WATE Û GIRINGÎYA STRATEJÎYÊ- 6

WATE Û GIRINGÎYA STRATEJÎYÊ- 6

Tundî û tûjî

Niha em li Kerkukê ji bo çi têkve çûn? Ji bo ku me şer kir em têkve çûn an jî ji bo ku çekên me tune bûn û ji îxaneta daxîlî me nikaribû em şer bikin, em têkve çûn? Niha li Rojavayê Kurdistanê herkes çekdar e. Nusayrî di ser Beasê re çekdar in, sunnî di ser Nasra, el-Qaîde û Ahrarûşam û yên din re çekdar in û hicûmkar in. Mirov dikare bêje li wir dema şerê çekdarî derbas bûye? Ev partiyên ku niha ENKSê ava kirine, di sala 2011-12an de gotin dema şerê çekdarî derbas bûye, em ê bi pêşedanan rejima Esad birûxînin. Mecbûr man ji Rojavayê Kurdistanê derketin, çûn li Başûrê Kurdistanê dest bi perwerdeya çekdarî kirin. Çima? Şaş analîz kirin, şaş nirxandin. Hinek peyv xweş in lê vala ne. Wek nimûne: Ez bi her awayî li hember tundî û tûjîyê me.

Tundî û tûjîya ez li hember im, bêjim: Tundî û tûjîya ku ez li hember im, aniha tundî û tûjîya çar dewletên dagirker  ku li çar perçeyên Kurdistanê dixwazin rasteqîniya welat û miletê min ji hole rakin. Ez vê nikarim bi tundî û tûjîya li ajalkî ku dibe, qiyas bikim; ez vê nikarim bi bavekî ku sîleyekê li zarokê/a xwe xistiye, qiyas bikim, ku ew jî şidet e. Ez vê nikarim bi wan re bînim ba hevûdin û bêjim: bi her awayî li hember her cure tundî û tûjîyê me. Na, ez li hember şideta dagirkerîyê me û divê ev şideta dagirkerîyê ji welatê min rabe. Eger ku te ev bi cî anî, li tenişta wê, tu dixwazî ekolojîst bî, tu dixwazî feminist bî, tu dixwazî ku tu li ku derê tuşî şidetekê dibî, li hember wê jî derkeve. Lê nabe ku em konsentrasyona xwe winda bikin. Aniha dewleta tirkan li sê perçeyên Kurdistanê şerekî tund û dagirkerane dimeşîne. Niha konsentrasyona siyasetmedarên kurd divê li dijî vê be. Em vê datînin alîkî û em qala çîrokên aştî dikin û dibêjin ku dema şerê çekdarî derbas bûye. Xelk bi çek hicûmî me dikin, me  rezîl dikin, me ji holê radikin, cesedên me bi rojan li çolan dimînin, cesedên me tazî dikin, teşhîr dikin. Şideteke ew çend dijwar li ser me hikm dike ku divê berê em li hember vê bin.

Sedemên zilm û zora ku li ser me tê kirin, ne PKK ye. Em berî PKKyê hebûn. Em berî PKKyê li sahayê bûn. PKK di sala 1978an de, wexta ava bû, çar-pênc rêxistinên me yên din hebûn û ji dema Osmanî de bigre, bi sedan sal e zilmeke vê dewletê li ser me heye. Texrîbatên ku PKKyê kiriye hene. Divê em li ser wan gengeşî bikin. Wek nimûne; bi tevna civatê lîstine; şerê wan ê encamnegir hiştiye ku civat birize. Hedefên ne neteweyî hiştine ku ev rizandina civatê teorisize bibe. Ev giş dikarin bên nîqaşkirin û em jî nîqaş dikin, em jî dinivîsîn û herkes li gor fikra xwe van dibêje. Lê netîce, rexneya me ya esasî ya li PKKyê: destêwerdana dewletê ya di hindur PKKyê de heye.

Eger ya esasî, xala esasî, manuplasyon, kontrol an destêwerdana dewletek an çend dewletên din be, dijminê me yê esasî dewleta dagirker e. Em çiqas bikaribin li dijî vê dewleta dagirker têbikoşin, xwe birêxistin bikin, siyasetê bimeşînin, em ê bikaribin kontrola wê jî ji holê rakin, an vê rêxistinê ji holê rakin. Nabe, em PKKyê bikin dijminê xwe yê herî pêşî. Yanî hişmendîya min vê qebûl nake. Dizanim li vir û li Kurdistanê gelek kes û kadroyên bi vî hişî difikirin hene, lê ez bi xwe ne xwedîyê wê hişmendîyê me. Bi qasî PKKyê, herweha ez xwe û kadroyên sîyasî yên wê demê, ji vê rewşa kambax berpirsîyar dibîninm û ez nikarim berpirsiyariya xwe jî bixim stûyê PKKyê, bêjim; PKK nehêştîye ez siyasetê bikim.

“Rexne şerd e û ya PKKyê ji rexneyê wêdetir, gumanbarî ye”.

PKK dest bi şerî kiriye. Me jî dixwest em dest bi şerî bikin. Ez eşkere dibêjim, çekdarên PSKyê, çekdarên KUKê, çekdarên Ala Rizgarî, çekdarên KÎPê, di sala 1982yan de ji çekdarên PKKyê bêtir bûn. Di hişmendîya van rêxistinan de, di tevan de jî şerê çekdarî hebû, lê ne bi uslûba ku PKKyê dest pê kir. PKK bi uslûbeke din di ser Sûrîyê re û di ser çend dewletên din re dest bi şerê çekdarî kir. Em dikarin mesûlîyeta xwe di vê rewşa kambax de veşêrin û bi şalê PKKyê binixumînin? Ez bi matmayî temaşe dikim; generalên me yên kevin artêşa xwe giş tasfîye kirine; bi çolûçepelan şandine, derxistine Ewrupayê. Bi zimanekî gelekî hêsan xwe wek qehreman nîşan didin û sedemên her awayê têkçûnê jî PKKyê nîşan didin. Yanî carekê ev ahlaqî ye? Ev ne însanî ye û ne waqiî ye.

Pir eşkere ye, eger em xwe di vê rewşa kambax de mesûl nebînin, jixwe em ê mîsyonekê li xwe barnekin ku em karibin vê rewşa kambax jî derbas bikin. Wê çaxê em ê çi bikin? Sibê nîvro, êvarê em ê gazinan ji PKKyê bikin û bêjin PKKyê nehîşt em kar bikin û dewletê nehîşt em kar bikin.

Ya pir eşkere, min gelek caran gotiye, niha dîsa bêjim: ji 2005an heta 2012-13an TEVKURD, Tevgera Yekitiya Neteweyî ya kurd bû, di sahaya vekîrî de bû û temamên derdorên ji derveyî PKKyê di vir de û em bi hev re bûn. PKKyê karê me asteng nekir. Heta dewletê jî karê me asteng nekir. Erê, ji me re dawe vekirin, em tehdît kirin, virde wêde, ev xwezayî ye. Lê me bi xwe rêxistina xwe tasfîye kir. Piraya kadroyên TEVKURDê û rêxistinên di TEVKURDê de hatin, gotin ku divê em TE‎VKURDê bi dawî bînin. Baş e, ez wek Fuad Onen, ez dikarim têkçûna TEVKURDê li PKKyê bar bikim? Ez nikarim bar bikim. Ez mesûlê wê me! Ez di hindur wê rêxistinê de bûm, diviya min bikaribûya pêşiya xwe vekira. Heta dawîyê jî me îsrar kir ku bila ev rêxistin bimîne, em bidomînin. Neçû serî, me rêxistin cemidand. Min nehîşt bê girtin, me cemidand, aniha cemidî li cihê xwe ye.

Dixwazim çi bêjim? Rexne şerd e û ya PKKyê ji rexneyê wêdetir, gûmanbarî ye. Min berê gotibû: Ocalan bi xwe dibêje di danîna PKKyê de dewlet heye. Ev 21 sal e ji xêncî terefdarên PKKyê, yên ku nafikirin û tenê jê hez dikin û pê re pabend in, ji xêncî wan herkes dizane ku ev 21 sal e Ocalanê li Îmralîyê; kî serdest be, ew bi wan re dixebite. Ji 1999an heta 2004an bi dewletê re hevpar bû. Ew bi kar anîn. Wê çaxê di hindur dewletê de, di mijara kurdan de kêşe tune bû; ji 2002an pê ve ku AKP bû desthilat, tevî artêşê şerê AKP kirin; di 2008an de ku AKP dest avêt Îmralîyê, ji 2009an pêve pêvajoyên Îmralî dest pê kir. Di van hilbijartinên dawî de name şand ji bo şaredarîya Stenbulê ku ji destê AKP neçe. Niha  herkes vê dizane. Ev êdî ne mijara rexneyê ye. HDP hatiye avakirin, cîgirê serokwezîr gotiye: ” li Îmraliyê, Hakan Fidan û Ocalan,  me bi hev re HDPyê ava kiriye”. Yekî/ê HDPyî li hember derneketiye ne gotiye: naxêr, me ji xweber ava kiriye. KCK hatiye avakirin, Ocalan gotiye ez bi Hakan Fidan û berpirsê vê derê re peyivîme: min gotiye ku PKK zêde îlegal dimîne, em KCKyê vekin ji bo ku PKK legalize bibe.

”Heger mirov ber derîyê xwe paqij neke, mirov nikare qala gemara ber derîyê tu kesî din bike”.

Ev hemû êdî ne mijarên rexneyê ne, mijarên deşîfrasyonê ne. Lê li wê derê xuyaye, yan tiştê ku ez dibînim ew e: ne tenê PKKyeke Ocalan heye; PKKyek ji aliyê din di kontrola Îranê de heye, û herweha bi hezaran keç û xortên me yên ji bo azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê derketine serê çiyan, hene. Bi milyonan însanên me yên ku bedel dane û hîn li pê bedelên xwe ne, hene. Em van hemûyan nikarin bînin û bêjin: ev rêxistineke MÎTê ye. Bi deh hezaran ciwan di vê rêyê de şehît bûne. Ew şehîd, şehîdên min in jî. Li ser şehîdan nîqaş nabe; ew ji bo rizgarîya welatê xwe çûne, ketine rêyeke din, ew tiştekî din e.

Eger mirov ber derîyê xwe paqij neke, mirov nikare qala gemara ber derîyê tu kesî/ê din bike. Yanî ber derîyê te bareke gemar lê be û sibê, nîvro, evarê tu bêjî ber derîyê cîranê min gemarî ye, ev ne cîyê bawerîyê ye. Kadro, rêxistin, sazîyên ji derveyî PKKyê jî divê pêşî, li ber derîyê xwe paqij bikin. Dudu; hewil bidin, yanî eger hûn ê siyasetê bikin û hûn xwedî îdîa ne, fermo saha vekirî ye. Li vir em bi hev re kar bikin. Em tevgereke serxwebûnxwaz  ava bikin, însîyatîvekê em ava bikin, ne ferz e ille em partiyekê ava bikin. Yanî hezar tarzên rêxistinê û însîyatîfgirtinê hene, ev jî giş vekîrî ne. Ew, yên ku ji van rêyan yekê bi kar naynin û tenê sibê nîvro, evarê bi dijûnan derbas dikin, bi ya min ew jî, ji xeynî xisarê tu fêde nade têkoşîna rizgariya milî.

”Ez difikirim ku piştî darbeya leşkerî, me nekarî li gor şerdên nû rêxistinên xwe li ser lingan bihêlin; siyaseta xwe bidomînin; têkoşîneke bi rêxistînî bidomînin. Ev otolîkîdasyon e, yanî tasfîyekirina xwe bi xwe ye. Niha rêveberên van partîyan jî pirayî ev kadro ne.”

Sedema esasî ya em dikarin li ser gengeşî bikin çi ye? Hin sedem hene lê ne di destê me de ne. Dewleta tirkan zorek tûnd dimeşîne û sahaya vekirî pir teng kiriye; her şeş mehê carekê em diherin mahkemeyan. Niha nêzî deh sal ceza ji bo min tê xwestin. Şeş sal ceza dane min, çar salên din jî dixwazin, li îstînafê ye. Em  nikarin van biguherînin. Ji bo wê li ser van nîqaşkirin vala ye, ne di destê me de ye. Ev dijminatî ye, bêminetî ye.

Li Kurdistanê sahaya vala nemaye. Gerek e em sahayê ji xwe re vala bikin. Di sahaya ku heye de, di warê sîyasî de: hema nêvîyê nufûsa kurdan bi nîzamê ve girêdayî ne. Dengên xwe didin partîyên serdest, nêvîyê mayî jî dengên xwe didin partîyeke din a nîzamê, li ser navê kurdayetîyê didin HDPê. Li sahayeke wisa tijî, gerek e tu bi xebata xwe, bi lehengîya xwe, bi sebir û sebata xwe ji xwe re sahayekê vekî. Sahaya sîyasî ya ji derveyî PKKyê, ya rastî bi nav, navê heft, heyşt partiyan hene. Lê partiyake niştimanî, welatparêz, kurdistanî ku birêkûpêk siyaseteke kurdistanî dimeşîne heye? Eger ji min bê pirsîn, ez dê bêjim tune ye.

Di vir de problema me ya esasî ev e: karên siyasî, kadroyên siyasetê yên têkçûyî dimeşînin. Ev, yên ji derveyî PKKyê rêxistin saz kirine, pirên wan generalên kevin in; di şer de têkçûne; rêxistinên xwe tasfîye kirine; xwe bi xwe tasfîye kirine. Ez nafikirim ku PKKyê em tasfîye kirine. Ez difikirim ku piştî darbeya leşkerî, me nekarî li gor şerdê nû rêxistinên xwe li ser lingan bihêlin; siyaseta xwe bidomînin; tekoşîneke bi rêxistînî bidomînin. Ev otolîkîdasyon e, yanî tasfîyekirina xwe bixwe ye. Niha rêveberên van partîyan jî pirayî ev kadro ne.

Kadroyên kevin nikarin bi xwe re kadroyên nû, kadroyên ciwan biherikînin.

Ji kadroyên nivşê min ataxeke (pêngaveke) kurdistanî, niştimanî , yeke nû, ataxeke serxwebûnxwaz dernakeve. Yanî ku derketaya, ji xwe heta niha  me dê derxistibûya. Kî ji wan devê xwe vedike, dibêje: ev 50-60 sal e şerê siyaseta kurdistanî dimeşînim. Eger di 60 salî de 60 kes li dor te tune be, piştî temenê te bûye 65-70 sal, tu ji nû de nikarî artêş ava bikî; tu ji nû de nikarî girseyan li pê xwe biherikînî. Eger ew quwet, qabîlîyet, qudret bi te re hebûya, ji xwe te dê heta niha kiribûya. Problema me,  ên ku em xwe  hîn jî wek liserxwemayî dihesibînin, di nabeyna me û nivşê li pê me de mekanîzmayên xurt tune ne. Nikarin bi xwe re kadroyên nû, kadroyên ciwan biherikînin.

Wek nimûne: Li Kurdistanê çend hewildanên ciwanan çêbûn. Komela Ehmedê Xanê vebû, bawer im derdora sala 2004-5an bû. Gelek ciwan, yanî gelek kadroyên ciwan li dor xwe dan hevûdin. Partîyên me yên heyî, qaşo îlegal, dest tê werdan, tevger xerab bû, çû.

Ew ciwanên wê çaxê yên ku komele ava kirin, temenê wan niha 45-50 ye. Komela Çira hebû, li dor PSKyê bû, bi dehan kadroyên ciwan tê de hebûn, têdikoşîyan. Ew jî, kadroyên çira damezirandin niha temenê wan di ser 40î re ye. CNK heye (Ciwanên Netewî yên Kurdistanê), ew jî insîyatîfeke ciwanan e, hîn heye li ser xwe ye, lê tu bêje ew jî rêxistin e, dikare insîyatîf bigre? Na. Rêxistineke din hebû, Tevgera Ciwanên Kurdistanî. Ew jî yên ku damezirandin û çalakiyên kurdistanî meşandin, aniha temenê wan bûne 40-45, bi ser neketin. Di têkçûna van hewldanên ciwanan hemûyan de destêwerdana partî û sazîyên legal û îlegal ên li pişt wan heye.

Heta em vê denklemê çareser nekin, em dê nikaribin  bibin aktorên siyasî  û girseyan temsîl bikin û girseyan biherîkînin û bikaribin bêjin; erê wele em li Bakurê Kurdistanê tevger, sazî an rêxistineke kurdistanî ne.

”… mirov partîyekê ava dike, berê, partîyê wek wasite dibîne; mirov dibêje ez ê doza Kurdistanê bimeşînim, ji bo meşandina vê dozê partyek lazim e. Mirov partîyê ava dike,  dûre, temama konsentrasyona enerjiya xwe dixe ser parastina partîyê. Yanî wasite dibe amaç.”

Ji alîyê din ve, yanî ev mijarên dûrûdirêj in. Hema  kurtekurt qal bikim: Ji girtina Ocalan vir de sê hewldanên ji derveyî PKKyê çêbûn. Yek jê di sala 2001ê de, HAK-PAR ava bû.

Tu bigre temamên beşên ji derveyî PKKyê, ez, em ne tê de, hemû di hindur HAK-PARê de bûn. Xebata partiya legal kirin û gotin em ê bibin alternatîf, serokê wê Melik Firat bû. Problema van rêxistinên ku ji derveyî PKKyê ava bûne yek jê ew e: bi hişmendiya ku dê Turkîye demokratîze bibe, derfetên demokratik zêde bibe û em ê jî bikaribin siyasetê bikin. Bi hişmendiyeke wiha hatin cem hevûdin.

Pêla duduyan di 2005an de piştî Erdogan got pirsgirêka kurd heye, ji nû de lêgerînek nû çêbû, TEVKURD jê derket. Bi ya min însîyatîfeke xurt bû, baş bû, xwedî bernameyeke kurdistanî bû. Ew jî di 2012an de, me ew cemidand.

Pêla sisêyan, piştî pêvajoya Îmralîyê ya 2013an de furyayek nû derket, çar, pênc, şeş partîyên nû ava bûn. Sê heb PDK, PAK, PSK û Pariya Azadî derketin legalîteyê. Feqet ev jî bi hişmendîya ku rewşa Tirkîyeyê ber bi aştîye ve diçe, şertên demokratîk û legal dê zêde bibe, PKK dê dest ji çek berde; ev ji bo me derfet e, em ê xurt bibin. Ev hişmendî bixwe seqet e. Ev hişmendî bixwe hişmendîyeke tirkîyevî ye. Navê wê çiqwas kurdistanî dibe bila bibe,  ev hişmendî bixwe hişmendîyeke tirkîyevî ye û çiqas dijminatî û dijûnan ji Ocalan û PKK re jî bidin, her xwestin pêvajoya Îmralî bidome. Bi gotina wan: ango dê wasatek aştîyane çêbibe, dê rewşeke demokratîk pêk were, PKK dê dest ji çek berde û ew ê rewşa aştîyane û demokratîk were û ew ê jî xebata siyasî bikin.

Ev hişmendiya ku ji van her sê hewldanan re bû zemîn, ne hişmendîyeke kurdistanî ye û ne hişmendîyeke realîst e jî. Ji ber wê ye ku li ser vê hişmendiyê û bi kadroyên têkçûyî, însîyatîf, rêxistin, sazîyên nû û atak dernakevin. Ev xwezayî ye. Bi sedem piraya kadroyên me jî siyasetmedar bûn, bûn wêjevan; siyasetmedar bûn, bûn rojnamevan; serokê partîyan bûn, bûn rojnamevan û rewşenbîr û ev jî bo sedem ku sahaya fikrî li Bakurê Kurdistanê bibe çolekê. Sahaya sîyasî kirin çolek. Yên hinekî karibin bifikirin, xwedî hişmendîyeke analîtîk bûn, ji sahaya siyasetê bi dûr ketine. Yên mane, di ser gotina yekîtîya neteweyî re li Bakurê Kurdistanê nikarin tiştekî bikin.

Niha tiştên lazim ku em bikin hene, em dikarin bi hev re hevkarî bikin,  bi hevûdin re hin karan bikin. Hevkariya neteweyî dikare fonksiyonel be. Beşek ji van partîyên ji derveyî PKKyê, ne temamên wan, çar-pênc heb ji wan ji xwe li dor HDPê di hindur bereyekê de ne. Li derveyî wan sê-çar heb mane, hin derdor hene, kom hene, kadroyên bi serê xwe hene. Bi ya min ku ew di nav xwe de diyalog xurt bikin û bernameyeke ji bo kar deynîn ber xwe, bi hevûdin re kar bikin, ew dê bikaribin ji bo sibêrojê hêvî bidin. 

Problemek jî ev e: Mirov partîyekê ava dike, berê  partîyê wek wasite dibîne; mirov dibêje ez ê doza Kurdistanê bimeşînim, ji bo meşandina vê dozê partyek lazim e. Mirov partîyê ava dike, dûre, temama konsentrasyona enerjiya xwe dixe ser parastina partîyê. Yanî wasite dibe amaç. Esasen ew partîya ku wek wasite hatiye avakirin, êdî dibe armancek ji bo kesên ku partî ava kirine. Partî, êdî ne wasite ye, dibe armanca wan. Ev jî pêşî li gelek karên ku em dikarin bi hev re bikin, digre.

Em hewl didin di sahaya ji derveyî HDPê de, di sahaya vekîrî de li ser bernameyeke neteweyî karên hevkar ên ku em dikarin, bikin. Ango em dikarin mesela; li Diyarbekirê pêşadenekê li dar bixin, bêjin: em qebûl nakin teyarên we ji Diyarbekirê rabe û here Zaxoyê bombebaran bike. Em dikarin bernameyên ziman deynîn ber xwe, li ser wan bi hev re kar bikin. Hezar karên wisa yên rojane ku em bikaribin bi hev re bikin, hene. Em di nav hewldanên wisa de ne, em dê bi ser kevin an bi ser nekevin, nexwiya ye.

Dê bidome.