Sîyaseten Temsîl

Sîyaseten Temsîl

Lê mixabin, ew helwest, ew îradeya sîyasîya serbixwe bi partîyan re nemaye. Yanê, HDP benda îtifaqa milet, partîyên din bende HDP û piştî van guftûgoyan ew ê ji nuh de helwesta xwe dîyar bikin hilbijartinê re maye meh û nîvek. Ji ber wê ez dibêjim; miletê kurd di vê hilbijartinê de sîyaseten temsîl nabe!

Yekem, di vê hilbijartinên de miletê kurd, sîyasetên temsîl nabî. Ev her du rexistinên hûn qal dikin, HUDAPAR jî HDP jî tevî ku girseyan wan sedî nod kurd e jî, nabêjin em partiya kurdan in an jî partiya Kurdistanê ne. HUDAPAR dibê ez Tirkîyeyek rengîslamî, Tirkîyeyek wek a dema osmanîyan dixwazim. HDP jî dibêje ez Tirkîyeyek demokratîk dixwazim.

Bes, her du jî, temsîlkarîya kurda nakin. Ji van HDP, ji sedî çel dengê kurda digire û qabîlyeta temsîlkarîyê pê ra heye.  Lê ew dibêjin, em miletê kurd temsîl nakin, em partîyek Tirkîyevî ne, em ê parçeyek ji nîzama Tirkîyeyê ya demokratîk bin. Û heta dibêjin, em ê neteweyekî demokratîk ava bikin li Tirkîyeyê.

Ango, rastîya neteweyê kurd ji holê radikin û dixwazin kurda bikin beşek ji neteweyê Tirkîye. Ango divê em mijarê rast û li ser prensîban gengeşe bikin.

Temamê telewîzyonên tirka, ev çend mehê wan e dibêjin, rayê kurda kilîd e di vê hilbijartinê de. Ê ku dibêjin nifte ye, ê ku dibêjin kilîd e. Di eslê xwe de ji bona ku tu kilîd bî an bi nifte bî gerek pênaseyek te, tarîfek te hebî.

Ev partîyên ku xwedîyê van -em bibêjin- şeş mîlyon deng in, nabêjin ev deng dengên miletê kurd eû talebê kurd û Kurdistanê filan tişt in. Dibêjin, komara Tirkîye, ketîye qeyranekê, ji demokratîyê dûr ketîye, em dixwazin vê komarê tamîr bikin, bikin komarek demokratîk. Ji bo wê di vê hilbijartinê de em nikarin bêjin ku rayên kurda kilîd e. An kurd dengê xwe bidin kîjan alî wê ew ê biserkevin. Ê ku diçin ser sindoqan wek e tirk diçin ser sindoqan. Li Tirkîyê tu nikanî wek e kurd, weke Kurdistanîyek herî ser sindoqan û dengê xwe bidî. Tu biçî parlemento jî weka kurd tu nikanî bibêjî ez li ser navê kurdan, ez ji Kurdistanê me, ez bûme parlamenterê Kursistanê. Divê berê em wê dirust bikin.

Mijara HUDAPARê mijarek girîng e. AKP li gor lêkolînên ku tê çêkirin dengên ku ji kurdan digirtin gelek kêm bû ye, dixwazî bêje ku vaye li ser HUDAPAR re beşekî kurdan jî bi min re ne. Ew dê bîra we çend meh berê Evdirehman Kûrt jî çend grûbên sîyasî yên kurda re civînek çêkir di wê civînê de ji wan re gotûbû ku carek din em pêvajoya çareserîyê li darxin em nema bi HDPê re dikin emê bi we re bikin.

E vana taktîkên sîyaseta tirk in ji bo kurdan birêve bibin. Sîyaseta kurd divê vê red bike bi şexsîyet xwe bi nasname ya xwe derkeve seha sîyasetê. Dê ev dewleta çawa ji vir bêqeştandin? Kêmasîya herî mezin li Kurdîstanê tunebûna rêxistinek şoreşger û wxedî qabîlyeta temsîlê ye.

HAKPAR tenê weke partîya kurda, mafê ketina hilbijartinê bidestxistîye û dibêje ez bi partîyên Tirkîyeyê û bereyên Tirkîyeyî re tîfaqê çênakim, ez ê li ser navê xwe bi ambileme xwe beşdarî hilbijartinan bibim.

Qabîlyeta temsîlê ya HAKPARê ne ew çende ku kane miletê kurd temsîl bike. Daxwaz heye lê qabîlyeta temsîlê tune ye. Van partîyên dervî HDPyê ji wan pênc şeşek ji xwe li dû HDPyê ne. Ji sala 2014an û vir de PARTÎ KOMÎNÎST KURDISTAN, beşek ji rexistina AZADÎ, beşek ji PARTÎ DEMOKRAT KURDISTANa TIRKÎYE, beşek PLATFORMA KURDÊN DEMOKRAT, partiyak din, evana ji hilbijartina 2014an vir de li dû HDPyê ne.

Di hilbijartinan de parlementerek an şaredarekî didin van grûban van grûbanan li dor xwe dihêlî.

Li derveyî van PAK û PSK maye. PAK û PSK jî heya nuha helwestek sîyasî di mijara hilbijartinê de ne anîne zimên, hîna negotinin helwesta me di vê hilbijartinê de çi ye? Li bende HDPyê ne. Ev hefteyek deh roj e HDPyê re danûstendinan dikin piştî van danûstendinan em ê bizanin ku helwesta PAKê û PSKê di vê hilbijartinê de çî ye? Ji xwe problema esasî ev e. HDP ne xwedî îrade ye. Ev salek e li benda îtifaqa milet e ku ew ê kê bike kandîd. Heta ku tifaqa milet kandîdê xwe kir Kiliçdaroglî wan tu helwest dîyar nekirin. Piştî ku Kiliçdaroglî bû kandîdê îtifaqa milet, HDPyê got em kandîd dernaxin ji bo hilbijartina serokdewletîyê.

Van partîyên din jî li bende HDPyê ne. Way HDP jî tifaqa xwe bi çepgirên tirkan re çêkir, manîfestoyê xwe weşandin. Ji nuh de hatinin li Dîyarbekirê bi PAK û PSK re hevdîtinê ji bo hilbijartina dikin. Ango hûn ger partîyên sîyasî bin, divê helwestek we ya sîyasî di derheqê hilbijartinan de zelal be, tereftarê we an miletê kurd bizanin filan partî di mijara hilbijartinê de çi dibêjin?

Lê mixabin, ew helwest, ew îradeya sîyasîya serbixwe bi partîyan re nemaye. Yanê, HDP benda îtifaqa milet, partîyên din bende HDP û piştî van guftûgoyan ew ê ji nuh de helwesta xwe dîyar bikin hilbijartinê re maye meh û nîvek. Ji ber wê ez dibêjim; miletê kurd di vê hilbijartinê de sîyaseten temsîl nabe!

Ew ê girseyên wan xurt û qabiliyeta temsîlê bi wan re heye, dibêjin em ne partiya kurda ne. Ev ê wek HAKPAR dibên em partîya kurdan in jî qabîlyeta temsîlê bi wan re tune ye. Wan partîyên din ji bo çi bi HAKPARê re nakevin hilbijartina, bi sedem HAKPAR nikane parlementeran bide wan. Dengê HAKPARê ku bi xwe parlamenterekî derxe tune ye, îjar mayî ku parlamentera bide wan partîyên din.

Qala îtifaqa hilbijartinê ya Kurdistanî dikin, ev ji kok de şaş e. Îtifaqa hilbijartinê ya Kurdistanî çê nabe. Parlementoyek li Kurdistanê tune ye ku em bêjin, em ê îtifaqa Kurdistanî çêkin, herin li Enqere jî tevlî parlementoya Enqerêyê bibin.

Niha li Başûr dibe. Li Başûr parlementoya Kurdistanê heye. Du hilbijartinan çê dikin, yekê bo xwe yekê jî ji bo kandîdê xwe bişînin Bexdê. Li cem me tiştek wîsa tune ye ku îtifaqa Kurdistanî bo hilbijartina çêkin.

Dû re pirs ev e: Nuha dewleta Tirkîyê li sê parçeya Kurdistanê şerekî tund û dagirkerane dimeşîne. Her roj Rojava, Başûr, Bakur bombebaran dike. Ê li dijî ve ya ji bo çi tifaqa Kurdistanî çê nakin?

Erdhejek mezin çêbû, li sînorê me yê Rojava, Semsûr û Meletî û Mereş û Entab û Efrîn. Baş e ku hûn Kurdistanî ne û hûn dixwazin tifaqek Kurdistanî çêkin, hûn bo çi li hember vê erdhejê tifaqek Kurdistanî çênekir?

Ev mîrata tifaqa Kurdistanî tenê ji bo hilbijartina te rojeva we. Eger tenê ji bo hilbijartina Kurdistanî tê rojeva  we, îtifaqa we, ne îtifaqa Kurdistanî ye, îtifaqa posta ye û îtifaqa berjewendîya ye.

Anuha miletê me, di bin zulm û zordariyek dagirker û jenosîdkar de ye. Pêwistî li her sehayê bi îtifaqên Kurdistanî re hene. Lê di sehayê de em nikanin îtifaqên Kurdistanî ava bikin dibe hilbijartin di ser postê parlementerîyê û şaredarîya de dibêjin me îtifaqa Kurdistanî pêk anî.

Yanê pirgirêk evîya ye, ne di derek din de ye. Pirsgirêk di sinifa sîyaseta Kurdistana Bakur de ye. Sinifa sîyaseta me  hêvîya Kurdistanek serbixwe bi wan re nema ye. Şewqa şoreşê, şoreşgerîyê bi wan re nema ye.

Ji partiyên tirkan bêtir ditirsin ku qeyran kûr bibe. Dibên  em çi bikin gelo qeyrana sîstema tirka dabûr bikin.

Bavo eger ku hûn ehlê Kurdistanê ne, li ser navê Kurdistanê sîyaset dikin, divê qeyrana sîstema tirka ji we re derfet bî.

Nuha, deh yanzdeh mîlyon kurd di vê erdhejê de derbeder bû ne, boyî çi tu partîya sîyasî banga Kurdistanî li vî deh yanzdeh mîlyonî nake, boy çî partîyen me yê sîyasî vê rewşa kambax ji bona serhildanekê nafikirî.

Tenha bang li dewletê dikin, dibên, dewlet boy çi dereng ma ye, dewlet qoordîne nebû ye, dewletê boyî çi alîkarî nebirîye.

Yanê pirsgirêka esasî ev e. Çareya we jî, avakirina rêxistinek şoreşgera ne li Bakur Rojavayê Kurdistanê. Heta ku li Bakurê Kurdistanê rêxistinek şoreşger û xwedî qabîlyeta temsîlê tune be; têkoşîna azadî, rizgarî, serxwebûna Kurdistanê pêşde naçe. Çuqas girseyî dibin bila bibin, heger rêveber, pêşengê ve civatê nafikirin ku rizgarîya Kurdistanê mijara şoreşê ye û şoreşa Kurdistanê di hişê xwe de programîtîze nekin, em çiqas girseyî bibin ewqasi em ê ber ve tirkîyevîtîyê biherikin. Kêşe di vir de ye, pêwistî di vê de ye û heya ku em vê kêşeyê çareser nekin jî em nikanin xitimandina sîyasî, li Bakur Rojavayê Kurdistanê derbas bikin.     

Divê hilbijartinê da milletê kurd sîyaseten temsîl nabe