Di pêvajoya projeya Yekitiya Mamosteyên Kurd de, bi Kek Evrehman re em li ser erdnigariya Kurdistanê jî diaxivîna. Wî beşa erdnigariyê xwendibû û mamosteyê dersa erdnigariyê bû. Ji ber wê jixwe di hişê wî de, wergerandina termînolojiya ilmê erdnigariyê bi zimanê kurdî û erdnigariya Kurdistanê hebû. Heke projeya Yekitiya Mamosteyên Kurd biçûya serî, di programa me de dê li ser vê jî xebat bihata kirin.
Lê Kek Evrehman dev ji projeyên xwe berneda. Pêşî Ferhenga Erdnigariyê amade kir, termînolojiya standart ya navneteweyî wergerande kurmancî û pêşkêşî neteweyê xwe kir. Ev xebata wî bi serê xwe xebateke hêja û muhteşem bû.
Îcar dor hatibû li ser xebata erdnigariya Kurdistanê. Ji bo vê xebatê jî qet nedisekinıya lêdikola, lêdigeriya û belge û dokuman berhev dikir.
Di serî de ez vê bêjim ku em, Kek Evrehman tenê wek mamoste an mamosteyê erdnigariyê terîf bikin ji bo wî neheqî ye. Di rastiyê de ew berî 1980yî wek şoreşger, wek siyasetmedar di tevgereke siyasî de cî girtiye û ji bo doza Kurdistanê xebitiye. Piştî 1980 yî hemû tevger û siyasetên ji bo doza Kurdistanê têk çûbûn û şkesteke mezin xwaribûn. Lê gava ku min berî 1990î Kek Evrehman nasî ew bi hemû hêza xwe ve li ser piyan bû û têkoşîna xwe didomand, ne dev ji têkoşînê û ne jî ji siyasetê berdabû.
Di pêvajoya xebata ji bo Yekîtiya Mamosteyên Kurd de ez têdigihîştim ku ew, xebata li ser erdnigariya Kurdistanê ne tenê ji bo ku ew pisporê erdnigariyê ye wî karî dike, lê ew dildar û evîndarekî axa bavûkalan e. Ew evîndarî di kûraya rûhê wî de, di tevaya dilê wî de û di hemû hucreyên wî de cî girtiye. Êdî ew evîndariya bêsînor sewiyeya hestiyariya wî bilind kiriye, berpirsiyariyeke neteweyî li ser milê wî bar bûye. Bi hişmendiyeke bilind difikire û tevdigere.
Loma axa babûkalan, Kurdistana şirîn hatiye dagirkirin, parçekirin û bi sînorên çêkirî hatiye parvekirin. Û ev welat bi hemû heyîn û dewlemendiya xwe ve, sererd û binerd tê talankirin, tehrîbkirin û îmhakirin. Û demografiya wê, hemû navên gund û bajaran, çiya û newalan, deşt û zozanan, kevir û daran, rê û dirban, şikeft û geliyan hatine guherandin û wêran dibe.
Ev malwêranî ji bo Kek Evrehman derdekî giran bû loma ew vê malwêraniyê di nav xwe de hîs dikir, dijîya û red dikir. Ji ber vê, wî dixwest û lê dixebitiya ku li dij vê tehrîbatê raweste û ji nû de hemû navan wek orjînal qeyd bike, taybetiyên axa Kurdistanê bi şîrove û bi nexşeyan raxe ber çavan.
Û wî giringiya ziman û axê dizaniya û dizane ku ev du stûnên herî bingehîn in ji bo bilindkirina hişmendiya neteweyî.
Piştî demekê ku êdî xebata xwe anî sewiyekê xwest ku derkeve sahayê da ku rasterast li Kurdistanê bigere, lêbikole ji bo ku berhemeke rast û durist pêşkêşî miletê xwe bike.
Di rastiyê de ev ne karekî wisa bû ku tenê mirovekî bikare ji bin wî barî derkeve. Diviyabû ku saziyek vî karî bikira lê Kek Evrehman wê îmkanê bi dest nexist. Ji bo pêkanîna vî karî pere lazim bû lê mixabin ew îmkan jî di deste Kek Evrehman de tune bû û tenê miaşê wî yê emekliyê hebû. Ez dizanim ku serî li çend cihan da lê mixabin bersîveke erînî hilneda. Mecbûr ma tenê şeş bajar hilda programa xwe.
Û tenê bi miaşê xwe derket li wan şeş bajaran geriya û li temamkirina xebata xwe geriya.
Di programa wî de Bilîs jî hebû. Ez şaş nebim çar sal berê bû, havînê ew ji bo vê li Tetwanê bû. Û li dor mehekê ma li wir û ez bûm şahidê xebata wî. Em bi hev re çûne Kavar, Karçikan, Geliyê Kêsanê û Geliyê Uranisê. Û bûme şahid ka bi çi hewesê, bi çi heyecanê pirs û pirsiyar ji gundiyan dikir, bi çi coşê li gund, çiya, gelî û newalên me dinêriya û bi çi evîndariyê wêneyên dimenên welatê me yên bedew dikêşa. Bi wî re evîndariya min jî xurtir û geştir dibû.
Ez hema ji kevin de evîndarê welatê xwe bûm lê aniha bi saya Kek Evrehman evîndariya min di sewiyeke jortir de ye û ez bi çavekî ronîtir û bi dilekî hestiyartir li welatê xwe dinêrim.
Ji xebata wî du pirtûk yên li ser Agirî û Wanê derketin û bi hêvî me ku dê yên din jî derkevin. Û bi saya xebatên wî dê evîndarî, hişmendî û hestiyariya me hemûyan zêdetir bibe.
Kek Evrehman, ez ji te re zûtirîn şifa dixwazim, hewceyiya doza me, welatê me û miletê me bi te, bi hişmendiya te û bi zanîna te û bi hezkirin û enerjiya te heye.
Tu her hebî Abdurrahman Onen!