SÎYASETA KURDİSTANÎ Û HILBIJARTINA 31Ê ADARÊ

SÎYASETA KURDİSTANÎ Û HILBIJARTINA 31Ê ADARÊ

RİDVAN BîLEK: Îro mijara me li ser sîyaseta kurd e, sîyaseta kurd çi ye û di rojhilata navîn de sîyaseta kurd di kîjan merheleyê de ye? Em dixwazin li ser sîyaseta kurd bîaxivin, paşê mijara hilbijartinê a 31ê Adarê li pêşîya me ye, em dixwazin li ser wê jî çend tiştan bêjin, fermo kek Fûad.

FÛAD ONEN: Sîyaseta kurd, peyvek gelemperî ye, gerek em vê hebekî pênase bikin, em çi fahm dikin ji sîyaseta kurd. Van salên dawîn di bin navê pirsgirêka kurd de, tevayaa kêşeyên Kurdistanê û Kurdên Anatolya û Kurdên Tirkîye wekhev dikin û bi navê pirsgirêka kurd pênasê dikin. Hewceyê gotinê ye ku di eslê xwe de pirsgirêka kurd tune ye, pirsgirêka tirkîtîyê heye.

Pirsgirêka tirkîtîyê jî ew tişte ku, sed sal berê, piştî Împaratorîya Osmanî, dema Komara Tirkîyê ava kirin, li holê miletê tirk tune bû. Gor îstatîstîkên wê deme, tirkên ji Asyanavîn hatine bi gotinek din em dikarin bejin tirkên rojava, rêjeya wan, di vê erdnîgariyê de ji sedî 10-15 ye. Ango li holê bi navê miletê tirk tune ye. Lê Komara Tirkîyê projeyek danî ber xwe ku miletekî tirk ava bike. Vî miletî, li ser erdnîgariya miletên otokton û bi giranî ji miletên otokton ava bikin. Ev karekî jenosîdkarî ye.

Dema erdnîgarîyek heqîqetên gelek welatan û miletan tê de habe û tu bixwazî li ser vê erdnîgarîyê miletekî bi navê tirk ava bikî û welatê otoktonan jî ji xwere bikî welat; ev tenê bi jenosaydê pêk tê. Ev sed salê Komara Tirkîyê jî karê jenosîdkar dike.

Miletê otokton ê vê erdnîgarîye, weke; rûm, sûryan, ermen, laz ji xwe tasfiye kirine, li hember wan maye; rastîya miletê kurd û welatê kurdan: Kurdistan. Yanî, esas sedemên pirsgirêkan, ev tirkîtî ye. Îcar bi sedem ku tirkîtîya xwe weke xwezayî dibînin (halbûkî tirkîtî, tiştekî çêkirî ye), kurdan dikin pirsgirêk, ermenan, rûman, lazan dikin pirsgirêk, lê di esasê xwe de pirsgirêk, pirsgirêka tirkîtîyê ye. Yê divê ji holê rabe jî ev pênaseya tirkîtîyê ye, bi sedem di ser dewletê re vê tirkîtîyê li ser temama miletê niştecîhê vê erdnîgariyê ferz dikin.

Sîyaseta kurd jî divê li gor rewşa kurda em pênase bikin. Îro li Bakur-rojavayê Kurdistanê û li Tirkîyê, di warê sosyolojik û erdnîgariyê de em kanin qala sê meseleyên kurdan bikin:

 Yek jê, kurdên alîyê Tirkîyê ye. Li gor îstatîstîka hejmara wan, li dor; 10-11 mîlyona ye. Ev kurdên Stenbolê, Îzmîrê, Konyayê wan deverna ne. Kurdên Tirkîyê, li gor lîteratûra hiqûqî ya nav dewletî, miletekî kêmar in di Tirkîyê de. Em kanin bêjin: “kêmar milet in.” Li vê der sîyaseta kurd ger em behs bikin: “Gerek, mafên vî miletên kêmar ên li Tirkîye, mafen wan ên neteweyî û demokratîk biparêzin.” Hebûna komunîteya kurdan li Tirkîyê, bi dewletê bidin pejirandin û mafê wanî milî demokratîk wek; mafê ziman, mafê perwerde yê, temsîlîyeta wan di dezgehê dewletê de li alîyê Tirkîyê, sîyaseta kurd, gerek li ser van esasan ava bibe. Weke nûmûne bêjim: “Li Stenbolê, li dor 4 milyon kurd hene, ango li Stenbolê ji her çar kesa yek taqrîben kurd in. Ev kurdina ji temama mafên xweyî milî û demokratîk bêparin. Ger hilbijartinên herêmî dema çê bibe, sîyaseta kurd li vêderê, divê temsîlîyeta kurdê li Stenbolê bikin. Di meclîsa şarederîyê de li gor rêjeya wan, ji çara yek kontenjanê ji kurdan re cûda bikin û kurd, bi temsîla miletê xwe, bi hebûna xwe, di meclîsa şarederîyê de bên temsil kirin. Mafê perwerdê talep bikin, yanî çi mafên miletê kêmar hebin, gerek li ser wê temsîlîyetê de li ser sîyaseta tirk ferz bikin.”

Tiştên heta niha em dibînin çîye? Partîyek ku esasen dibêje ez partîya Tirkîyê me, lê girseya wê ji sedî nod kurd e û kurd vê partîyê wek partîya xwe dibînin, geh bi AKPyê re, geh bi CHPyê re danûstendinan dikin, lê mafên çar milyon kurdên li Stenbolê dernaxin pêş. Yanî dibêjin: “Em ê bi AKPê bidin windakirin bila CHP were ser hikum.” Temam; madem hûn wer dibêjin; Ji muxatabê xwere bêjin ku: “Em temsîla çar milyon kurd dikin, mafê vî çar mîlyonî divê hûn bipejîrînin, hûn pesend bikin.” Ji dêvla ku dibin perçeyek ji sîyaseta Tirkîye û tevî ku piraya kurdan, denge xwe didin vê partîyê, mafê kurdên li Stenbolê, li ser sîyaseta tirk ferz nakin.

Beşek din ya meseleyê; Kurdên Anatolîya ne. Cûdahîya Kurdên Anatolîya û Kurdên Tirkîyê, ev tişte ku; Kurdên Anatolîya, li ser axekê di gelek navçeyan de, di gelek gundan de piranî ne. Li wê derê divê, taleb li ser axê bê pênasekirin. Ew jî di ser şaredarîya re, dikanin heremên otonom talep bikin.

Yanî tu ji Konyayê bigire heya bi Çorûmê, li gelek deveran kurd, di navçe an di gundan de, di piranîyê de ne. Eger, li heremekê tu di piranîyêde bî; divê, talebê te, li ser axê bî. Ev jî di çareserîya kêşeyê kêmaran de, rêça wê, taleba otonomî ye. Û li wêder wexta şaredarî hat bi destxistin, divê wek dezgehekî kêmara tevbigerin. Yanî ev der madem piranîya wan kurd in, şaredarî divê temsîla kurdîtîyê bike li wê derê. Bi zimanê xwe, bi karûbarê xwe; divê, temsîlkarîya Kurdên Anatolya bikin.

Ya sisîya û sedemên van herdû yên din, kêşeya Kurdistanê ye. Li Kurdistanê, kêşeya Kurdistanê çiye? Kurdistan perçe bûye, parvebûye, dagirbûye û tûşî jenosaydek demdirêj bûye ev sed sal e. Li vê derê, çareserî dewletbûyîn e. Heger em bibêjin em miletin û welatekî me heye, heger em ji van gotinê xwe bawer bikin; divê demildest em talep bikin ku; miletê me, li ser axa xwe bibe dewlet.

Li vê derê nîqaşên otonomî, federalî, vir de wir de ne asayî ne. Tu li temama dîroka şerê rizgarîya neteweyî binêre; sîyaseta Kurdistanî, êdî li vir sîyaseta Kurdistanî ye, siyaset li vir li ser axê tê meşandin. Eger tu bêjî; ez temsîlkarê kurdan im û tu axê ji bin kurda bikşînî, ev esasen xiyanet e. Yanî di vir de ev nebe nabe. Eger em miletin û welatekî me heye, siyaset divê, li ser axê bê kirin. Çareserîya kêşeya miletan, li her deverî dinyayê heman tişt e.

Miletek hek li ser axa xwe be, ew milet divê, li ser wê axê bibe dewlet. Taleba asayî û taleba xwezayî ev e. Ji ber vê yekê tarza sîyasetekê ji bo em kanin bêjin ev tarz sîyaseta Kurdistanî ye; divê, axê û Kurdistanê esas bigire.

Dema axê esas bigirin jî divê bizanibin ku; Bakur-Rojavayê Kurdistanê, perçeyek ji Kurdistanê ye. Ji sedî 42yê Kurdistanê ye. Sedî 58 Kurdistanê, li dervî tixûbên dewleta Tirkîyê ne. Ji bona sîyasetek bira bibe Kurdistanî; divê, Kurdistan a mezin hizir bike û sîyaseta xwe, li ser wê erdnîgarîyê berfireh bike, talebe xwe jî li ser yekitî û serxwebûna Kurdistanê pênase bike. Encax wê çaxê, em dikanin bejin: Erê! Ev sîyasetek Kurdistanî ye.

Çi sîyaseta Kurdistanî û çi sîyaseta kurd ên li metropolên Tirkîye û çi kurdên Anatolîya, bi hevre têkildar in, wek encam; ev herdû kêşeyên din, ji dagirkirin û parçebûna Kurdistanê sadir bûne. Van her sê ya bi hev re; divê mirov koordine bike.

Ji bona vêya mirov dikane, tevgera Filîstînî analiz bike. Li Îsraîlê, zêdeyî mîlyonek Erebê Filîstînî hene, sê-çar partîyên wan hene, bi navê partîyên ereban; Erebên Fîlîstîn. Di parlamena Îsraîl de jî temsîlkarên wan hene -ne şaş bim- sê an çar heb parlamanterên wan hene. Van partîna hem mafên xweyî kêmarî li hundir Îsraîl diparêzin, hem jî piştgirî didin serxwebûna Fîlîstînê.

Bakur-Rojavayê Kurdistanê jî kurdên Anatolya û kurdên metropolên Tirkîye, hem divê ji alîkî de mafên xwe yên neteweyî, demokratîk biparêzin li metropolên Tirkîye, ji alîyê din de jî piştgirîyê bidin serxwebûna Kurdistanê.

Bi gelemperî ev her du siyaset teklihev dibin, kurdên Anatolya û kurdên metropolên tirkan, bêtirîn hewl didin sîyasetek Kurdistanî bimeşînin. Ew neçû serî: Di van salên dawîn de îcar “sîyaseta Kurdistanî” vediguhezin dikin “sîyaseta kurd” weke miletekî kêmar, heya ne weke miletek, weke hemwelatîyê dewleta Tirkîyê.

Ev, ji hedefên stratejik dûrketine, ev hewldana entegrasyonê ye: “sîyaseten entegrasyon.” Yanê, dewleta tirkan, bi temama dam û dezgehên xwe, çi bi dibistanên xwe, bi zanîngehên xwe, heta bi camî yên xwe, bi îktîsada xwe dixwazin entegrasyonê xurt bikin di nabeyna Tirkîyê û Kurdistanê de. Ev sîyaseta li bakur rojavayê Kurdistanê serdest; em bi nav bikin PKK û HDP ye -niha bûye partîya DEM- evan jî sîyaseten dixwazin kurdan entegreyî Tirkîye bikin.

Dengdayîn, tenha ji bona parlamana Kurdistanê rewa ye.

Meseleya hilbijartinan jî divê di vê çarçoveyê de mirov lê binêre. Ez bi gelemperî; li Kurdistanê, beşdarîya hilbijartinê tevahî, red dikim. Bi sedem sîyaseta Kurdistanî, temama dam û dezgehên Tirkîye, li Kurdistanê ne meşrû dibine: “Ê vana ne meşrû ne, ev dewlet, divê ji Kurdistanê biqeşite.” Ger hedefa te ev bî, îcar tu bixwazî dam û dezgehên vê dewletê jî bişuxilînî, ev herdû li hev nayên. Eger em miletek bin; dengdayîn, tenha ji bona parlamana Kurdistanê rewa ye. Çûyîna ser sindoqên tirkan li Kurdistanê, ne rewa ye, divê em red bikin! Tu wezîfeya me tuneye ku em arîzeyê demokrasîya dewleta tirkan tamîr bikin. Hedefa me ew e ku; em vê dewletê ji Kurdistanê derînin û dewletek serbixwe li Kurdistanê ava bikin.

Wexta tu li vê hedefe pabend bî, nabe ku tu hewl bide, ji bo dam û dezgehên dewleta Tirkîyeyê hîn baştir bişuxule. Gelek sîyasetmedarên me derdikevin dibêjin: “Dewlet serast naşuxule, rêvebirê dewleta tirka bê aqilîyê dikin.” aqil didin dewleta tirkan û pêşnîyaz dikin ku, dam û dezgehên xwe bi vî şiklî hûnê çêtir bişuxulînin. Ev ne kare Kurdistanîyan e, ev li dijî sîyaseta Kurdistanî ye. Tu wezîfeyek me ku em vê dewletê xurt bikin an demokratîk bikin tuneye. Tekane wezîfeya me li hember vê dewletê, ji Kurdistanê derxistina vê dewletê ye.

Mijara hilbijartina giştî de ez dikarim van bêjim, hilbijartinê herêmî hin taybetmendîyê xwe hene, di wira de jî esas ev e, şaredarî jî dezgehên vê dewletê ne. Welew bi hilbijartinan bê hilbijartin jî şaredarî, dezgehên vê dewletê ne. Bi wezareta daxilîyeya vê dewletê ve girêdayî ye û di vî 7-8 salên dawîn de ji xwe em dibînin ku nayê hesabê wan, şaredar ji kar distînin û şûna wan qayum datînin. Divê em vê ji bîr nekin. Piştî ku me ev tespit kir, kengî rewa ye ku em kanibin beşdar bibin, heger bernameya me ew be ku em bibin şaredar, şaredarîyê em ê hewl bidin, wek dezgehek Kurdistanî bi kar bînin. Terefekî sîyasî xwedî vê bernameyê hebe, ji bona şaredarîyê em karin fitû bibînin ku çûna ser sindoqan jî pêkane. Lê ev şert heye, divê şaredarî wek dezgehekî Kurdistanî bê bikaranîn, bi zimanê wê, bi xebatê wê divê wek dezgehek Kurdistanî bê bikaranîn.

Elbettekî dewletê rê nede. Wê çax, şaredar bi wan dengê ku sitendine dikare têkoşînê bilind bikî. Yanî wexta ku yek bû namzetê şaredarîyê, divê ji miletê xwe re eşkere bêje: “Ez bibim şaredar, ez ê şaredarîya Dîyarbekir weke dezgehekî Kurdistanî bi kar bînim. Dewlet ê hicûm bike, heger li hember wê hicûmê, hûn dê bi min re bin denge xwe bidin min. Heger hûn ne bi min re bin, denge xwe nedin min.”

Ango li Kurdistanê, beşdarîya şaredarîya ne mijara ku ez ê ava hîn paqijtir bînim, ez ê rêya çekim, ez ê gemarê berhevkim vê ya tu onbaşîyekî jî deyne bike şaredar, ew onbaşî jî wê van karan bike û kirine (Di dema orfî îdareyê de). Di van demên qayuman de, qayum jî çopê berhev dikin, rêya jî çêdikin, alîkarîyan jî belav dikin. Îdîaya me ne ew be ku: “Em ê ji wan çêtir van karan bikin.” Na! Îddîaya sîyasî gerek ew be ku, em ê vê şaredarîyê weke dezgehekî Kurdistanî bi kar bînin.

Ev tiştên vê taliye ez dibêjim ji bo Kurdistanê ye. Ji bo kurdên Stenbol, kurdên Îzmîrê pêşnîyerek minî bi vî rengî tuneye, ew li wir kêmarin, sibe Kurdistanek serbixwe ava bibe jî heger şerekî navxweyî li alîyê Tirkîyeyê dest pê neke an wek Grekên li Tirkîyeyê bi mubadelê neşînin Yunanîstan tirka ji wir nînin, îhtîmale ew ê dîsa beşekî mezin ji wan, li Tirkîyeyê bimînin. Li Tirkîyeyê weke cıvata kurd divê bijîn û sîyasetê jî li ser mafê vê komunîteya kurdan pênase bikin.

RIDVAN BÎLEK: Belê kek Fûad ji bo pêşnîyarê te em sipas dikin. Xalo, tiştekî ez dixwazim bêjim. Te got ku: “Sîyaseta li ser axê bila bê kirin.” Sîyaseta li ser axê gereke çawa be, xwestek gerek çi bin? Mesela, xwestekê çawa bidin pêşîya xwe sîyaseta kurd ya jî em bêjin partîyên ku di meclîsa tirkan de ne, bi denge kurda ketine wê meclîsê gereke çi bikin?

 FÛAD ONEN:  Niha ev ên îro di parlamentoya tirkan de bi eslê xwe kurd bin jî, ne parlamenterên Kurdistanê ne. Wan ê esilkurd, di temama partîyan de hene. Yanî îro di AKPyê de jî 10-15-20- parlamenter hene ku bi eslê xwe kurd in, CHPyê de jî hene, di partîyê din de jî muhtemelen hene. Berê divê ev mijar bê fahmkirin; ji bona ku tu temsîlkarîya miletê kurd bikî, divê li ser navê vî miletî tu biçî û li wê derê ev dewlet, hebûna welatê te, mîletê te bipejîrînî û te jî wek temsilkarê miletê kurd, li wir pêşwazî bike. Aniha têkilîyek wisa tuneye. Ê ku dibin parlamenter diçin parlamentoya tirkan, wek parlamenterekî Tirkîyeyê diçin wê derê, hinek ji wan çepgir in, hinek ji wan rastgir in, hinek ji wan hesasîyetê wanî îslamî hîn zêde ne, vana jî di temama partîyên Tirkîyeyê de hene. Bi vê wateyê em nikarin cûdahîyek mezin têkin nav parlamenterên HDPyê, û parlamenterên AKPyê, parlamenterên CHPyê.

Gîşt heman sondê dixwun, li ser tirkîtîyê û Atatûrkçîtîyê sond dixwun û dibêjin em parlamentere Tirkîyeyê ne, em ê hewl bidin, ev dewlet çêtir bişuxule. Di prensîbên sîyaseta Kurdistanî de ev cûre parlamenterî tuneye. Ji bo me, kengî ku me li Amedê parlamentoyek neteweyî ava kir, wê çaxê çûna parlamentoyê bo me rewa ye. Li ser navê tirkîtîyê û Atatirkçîtîyê sond xwarin û bûna parlamenterî, reda doza Kurdistanê ye.

Ev ne tenê tiştekî sembolîk e; yanî gelek parlamenter hene, dibêjin: “Ji bona em bibin parlamenter, mecbûrin em sond bixwun.” Ê sond nexwun! Hûn sond nexwun û neçin parlamentoyê ew ê çi bibe?

Niha di wan mijaran de jî numûne hene; yek jê Îrlanda ye. Li Îrlandayê jî wek Başûrê Kurdistanê, dû hilbijartin çêdibin. Hilbijartinek ji bona parlamana Îrlanda, hilbijartinek jî ji bo parlamana Birîtanya mezin. Îrlandî dikevin herdû hilbijartinan jî lê partîya Îrlandî a sexwebûnxwaz dibin parlamenter lê naçin parlamentoya Brîtanya. Ji wan dipirsin dibên: “Bo çi tu naçî parlamentoya Brîtanya.” Dibe: “ez biçim parlamana Brîtanya, ez ê qebûl bikim ku parlamana Brîtanya di derheq Îrlanda de dikare biryar bide.” Halbûkî ev ne rewa ye, di derheq Îrlanda de a ku dikare biryara bigire parlamana Îrlanda ye.  Binêre tu vê ya û hilbijartinên Başûrê Kurdistanê bidî berhev, tê cûdahîya hişmendîya serxwebûnxwazî bibîni. Li Başûrê Kurdistanê jî dikevin dû hilbijartinan. Û heta ji boçûyîna Bexdê, şerê hev dikin. Hûn ji bo çi şerê hev dikin ji bo çûyîna Bexdê? Wayê parlamana we heye, ç ûyina Bexdêred bikin. Dagirkerîyê red bikin, bila hişmendîyek serxwebûnxwaz bi were hebe û hişê dewletê bi were hebe. Ta ku ev hişmendîya serxwebûnxwaz û hişmendîya desthilatê, hişmendîya dewletê, di nav me de xurt nebî, em nikanin bi ser kevin.

 Bi sedem, sîyaseta serxwebûnxwaz, ew sîyaset e ku li ser cûdahîyê miletê xwe û dewleta dagirker sîyasetê dikî. Ne li ser mûşeterekan siyaset dikin. Îro li Kurdistanê yê ku otonomî, federasyon an demoqrasî talep dikin, li ser mûşterekên kurdan û tirkan sîyasetê dikin. Dîrokên sexte çêdikin.

Yek ji wan teza ew bû ku: “Kurd û tirk kengî bi hev re bûne, herdû jî bi ser ketine. Halbûkî tu dema li dîroka hezar salî binêre, kengî ku bi hev re bûne dewleta tirkan a dagirker bi ser keti ye, miletê kurd têkçû ye. Niha cûdahîya serxwebûnxwazîyê û vê terza sîyaseta dinê esasê xwe de ev e.

Ev ên ne sexwebûnxwaz, di hûndir sînorên dewletên dagirker de li çareserîyê diğerin. Ev otonomîxwaz be, federalîxwaz be yan tişteknexwaz be, ferq nake. Sînorên dewletê esas digirin. Axê jî wek terîtorya ya Tirkîyê pênase dikin, Kurdistanê di hûndir wê de bi cîh dikin. Serxwebûnxwaz vêya red dikin!

Em li ser terîtoryaya xwe, li ser axa Kurdistanê siyaset dikin. Ji ber wê jî sîyaseta serxwbûnxwaz, li ser cûdahîyên me û dewleta dagiker tê meşandin, ne li ser hevparîyên me. Yanî dû milet bi hezar salî li tenişta hev bijin, dikanin xalên wanî hevpar hebe. Feqet dewleta vî miletî êdî karê jenosîdkar dike, dixwaze rastîya welat û miletê te ji holê rakî; tê mûşterega red bikî!

Di her warê civakî de, di her warê sîyasî de,  tê cûdaxwazîyê biparezî. Em ji hev cûda ne. Em Kurdistan in, em miletê kûrd in, hûn xwedîyê vê dewletê ne, ev dewlet dixwaze rastîya welat û miletê me ji holê rake. Ango dewletek jenosîdkar e, mûşterek bi vê dewletê re nabe!

Bi dû şikla dikare bibe; yek jê, Dewlet ji Kurdistanê vekişe, bêje: “Em nîzamek konfederalî deynin demkî, ji bo demekê.” Ev ya bi dewleta Tirka re ne pêkan e. Bi sedem, dewleta Tirkîyê hebûna miletê Kurd û Kurdistanê ji xwe re mijara beqayê dibine. Wateya wê çi ye? Dibêjin: “Heger kurd bibin dewlet, em ê ji holê rabin.” Dewletek li ser vî esasî ava bûbe, pê re siyaset bi vî şiklî nameşe.

Rê ya din çiye? Tê dev ji temama aydîyetên xweyî milî û Kurdistanî berde, tu yê bêjî: “Em hezar salî bi hev re bûn, em ê hezar salên din jî bi hevra bijîn.” Ev jî şiûra koletîyê ye! 

Di felsefe ya Hegel de têgehek muhîm heye, dibê: “hevnasîna beramber” yanî heger dû teref hebin, her dû teref, gerek beramber hev nas bikin. Niha em vê dewletê û vî miletî nas dikin; lê ev dewlet, ne miletê me, ne welatê me nas nake. Heger em tev li vî halî jî, em li müşterekên xwe û dewletê bigerin, ev şiûra kola ye, pejirandina koletîyê ye.

Çima şiûra kole û koletîyê ye? Malûm e, kole efendî nas dike, lê efendî koleyê xwe nas nake. Efendî li koleyê xwe dinere, weke aletekî berhemê lê dinêre, ne weke mirov lê dinêre. Hevnasîna yek alî ya koletî û efendîtî ye. Em şoreşger in, her cûre koletî û efendîtiyê em red dikin. Ji bo bi hev re têkilî danînê carinan dibêjin: “Li Îmralî müzakere dibin.” Ji bo müzakere li ser navê kurdan bibe; divê dewlet, berê bêje ku: “Miletê kurd heye, welatê wan heye, bi navê xweyî şerîn Kurdistan e.” Dema hevnasînek beramber tune be; danûstendin, bi ruhê koletîyê ye. Divê em van red bikin!

RIDVAN BÎLEK: Te mînakek da; Îngîlîz û Îrlandalî, te li ser wan mînakek pir girîng da, lê em ji wan cûda ne. Wana yekitîya xwe ava kirine. Îro Îrlanda bi hemû partîyên xwe, bi hemû hêzên xwe bûnin yek, bes Kurdistan, partîyên Kurdistanî û partîyên dî, bi alîyê yekbûnê de sîyasatekî cûda nayê kirin ya jî nêvî de maye. Aniha ji bo vêya ji partîyên kurda re em peyameke çawa bidin, peyama te çi ye? Ji bo ku em yekîtîyê ava bikin gereke çi bê kirin?

FÛAD ONEN: Bi ya min, tunebûna yekitîyê kêşeyek mezin e, vê qebûl dikim. Lê ev yekîtî ew ê li ser kîjan zemînê ava bibe; ev jî ji yekîtîye girîngtir e. Yanî wek nûmûne; Başûrê Kurdistanê tu nîşan bidî, li Başûrê Kurdistanê yekîtîya milî heye. Di 2017an de sindoq danîn û referandûmek çêkirin. Ji sedî 93 ên ku çûn ser sindoqa, gotin: “Em dewletek serbixwe dixwazin.” Ev rêje, li tu deverên din tune ye. Yanî ne li Baskê, ne li Îrlanda, ne li Katalanya rêjeyek wer bilind ku yekîtî li ser ava bibe, li tu deverên din tuneye, li Başûrê Kurdistanê hebû. Di vir de dêmek kêşeya me, ne tenê kêşeya yekîtîyê ye, hişê sîyasî ye.

Sinifa me ya sîyasetê bi giştî dikarim bêjim, dûrî hişê dewletê ye. Cûdaxwazî, serxwebûnxwazî danehundirandine. Mesela li Bakur-rojavayê Kurdistanê yekîtî heye. Ji sedî 40ê kurdan dengên xwe didin partîyekê, ev rêjeyek bilind e. Ji xwe êdî ne mimkune ji sedî 80-90 hemwelatî denge xwe bidin partîyekê. Sedî 40 rêjeyek bilind e. Feqet ev yekîtî ava bûye li ser çi zemînê; Li ser zemîna Tirkîyevîtîyê ye.

Ê berê, yekîtîyek wisa bilind tunebû, lê hedef; hedefên Kurdistanî bûn, serxwebûnxwazî bûn. Bi hezaran ciwanên me, berê xwe dan çîyan ji bona serxwebûna Kurdistanê. Sinifa sîyasetê, bi mudaxaleya dewletê jî ji hedefên wan î stratejik bi dûrxistin, ev yekîtî ne sedî 40, sedî 94 be jî te nagihêjînê hedefên te yên sîyasî.

Yekîtî, peyvek pîroz e û ji bo miletekî bindest ji bin dagirîyê derkeve, yekîtîya neteweyî esas e, feqet ev yekîtî gerek li ser prensip û hedefên neteweyî bên avakirin. Heger yekîtî ne li ser prensîban be, dê ji dagirkerîyê re xizmet bike. Yekîtî tenha li ser hedefên neteweyî be, dê ji Kurdistanê re xizmet bike. Li her çar parçeyên Kurdistanê; kêşeya yekîtîyê heye, ez vêya qebûl dikim feqet li gel kêşeya yekîtîyê hişmendîya dewletê problem e. Yanî sinifa me yî sîyasetê dûr e ji hişmendîya dewletê û dûr e ji hişmendîya serxwbûnxwazîyê.

Îro, li her çar parçeyên Kurdistanê, teqrîben sed û çar-pênc partî hene. Bi navê xwe Kurd, bi navê xwe Kurdistanî an bi navêkî din. Ji van sed û çar partîyan, çar partîyên bernameya wan yekîtî û serxwebûna Kurdistanê ji xwe re dike hedefa stratejik tune ye.

Berê tê zanîn, ji xeynî salên 1975an heta em bêjin 1995an li Bakur- rojavayê Kurdistanê, wê çaxê me gişa bi hev re yekîtî û serxwebûna Kurdistanê diparast, her sê perçeyên din jî otonomî diparastin. Dirûşma wan a esasî ev bû: “Ji Iraqê re demoqrasî, ji Kurdistanê re otonomî! Ji Îranê re demoqrasî, ji Kurdistanê re otonomî! Ji Sûrîyê re demoqrasî, ji Kurdistanê re otonomî!”

Başûrê Kurdistanê mesafe sitend; berê derbasî federalîyê bûn, federasyonek ava kirin. Heger ne pir federasyonek bi rêkûpêk be jî, parlamentoya wan heye, hikumeta wan heye û di 2017 de referandûma serxwebûnê li darxistin.

Piştî têkçûna Kerkûkê, ev bû heft sal, partîyên me yên Başûr, qala serxwbûnê nakin. Halbûkî li Başûrê Kurdistanê bo partîyek rewa be, gerek serxwebûnxwaz be. Sedî 93 Kurdistanîyan ji were gotiyê: “Ez dewletek serbixwe dixwazim.” Ev ferman e, partîyên sîyasî divê li gor vê fermanê tevbigerin.

Lê em çi dibînin, li hilbijartinên Bexdê de; YNK, PDK û partîyên din, dijminatîya hev dikin, di hilbijartinên Kerkûk û Musil û ê din de dijminatîya hev dikin û giş hewl didin cihê cihê bi terefê Iraqî re danûstendinan bikin. Bûnin du bere; bereyek, bi terefê Şîa re, bereyek, bi terefê sûnnî re siyaset dike. Ev li dijî ruhê referandûmê ye. Di Referandûmê de milet ji were gotiye: “Ji min re, dewletek serbixwe ava bikin.” Hûn demokrat bin, hûn sîyasetmedar bin; hûn mecburin li gor vê talîmatê tevbigerin. Lê mixabin ne wisa ye.

Bakûr-rojavayê Kurdistanê, ji yekîtî û serxwbûna Kurdistanê daketin serxwebûnê, ji serxwebûnê daketin federalî yê, ji wir daketin otonomî yê, ji wir îcar daketin tiştek nexwazîyê: “Bila Tirkîyê demokrat be.” Bi vê hişmendîyê yekîtîya ji me re pêwîst pêk nayê yekîtî çêbibe jî; ev, ne yekîtîyek neteweyî û demokratîk e.

Niha dema hilbijartinê ye, hevî dikim ku nebe, lê îhtîmal wê dîsa bibe: Ev 10-12 sal e her dema hilbijartinan maseyê bazara posta tê vekirin, li ser navê yekîtîya Kurdistanê. Hin grub tên li dor HDPyê dicivin, HDP dibêje: “Ji te re yek parlamenter, ji te re dû parlamenter, tevî qabilîyeta wanî temsîlîyetê tuneye, ev partî vê qebûl dikin, ev ne yekîtîya neteweyî ye. Ev yekîtîya posta, yekîtîya rantê ye. Bi dehan sal, bi dehan car tuyê rexneyê tund bigire û qala îxanetê, qala MÎTê bike, dema parlamenterîyek bidin te, tê bibêjî; Na! “Em yekîtîya Kurdistanî ne.” Hetta navê xwe kiribûn “Yekîtîya Demokratîk a Kurdistanê” yanî; ji bo hilbijartinan yekîtîya Kurdistanî. Ev ne yekîtîya kurdistanî ye, ev ya posta ye, yekîtîya rantê ye.

Li Dîyarbekir, ji bona yek bibe parlamenter, 60-70 hezar deng lazim e, grub, partî, derdor hene ku 60-70 dengî digirin, bi alvêrê, bi bazarîya postan, di ser HDPyê re dibin parlamenter. Ev ne şoreşgerî ye, ev ne welatperwerî ye jî. Ev resmen, li pey rantê be mirov, mirov faîzê bike. Yanî 600- 700 rayên te hebe, tu bi 70 hezar deng bibe parlamenter, ev faîzek nayê qebûlkirin. Bona wê, daxwaza me ew e ku temama grûb, partî, derdorên sîyasîyên Kurdistanê, bi prensîbên şoreşa Kurdistanê re pabend bin.

Li Bakur rojavayê Kurdistanê, me şoreş ji bîr kiriye. 40 sal berê, 50 sal berê, navê me şoreşger bû. Van salên dawîn kes qala şoreşê nake. Halbûkî rizgarîya Kurdistanê, mijara şoreşê ye; ne mijara li hevkirinê ye, ne mijara reforma ye. Li tu derê dinyayê; miletê bindest, bi lihevkirina, bi reforman azad, rizgar nebû ne. Hedefa te, divê şoreşa Kurdistanê be û prensîbên şoreşa Kurdistanê, divê mirov dahûndirîne, ji bona destkevtîyên erzan, destkevtîyên dema kin, prensîbên xwe nefroşin. Qabilîyetên we û temsîlê tunebe, hûn dixwazin têkevin hilbijartina dengên xwe bijmêrin? Na, dengen me têra me nake lê gerek em bibin şaredar.

Ji bo çi tu yê bibî şaredar? Tu nebî şaredar ewê çi xisar bigihîje şoreşa Kurdistanê? Tu bibe şaredar tê çi fêde bide şoreşa Kurdistanê? Wan ê ku van alvêra dikin em dizanin, piştî van alvêra dest bi rantê dikin. Hinek ji partîya xwe îstîfa dikin derbasî AKPyê dibin, hinek bi polîsan re dixebitin, yên ku diçin parlamento jî bi dehan nivîsarên wan hene ku rexne li sîyaseta Tirkîyevî girtine lê êdî ew jî bûnin bilbilê sîyaseta Tirkîyevî.

Şoreşger, di şerdê herî zor de yên ku dev ji prensîbê xwe bernade; ew kes in şoreşger. Ne ku tehdeyek lê bê dev ji prensîbên xwe berde. Şoreşger ew kes e ku temama jiyana xwe, sîyaseta xwe, bo pêkanîna şoreşê dimeşîne. Ne ji bona ranta û maaşê parlamenterîyê bistînin, ranta şaredarîya bistînin. Ciwanên me, divê vana bibînin û bi tûndî kîjan partî dibin bila bibin, bi tûndî, divê li hember wan derkevin. Pêwistîya sîyaseta Kurdistanî, li Bakurê Kurdistanê, bi kelecanek şoreşgerî ve heye, ev jî bi kadroyên kevin pêk nayê, pêk bihata wê bikirina jixwe. Bi ciwanan pêk tê, ciwanên me divê vê rezaletîyê red bikin û ji nûh de ruhekî şoreşgerane bidin sîyaseta Kurdistanî.

 RIDVAN BÎLEK: Ez dixwazim pirsekê dî ji mamosteyê xwe bipirsim: Mamoste te qala ciwana kir, ew damara ku fikra ser serxwebûnê be, piçekî kêmasî heye, em kêmasîyê dibînin. Em karin çawa vê kemasîyê, vî fikrî fireh bikin? Yanî ji partîya re, ji parlamentera re, ji xorta re peyama te çîye? Bila damarekî serxwebûnxazek pir mezin derkeve holê, ji bona vê peyama te çîye?

 FÛAD ONEN: Niha pêwistîya me bi rêxistinek şoreşgeran heye. Rêxistinên li sehayê hene, ne rêxistinên şoreşgeran in, di nav wan de yeko yeko şoreşger bê şik hene, feqet tarza rêxistinê, bernameyên van rêxistinan jixwe şoreşekê nabînin û pirayî,  ketîye pêşîya kalite, karakter. Herkes li pê qerebalixîyê ye. Halbûkî kêşeya me ne piraya însana ye. Yanî li Bakur-rojavayê  Kurdistanê, 25-30 mîlyon kurd hene. Mirov pir in.  

Peyva LENÎN tê bîra me, dibêje: “kadro pir e, kadro tune” Kadroyên ku dikarin pêşengî li şoreşê bikin, kadroyên ku temama jîyana xwe weqfî şoreşê bikin; ew kêm in. E vana jî ciwan dikarin bikin. Rêxistinek lazim e ku tenha ji şoreşgeran pêk tê. Ev kadro hem dikarin vê hişmendîyê belav bikin û hem li gor vê hişmendîyê dakevin kolanan.

Van salên dawîn, sinifa me yî sîyasete, bi gelemperî konformist û reformist e. Kes naxwaze konfora xwe xera bike, tengasî çêdibe, herkes berê xwe dide Ewropa. Bi vê tarza reformist-konformîst em nikarin pêş de herin. Giyanekî şoreşgerane ji nû de pêwîst e û divê em hewl bidin vê rêxistina şoreşgeran ava bikin. Em bi xwe di nav hewldanek bi vî rengî de ne.

Duyem, sahaya sîyasetê bûye hilbijartin, halbûkî li Kurdistanê du qadên sîyasetê heye, li temama welatê bindest wisa ye; çîya ye û kolan e. Tu li van her du qada tunebî, li parlamento û şaredarîyê de ti hêza te tune ye. Binêr; li Dîyarbekir şaredar, bawerim li dor 400 hezar deng wergirtibû. Dema qayûm hat ser,  400 kes derketin kolana, çi hêza vê şaredarîyê heye?

Parlamenter, bi 70-80-100 hezar dengî tên hilbijartin, dema wan digrin zîndanê, ji wî 70-80 hezarî, 70-80 kes dernakeve kolanan. Çima? Welatê bindest, şoreşa miletê bindest, qadên wê ev in; kolan e çîya ye.

Îro em saha vekirî bi kar tînin, em banga şerê çekdarî nakin, ne ku em dibêjin dema şerê çekdarî derbasbûye; em îro banga şerê çekdarî nakin. Wê çaxê qada sîyasetê ya esas, kolan e. Tu nikare di kolanan da be, miletê te di kolanan de, te li cem xwe nebînî, siyasetên din tû encam nagire.

Yanî ev ên ku diçin parlamento vê fehm nakin. Ev ên ku xwe li şaredarîyê radikşînin vê fehm nakin. Ji bona tu li Dîyarbekir, li Wanê, li Mêrdînê, li qezayên wê, li Qoserê, li Dêrikê, li Silîva tu bira şaredarîya Kurdistanî bike, divê berê peymana te û dengdêrên te hebî. Tê bêje ku: “Heger hûn denge xwe bidin min, hûnê li pey min bin. Wexta dewlet hicûmî ser min kir, hûnê li pey min bin.” Vana diherin çi programê dikin, dibêjin:  “Em ê rê çekin, em ê zarokên we têkin kar, em ê alîkarîyê bidin we.” Bi vî têşeyî, ne şaredarîya Kurdistanî dibe, ne parlamenterîya Kurdistanî dibe.

Qada sîyasetê, ji bona me kolan e. Em li kolana xurt bin, em dikarin belkî şaredarîya Kurdistanî bikin. Dema dewlet bizanibe ku qayûm bavêje ser şaredarîya Dîyarbekir, 100-200 hezar însan, ji kolana bi dûr nakevin, dewlet nikare qayûm bavêje ser.

Lê çer bû, berê di 2015an de heves û wêrekî ya milet şikandin. Şerê bajara de milet tevizî, piştî wê îcar hicûm kirin qayum danîn ser. Divê em vê tabloyê berovajî bikin. Ên ku derkeve pêş, divê peymana wî, bi miletê wî re hebe û bi hev re têbikoşin. Ji bona me, postê bi vî rengî cîhê têkoşînê ye, ne cîhê rantê ye ne cîhê xwe nepixandinê ye. Cîhê têkoşînê ye.

Tu bira bixwaze şaredarekî Kurdistanî be, tu û dewlet, hûn ê li dijî hev bin. A mûhim ew e ku wê çaxê tu û dengdêrê xwe, bi hevre li qada bin.

Ciwan karin vî karî bikin, xwe bi rêxistin bikin, guhên xwe ji dengen cûdaxwaz, serxwebûnxwaz re vekin, ji nûh de şiûrek şoreşgerî peyda bibe, yanî bê şiûrek şoreşger, bê rêxistinek şoreşgeran, bê têkoşînek şoreşgerane doza Kurdistanê naçe serî.

RIDVAN BÎLEK: Gelekî sipas, mala te ava, tu beşdarî programa me bûyî. Tu bixwazî peyamên xwe yî dawî jî bidî. Keremke.

 FÛAT ONEN: Peyama min a dawî ev e: “Sîyaseta miletê bindest ne tiştekî têklihev e. Nizanim; Konfederalîya Demokratîk, Otonomîya Demokratîk, Komara Demokratîk, ev tune ne di sîyaseta miletên bindest de û di sîyaseta Kurdistanê de. Bi giştî sê rêzik e; em miletekin û welatê me heye, ev milet li vî welatî dê bibe dewlet. Ev jî ne mijara ku em û dijmin, em ê li hev bikin, em ê aqil bidin wan, yanî sîyasetmedarên me ecêb in.”

Miletê tê hîn hebûna wî nayê qebûlkirin, welatê te hîn hebûna wî nayê qebûlkirin, tu pir bi aqilî, hişê xwe bide van mijaran. Îcar diherin hiş didin dewletê dibêjin: “Dewlet şaşîya dike, dewlet li gor me bike, dewletê li rojhilat bibe dewleta herî mezin.” Daxwazên min ev ê û sipas ji bo te û hêvîdarim ev bername serkevtî bû. Silav û daxwaza serkeftinê li her serxwebûnxwazekî û sipas bo temaşevanên me jî.