FUAD ONEN JI BO PIRTÛKA BARIŞ ÜNLÜ (PEYMANA TIRKÎTIYÊ/TÜRKLÜK SÖZLEŞMESİ) Çİ DİBÊJE?

FUAD ONEN JI BO PIRTÛKA BARIŞ ÜNLÜ (PEYMANA TIRKÎTIYÊ/TÜRKLÜK SÖZLEŞMESİ) Çİ DİBÊJE?

Hevpeyvîn: Pirsên Ferzan Şêr û bersîvên Fuad Onen. Le Monde diplomatique

Beşa yekê

Her çiqas di van demên dawî de xebaten kurdi geştir bûbe jî, di warê lîteratura siyasî ya pratîkî de valahiyeke mezin heye, ango em dikarin bibêjin ku literatura siyaseta kurdan di Marksîzmê de xitimiye. Îcar di van demên dawî de pirtûka Türklük Sözleşmesi (Peymana Tirkbûnê), her ku ji aliyê akademîsyenekî tirk ve, bo literatura tirkî ya siyasî hatibe nivîsin jî dikare vê sekna hanê vejîne, dînamîzmekê bidê. Türklük Sözleşmesî bi tiyoriya xwe di cîhanê de, nemaze di warê (biyo) polîtîkayên hestan de nimûneyeke balkêş e. Her wekî din valahiyeke mezin jî ango dubendiyek jî di navbera akademîk û siyaseta kurdewarî de heye. Kesên dûrî praktîk û çalakiyên siyasî bi qelemê karekî dikin, wek ku dîsa derdorê qelemê wan dixwînin. Yanî bandora wan li civakê nabe. Di warê siyaseta praktîkî de jî halê “nexwendinê” li kar e, ew jî dike ku sinifa siyasî ya kurdan derveyî dema heyî ya cîhanê bimînin. Ji bo şikandina vê yekê ji modernizasyona şêweyên rêxistiniyê heye bi mektebên siyasî, beşên siyasî yên kurdî gelekî rê û rêbaz hene. Halê hazir bi ya min yek ji van jî ev ew ku mirov têgehên akademîk bi siyasîyan re nîqaş bike. Îcar Fuad Onen yek ji wan kesan e ku wî kirasê têkçûyîna nifşa xwe li xwe neaniye; yek ji nîşaneya vê redkirina têkçûnê jî di helwest û têkoşîna wî ya siyasî de bi gotinên tiştên nû re xwe dide der. Weke ku her axaftin û nivîsên Fuad Onen tiştekî nû, fikrekî nû, boçûneke nû rê xelkê dide. Bi giştî li ser çarçoveya Peymana Tirkbûnê, pey re jî me li ser hin mijarên navxweyî ên kurdan guftugoya xwe bi Fuad Onen re dirêj kir. Fermo, dora xwendinê ye.

  1. Barış Ünlü wekî ku di destpêka pirtûka xwe ya Türklük Sözleşmesi de çîroka xwe ya kurdan jî bi rasthatinî rave dike. Wekî ku em dizanin dema İsmail Beşikçi bo leşkerîyê tê Kurdistanê kurdan nas dike. Fîlozofê navdar ên fransiz Pierre Bourdieu jî li Cezayirê leşkerî dike, xebatên xwe li ser Cezayiriyan dike. Barış Ünlü jî di destpêka kitêba xwe de qala rasthatiniyekê dike. Li mala hevalekî xwe yê kurd e. Li wir li malê atmosfera nasnameya kurdan bala wî dikşîne, ev yek jî meraqa wî li ser kurdan zêdetir dike. Ji bo ku mirov (kesên serdest), kesên bindest nas bike lazim e bi rasthatînî wan nas bike. Tu vê rasthatiniyê çawa dibînî, gelo ji bo ku di rewşenbiriya serdestan de mirov hin heqîqatan bibîne ma qey lazim e rewşenbîrên serdestan riya xwe şaş bikin?

PEYMANA TIRKÎTIYÊ, REDKIRIN Û JIHOLÊRAKIRINA RASTEQÎNIYA WELAT Û MILETÊ KURDAN E

A Fransayê em deynin alîkî, akademiya Tirkiyê ji rasteqîniya welat û miletê kurdan re girtî ye. Û evana temama perwerdeya xwe ji xwendegeh û akademiya tirkan digrin. Bona wê çavên wan ji kêşeya Kurdistanê re girtî ye. Pêwist e ku rasthatiniyek hebe? Na. Yanî yê ku baş bişopînin, bi serê xwe bifikirin, bê rasthatin jî dikanin bigihijin vê encamê. Lê di vira de kêşe ew e ku esas pirsgirêk pirsgirêka tirkan e. Lê vêya wekî pirsgirêka kurdan bi nav dikin. Pirsgirêk bi sedem ku a wan e, ji hundir wê pirsgirêka xwe de difikrin û dinêrin, loma jî rasteqîniya welat û miletê kurdan nabînin.

Ji serî de bikaribin wekî pirsgirêka tirkan bi nav bikin, yanî di vê erdnîgariyê de pirsgirêka tirkîtiyê heye. Kurd, ereb, ecem, pênaseyên wan hene, ehlên vê axê ne. Mirov wexta ku ji yekî re bêje kurd tête fahmkirin ku çi jê tê qestkirin. Tirkîtî ne wisa ye. Tirkîtî aîdîyeteke çêkirî ye. Heger em qala miletê tirk dikin jî, mileteke allokton e. Bi destê dewletê miletek hatiye avakirin. Li Rojhilata Nêzîk, Navîn û li bakurê Afrîka ya pirsgirêk tirkîtî ye. Û tirk in. Lê ev vêya vedişêrin. Mesela dibêjin ereban ji paş re xencer li me xistin, berê digotin kurd eşkiyatiyê dikin, peyatiya îngîlîzan dikin. Bi sedem ku hay ji xwe nîn in. Pirsgirêkê transfer dikin. Weka pirsgirêka tirk lê nanêrin, kurd pirsgirêk in, ereb pirsgirêk in, vana ne sadik in. Ermeniyan îxanet bi me re kirin, ereban îxanet bi me re kirin, kurdan îxanet bi me re kirin. Wexta ku pirsgirêkê ji aliyê xwe derdixin û transferî qewmên din dikin li ser qewmiyeta xwe ya çêkirî nafikirin û nas nakin. Bona wê heta ku di hundir wê hevkêşeyê de li xwe û li dor xwe binêrin ew ê tênegihêjin. Îcar bona ku têbigihêjin ji wan re şok lazim e. Ev şok ya dê ji aliyê miletê kurd ve bê kirin an jî şokek ilmî derbas bikin. Bi halê asayî, bi jiyana xwe ya asayî nikarin bigihêjin vê rasteqîniyê.

  • Belê mamoste, tiştê ku min fahm kir. Ji bo çêkirinê, ji bo tiştekî çêkirî, te dî armancek jê re divê, metodolojiyek jê re divê. Em bêjin hewlek jê re divê, sazî jê re divên. Ên xwezayî di hemdê xwe de dimeşin. Lê ji ber ku tiştekî çê bikin, te dî rê û û rêbaz û metolodjî lazim in. Hin kes jî hene derveyî vê metolojiyê ne, dijî vê metolodojiyê ne. Dema behsa kurdolojiyê dikin, di destpêkê de wekî antî-kurdolojî ne, dijî kurdan e. Lê di nav van zanistan de hin kes hene ku li xêra kurdan tiştina nivîsîne, li xêr kurdan hin karên ilmî jî kirine.

Belê wisa ye. Anuha mesela tu li propogandaya dewleta tirk binêrî her ku bona kurdan tiştekî dibêjin peyva “qaşo” tînin pêşiya wê. ”Sözde Kürt milleti” [Qaşo miletê kurd], ”Sozde Kürt bayrağı”, ”Sözde Kürdistan”. ”Sözde PKK Komutanı”. Halbûkî yên wan esasen qaşo ne. Îcar ku tu bi qaşobûna xwe nehesî, tu yê derveyî xwe wekî qaşo pênase bikî. Wan ala xwe ji ber alaya yewnaniyan çêkirine, alayeke qaşo ye. Vê nabînin. Ji alaya Kurdistanê ya xwezayî, têkoşîneke sed salî, têkoşîneke serxwebûnê re hatiye xêzkirin re dibêjin qaşo. Mesele diyalektîka hundir û derve ye bi ya min. Li Tirkiyê em nikarin bibêjin zanist heye, akademî heye û di van akademî an zaningehan de azadîya ramanî heye û bêsînor dikanin van kêşeyan guftûgo bikin.

  • Di kitêbê de perspektîfa “spîbûnê/spîtiyê” tê şopandin ku stratejiyên wê jî “nezanî, bêeleqeyî û bêhestiyarî” ye. Ev fenomanên spîbûnê jî ji nijadperestiyê tê cudakirin. Te dî dema kurdek ji tirkekî re qala trajediyeka ku hatiye serê kurdan dike ew kesê tirk dibêje “min nizanibû”. Ev stratejiya nezaniyê ye. Li gor te meseleya reşik, dîke (Öteki) û bindestan dikare di bin banê fenomenên spîbûnê ji nijadperestiyê cuda bibe, ango têkiliyeke xebatên spîbûnê û nijadperestiyê de heye?

Nuha ez ê bi giştî ji bo Barış Ünlü çend tiştan bibêjim. Pirtûkeke hêja ye. Û kedeke giran daye. Li ser fikiriye. Esasê vê pirtûkê analojiyek e. Yê ku bo tirkîtiyê bi hawê analojiyê, bi peymana tirkîtiyê saz dike sê waqa hene. Yek li Amerîka reşik û spî, li wir xebatên spîbûnê. Ya din xebatên femînîzmê, bi taybet di nav jinên reşikan de dijderketina li femîmîzma jinên spî. Ya din jî başûrê Afrîkayê ye. Analojî jî carina bona fahmkirina bûyeran, wasiteyeke baş e. Lê dema tiştê esasî yê ne wek hevdu, di bingeha xwe de ne wek hevdu, tu bi rêya analojiyê bişibinî hev, tu rê li kêşeyan vedikî.

Di vira de kêşeya esasî ev e. Li Amerîka reşik û spî hene. Spîyan demeke dûr û dirêj, bi sedan sal zilm li wan kirine, nijadperestiyek li wan kirine. Lê li Amerîka Reşikistanek tune ye. (Ger pêwîstî bi qiyasekê hebe, divê kurd ne bi reşikên Amerîka lê bi çermsorên Amerîka re bê qiyaskirin). Tu were başûrê Afrîka, li başûrê Afrîkayê jî Spîstanek tune ye. Evên kolonyalîst hatine li wê derê, kolonîyeke spî ava kirine, di ser wê koloniyê re zilm û zordarî li niştecihên Afrîkaya Başûr kirine û li reşikên Afrîkaya Başûr kirine.

Xala sisêyan femînîzm e. Her çend mesele di Lenîn de jî heye, mafê çarenûsî, bêtir dişibîne hevberdanê (gerek mirov bi hêsanî karibe hev berde). Ev her du mijar ji hev cuda ne. Kêşeya zayendî civatê tîkane dike du perçe. Halbûkî kêşeya dewleta Tirkiyê û Kurdistanê ne wisa ye, ne yekpare ne. Li vir dewleteke dagirker heye û Kurdistanê dagir dike, bi zilm û zorê bi rê ve dibe. Vêya em nikarin bişibînin kêşeya zayendî û hişmendiya mêrserdest ku mêr zulmê li jinan dikin. Ev bi ya min, zeafa vê pirtûkê ya esasî ye. Ev, ew çend zeafek e ku esasen di vê çarçoveyê de dikarim bêjim ku Barış Ünlü jî di hundir Peymana Tirkîtiyê de difikire. Qest jê ew e: rasteqîniya Kurdistanê dernaxe pêş. Kurdan derdixe pêş. Weke nimûne li Tirkiyê pomak jî hene lê Pomakistan tune ye; çeçen jî hene lê Çeçenîstan tune ye. Halbûkî tiştê ku Barış Ünlü dike, li ser peyva Peymana Tirkîtiyê re, kurdan, pomakan û çeçenan dadixe astekê. Encama vê çi ye, encama vê yekê di ser rasteqîniya Kurdistanê re gavkirin e. Ev esasen heger em ê Peymana Tirkîtiyê gengeşe bikin, xala esasî ev e. Dewleta Tirkiyê rasteqiniya welat û miletê kurdan red dike û dixwaze ji holê rake. Heger em têgeha Barış Ünlü bi kar bînin, esasen xala esasî ya Peymana Tirkîtiyê, redkirin û jiholêrakirina rasteqiniya welat û miletê kurdan e. Bes Barış Ünlü jî di analîzên xwe de vê rasteqiniyê dernaxe pêş. Her çend cî bi cî qala Kurdistanê dibe jî, analîzên wî ne li ser rasteqîniya welat û miletê kurdan e. Di navbeyna spîtî û nijadperestiyê de cudahiyek heye an tune ye, yanî li Amerîka serdestiya spîyan bi şiklekî nijadperestiyê ye. Feqet bi sedem ku di nava hev du de ne, em bêjin ne wek karê Fransa li Cezayirê kir. Ne wek wê ye. Her cudabûnên wan hebin jî, li wir spîparêzî cinsekî nijadperestiyê ye.

EV PIRTÛK JI BO TIRKAN HATIYE NIVÎSÎN LÊ YÊN KU PIRTIR DIXWÎNIN Û DIPEJIRÎNIN KURD IN

  • Dîsa jî têgehên di pirtûka Barış Ünlü de hatine bikaranîn, hêjayê nîqaşê ne bi ya min. Mirov dikare bi wan tiştan re jî tiştinên din nîqaş bike. Yek bi yek fragmantên ku tê de ne divê mirov nîqaş bike. Belê li ser kurdan gelek analîz hatine kirin, lê li ser jiyanên wan ên rojane kêm xebat hene. Bi saya têgehên tê de em dikarin li ser van tiştan jî bifikrin, nîqaş bikin, bi awakî din li meseleyê binêrin.

Ev der muhîm e. Ka ez vêya jî bibêjim. Paradoksa vê pirtûkê ev e ku ji bo tirkan hatiye nivîsin. Bo fahmkirina tirkîtiyê ye. Mixabin, ê ku vê pirtûkê dixwînin û dipejirînin jî kurd in. Di nav tirkan de, ez bawerim di nav rewşenbîrên tirkan de nîqaş hene. Hinek rexne lê digrin, hinek dipesinînin. Lê bi giştî em bêjin, kurdan ev pirtûk pir ecibandin û parastin. Ev bi xwe problem e. Tu fêdeya vê pirtûkê li kurdan nîne. Kurdek ji vê pirtûkê fêrî tiştekî nuh nabe. Kurd ji xwe di jiyana xwe de dijîn. Yê ku lazim e bixwînin û têbigihijin û vê Peymana Tirkîtiyê derbas bikin civaka tirk e. Lê ew bi xwe naxwînin. Bi ya min têgehên ku ew pêşniyaz dike, pirên wan jî nîqaşbar in. Di serî de peyva peymanê nîqaşbar e. Peyva peymanê tê wateya ku hin teref hene û li ser tiştekî li hev kirine. Di vir de terefekî wisa tune ye. Dewletê biryar daye, li gor biryara xwe bi muhendisiya civakî xwestiye miletekî allokton ava bike, miletên otokton jî ji holê rake.

  • Lê belê ev jî heye, dewlet dawiya dawî ji kadroyan pêk tê. Ew kadro jî wekî ku civakeke çêkirî ye. Ew tiştê ku çêkirin jî mirov in. Bersiva mirovan jî girîng e. Dema Fransa diçe Cezayirê bersiva gelê Fransayê tiştekî din e. Dema Amerîka dijî reşikan tiştekî dike bersiva civaka amerîkîyan tiştekî din e. Bûyerên 6-7 Îlonê em bînin bîra xwe. Dewleta tirk bêtirî bi destê civakê êrîşî mal û milkê xeyrî-mislimanan kirin. Em dibînin ne tenê bi kadroyan bi riya civakê, bi riya lînçkirinê ev muhendisiyê tê kirin. Ew kesên êrîşkar bi xwe ne xwedî nasnameya polîs û eskerî ne, lê wekî polîs û eskeran tevdigerin.

  • Belê hêlên civakî hene. Lê “peyman” vê îzah nake. Weke encam, ne dewleteke nuh e dewleta Tirkiyê. Berdewama dewleta Osmanî ye. Lê ne dewleta Osmanî ye, êdî dewleteke nuh e. Dewleteke modern e. Di wê derbasbûnê de vê dewletê ji xwe re hin tişt kirin hedef. Û li gor wan hedefên xwe hegemonyeke fikrî ava kirine. Piştî em bêjin sî salî, piştî çil salî êdî gel jî vê fikriyatê weke ya xwe dibîne. Halbûkî peyman[girêdan] divê di serî de tiştekî wiha hebe. Tiştekî wisa di serî de tune ye.

Belkî em bên ser derketina Ittihat Terakiyê, ferqa wê ya împeratoriya Osmanî. Di destpêkê de dewlet heye, cîhazekî dewletê heye. Esasen Îtîhat Terakî û kemalîzm di warê fikrî de jî berdewama Osmaniyan e. Evan ji 1923yan vir de bi hêz û cîhazên dewletê, ew ramanên xwe bi gel dan qebulkirin. Piştî sî-çil salan, gel jî wek dewletê hest dike, wek dewletê difikire. Vêya em ê bo çi bi têgeha peymanê îzah bikin. Têgehên di lîteraturê de ên berê hene, têrê dike bona analîzekê. Ew jî çi ye, ev dewlet dagirker û jenosîdkar e. Li gor vê karaktera xwe ya dagirker û jenosîdkar civakek jî ji xwe re ava kiriye. Hegemonîya îdeolojîk saz kiriye, weke encam dezgehên dewletê ên îdeolojîk jî hene. Bi peyva Althusser cîhazên îdeolojîk ên dewletê. Di ser vana re û bi aparatên hêzan jî gel îqna kiriye, bi gel daye fahmkirin ku “ne em bin, em wisa nefikirin em ê ji holê rabin”. Fêdeyeke wê heye. Fêdeyeke vê terza fikirandinê heye, ji vê terza fikirandinê biratî dernakeve. Ew fêde ye. Lê ê ku dibê “ew ê fahm bikin”, esasen civaka tirkan e. Civaka kurdan di jiyana xwe de van dizanin.

“Peymana Tirkîtiyê, têkiliyê dewleta tirkan û Kurdistanê îzah nake. Heta dereceyekê, wê têkiliyê dinuxumîne.”

  • Belê mamoste tu rexne li peyva “peymanê” digrî. Tu vê, em bêjin “ne peyman” lê hevkarîyê, ji aliyê dewletê ve jî bê, ji aliyê mileta tirkan ve jî bê, vê yekbûyîna dewlet û mileta tirkan çawa şîrove dikî?

Li her derê dewlet hegemonyeke îdeolojîkî û fikrî li ser civatê ava dike. Ev ne tenê taybetmendiya dewleta tirkan e. Lê bi xwe, Peymana Tirkîtiyê, têkiliyê dewleta tirkan û Kurdistanê îzah nake. Heta dereceyekê, wê têkiliyê dinuxumîne. Îtîraza min ji wê ye. Ev yek nimûne ye. Wekî din jî têgîn hene. Esasan ev têgehên ku Barış Ünlü jî dibêje, ne ku wî îcad kirine. Di xebatên spîbûnê yê Amerîka û Afrîkaya Başûr jî, di xebatên femînîst de ev têgeh hene. Qesta min jê, her têgehek bi me xweş be, bê lêpirsîn û bê muhakeme divê em nepejirînin. Berê em lê bipirsin, di lêpîrsînekê re derbas bikin, muhakame bikin. Dû re hek rast be em bi kar bînin. Lê xwenedeyên kurdan ji bo fikrên Rojavayê xwe ne xwedî karaketereke rewşenbîrî ne. Bêyî ku lê bipirsin, ger dengeke nerm di layê tirkan de dibihîzin, dibêjin ev pir baş e.

”Ji vê re em nikarin bêjin nezanîn. Ev zanîneke dagirker, jenosîdkar û kolonyalîst e. … Ji vêya re nikarim bibêjim nezanîneke jehrîn, kanim bêjim zanînek jehr dadayî.”

  • Te behsa têgehan jî kir. Li ser vê “nezaniyê” ne di mahneya cahiltiyê de di mahneya “min nedizanî” de pedagojiyek heye. Zarok ji bo ku nizanibin têne perwerdekirin. Psîkanalîst Allice Miller ne ji bo konteksteke siyasî bibe jî, ji bo takekesan, ji bo civakî giştî helbet siyasî jî tê de têgehek bikartîne dibêje “pedagojiya jehrîn”. Tu dikarî pedagojiya vê nezaniyê, ê ku dibêjin “min nedizanîbû tiştên wiha hatine ser kurdan”, hin ji bo zarokên tirkan him ji bo zarokên kurdan şîrove bikî?

Ez di wir de vê yekê wek nezanîn napejirînim. Şaşzanîn e ev. Di perwedeya tirkan de, derheq kurdan de, serhildana kurdan de hin zanîn hene. Îro ji xwe ji dibistan û zaningehan bêtir televîzyon hene, înternet heye, her kes kêm zêde xwedî zanîn e. Lê zanîneke şaş e. Esasen ji vê yekê re em dikarin bêjin îdeolojî. Sedem, Marks îdeolojiyê ji bo zanîna şaş bikartîne. Ev zanîn e, lê zanînek hatiye “îxfalkirin”, zanîneke şaş e. Tenê nimûneyekê bidim. Di salên nodî de li gor raporta meclîsa tirkan, 4300 gundên kurdan hatine şewitandin. Li Tirkiyê jî bi hezaran gund hene. Em dikarin bêjin ku van gundîyan pê nizanîbûn? Na, va gundîyan zanîbûn, lê wan digotin “vana dijminê dewleta me ne, terorîst in, ew şewat û kuştinê heq dikin”. Neha temama tirkan dibîne ku dewleta tirkan dadikeve Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî. Lê ne ku vêya nizanin, lê vêya dipejirînin. Dibêjin ku“bo bekaya dewleta me, divê vana bên kuştin, ji wir bên qeşitandin”. Ji vê re em nikarin bêjin nezanîn. Ev zanîneke dagirker, jenosîdkar û kolonyalîst e. Û civata tirkan bi vê zanînê hatiye perwerdekirin. Mesela profesorên wan hene. Bi sedan zanîngehên wan hene. Rojek bi tenê dengek ji van zanîngehan derdikeve, îtîrazek derdikeve? Dernakeve. Ne ku nizanin. Wê dipejirînin. Zanîneke dagirkerena, jenosîdkarane di nava gel de belav dikin. Gel jî xwediyê wê zanînê ye. Ji vêya re gotina “nezanîn” bi min rast nayê.

  • Ji hêla kurdan ve jî Barış Ünlü diyar dike ku ev îmtîyaza nezanîna tirkan li ba kurdan berovajî ye, kurd tim û daîm mecbur in bizanibin, tiştên ku hatine serê wan bizanibin.

Ji hêla kurdan ve, ji hêla zarokên kurdan ve em dikarin vê bibêjin. Derfet û çavkaniyên zanîna li ser xwe ji wan re hatiye girtin. Çavkaniyên zanîna wan yên ku dewlet dide ber wan e. Ji vêya re nikarim bibêjim nezanîneke jehrîn, kanim bêjim zanînek jehr dadayî. Bi min ew têgeh dê çêtir îzah bike.

Beşa duduyan dewam dike.