Di dîrokê de gelek har (şewb) ên bi vî rengî qewimîne. Û piştî van harinan(şewbinan) tu tişt weke berê nema ye. Ango karesatên bi vî rengî rê li ber guherînên sîyasî, aborî, civakî vedikin. Ez qala teorîyên komployî nakim. Ev wîrûs êdî waqia ye. Jixweber derket, ji laboratûarên çekên kîmyewî revîya an hin dewletan bera meydanan dan, nizanim. Lê baş dizanim ku piştî bû waqia, di serî de dewletên zirhêz, bi giştî dewletên heyî û aktorên sîyasî li hember vê bûyerê xwedîyên planên dûr û dirêj in. Ne tenê ji bo pêşîlêgirtina Koronayê, ji bo piştî Koronayê jî xwe amade dikin.
Dewletên emperyal vê vîrûsê dê ji bo serwerîya xwe ya cîhanî bi kar bînin. Dewletên kolonyalîst dê vê vîrûsê weke alaveke jenosîdal bi kar bînin. Û jixwe wer jî dikin. Îjar ji vê rewşê em ê çi peywir ji xwe re derxin û planên me çi ne?
• Karesata Koronayê careke din ew qaşo teorîyên ku ji bo kurdan ‘dema dewletbûyinê derbas bûye’ pûç û hîç kir. Li her derê cîhanê her dewlet sînorên xwe yên fermî dijwartir dikin û di ser van sînoran re têkilîyên xwe yên navdewletî dimeşînin. Careke din hate fahmkirin ku navneteweyîtî di ser netewetîyê re pêkan e.
• Xeterîya herî mezin li ser Bakur û Rojhelatê Kurdistanê ye. Bi sedem ku li van her du parçeyên me sazîyên neteweyî ango dewletî tune ne. Li van parçeyên welêt divê partî, sazî, komele û kesayetên kurdistanî weke dewlet tevbigerin. Ji îro de em karibin valahîya desthilatîyê dagirin em ê bidin fahm kirin ku sibê em dikarin bi dewlet bin. Ev krîz dê dewletên dagirker lawaz bike. Ger em li ser xwe û bi hev re bin em dikarin ji vê lawazîyê sûd wergirin.
• Em bi kar û barê hikûmeta Başûrê Kurdistanê serbilind in. Lê em dizanin ku hikûmeta me li ser “axa nîqaşbar” ne serwer e. Parastin û rêvebirinên van herêman (Kerkûk, Xaniqîn, Dîyala) jî ji erka hikûmetê ye. Divê planeke me hebe ji bo bidestxistina van deveran. Bi ya min divê mijara serxwebûnê ji nuh de bibe rojane. Çawa û kengîya wê paramentoya ME dizane.
• Li Rojavayê Kurdistanê hebûna rêveberîyên xweser li Cizîr û Kobanîyê derfetek e. Divê demildest ev rêveberî ji terefên ku ne têde ne jî vebin. Efrîn, Serêkanîyê, Girêsipî, Cerablûs di bin potînên dewleta dagirker de ne, lê em pê dizanin ku ev deverina divê bi ser Rojava ve bin. Di van şerdan de domandina îşgala van deveran ji bo dagirkeran dijwar e. Divê planeke me ji bo van deveran hebe. Divê konsantrasyona me ne li ser Bakur-Rojhelatê Sûrîyê lê li ser Rojavayê Kurdistanê be. Di vê mijarê de divê hikûmeta Başûr înîsîyatîf hilgire û rakirina sînorên di navbêna her du parçeyan de bixin rojevê.
• Li Rojhelatê Kurdistanê nîrê dagirkerîyê hîn dijwartir e. Em pê bawer in ku partîyên me yên Kurdistanî dê bi bereyeke neteweyî bi barê xwe re rabin.
Divê di serî de hem Hikûmeta Başûr û hem jî her kurdistanî hay ji Rojhelat hebe. Û EM vê alfabeya sîyasî ya ji alîyê Pêşewa Qadî Mihemed ve hatiye danîn ji bîr nekin
“Kurdistan mala her kurdekî/ê ye. Mafê herkesî heye ku ji odeyeke mala xwe derbasî odeyeke din bibe”.
Têbînî
Hêvîdar im ku kadroyên Kurdistanî van notan weke reşenivîsekê bixwînin û bi rexne û nirxandinên xwe tekûztir bikin da ku bibe teksteke ME ya hevpar.
Fuat Onen 31.Adar-2020