Pêwîstîya Dewleta Tirkîyê bi şer heye.

Pêwîstîya Dewleta Tirkîyê bi şer heye.

Dewleta Tirkîyeyê dagirîya xwe fireh dike û li sê parçeyên Kurdistanê şerekî jenosîdkar dimeşîne. Li Bakurê Kurdistanê tu çîya, deşt, bajar, bajarok, gund nemaye ku baregahê leşkerî û polîsî lê ava nebûbe. Kuştin, zindanîkirin, karên tecawuzkarî, şewitandina daristanan bûye bûyerên asayî. Li Rojavayê Kurdistanê; Efrîn, Serêkanîyê, Girêsipî dagir kiriye û karên jenosîdkar didomîne. Sererd û binerda Rojava talan dike. Bi destê çeteyên Artêşa Azad zilm û zordarîyê dimeşîne û demografiyê diguherîne. Kurdan mecbûrî koçberîyê dike û erebên bi ser çeteyan ve li şûnwarên wan bi cîh dike.

Başûrê Kurdistanê her roj bombebaran dike, di kûraya 40 kmî de baregahên leşkerî ava dike, dixwaze desthilatdarîya Başûr têk bibe. Sedema esasî ya vê êrîşkarîyê bilindbûyina têkoşîna rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ye. Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê di qada navdewletî meşrûîyet wergirtiye û di ser refrandoma serxwebûnê re berê xwe daye serxwebûnê. Rojavayê Kurdistanê jî di qada navneteweyî de meşrûtiyetê distîne.

Belkî ev sed sal e cara yekem e ku li her çar parçeyê Kurdistanê têkoşîna rizgarîya neteweyî bi hev re geş dibe. Ev rewş ji bo dewletên dagirker xeternak e. Dewleta Tirkîyê ji ber vê rewşê dest bi seferên dagirkerî kir û dagirîya xwe fireh dike. Gavê hedefa wan a esasî parastina dagirîya Bakur e. Lê nîzama cîhanê belav bûye û şerekî post-modern heye. Şer li gel xeterîyan, derfetan jî derdixe. Di hesabê dewleta Tirkîyê de mayîndekirina vê dagirîyê jî heye.

Dewleta Tirkîyeyê ji bo bikaribe li herêmê roleke jêr-emperyal bilîze û dagirkerîya xwe ya li Kurdistanê mayînde bike mecbûr û mahûmê vî şerî ye. Di şerê ku li Kurdistanê dimeşîne de pêwîstîya vê dewletê bi du cûre şerê kurdan heye:

1- Dewleta tirkan li her sê parçeyên Kurdistanê xwe mecbûr dibîne ku bêje ez şerê kurdan nakim, şerê PKKyê dikim. Ev hem ji bo di qada navdewletî de rengekî “qanûnî” bide vî şerê jenosîdkar jê re lazim e. (Ji ber ku PKK di qada navdewletî de wek rêxistineke “terorîst” tê nasîn, Dewleta Tirkîyeyê dixwaze vî şerê xwe yê dagirker wek şerekî li dij terorê bide xwîyakirin.) Û hem jî ji bo hin terefên kurd li hemberî xwe bêalî bike PKKyê derdixe pêş. Ango pêwîstîya dewleta Tirkîyê bi şerê PKKyê heye. Li Bakurê Kurdistanê pêwîstîya PKKyê bi şerê li dij dewletê tune ye. Hedefên sîyasî û programatîk yên PKKyê, şerê çekdarî pêwîst nake. Em dikarin bêjin ku dewleta Tirkîyeyê şerekî ku cîh û zemanê wê ew tayîn dike li ser me ferz dike.

2- Pêwîstîya dewleta Tirkîyê bi şerekî di navmala kurd de heye. Dema li Rojavayê Kurdistanê têkilîyên kurdî-kurdî dest pê kir wezîrê derve yê dewleta Tirkiye bertek nîşan da û got em qebûl nakin ku li Rojavayê Kurdistanê yekîtî di navber ENKS û PYNK de çêbibe. Bi vê peyamê terefên kurd tehdîd kirin û bertek nîşanî DYA û koalîsyana navdewletî dan ku serpereştîya danûsitendinên navmala kurd dikirin.

Lê xebata wan a esasî li Başûrê Kurdistanê didome. Ji bo dewleta federe li Başûr lawaz bike, têk bibe û pêşî li serxwebûna vî parçeyî bigire pêwîstîya wan bi şerekî navmala kurd heye. Hebûna PKKyê li qadên sersînorî ji dagirkeriya xwe re dike hêncet û çekdarên PKKyê ber bi kûraya Başûr ve daf dide. Armanc ne PKK ye, armanc desthilatdarîya Başûr e û derxistina şerekî ye li navmala kurd.

PKK bi rêznegirtina li deshilatdarîya Başûr û weke dewleteke partîtî tevgerîna li Başûr rê ji hedefên dewletê re xweş dike û xeterîya şer gur dike.

Li Başûr tunebûna desthilatdarîyeke yekgirtî, li hemberî dagirîya Tirkiye tunebûna yekdengîya sîyasî jî ji bo dewleta Tirkiyeyê awantaj e û qabîlîyeta manewraya dewletê zêde dike. Ev rewşa kambax ya sîyasî li Başûr jî xeterî ye ji bo derketina şerekî li navmala kurd.

Bi banga bila şerê birakujî çênebe ev xeterî ji holê ranabe. Parlaman û Hikûmeta Başûr divê helwesteke neteweyî û yekgirtî nîşan bide. Li gor nexşerêyeke hevpar bi DYA û koalîsyona navdewletî re hevkarî bike. Dagirîya dewleta Tirkiye sûcê dijî mirovahiyê ye û divê ev hicûm di qada navdewletî de bê mehkûmkirin.

Dewletên dagirker ji bo domandina dagiriya xwe li Kurdistanê herdem hevkar in. Bi taybet Tirkîye û Îran piştî Refrandoma Serxwebûnê bi her awayî ji bo lawazkirina dewleta federe û pêşîlêgirtina serxwebûna Başûr bi her awayî hevkarê hev in. Mixabin li hember van her du dewletên dagirker yekdengîyeke sîyasî li Başûr (bi taybet di nav PDK û YNK de) tune ye. Berovacî wê YNK sîyaseteke nêzî Îranê û PDK sîyaseteke nêzî Tirkîyeyê dimeşîne. Ev rewş hem ji dewletê dagirker re rêyên manewrayê vedike hem ji PKKyê re.

Em hêvî dikin ku temamên terefên sîyasî yên li Kurdistanê xeterîyan îdrak bikin û ji bo pêşîlêgirtina dagirkeriya Dewleta Tirkîyeyê û şerê navmala kurd bi lezgînî helwest bigirin, nexşerêyeke hevpar xêz bikin.