Beqaya dewleta tirka ji min re bû derd!

Ev çend roj e beqaya dewleta tirkan ji min re bûye derd. Ji bîra min naçe beqaya wan. Berî ku virûsa koronayê dakeve meydanan, rojê çend caran bi dengê hêla qîreqîra rêvebirên dewletê di temama kanalê TVyan de dihat û her digotin beqaya me di binê xeterîyeke mezin de ye. Carinan DYA sedemê vê xeterîyê bû, carinan dewletên Ewrupî, carinan Rusya û carinan jî sedem ne dîyar bû lê qîrîn berdewam bû. Dema ku em li ser têkilîyên dewleta tirkan û van dewletên navborî difikirîyan me tu dijminatîyeke rasterast di nav wan de nedidît. Lê belê bi sedema ku van dewletên hanê dixwestin li Rojhelata Nêzîk dewleteke kurdan hebe, van dewletên hanê dibûn sedema xeterîyê li ser beqaya dewleta tirkan.

Wê gavê dihate fahmkirin ku esas ya li ser beqaya dewleta wan xeternak, bi azameta xwe Kurdistan e. Bi vê hêncetê Efrîn, Serêkanîyê, Girêsipî dagir kirin. Bi hezaran Kurdistanî qetil kirin, bi sedhezaran Kurdistanî jî koçber kirin. Li wira nesekinîn bi hezaran leşkerê xwe jî şandin Idlibê. Her çend sedema hewldana dagirkirna Idlıbê weke pêla koçberan, çekdarên rêxistinên tûndrew hate destnîşankiirin jî, sedemek dîsa avabûna dewleta Kurdistanê bû. Lewra Idlib li ser rêya gîhaştina Bahra Sipî bû ji bo kurdan. Di van karên dewleta tirkan ya dagirker de ew dewletê navborî, bi tevayî li gel wan bûn. Ango di rastîya xwe de hêzên Kurdistanî bû esas yê beqaya wan tehdîd dikir.

Piştî vîrûsa koronayê bi derbekê de ev îdîayên hanê bi giştî ji rojevê derketin. Ev demek e qet tu agahî di derheq van bûyeran de nadin. Careke tenê jî rêvebirên dewletê qala Efrîn, Serêkanîyê û Girêsipî nakin. Qala Idlib û Lîbyayê jî nakin. Ango di cebheyên wan ê Rojhelat de ne tenê tiştekî nuh, deng jî tune ye. Helbûkî heta mehek berê, kê li bûrebûra serokdewletê guhdarî bikira, wer fahm dikir ku, vê dewletê li hemberî cîhanê şerekî dijwar îlan kiri ye û di çend cebheyan de, vî şerî bi tûndî dimeşîne. Bêşik navê vî şerî weke her car şerê rizgarîyê bû. Ev îronîyeke mezin e; dewleta dagirker li hember welatekî di bin dagirkerîya xwe de, şerê rizgarîya milî dide. Koronayê ev şerê wan da sekinandin? Na li her çar parçeyên Kurdistanê dagirkerîya wan dewam dike.

Îjar li hember koronayê şerê rizgarîya milî dan destpêkirin û “qala emrê “tekalifî milîye” dikin ku ev ferman, fermana talanê bû. Di ser vê fermanê re di sala 1921de bi zorê dest danîbûn ser malê ahalî. Ango ev sed sal e ku ev komar hatiye damezirandin lê dîsa ev sed sal e ku nikarin bê “şerê milî” bijîn. Ev hem komplekseke dijwar e û hem hewldana xapandinê ye. Kompleks e çunkî di dîroka vî miletî de şerê milî tune ye. Miletekî alakton û dûmayika împaratorîyê ye. Ji her du rewşan jî şerê milî dernakeve. Berovacî vê yekê şerê dagirkerîyê, talanê, jenosîdê derdikeve. Dîrokeke bixwîn û qirêj li paş vê dewletê ye. Ji bo ji vê kompleksê xelas bibin û xwe tatmîn bikin ev sed sal e her tim qaşo şerekî milî didin.

Ji alîyê din ve ji bo pratîkên xwe yên dagirkerane, hovane û jenosîdal veşêrin jî têgeha qaşo şerê milî bi kar tînin. Mixabin piraya miletê tirk jî dixwaze ji van derewan bawer bike û bawer dikin.

Îjar piştî fikirîneke dûr û kûr min fahm kir ku ji bo çi “beka sorunu”ya wan ji min re bûye derd. Bi sedem ku hebûna vê dewletê li Kurdistanê xeterîyeke mezin e bo rasteqînîya welat û miletê kurdan ew ji min re bûye derd. Ango derdê min beqaya Kurdistanê ye û ev derd dihêle ku ez li ser beqaya wan a qaşo jî biponijim. An na kedera wan kêfa me, metirsîyên wan, morala me ye.
Ji bo beqaya Kurdistanê, werin em dest bidin hev