MA Dİ HİLBİJARTİNA PARLAMENTOYA TİRKAN DE BOYKOT BÊ WATE YE?

MA Dİ HİLBİJARTİNA PARLAMENTOYA TİRKAN DE BOYKOT BÊ WATE YE?

Ger sîyaseta kurd îro li Kurdistanê hilbijartinên Tirkîyeyê boyqot bike, qeneta min ew e li dor ji sedî şêst kurdên neçin ser sindoqan. Wê çax ev bona me dibe referandûmekê. Em ê vê ya wek referandûm pênase bikin, û bibêjin peyama miletê me ew e ku dixwazin li ser axa xwe dewlet be, ew bixwe xwe îdare bike.

Yekem, divê sîyaseta kurd, pêşengî li dengnedayinê bike û ger li Kurdistanê ji sedî 51 kurdistanî neçin ser sindoqan, di ser vê ya re peyama; em miletek in, welatê me heye û em ne parçeyek ji vê dewletê ne, peyam bixurtî bêdayin. Ta ku ev peyam nêdayin, sîyaseta kurd jî li ser rastîya welat û miletê xwe sîyasetê neke, em dê çawa li dijî dagirkerîyê têbikoşin.

Yanê, hilbijartin çêdibe li Kurdistanê, çûyîna ser sindoq carna hildikişe ji sedî 95an, sedî şestî van dengna diçin ji partîyê nîzamê re, sedî çilê van denganan jî diçin ji HDPyê re  ku HDP jî dibêje ez partîya Tirkîyeyê me û di hundirê HDPyê de jî çar partîyên çepgirê Tirkîye hene.

Kîjan peyam di lehê kurda de ye? Peyama ku em ji hemwelatîyê Tirkîye ne dewlet a me ye hindik reform em dixwazin, peyamek Kurdistanî ye ya peyamek em miletek in welatê me heye û em ne dûvikê we û ne jî perçak nîzama we ne, ev peyam peyama Kurdistanî ye? Em vê helwestê diparêzin.

Ger sîyaseta kurd îro li Kurdistanê hilbijartinên Tirkîyeyê boyqot bike, qeneta min ew e li dor ji sedî şêst kurdên neçin ser sindoqan. Wê çax ev bona me dibe referandûmekê. Em ê vê ya wek referandûm pênase bikin, û bibêjin peyama miletê me ew e ku dixwazin li ser axa xwe dewlet be, ew bixwe xwe îdare bike.

Ê baş e, em vê nekin û em wek terefê Tirkîyevî herin ser sindoqan û em dengê xwe bidin, bo Kurdistanê çi feyde tê de heye. Çend kadroyê herin bibin parlementer ji sale 1950 vir de jî tim kurd diçin dibin parlementer ka çi bidest xistine?

Dev ji Bakûrê Kurdistanê berde, serokê Iraqê ji 2005an vir de yekî kurd e. Li parlementoya Bexdayê 60-70 parlementerê bi nasnameya Kurdistanî hene. Di 2017yan de dema dewleta Bexdyê û çeteyên Heşdî Şabî hicûmî Kurdistanê kirin, ne serokê Iraqê yê esilkurd dikanî bû tiştek bikira, ne 60-70 parlementerên Kurdistanî li parlemetoya Bexdayê tiştek bikirin a.  

Ez merheleyan red nakim. Dikare merheleya federalî bê pêşîya me, merheleya otonomî bê pêşîya me bes , çareserîya kêşeya Kurdistanê di Kurdistanek yekgirtî û serbixwe de ye ü dibê em strarejîya xwe li gor vê hedefê ava bikin. Dema tu statejîya xwe li ser Kurdistanek serbixwe ava bikî, tu yê bo çi tev li hilbijartinan tirkan bibî. Tu yê meşrûîyetê bide dewleta tirkan li Kurdistanê. Bona wê hêvîdarim heval li ser vê ya bifikirin ku em dikarin di ser hilbijartinan re referandûmekê jî pêk bînin, ger ku li Kurdistanê ji sedî zedeyî 50î kurdistanî neçin ser sindoqên tirkan ev bona me referandûm e.

HDP, boy çi tirka di ser dengê kurda re dibe parlementoyê?

Niha yekem, HDP, boy çi tirkaN di ser dengê kurdan re dibe parlementoyê? Bersîva vê bidim. Dema em armanc û hedefên HDPyê dema hat damezirandin bizanibin, em dê bibînin boy çi wan dişînin parlementoyê?

HDP, ne dewama HEP,DEP,HADEP,DEHAP, DTP ye. Waxta ku qal dikin dibên îşte partîyên kurdan tên girtin şûna wê partîyek din vedikin. HDP ne ew e.

Hdp dema hat damezirandin, PARTÎYA AŞITÎ Û DEMOKRASÎyê (BDP) hebû. Ew partî taswîye kirin, ji dêvla wê HDP ava kirin. Dû re PARTÎYA HEREMÊN DEMOKRATÎK (DBP) hebû, nehiştin ew jî bibe aktorekî sîyasî, tenha HDP kirin aktorê sîyasî ê legal. Bo çi? Bo sîyaseta Kurdistanî veguhezin bikin sîyasetek Tirkîyevî. Ji bo tu sîyasetê bikî Tirkîyevî, gerek terefên Tirkîyevî bi te re bin.

Ji ber wê çûn çi kesên li Tirkîye peyde kirin çepgir an neçepgir, giş kirin revebirê HDPê û beşek zêde jî ji wan kirin parlementer. Mesela Huda Kaya ne çepgir e. Kadroyek oldar e feqet ew jî anîn kirin parlementer. Sirri Sureya Onder, kadroyê dewletê ye. Rojnamevan Îsmaîl Saymaz, li ser televîzyonê de got ku ez pê re pêyîvîme, Sirî ji min re gottiye ku di pêvajoya Îmralî de min ne karê partîyê, min karê dewletê kiriye.

Ango ger armanc veguhestina sîyaseta kurdî be bo sîyaseta Tirkîyevî tu yê qadroyên tirk û Tirkîyevî bîne vê derê. Gelek kadroyên wek Ayhan Bîlgen jî anîn vê derê. Yanê kadroyên Tirkîyevî tenê ji bo ku tirk in Tirkîyevî ne anîn derxistin pêşîya xwe û kirin parlementer, şandin parlementoyê.

Rêvebirên HDPyê destnîşan kirin ku şêst û heft parlementerê wan 26 heb kurdin 41 ne kurd in. Ev partîya sibê nîvro evarê qala demokratîyê dikî tu car ji girseya xwe pirsîyeg û gotîye  em ê bi şeş mîlyon dengê kurdan 41 nekurd bişînin parlementoya tirkan?

Ev proje ye. Armanc ev bû. Hedef Tirkîyevî kirina sîyaseta Kurdistanî û ji bona wê van kadroyên Tirkîyevî derdixin pêş û dikin parlamenter.

Di navbêna du hêzên zilhêz ê cîhanê de manewreya sîyaseta tirk

Tirkîye dev ji garantorîya van çekdarên ku ev donzdeh sale  bikartîne,  berneda ye. Di destpêkê de jî armanca wan hîn berî şerê Sûrîyeyê dest pê bike, serokwezîrê wê çaxê Ehmed Dawûdoglû, ji Esad talep kiriye ku Îxwanî Muslîmîn bikin şirîkê revebirîyê. Û ev donzdeh sal e ji bona ku Îxwanî Mûslîmîn û ew grûbên çekdar ên îslamî yên dinê, bibe şirîkê desthilata Sûrye têdikoşe dewleta Tirkîye. Zû bi zû nikane dev ji van berde. Lê ji aliyê din jî Rûsya li ser wan ferzdikin ku bi Sûrye re têkilîyê xwe baş bikin.

Dema Erdogan çû cem Pûtîn jê re got di çareserîya kêşeya Sûryê de gava bavêjin. Pûtîn wek adres Esad nîşanî wî da. Go dibê hûn bi wan re rûnin bipeyivin. Tirkan hîn leşkerê xwe jî giş ji  wir nekişandine û dev ji garantorîya van grûpên çekdar jî bernedane.

Hûn dizanin di dema şerê Îdlîbê de Rûs û Îran û Tirkîye li Astana lihevkirin, şerdekî wan ew bû ku Tirkîye ev grûbên îslamî ên ji alîyê cîhanê ve weke terorîst tên binavkirin gerek ji Îdlîbê derxistîbûya. Feqet Tirkîye ev jî  pêkneanî  û çend leşkerên tirkan jî hatin kujtin wê çax ê. Bi ya  min ew alvêr didome.

Talebê tirkan dîyar e. Dibêjin ew heremên ku kurd xwe birêve dibin, divê tasfîye bikin. Feqet ji alîkî de di tengala Rûsyayê de bi Esad re van karan dimeşîne, lê heman Erdogan, hîn tekilîyê xwe û Emerîka li ser mesela Sûrîyeyê jî ji kok ve nebirîye. Ango di nav zilhêzên cîhanê de manewra dike. Yanê di şerdekî xirab da ne. Qeyrana ku ez qal dikim qeyranek piralî ye.

Û ez wê jî bibêjim û biqedînim. Ji serdema Osmanî û heta niha hem Osmanî û hem komara Tirkîye bi manewrayên di navbêna du hêzên zilhêz ê cîhanê de li ser niga mane.

Yanê dema Mihemed Elîyê Kawalayî hatîye êdî  saltanata Stenbolê tehdît dike, Brîtanya mudaxîl bûyî, şerê Rûsa û Osmanîya Rûs hatine heta nêzî Stenbolê dîsa Brîtanya mudaxîl bûye. Avabûna vê komarê lîstikek manewrayek di navbêna Brîtanya û Sowyetê de ye. Brîtanya xwestîye li hember Sowyetê herêmek tampon hebe, Sowyetê jî xwestîye li hember Brîtanya herêmek tampon hebe. Her du ya jî Kemalîst ji bona xwe tampon hesabandine. Mustefa Kemalê ku esasen bi Îngîltere re kar dike alîkarîya mezin jî ji Lenîn girtîye. Bi taybet deh salên dawîn de jî sîyaseta Erdogan jî ew e.Di navbêna Emerîka û Rûsya de xeta Ewrasyayî û xeta Rojavayî de manewra dike. Ev sîyaset zû dereng dê dawî bê û bi ya min kengî ev sîyaset bidawî hat jî qeyrana sîyasî ya tirka dê here asta herî kûr.          

Pêşengîya Sîyaseta Kurd

Pêşengîya Sîyaseta Kurd