Ji 45a virde sîstema tirka bû sîstemek pirpartîtî û hilbijartin li Tirkîye çêdibin. Ji 45a virde jî em bi zindî dişopînin hilbijartinê Tirkîyeyê. Heta niha me hilbijartinên demokratîk li Tirkîyê nedîtîne. Sedemên wê hene. Ji bo me Kurdistanîyan sedema esasî ev e:
Komara Tirkîye, hebûna xwe li ser tunekirina Kurdistanê ava kirîye. Ev sed sal e jî bo rastîya welat û miletê kurdan ji holê rake têdikoşe. Wate: Sîstema Serwerîya Tirka sîstemek jenosîdkar e. Ew ê ku ji sîstemê jenosîdkar hevîya hilbijartinên demokratîk bikin, mane ya xwe ne jenosîdê dizanin, ne dagirkerîyê dizanin û ne jî komara Tirkîye nas dikin.
Dewletek li Kurdistanê dagirker nikane hilbijartinên demokratîk derxe. Ji bo li Kurdistanê hilbijartinek demokratîk çêbibe divê dewleta Tirkîyeyê ji Kurdistanê derkeve, li Kurdistanê parlemento bê avakirin, ew parlementoya Kurdistanê ya neteweyî biryara hilbijartinan bide. Wê çaxê em dikanin gengeşî bikin gelo ev hilbijartina li Kurdistanê li dar ket demokratîk e an nedemokratîk e.
Îro li Kurdistanê parlementoya me tune ye, ji bo parlementoya xwe em naçin ser sindoqan, ji bo parlementoya tirkan em diçin ser sindoqan. li Kurdistanê parlementoya te tune bî û tu wek hemwelatîyê tirkan biçî ser sindoqan û beşdarî hilbijartina bibî, esasen tu hebûna vê dewleta dagirker li Kurdistanê rewa dibînî. Tu zimnen qebûl dikî ku ev dewlet ya me ye jî em ê jî beşdarî hilbijartinan bibin biçin parlementoya xwe li wê derê alîyen sîyasî yên tirkan qanih bikin ku kêşeyên Kurdistanê çareser bibe. Ji cîyê ku em lê dinerin, cîyê ku em lê dipeyîvin, wateya hilbijartina Tirkîye ev e.
Baş e, ji xêndî Kurdistanê ji bo Tirkîyeyê, ev dikane bibe hilbijartinek demokratîk? Dikare bibe jî dikare nebe jî. Bi sedem ev hilbijartin heya hefteyek berîya wê jî em nizanin ew ê pêk bê an pêk nê? Pêk were ew ê di kîjan şerdan de pêk bê hîn kes pê nizane.
Nimûne hene. Hilbijarinên 2015an di hezîranê de AKP ji partîya yekemtî derket – yanê piranîya parlementoyê negirt- ew hilbijartin di meha 11an de nû kirin, di nabeyna vî şeş mehî de li her derê Kurdistanê û hîn deverên Tirkîye bombe teqîyan, însan hatin kuştin, bi vê mudaxeleyê AKP dîsa piranîya parlementoyê bi dest xist. Yanê dewleta Tirkîye dewletek wisa ye, kes nikane di vî warê demokratîyê de bibe kefîlê vê dewletê.
Niha di vir de esas tiştê lazim e em li ser bipeyivin ev e. Tirkîye di qeyranekê gelek mezin de ye. Qeyranek piralîye ev qeyran. Di serî de qeyrana sîyasî ye û ev sî sale ev qeyran didome.
Yanî piştî ku Yekîtîya Sowyetê têk çû, bi xwe re nîzama dinyê jî têk bir, beşekî hişmendîya dewleta Tirkîye gotin; Emerîkî û Ewrûpî dixwazin, Kurdistanek mezin ava bikin û ew dijminatiyê li me dikin.
Ev dewleta ku hem endama Nato û hem berendama Yekîtîya Ewropa, Ewropa û Emerîka bi dijminatîya komara xwe îtham kirin. Û gotin; hewceye em têkilîyê xwe bi wan re ji nuh ve di çav re derbas bikin. Xetek di hundir dewleta tirkan de xetek Avrasyayî derket. Emerîkîya xwest di ser AKP û Cemeatê re vê xetê tasfîye bike, demekê tasfîye kirin. Lê dû re AKP bi hêzên dewletê klasîk( a ku em dewleta kûr jê re dibên), re li hev kir.
Blokeke îktîdarê heye; MHP,AKP û hezên dewleta klasîk bi sê linga ye. Wate: Dewleta Tirkîye li dinyê bêpenase ma ye. Ne di bereya rojava de ye, berê xwe didin bereya Avrasya jî îktîsada wan bi rojava re girêdaye, çanda wan çanda rojava ye, nikanin li wir jî cî bigirin. Sedema qeyrana sîyasî ya Tirkîye ya esasî ev e û esasen li ser kêşeya Kurdistanê ye, ev qeyrana wan a sîyasî.
Qeyraneka ekonomîk ya pir xûrt heye. Ev du sê salên dawîn êdî her kes di laşê xwe de hîs dike.
Qeyranek civakî heye. Niha ew qeyrana belawela û giştî ya gerek çareser bibe ya divê ew sîstem ji holê rabe. Li hember vê qeyranê du sê helwest hene. Sê bere em ê bijmêrin:
Bereya cumhûr, ji AKP, MHP û hîn partîyên din saz dibe, ew dibêjin em ê ji nuh de bên hilbijartin, îhtîmalek mezin ew ê tundûtûjîyê hîn giran bikin. Totalîterî, otorîterîyê hîn zêde bikin. Û vê qeyranê stabilîze bikin.
Bereya milet ew jî ji îyî partî û CHP û çar partîyan din pêk tê; ew dibêjin em ê hin çaksazîyan çêkin, hîn çaksazîyên demokratîk em ê li dar xin, em ê vê dewletê ji vê qeyranê derxin.
Bereya siseyan a ku niha bi partîya Çep a Kesk dikin tev li hijbiratina bibe di eslê xwe de bereya Ked û Demokrasîyê ye, ji HDP û pênc partîyên çepgirên Tirkîyeyê pêk tê. HDP bi xwe jî di hundurê xwe de çar partîyên çepgir ê tirk dihewîne. Wate: Ew bere ji partîyên çepgir yê Tirkîye saz bûye. Ew jî dibêjin; (yanê car car qala keşeya kurd jî bikin, tu car qala kêşeya Kurdistanê nakin) ; ger Erdogan biçe, ev bereya milet, ew ê bi çaksazîyan vê qeyranê dabûr bike.
Niha li vir yê tune, li alîyê Tirkîye, tevgereke şoreşger tune nabêje; ez ê vê qeyranê bi şoreşê dabûr bikim.
Li Kurdistanê rêxistinek Kurdistanî û şoreşger û xwedî qabîlîyeta temsîlê tune û nabêje di vê qeyranê de em ê vê dewletê ji Kurdistanê derxînin.
Ango di opozîsyonê de sîyaseta serdest, sîyaseta reformîst, konformîst e. Ew sîyaset serdest e qasî bi partîyê sîstemê ji krîzê ditirsin, ji qeyranê ditirsin.
Dibêjin; eman rojek berî rojekî bira Tirkîye qeyrana xwe derbas bike û bibe dewletek asayî. Dirûşma wan çi ye? Durûşma wan dibên; di 200 sala nuh de –sed saleke cûmhûrîyeta wan qedîya- dibên di vê sedsalan nuh de em ê komara Tirkîye bi demokrasîyê tacek zêrîn dêynîn ser cumhûrîyetê. Wate: HDP û derdor wê û ew ê ku dixwazin li dor HDP yê beşdarê hilbijartinê bibin, ne li dijî hebûna cumhûrîyeta Tirkîye ne li Kurdistanê. Vê cumhurîyetê esas digirin û dibêjin ev cumhûrîyet, ev komar, ev dê li Kurdistanê bimîne, em ê ve komarê bi demokrasîyê hîn bilindtir, hîn xweşiktir bikin.
Ev ne helwesteke şoreşger e û ne Kurdistanî ye. Karê xweşik kirina komara Tirkîye ne karê sîyaseta Kurdistanî ye. Tekane karekî sîyaseta Kurdistanî heye ew jî li ser heqîqeta welat û miletê kurdan, têbikoşe û vê komara Tirkîyeyê ji Kurdistanê biqeşitîne. Ne ku komarê qebûl bikin û bêjin hîn alîye wê yê demokratîk kêm in, em van alîyan sererast bikin, ew ê bibe dewleta me gişa.
Sîyaseta Kurdistanî dibê li hember wî fahmî derkeve ew fahm komara dagirker li Kurdistanê rewa dibîne. Derdê me ne bi filan an bêvan partîya tirkan re ye.
Hedefa sîyaseta Kurdistanî, hedefa têkoşîna azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê ne filan an bêvan van partîyên Tirkîye ne. Em li dijî sîstemekê ne. Em li dijî vê dewletê nê ku ev dewlet li Kurdistanê dewletek dagirker û jenosîdkar e.
Di vî bist salên dawî de terefê HDP, ji sala 2002yan heta bi 2008an gotin; AKP faşîzma kesk e, CHP û artêşa Tirkîye damara demokratîk e, bi wan re kar kirin. Ji 2008an heta 2015an îcar gotin; AKP partîyek demokratîk e û di ser pêvajoya Îmralî re em ê kêşeya Kurdistanê çareser bikin. Ji 2015an vir de dîsa vegerîyan rewşa berê, dîsa AKP bû faşîst, CHP bû demokratîk.
Di eslê xwe de AKP jî CHP jî weka xwe ne. Ên ku di sîyasetê de dans dikin ev teref in, terefê HDPyê ne. AKP jî, CHP jî. Partîya nebaş jî, partîya MHP jî evan a giş partîyên nîzamê ne û partîyên dagirker û jenosîdkar in. Nabe ku carê em yekê ji wan bigirin û berê xwe bidin yeka din.
Heger nîyeta me û têkoşîna azadî, rizgarî û serxwebûnê heye dibê em berê xwe bidin nîzama Tirkîye. Bidin hebûna vê dewletê li Kurdistanê. Ta ku em negêjin vî fahmê gelekê ji me re çîrokên demokratîk bêjin.
Demokrasî, têkilîyê dewletekê bi civata wê re ye. Kurdistan ne civata komara Tirkîyê ye. Komara Tirkîye li wê derê dagirker e. Kengî ku li Kurdistanê me dewlet ava kir, em kanin wê çax qal bikin ku li Kurdistanê demokrasî heye an tuneye. Niha em dikanin bona başûr nîqaş bikin. Helwesta rêvebirîya başûr çiqas demokratîk e çuqas ne demokratîk e em kanin nîqaş bikin. Ji bo dewleta Tirkîye li Kurdistanê em vê nîqaşê nikarin bikin. Têkilîya du miletan demokratîk nabe. Têkilîyên du mileta li ser wekhevmafî, li ser cîrantîyak baş dikare pênase bibe. Nabe ku em bêjin; kêşeya Kurdistanê yê bi demokrasîya Tirkîyeyê, bê çareserkirin.
Dewleteke dagirker li Kurdistanê nikare hilbijartineke demokratîk li darxe.