”Ez xwe wek sîyasî, kurdekî ku dixwaze sîyasetê bike, pênase dikim. Rewşenbîrî û nivîskarî ji bo min perçeyekî ji xebata sîyasî ye.”
Medyaya civakî û bi taybet kanalên ragîhandinê gelek caran min wek nivîskar, şîrovekarê siyasî didin nasandin. Ez xwe wek sîyasî, kurdekî ku dixwaze sîyasetê bike, pênase dikim. Rewşenbîrî û nivîskarî ji bo min perçeyekî ji xebata sîyasî ye. Ji bo min xebata sîyasî xebateke sereke ye. Dema mirov li pirtûkên min û nivîsarên min binêre, dê bibîne ku ev hemû ji îhtîyacên sîyasî sadir bûne, ji bo wan îhtîyacan hatine nivîsandin. Sîyasetmedarî jî tiştekî wiha ye ku esasen ê/a ku bi rastî mirovê/a dozê û mirovê/a siyasetê be, teqawîtî û sinet guherandin têde tune ye. Yanî ez ê hetanî temenê min 40 be sîyasetê bikim û piştî 60î ez ê bibim intellektuel an piştî 70yî bibim rojnameger an rewşenbîr. Ev tenê li sahaya me tiştên wiha ecêb hene.
Em dixwazin sîyasetê bikin û li çolê waiza nadin; tim bi hin hevalan, bi hev re em karê siyasî dikin; niha jî li ser malpera Pêlkurdê em hewl didin hem hişmendiyeke serxwebûnxwaz û kurdistanî, yeke xurt ava bikin û hem li dor wê rêxistinek, tevgerek, însîyatîfekê saz bikin. Hişê me jî dilê me jî ji her kurdistaniyekî re vekirî ye. Heger em aniha di çerçeweyeke teng de ne, ev ne tercîha me ye, belkî bêkêrîya min a rêxistînî ye. Di karê rêxistînî de, min di pirtûkan de jî nivîsandiye ku ez ne ew çend serketî me. Ez li çolê waiza nadim û ji bo tenê waiza bidim jî waiza nadim. Hedefên min ên sîyasî hene û hevalên ku em bi van hedefan re hevpar in, teqrîben di temama emrê xwe yê sîyasî de, ez tim bi hevalên ku di hedefên sîyasî de em hevparbûn re bûme. Niha jî em di wê çerçeweyê de dixebitin û banga me li her serxwebûnxwazekî/ê heye, li her kurdistanîyekî/ê heye, dê çiqas banga me bersîv bigre ev bi we ve girêdayî ye, ne bi me ve girêdayî ye.
Sedemên rizandina civakî
Sedemên ku em nikarin wek pêwîst e tevbigerin û çalakiyên pêdivî li dar bixin, em piştşikestî ne: sedemeke girîng a piştşkestîbûna me, parçebûna Kurdistanê ye.
Dudu: bi taybet li Bakurê Kurdistanê em tuşî jenosîdeke domdar bûne, ev mejîyê me jî îşgal kiriye. Yanî erê kurd e û bi kurdî dipeyive, lê hişmendîya wî/wê ne hişmendîyeke kurdan e; dagirîyê nufûz kiriye, felc kiriye.
Sisê: ewqas şerê dirêj û encamnegir civatê dirizîne. Di vir de dixwazim parantêzeke dirêj vekim:
Di sala 1981ê de ez çûme Rojava û li wir têkîlîyên me bi filîstînîyan re çêbûn. Heta wê çaxê di hişê min de gerîlayek romantik hebû, ku wan xwe ji trimbêla ser 150 km dihere, diavêjin, teqlan diavêjin û li dijmin direşînin. Fahmê min ji bo gerilayên filîstînî ew bû. Ez çûm li wê derê, min kampên filîstînîyan dît, kadroyên filîstînîyan dît, civata filîstînîyan riziyabû. Şerekî demdirêj û encamnegir ew civat rizandibû. Rêxistinên filîstînîyan jî riziyabûn. Heman tişt li Başûrê Kurdistanê hebû. Salên 1990î, beriya Şerê Kendavê rêxistinên me pir lawaz bûn. Li dor PDK û Mesût Berzanî 200 pêşmerge mabûn, hemû ji binemaliya berzaniyan bûn. Malbatên şehîdan, malbatên pêşmergeyan di şerdên gelek xerab de bûn. Bêhêvîtîyeke xurt hebû, civat riziyabû.
Niha li Bakurê Kurdistanê heqîqeta ku em dijîn ev e. Civata me riziyaye. Sedemên esasî dewleta dagirker û ev jenosîda domdar e. Tevna civata me xera kirine, nirxên civata me ji holê rakirine. A duduyan: şerê PKKeyê yê encamnegir e. Niha ku şer dirêj dibe û encam nagire, bere bere têgih dirizin, dûre rêxistin dirizin, dûre çalakî dirizin û ev dihêle civak jî bi wê re birize. Berê têgih çawa riziyan? Ji 1999-2000î pêve, çi têgihên berî sala 2000î me pîroz didîtin danîn alîkî û têgihên nû derxistin pêş me. ”Kemalizm baş e”, ”demokratîk cumhûrîyet”, ”konfederalizma demokratik”, ”aştî”, ”biratiya gelan” û her wekîdin, têgih riziyan.
Ne tenê li sahaya PKKyê, herweha li sahaya derveyî PKKyê jî têgih rizandin. Wek nimûne: teorisyenê ”koma demokratik” ê ewilî Orhan Kotan e. Îro ew ên ku bi dijwarî hicûmî Ocalan dikin di ser ”komara demokratik” re, Orhan Kotan dîsa wek lîder, şoreşger, pêşewayekî dihesîbînin. Yanî rizandin ne tenê ji PKKyê tê, lê a giran, a muhîm, a ku girseyan jî bi xwe re direzîne helbet ya PKKê ye. Netice: ew teoriya Orhan Kotan ”komara demokratik” zêde bandor li derdora wî jî nekir. Dudu: rêxistin rizandin.
Îro bi dehan rêxistin hene li Bakurê Kurdistanê, li dor PKKyê HDP hene, DTK heye, DPP heye, nizanim Ozgur Yurtaş dernegî heye; dused-sêsed heb rêxistinên sîvîl li Diayrbekir û bajarên din danîne; KNK heye û ev giş jî têkîlîya wan û axê ji hev qut bûye, rêxistin jî riziyane.
Beşa sisêya: çalakî riziyane.
Di Newroza 2013an de, bi sedhezaran kurd ji mîsaqî milî re, ji rûhê Çanaqaleyê re, ji rûhê milî kurtuluşa tirkan re û ji biratiya îslamê re li çepikan xistin, çalakî jî riziyane. Encama wê: civak jî dirize. Niha ji bo ku em wezîfeya xwe ya pêwîst pêk bînin, divê berê em bi hemdê xwe bin, em pişta xwe rakin. Bi piştşikestîbûnê mirov nikare tiştekî bike. Niha kurdên li alîyê Tirkiyeyê, kurdên metrepolê li dor 8-10 milyonan in. Tenê li Stenbolê yê/ya kêm dihejmêre, 3 milyon kurd dihejmêre. Feqet rojekê tenê însîyatîfek ji bo mafên kurdên li Stenbol derneketîye holê. Kurdên li Stenbolê di ser partiyên me yên heyî re, bi Kurdistanê ve tên girêdan qaşo, lê feqet bi hişmendiyeke tirkiyewî. Halbûkî tu bikaribî 3 milyon kurdên li Stenbolê bi rêk bikî, ew 3 milyon kurd dikarin li Stenbolê mafên milî-demokratîk, mafên kêmarî bi dest xwe bixin. Dibistanan vekin, şaredariyan mecbûr bikin ku qireşên kurdî ji bo zarokên kurdan vekin, qursên kurdî vekin; li ser navê cemeata kurd, dikarin nûneran bişînin meclîsa şaredariyan. Feqet karekî wiha tune ye, nayê kirin.
Dema pergenda siyasî belav bibe, hişmendiya sîyasî birize, mirov 20 milyon, 220 milyon be jî, wê çi bike? Pêşengên mirov riziyabin, civat dê çawa rabe ser xwe? Yanî bi ser navê kurdistanîbûnê û serxwebûnxwazîyê mirov here bi HDPê re bazariya parlamenteriyê û bazariya şaredariyan bike, civat dê çawa nerize? Mirov bi salan îtham dike, dibêje: ît e, MÎT e û virde ye wêde ye. Dema tê mesela post parvekirinê, mirov van hemûyan ji bîr dike û dihere pê re alvêrê dike. Ango divê em rewşa xwe baş tesbît bikin.
Dagirkerî bi xwe tecawizkarî ye.
Hefta borî ji aliyê leşkerên tirkan ve du karên tecawizkar çêbûn. Yek li Şirnexê û yek li Batmanê. Ya li Şirnaxê, bavê wê îfadeyek da got na, tacîz nekiriye, tenê bi stûyê wê girtiye, rakişandiye. Yanî eger bi stûyê keça te bigre û rakşîne, ne tacîz e, ev çi ye? Keçik tirsiyaye, firar kiriye. Yanî ji ber leşker revîyaye, axirê derdor bi stûyê wî girtine û ew teslîm kirine. A li Batmanê bi rastî tam zelal nebûye, ku bûyerek li dor salekê ye keçeke kurd, ku dîsa leşkerekî tirk revandîye, tecawiz kiriye, virde wêde. Li ser vê me nivîsî.
Dagirkerî bixwe tecawizkarî ye. Dewletek wexta axa te dagir bike, bere bere ji xwe tecawizî axa te dike. Heger hewl bide hebûna miletê te ji holê rake, ji xwe tecawizî miletê te dike. Ango miletê dagirkirî di heman demê de miletê tecawizkirî ye. Ji bona wê, em vê tecawizkarîya van leşkerên tirkan di hindurê vê sîstema jenosîdal de dibînin û bertek nîşan didin. Min got, ku kurd ne bênamûs in, lê namûsa me jî nîn e. Ango wexta welatê te dagirkirî be, miletê te bindest be, namûsa te jî payîmal e. Tu li namûsa xwe ya welatî û namûsa xwe ya miletî nefikirî, tu wê rizgar nekî, tu nikarî namûsa xwe ya takekesî jî rizgar bikî. Tu nikarî namûsa xwe ya takekesî biparêzî. Ango ne ewlekariya malê me, ne ewlekariya canê me û ne jî ewlekariya namûsa me tune ye. Heta ku em di vê rewşê de bin, welatê me dagirkirî, miletê me bindest bijî, dê namûsa me nîn be. Nayê wateya ku em bênamûs in, bênamûsî tiştekî din e. Bênamûsî, yên vê rewşê qebûl bikin, bênamûs in. Bi milyonan kurd vê rewşê qebûl nakin û li ser namûsa xwe bedelên gelek mezin dane. Lê axir namûsa me jî di bin destê xelkê de ye.
Di heman hefteyê de, îcar karên tecawizê di nav HDPê de rû da. Ez bi qarîneya masûmiyetê ve girêdayî me. Heta tiştekî li kesekî îspat nebe, nikarim bêjim te filan tişt kiriye. Lê axir di mijara jin, tacîz û tecawizê de, van salên dawîn herkes dipejirîne ku beyana jinê esas e. Ji van yek parlamenterê Mûşê ye, jina wî çûye ew şikayet kiriye, gotîye şîdet nîşanî min daye. Bîst rojî cezaya nêzîkî malê nebe dane wî parlamenterî. Du roj dikeve ortê, jinik dihere dibêje min derew kir, mêrik bi korona ketibû, korona gîhabû me jî, ez jê aciz bûme ji ber wê min gotiye li min xistiye, esasen li min nexistiye. …Ev îşaretê rizandinê ji te re dibêje.
Ya din, ya li Mêrdîn karesatek din e. Tûma Çelîk, yekî esilsuryan e û beyanat da û got: ez wek nûnerê suryana bûme parlamenter. Ev mijar jî, ev nêzî salekê ye didome. Meclîsa jinan ya HDPyê beyanat dan, gotin: di Kanûnê de, em çûne bi jinikê re peyivîne, jinikê ji me re qala tacîz û tecawizê nekerîye, feqet meclîs nabêje: hûn ji bo çi çûn? Jinikê ji we re tacîz, tecawiz ne got, lê çi got? Ew jî nabêjin. Heyşt-neh meh ajotiye, niha îcar dane meclîsê, di meclîsê de der heq wî de lêpirsîn vebûye.
Niha em nizanin, ku dewletê ev herûdu bûyerên hindur HDPyê ji bo wan tecawizkariyên xwe veşêrin anîn holê, an welew ku niyeta dewletê ev be jî, ev bûyer di hindur HDPyê de çawa çêdibe? Ev ê ku dibêje ez nûnerê suryanan im, ez bi xwe (Fuad) Mêrdînî me û ez dizanim cemaeta suryaniyan ev mêrik hilnebijartiye. Hevserokên şaredariya Mêrdîn jî esilsuryan in, wan jî cemaet hilnabijêrin. Yanî ev ne nûnerên cemaeta suryanan in. Ev, mekanîzmayên hindur HDPyê hene, di hindur wan mekanîzmayan de tên dibin parlamenter, an şaredar. Ev mekanîzma jî, kota Îmralî û MÎTê çend hebin, em nizanin; kota Qendîlê çend in, em nizanin; kota siyasetmedarên li pê postan in çend hebin, em wan jî nizanin.
Di hindur wê de, di dîroka Kurdistanê de cara yekem e, ku mêrekî suryan dikare tecawizî jineke kurd bike. Di navbeyna kurdan û suryanan de gelek pevçûn çebûne, gelek car belkî jin jî hatibin revandin, lê nimûna yekem e, ku li Kurdistanê suryanekî bikaribe tecawizî jineke kurd bike û rêxistina wî vê binuxûmîne û salekê di maxmaxê de bihêle. Welew ku tiştekî wiha tune ye, ev salek e ji bo çi we ev dernexist? We ji bo çi ev jin dernexist pêş cemaetê? Ka ev jin çi dibêje? Ev çi ne? Ev encama vê rizandinê ne. Nimûneyên wiha mirov li tu derê dinyayê peyda nake. Ji alîkî de tu jinperest bî, mafê jinan derxî asta herî bilind, ji aliyê din de, di hindur te de dê têkîlîyên wiha gemarî pir bibe û ev ne tenê di hindur wan de dibe. Di civata kurdan de êdî bûyerên bi vî rengî pir zêde ne. Diyarbekir-Amed navê bajarê serhildêrîyê ye, feqet tu biçî li kuçe û kolanên Amedê bigerî, fihûş ji Stenbol zêdetir e; esrar, eroîn ji Stenbol zêdetir e. Civatê ji her alî de rizandine.
Divê em civata xwe baş nasbikin; bikaribin baş analîz bikin; bikaribin derkevin pêş xelkê, van tiştan bêjin; pêşî li vê rizandinê bigrin. Ango tevna civata me rizandine; nirxê civata me ji holê rakirine. Civateke bênirx û bêtevn nabe milet û dewlet.
…
Partî û rêxistinên rizyayî ji xwe nikarin pêşî li vê rizînê bigrin. Esasen di vê rizînê de paya wan heye. Wexta partî û rêxistinên te birizin, pêşengên te birizin, civata te dê çawa nerize? Kî dikare pêşî lê bigre? Yek: kadroyên bi rastî kurdistanî, serxwebûnxwaz, bi hêvî û ji tekoşînê re amade ne. Dudu: ciwanên me. Niha mesele: ciwanên me qet însîyatîf nagrin. Ne ferz e her yek, her derdorek, yanî ez aniha nikarim bi wan hevalên ku ez jî bi wan re me, ne ku ew bi min re ne, ez bi wan re me, dikarin partîyekê ava bikin. Mesele ne partî ava kirine. Ciwanên me jî: mesela, li Diyarbekrê deh ciwan bên ba hevûdin, dikarin însîyatîfeke kurdistanî deynin; dikarin bertek rêbidin; dikarin rêveberiyê bikin; dikarin derkevin kuçe û kolanan; dikarin pêşî li siyasetê vekin.
Siyaseta Bakur bi giştî xetimiye.
Ev 20 sal e ev ên ji derveyî PKKyê nikarin bibin navnîşaneke sîyasî. Ev xetîmiye. Ev ji halê xwe ve naherike. Însîyatîf lazim in, însîyatîfên nû lazim in. Însîyatîfên jinan pêwîst e. Zêdeyî milyonekê nifûsa Amedê heye. Di nifûsê de çawa tune ku deh jin derkevin bi serê xwe însîyatîfekê deynin? Ne ferz e şoreşekê bikin; axir li dijî rizîna civakê derkevin; hişmendiya neteweyî li ser lingan bihêlin; li tevna civatê bi xwedî derkevin û dema ku em bi rastî dilsoz bin û bi rastî ji bo pêşîlêgirtina jenosîdê û ji holê rakirina dagirkerîyê em bi rastî xwedî biryar bin ku em ê têbikoşin, zû dereng dê riya me bigihêje hevûdin.
Yê/ya ku gotina wî/wê hebe, dizane li hev guhdarî jî bike.
Ev ên ku qala wan tê kirin ku tehemula wan tune û li hev guhdarî nakin, esasen tiştekî bibêjin nemaye. Li ser putê weaz didin, ez li ser putê weaz bidim, tu li ser putê weaz bidî, em li hev guhdarî nakin, em ê pev biçin. Yê/ya ku bi rastî rewşenbîr, yê/ya bi rastî siyasetmedar, yê/ya bi rastî mirovê dozê be, hişê wî/wê jî, dilê wî/wê jî, guhê wî/wê jî, ji hevwelatiyên wî/wê re, ji hevalên wî/wê re, heta ji dijberê xwe re, vekirî ye. Feqet ev eksen winda bûye, mane çend eskerên teqawîdbûyî û tiştekî cidî bêjin tune ye; gotinên xwe li ser putê rewşenbîrî û li ser putê sîyasetmedarîyê dikin. Ew tebiî ye ku dê li hev guhdarî nekin û dê dijûna ji hevûdin re bidin.
Ew ne meseleya me ye.