Banga PÊLKURDê 2

Banga PÊLKURDê 2

Xwîşk û birayên hêja, kurdistanîyên delal!
Di şerdên awarte de êşa bêdewletîyê hîn giran dibe. Hebûna 4 dewletên dagirker li ser axa me vê êşê pirtir diêzirîne. Dagirker dikarin bi çavê jenosîdeka xwezayî li vê karesatê binêrin. Bi taybetî jî Bakur û Rojhelatê Kurdistanê di bin xeterî û tehdîdeke dijwar de ye.

Di van şerdan de divê her kurdekî welatperwer û kurdistanî bi çavê ku ew dewlet e li xwe binêre û derdora xwe bi vî çavî bişopîne.

Peywira dewletê hişyarî dayîn e, em hişyar bikin.

Peywira dewletê xwedî lê derketin e, em li hev xwedî derkevin,

Bi sed hezaran însanên me ger nexebitin nikarin debara xwe bikin, peywira dewletê alîkarî ye, em bi qasî derfetên xwe ji wan re alîkar bin.

Dewlemendên vî welatî deyndarê axa xwe ne, divê ji karkerên xwe û ji derdorên xwe re alîkar bin.
Ji bîr nekin ku duh wan hûn xwedî dikirin, îro dora we ye.

Bila xwedîyên axên mezin li karker, cotkar û gundîyên xwe xwedî derkevin, bila qûtê xwe bi wan re parve bikin.

Mamosteyên me bila vê belayê wek derfet bi kar bînin û bila pêşdexistin, xwendin û nivîsandina kurdî li dor xwe bela bikin, înternet pergaleke baş e ji bo karê perwerdeyê. Her mamosteyeke/î kurdistanî dikare xwendegehekê ava bike.

Her bijîjkekî/e(doktorekî/e) me divê wek wezîrê tendirustîyê tevbigere, miletê me hişyar bike û çareyan destnîşan bike.

Ji bo partîyên me rojên wiha ezmûn in, kerem bikin dema hûn desthilat bin hûn ê çi bikin ka em bibînin. Platformeke hevpar ava bikin da ku hûn miletê me bi rê ve bibin.

Partî ji bo desthilatîyê hene, werin em bi hev re rê nedin valahîya desthilatîyê.

Roj roja xîretê ye û EM her yek ji me dewletek e.