Piştî hilbijartinên DYAyê, hîn encamên fermî dîyar nebûbe jî, serkeftina Joe Biden ji alîyê gelek xwende û sîyasetmedarên me ve weke mizgînîyekê hate pêşwazîkirin û bû sedemê kêfxweşîya hin terefên kurd. Ji ber hin gotinên Biden yên di lehê kurdan de, tê hêvîkirin ku di serdema serokatîya Biden de, helwêsta DYAyê ya di herêmê de dê bê guhertin û piştgiriya navdewletî ji bo dewletbûyina kurdan dê zêde bibe.
Heman hêvî piştî hilbijartina Trump jî hebû. Wê demê jî hêvî hebû ku dê Trump ji Obhama çêtir piştgirîya kurdan bike û bi taybet li hemberî Îran û Tirkîyê dê sîyaseteke tûnd bimeşîne. Kurd jî dê ji vê guherînê sûd werbigire. Lê hêvî û rastî li hev derneketin.
Di vê mijarê de pêwîst e em li ser du xalan rawestin:
1- DYA dewleteke zilhêz, emperyal e û di dinyaya îroyîn de hêza herî hegemonîk e. Dewletên wisa xwedîyê hişmendîyeke dewletê, stratejîyeke cîhanî û dezgehên kevnar û klasîk in. Ji ber vê yekê jî bi guherîna serokdewletan serobino nabin û her tişt ji nû de dest pê nake. Gotinên Biden yên berî hilbijartinê jî stratejîyeke nû waaz û waad nedikir. Dema li DYAyê desthilat ji Partiya Cimhûrîyetkar derbasî Partîya Demokrat dibe ev li hindur DYAyê û li cîhanê rê li hin guherînan vedike. Weke nimûne:
Dema demokrat dibin desthilat li hindur retorîka demokrasîyê bêtir ji dema cimhûrîyetkara derdikeve pêş. Li derve jî cimhûrîyetkar xwe li ser hevpeymanên rojavayî ferz dike, demokrat jî li rêyên lihevkirinê digerin
.Her du teref jî bi projeya “Rojheleta Berfireh” re pabend xwîya dikin. Heta cimhûrîyetkar hîn bi tûndî vê projeyê diparêzin. Ji bo me xala herî girîng ev proje ye. Bi sedem ku ev proje di hindur xwe de guherînên sînorê dewletên heyî dihewîne û çareserkirina kêşeya Kurdistanê ya mayînde bi guherîna sînorên dewletên heyî pêkan e. Ji ber vê yeke ye ku tiştî lazim e em li ser biponijin, rewşa sîyaseta me ye. Biden dê ji me re dewletekê ava neke. Ew dem derbas bûye.
2- Ji bo em karibin ji guherîna desthilatîya DYAyê sûd werbigirin divê em li xwe vegerin. Hedefên me yên sîyasî çi ne û em ji DYAya ku Biden serokê wê ye çi daxwaz dikin?
Di serdema Obama û Trump jî de bi taybet li Başûr û Rojavayê Kurdistanê têkilîyên kurdan û DYAyê xurt bûn û gelek car ev têkilî weke têkilîyên stratejîk dihat binavkirin. Lê li sehayê tiştê heyî têkilîyên leşkerî, aborî û dîplomatîk bû. Di van têkilîyan de pejirandina hedefên sîyasî yên Kurdistanî nîn bû.
Li Başûrê Kurdistanê di pêvajoya Refrandoma Serxwebûnê û li Rojavayê Kurdistanê jî di pêvajoya dagirîya dewleta tirk ya li Efrîn û Serêkanîyê de ev xal bi zelalî derket holê.
Ger hatina Biden ji bo Kurdistanê derfetek be divê siyaseta Kurdistanî xwe zelal bike. Di têkilîyên bi dewletan re hedefên xwe yên sîyasî derxe pêş. Li ser bernameyeke hevpar û serxwebûnxwaz yekdengîyeke stratejîk pêk bîne. Weke nimûne:
Li Başûrê Kurdistanê parlamana me divê Refrandoma Serxwebûnê ji nû ve rojane bike û rola DYAyê di pêvajoya refrandomê û karesata Kirkûkê de ji Biden re ragihîne û daxwaza sererast kirina vê helwestê lê bike. Weke encam; me refrandomeke asayî pêk aniye û ev refrandom li gor nirxên cîhana rojava rewa ye.
Em ferz bikin ku Biden amade ye piştgirî bide hedefên me yên sîyasî lê ka gelo li Başûr sinifa me ya siyasî amade ye, ji bo vê?
Tê hesêbkirin kû Biden li hember Dewleta Tirkîyeyê û Îranê sîyaseteke bibandor bimeşîne. Têkilîyên partîyên me yên Başûr bi van her du dewletan re xurt e. Bi taybet têkilîyên YNK bi Îranê re û yên PDK bi Tirkîyê re xurt in.
Mixabin ev ne têkilîyên dewleta federe ya Kurdistanê ne lê têkilîyên partîyên me yên desthilatdar in. Aya ger em ji Biden bi hêvî ne, divê demildest ev rewş bi dawî bibe û sîyaseteke neteweyî, hevpar ava bibe. Heke ev nîn be gengeşîkirina başî û nebaşîya Biden tu fêde nade.
Li Rojavayê Kurdistanê jî hêvîyeke xurt ji bo Biden heye ku karesatên dema Trump dubare nebin û Rojavayê Kurdistanê qet nebe ji dagirîya Tirkîyê rizgar bibe, jenosîda ku li Efrîn û Serêkanîyê dimeşe raweste. Lê li Rojavayê Kurdistanê sinifa me ya sîyasetê di çi rewşê de ye?
Ev 6 meh e dialoga kurd û kurd di navbêna PYNK û ENKS de dimeşe lê hîn jî tu encam nedaye. Kêşe li holê ye. Efrîn û Serêkanîyê ji alîyê dewleta Tirkiye ve hatiye dagîrkirin û tûşî guherîna demografîyê, zilm û zordestîyê bûye, Kobanî ji beşên din yên Rojavayê tecrît bûye, Cizîr di bin tehdîdê de ye. Her du bereyên me ev 6 meh e li hev nakin. Û nikarin bêjin em ê ji bo dawîlêanîna dagirîya Tirkîyeyê û bidestxistina mafên rewa yên kurdan bi hev re têbikoşin.
Bakurê Sûrîyê projeya DYAyê ye û niha sîyaseta kurd li Rojava bi vê projeyê re kar dike. Ya ji me re pêwîst projeya rizgarkirina Rojavayê Kurdistanê ye û ev li holê nîn e.
Em van kêşeyên xwe çareser nekin Biden ji kê re baş be jî dê em nikaribin sûd jê werbigirin.
Li Rojhelatê Kurdistanê partîyên me xwedî bernameyên sîyasî ne û dê bikaribin ji derfetên nû sûd werbigirin.
Li Bakur di rojevê de hêzeke kurdistanî ya bibandor nîn e. Bernameya serdest tirkîyewî ye û demokratîzekirina Tirkîyeyê ji xwe re kiriye armanc. Ji ber wê dê bixwaze ku têkilîyên DYA û Tirkîyeyê baş bin.
Weke pêşîyan gotiye çavên li derîyan xwelî li serîyan.Di vê serdemê de, divê çavên me li derve jî be li hemû dinyayê, lê bi şerdê ku navmala me têkûz be.