî ve Efrînê dagir kir. Dagiriya we bi balafirên we yên şerî re jî bi top, bi tank, bi helîkopterên şerî, bi IHAyên we, bi SIHAyên we û bi kamerayên termal ve pêk hat. We bi hezaran komando, JÖH, PÖH û leşkerên xwe ve êrîş kir. We çeteyên ÖSOyê  wek kerên mayinan dan pêş. Rûsyayê ji we re sahaya hewayê vekir û alikariya we ya lojîstîk û îstixbaratê kir. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê got ku Efrîn ne qada me ya operasyonê ye,  di bin re hem rê û hem jî destek da we.

Ne Neteweyên Yekbûyî û ne jî Yekitiya Ewropayê ji bo ku we bidin sekinandin tu tişt nekirin. We bi piştgiriya dinyayê û bi artêşa xwe ya bi çekên giran ve avêt ser wî bajarokê biçûk û şirîn yê Rojavayê Kurdistanê. Û we piştî 58 rojan alaya xwe daçikande navenda wî bajarokê biçûk û bû qîreqîra we, we halanên serkeftinê di xwe dan.

Û we her roj pesnên xwe didan ku we ciwanên me kuştine û hûn bi hejmarên kuştiyên zêde jî ji xwe ve diçûn.  Û çiqas hejmarên kuştiyên me zêde dibûn, we wek milet bi şehweteke mezin, ji bo kuştinan li çepikan dixistin.

Ew alaya ku we li Efrînê daçikandiye sembola dagirîyê ye. Herwekî li Diyarbekirê, li Colemêrgê, li Başîkayê û li Cerablûsê…  Dagirî yek ji wan sûcan e ku li dij mirovatiyê tê kirin. Hedefa we ew e  ku hûn demografiya Efrînê biguherînin û wê ji axa Kurdistanê derxînin. Ev jî yek ji wan sûcan e li dij mirovahiyê, ev paqijiya etnîkî  û jenosîd e.

Li dinyayê tu saziyeke navdewletî, dewlet an cemaet tune ye ku sûcên dewletên dagirkeran yên ku li Kurdistanê kirine, darizîne. Ji ber vê hûn rehet in.

 Lê heqîqetek heye ku hûn dizanin û eva  600 sal e jî hûn dijîn. Sedemê tirsa we ew kabûsa di xewna we de ye. Ev ew e ku hûn dibêjin; pirsgirêka me ya bekayê ye. Ev RASTEQINIYA NETEWE-WELAT ya MILETÊ KURD e. Kurd xelqekî otokton yê erdnigariya  xwe ye. Hûn ê nekarin rasteqiniya NETEWE-WELAT ya kurdan ji navê rakin.

Tu gazindeke me ji we û ji efendiyên we yên emperyal tune ye.Hûn dagirker in, kolonyalîst in, jenosîdkar in. Ew karên  ku hûn dikin sirûştiya  hebûna  we ne.

Gazinda me ji sinifa me ya siyasetê ye.  Li Başûr serkeftineke muhteşem ya Referandûma Serxwebûnê pêk hat. Lê sinifa me ya siyasetê nekarî wê pêvajoyê bi rê ve bibe û ew krîz hîn jî li meydanê ye. Sinifa me ya siyasetê li Bakurê Kurdistanê di bûyerên Kerkûk û Efrînê de nîşan dan ku hunereke wan ya birêvebirinê tune ye û di vê wateyê de jî îflas kirine.

Li her sê parçeyên Kurdistanê jî  xelqê me krediyeke mezin ji sinifa siyasetê re vekir lê mixabin wan nekarîn bi aqilê dewletbûyînê vê krêdiyê bi rêxistin bikin û ber bi hedefê ve beralî bikin.

Ew sinifa me ya siyasetê li Rojavayê Kurdistanê lê geriyan ku têkiliyên ‘demokratîk’ bi dewleta dagirker re ava bikin lê nexistin hişê xwe ku têkliyên ‘demokratîk’ bi kurdên ji derveyên xwe yên li Kurdistanê re deynin û divê ku ew berpirsiyara xwe di vê karesatê de bibînin.

Ev ji bo me hemûyan şermeke mezin e. Pir diyar e ku li Bakur, li Başûr û li Rojavayê Kurdistanê partiyên me û sinifa me ya siyasetê di krîzeke bingehîn de ne.     (têkiliyên bi dewletên dagirker re, bi nefikirîna dewletbûyînê, bi hedefa dewletbûyînê pêkneanîna yekitiya neteweyî, nebirîna destên dijminan yên di nav me de û hwd.)

Em baweriya xwe teqez dikin ku  Kurdistaneke Serbixwe û Yekgirtî qedera me kurdistaniyan e. Ji bo me şermeke mezin e gava ku Kerkûk wîran bû, gava ku Efrîn hat talankirin me nekarî derkevin meydanan û me nekarî girseya xwe bixin hereketê.