Di siyseta kurd de ‘rexnekirin’ û ‘rexnegirî’.

Di siyseta kurd de ‘rexnekirin’ û ‘rexnegirî’.

Di zimanê me de ‘şîret kirin’, ‘hişyar kirin’ û di zimanê medreseyê de jî ‘tenkîd kirin’ hebûn. Di nav kurdan de ev têgih dihatin bikaranîn. Lê piştî salên 1970yî têgiha ‘eleştirmek’ê hem bi zimanê tirkî û hem jî di pêla çepgiriyê de hat di çanda me de cihê xwe kir û rûnişt. Dûre di zaravayê kurmancî yê nivîskî de wek ‘rexnekirin’ berbelav bû û hat bikaranîn. Hîn jî di siyaseta kurd de ev têgih di rewacê de ye û pir fonksiyonel e.

Di gel ku min jî hin caran wek mode bi kar dianî jî lê min jê hez nedikir û di dilê min de rûnedinişt. Loma di bikaranîna wê de bêserûberiyek, tevlîheviyek û bêpêvaneyek hebû. Her kesî an her grûbekê li gor çarçoveya xwe serî li vê têgihê dida. Standardek an ojektîfîyek di bikaranîna wê de nedixwiya.

Em dibînin ku di roja îroyîn de jî ev têgih (rexnekirin an eleştirmek) rewac û giraniya xwe di siyaseta kurd de didomîne. Ez ê di çend xalan de taybetmendiyên vê têgihê di siyasetê de şîrove bikim. Loma ez bi çavekî ne erênî lê bi çavekî neyînî li vê têgih û bikaranîna wê dinihêrim.

1-Siyaseta kurd vê têgihê hema hema bi tevayî li dij hev, li dij kesan, grûban û partiyan wek rûxîner(wêranker) bi kar tînin.

2- Pirî caran karên rexnegirî wek deşîfrasyon dixwiyên. Ev kar ne wek karekî navxweyî pêk tê. Dagirker pirtir ji wan rexneyan sûd werdigirin, detay, qelsî û kêmasiyên di siyaseta kurd de dibînin, haya wan ji her tiştî çêdibe û li gor wê jî tiliya wê dikeve nav siyaseta kurd.

3-Ev rexnegiriyên wêranker nahêlin ku bawerî bi siyaseta kurd bi hêztir bibe. Kî lê bixebite karekî baş bike pêşî lê tê girtin.

4-Hin kes ji bo ku jarî û kêmasiyên xwe veşêrin an nedîtî ve bibînin bi rexnegiriyê xwe tetmîn dikin. Di rastiyê de kesaniyên wan di rexneyên wan de veşarî ne.

5- Hin kes ji ber çavnebarî û hesûdiyê hin siyasetmedar û rewşenbîrên kurd ji xwe re dikin hedef. Û ji wan qaşo rexneyên xwe bi hêvî ne ku ji wan re bibe malzeme û pê meşhûr bibin.

6- Yên ku tu kar ji wan nayê an naxwazin tu karî bikin an jî naxwazin bi dagirkeran re serê wan bikeve belayê xwe bi rexnegiriyê digirin û roja xwe derbas dikin.

7- Hin kes jî hene xwe navend dizanin, xwe di riyeke rast de dibînin, egoya wan serî ji wan sitandiye û ew li gor egoya xwe û di bin kontrola wê de tevdigerin û dimeşin. Ji ber wê jî rexnegirî ji bo wan kerekî esasî ye.

Û ji ber van sedeman, bi vî awayî rexnekirin bi temamî ne di xêra doza Kurdistanê de ye. Bi vî awayî meşandina rexnegiriyî bûye û dibe astengeke mezin li pêş me. Divê ku em çarçoveyeke rast, pîvaneyeke hevgirtî jê re payda bikin da ku bi neyînî, wek tehrîbatkar zerar nede. Ez pêşniyar dikim ku kurdperwer di van xalan de hestiyar bin û bi berpirsiyarî tevbigerin.

1- Rexnegirî li ser bingeha derew, şaşfêmkirin, zikreşî, reşkirin û nerastiyan çênabe.

2- Gava ku deşîfrasyon di rexneyê de hebe, nabe.

3- Di siyaseta kurd de rexnegirî karekî navxweyî ye, nabe ku ji dagirkeran re xizmet bike.

4- Kes û hêzên kurd nikarin bi qaşo rexnegiriyê hev lawaz bikin, biçûk bixin û ji qewet bixin.

5- Li ser ziman, ax û serxwebûnê niqaş nabin lê ji bo çareseriyan hemû rê û rêbaz tên niqaşkirin. Ji bo vê jî divê ku mirov van rê û rêbazan li ber çavan bigire. Bi rexnekirinê tu detayan ji çav nerevîne.

6- Em li hişekî hevbeş yê neteweyî digerin nabe ku em bi rexneyên beredayî dev ji vê hevbeşiyê berdin. Dibe ku qîmeta her nêrînekê hebe.

7- Divê ku em ‘rexnegirtin’ê wek alavekê bi kar bînin ji bo têgihîştineke kamil, rêyeke rast û pêşveçûyînê.

8- Bila rexnegirtin avaker bibe, bila tehrîbatkar nebe, bila ji doza me re xizmet bike, ne ku ji egoya me re.

Bi hêvî me ku siyaseta kurd li ser çarçoveyeke hevgirtî û kêrhatî bi zimnî li hev bikin û rê nedin tehrîbatkaran.