KOMARA KURDISTANÊ*

KOMARA KURDISTANÊ*

Fuat Önen
– Komara Xwed Muxtara Kurdistanî
– Du tarzên siyasetê û Komara Tirkan
– Serdema Împaratoriya Osmanî û Kêşeya Otonomîst
– Modernîte û Reaksiyonên Mîrek û Eşîrên Kurdan
– Tevger û Rêxistinên Kurdistanê yên Serxwebûnxwaz
– Komara Kurdistanê û Helwesta Yekîtiya Sowyetê
– Damezirandina Komara Mahabadê

Kurdên hêja û Kurdistaniyên delal hûn bi xweşî û başî hatine vê civînê, spasdarê rêveberiya KURD-KAVê me ku ev derfet da me, em ê îro li vir li ser salvegera damezirandina Komara Kurdistanê guftûgoyekê bikin.

Di destpêkê de hewceyî gotinê ye ku ez ne dîroknas im, eleqeta min bi dîrokê re bêtirîn di ser siyasetê re ye. Ji bo wê yekê ev teblîxa îro wê ne teblîxeke akademîk-dîrokî be, bêtir wê nîqaşeke siyasî be.

Çend xalên eleqeta siyaset û dîrokê hene: Bi sedem ku dewleta me nîn e, akademiyên me nîn e, fakulteyên me yên dîrokê nîn e jî, li her çar perçeyên Kurdistanê pirtirîn siyasetmedar li ser dîrokê nivîsandine. Ger me hebûya dewlet, akademî û institutên dîrokê; siyasetmedaran wê li ser berhemên wan siyaset bikirana. Lê bi sedem ku ew tune ye, gelek caran siyasetmedarên me xwe mecbûr dibînin li ser dîrokê jî binivîsin. Ji bo me dîrok ji bona famkirina îro pêwîst e. Yek jê ew e. Yanî kêşeyên ku îro hene, rehên wan di rabûrduya me de ne, ev dîroka me ye. Ji bona em kêşeyên îroyîn fam bikin divê em rabûrdûya xwe baş bizanibin û her welatperwerê kurd divê xwedî şiûreke dîrokî be. Bi sedem ku di avabûn û avakirina netewebûyînê de dîrok ciyekî grîng digire.

Gelek pênaseyên netewe hene, lê di her pênaseyê de ew heye ku demek dirêj ev civak bi hev re jiyaye. Ango xwedî dîrokeke muşterek e. Ji bo wê jî divê her welatperwer bi şiûreke dîrokî li mijaran binêre. Tecrubeya tirkan li ber çavan e, wan li ser tunebûnê ji xwe re miletek avakirin û dîrokeke fermî ava kirine û ev dîroka fermî li ser tunekirina me hatiye avakirin. Ya me bira jî dîrokeke me heye û bi hezaran sal qewmê me bi hev re jiyaye û dîrokeke me ya rasteqîn heye, lê ji ber bêdewletbûnê em hîn ne xwedî dîrokeke hevpar in, em ne xwedî fahm û şiûreke dîrokî ya hevpar in.

Xala din jî ew e ku dîrok ji bo sibehê ji me re lazim e. Em dixwazin welatê me azad be, Kurdistaneke yekgirtî û serbixwe hem hedefa me, hem armanca me, hem xeyala me ye. Ji bo avakirina Kurdistaneke yekgirtî û serbixwe jî pêwîstî bi fahmê dîrokî heye. Wek encam; têkîlîyên siyasetê û dîrokê di ser diyalektika do, îro û sibê de diherike.

Komara Xwed Muxtara Kurdistanî
Niha ez ê îro hewil bidim ku di ser du tarzên siyasetê re Komara Xwed Muxtara Kurdistanî analîz bikim. Ev navê min got, navê fermî yê ku ji devê Qadî Mihemed derketiye. Qadî Mihemed vê komarê wek Komara Xwed Muxtara Kurdistanî an Cumhuriyeta Xwed Muxtara Kurdistanî bi nav dike. Li bakurê Kurdistanê, li gelek deveran bi awayê Komara Mahabadê tê pênasekirin. Ev şaşî ye, lê ne şaşiyeke belasebeb e. Bêtîrîn sedem ew e ku em dîroka xwe nanivîsin, dijminên me dîroka me dinivîsin. Pênaseyên dijminên me di nav me de jî belav dibin. Wek nimûne; tê gotin ”Îsyana Şêx Seîd”. ”Îsyana Şêx Seîd” tune ye, Serhildana 1925an heye, li paş vê serhildanê Rêxistina Azadî heye. Şêx Seîd Efendî di hindur pêvajoyê de tevlî vê serhildanê bûye. Lê ji bo çi dewleta tirkan vêya wek ”Îsyana Şêx Seîd” pênase dike? Ji bona ji muhtewaya, ji wateya wê ya neteweyî bi dûr bixin vêya weke ”Îsyana Şêx Seîd” bi nav dikin. Gelek numûneyên wenî hene, ez dirêj nekim, lê tu rêvebirên vê komarê ne gotine Komara Mahabadê. Bi sedem ku li wir xwedmuxtarî, bi peyvên nuh; otonomî, xwegerî ji bona Mahabadê ne hatiye îlan kirin, ji bona Rojhilatê Kurdistanê hatiye îlankirin.

Du tarzên siyasetê û Komara Tirkan
Em vegerin ser du tarzên siyasetê ku îro ez ê li ser Komara Kurdistanê re analîz bikim. Li Kurdistanê weke hûn jî dizanin du tarzên siyasetê hene. Tarzeke siyasetê ev e; di hindur dewletên heyî de li çareserîyê digere. Evana bêtir bi taleba otonomî û federalî têne naskirin. Tarzeke siyasetê ya din heye: Sînorên van dewletan ji bo çareserîyê rewa nabînin. Li derveyî sînorên van dewletan û bi daxwaza dewleteke nuh siyasetê dikin. Ev jî siyaseta serxwebûnxwaz e. Di dîroka me ya serdem ya di van sed, sedûpêncî salên dawîn de ev her du tarzên siyasetê tim hatine gengeşîkirin, îro jî li herçar perçeyên Kurdistanê hin beş li siyaseteke çareseriya di hundur dewletan de digerin, hin beş jî serxwebûnê dixwazin.

Nuha dema ku em vêya dibêjin gelek heval vêya wek du sloganên cuda fam dikin û tê gotin ku ma ”Kurdistaneke serbixwe di dilê her kurdekî de heye” û ferqa van her du tarzên siyasetê hewqas jî zêde nekin. Naxêr ferqiya van her du tarzên siyasetê ne mijareke sloganîk e. Ev her du tarzên siyasetê xwe dispêrin du fahmên ji hev cuda; xwedîyê du retorîkên cuda ne û hedefên wan ji hev cuda ne. Weke encam, siyaseta federalist an otonomist ku ferqeke mezin di navbêna van her du siyasetan de tune ye. Tu dikari otonomiyeke wer programatize bikî ku ji federaliyê hîn xurtir û tu dikari federaliyekê programatize bikî ku kêmî otonomiyê be. Esasê vê tarza siyasetê li hevparîyên me û miletê serdest digere û li wir digere ku li ser van hevparîyên me û miletê serdest em dikarin di hindur dewletekê de bi awayê otonomî an federalî bi hev re bijîn. Siyaseta serxwebûnxwaz berovacî vêya li ser cudahîyên me û miletê serdest siyasetê dike. Di avabûn an avakirina her neteweyî de, milet û yên din hene. Miletê me û miletên din hene. Siyaseta serxwebûnxwaz li ser vê siyasetê dike û destnîşan dike ku dîroka me, çanda me, zimanê me, axa me ji hev cuda ne. Ji ber vê yekê jî pêwîst e ku milletê kurd li Kurdistanê bibe dewlet.

Siyaseta federalist an otonomist dibêje ku: “Dîrokeke me ya hezar salan ya muşterek heye. Di navbêna kurdan û tirkan de dîrokeke hevpar ya hezar salane heye”. Ev yek ji kok de derew e. Dîrokeke me û tirkan ya hevpar ya hezar salan tune ye. Tu pir zorê bidê sed an sed û pêncî sal heye û ya rastî di van heftê salên dawî de em ewqas tevlî hev bûne. Aniha dîroka miletê kurd û ya miletê tirk ji hev cihê diherike. Dîrokeke me û tirkan ya muşterek ya hezar salan tune ye. Argumenta din çi ye?

Dibêjin kengî ku kurd û tirk bi hev re bûne, her du aliyan jî fêde jê dîtine û vêya tînin ji 1071ê ji şerê Milazgirê didin destpêkirin, tînin şerê Çaldiranê, tînin salên 1919 û 1923an û wê îdiayê dikin ku di van nuqteyên nîrengî de kurd û tirk bi hev re bûne û kurdan û tirkan bi hev re fêde ji hevkariyê dîtine. Ev yek ji kok de tune ye. Di ya 1071ê de îtifaqek di nav miletê kurd û dewleta Selçûkî de tune ye. Ez ê di pêş de vegerim ser vê mijarê.

Di ya 1514an de rast e, tifaqek di navbêna Sultanê Osmanî û yeko yeko mîregên kurdan de heye. Lê her duyan bi hev re jê kar nedîtine. Piştî vî şerî Kurdistan tuşî peymana Qesra Şîrîn bûye û bûye du perçe. Berîya vî şerî dewleta Osmanî li Rojhilat nîn bû. Dewleta Osmanî di ser vî şerî re xwe gîhandiye Rojhilat. Rast e, ji bo wan deskeftineke mezin e. Lê li hember vê destkeftiyê, destkeftiya miletê kurd xuya nake.

Yan sisêyan bi min ne hewceyê gotinê ye, nizanim giyanê Çanakkale û ruhê “milî kurtuluş”a tirkan çi ye, ji xwe ruhekî “milî kurtuluş”ê li holê tune ye. Şerekî rizgariya milî jî tune ye di salên 1919-23an de. Weke encam Împaratoriya Osmanî tevlî şerekî bûye, di vî şerî de têkve çûye, ji ber têkveçûnê ew axa mezin û fireh ya di destê Osmanî de biçûk bûye. Tirkan hewldane ku piştî peymana Mondrosê axa ku hîn di binê dagirkerîya wan deye, di destê wan de bimîne. Ruhê mîsaqî milî jî ev e û temama şerê ku jê re dibêjin “şerê millî kurtuluş”ê jî ev e.

Divê mirov hizir bike ku Dewleta Osmanî dewleteke emperyal e û tevlî şerekî emperyal bûye. Hucûmî rûsan kiriye, bi îngîlîzan re şer kiriye, bi fransizan re şer kiriye. Encam têkçûn e. Di şerekî wisa mezin de tu têk biçî, axa te yê jî biçûk bibe. Wek numûne, Împaratoriya Prusya jî biçûk bû; Împaratoriya Awusturya-Macaristan bû du dewlet û ew împaratorî nema li ruyê erdê. Lê rojekê tenê nehatiye bîra tu kesî, tu kesekî Alman ku bêje wele me şerê rizgariya milî daye. Tu dewleteke emperyal î, tê çawa şerê rizgariya mili bidî? Awusturya Macaristan ne gotiye me şerê rizgariya milî daye. Tenha dîroka tirkan ya fermî xwedî îdîayeke wisa ye ku wan şerekî rizgariya milî dane, ev şer bi kurdan re dane û qaşo di encama vî şerî de kurd jî û tirk jî bûne xwedî destkeftî.

Baş e, em li destkeftiyên kurdan binêrin: Di encama vî şerî de miletê kurd hatiye înkarkirin, ne tenê hatiye înkarkirin, xwestine bê îmhakirin; xwestine miletê kurd ji holê bê rakirin. Pratika Komara Tirk ya sedsalan tenha li ser vê ava bûye. Heta wê çaxê Kurdistan hebû û osmaniyan jî qala hebûna Kurdistanê dikirin. Ji nişkav de gotine Kurdistan tune ye, di 1941ê de ji xwe re kongreyeke cografyayê amade kirine, di ser wê re navê Kurdistanê kirine Doxu Anadolu û Guneydoxu Anadolu. Ev ne dîrok e, ev ne dîroknivîsîne. Ev eşkere ye ku hucûmeke ideolojik e. Ev hucûma îdeolojik êdî di nav kurdan de jî olan dide. Yanî wek numûne, pirtûka Ahmed Ozer a bi navê ”Kürtler ve Türkler” bixwînin, hun ê van argumentên ideolojik bibînin. Analîzên ji Îmralî ku tên bixwînin, hun ê van argumentên ideolojik di wan de jî bibînin.

Divê em li ser cudahiya xwe û van miletan siyasetê bikin, ne bi ser muşterekên xwe û van miletan. Hin argumentên din jî hene: Me qîz dane hev, malbatên me yên hevpar çêbûne û hwd. Ev ne hêjayî nirxandinê ne û ev jî encamên van 60-70 salên dawî ne. Yanî ev ne hezar sal in ku, em û tirk jinan didin hev û em xal û xwarziyên hev in. Di 60-70 salên dawîn de ev pêk hatine.

Serdema Împaratoriya Osmanî û Kêşeya Otonomîst
Li Kurdistanê kêşaya siyasetê, tarza siyasetê ya serdest, heger em wek mîlad sedsala 16an û şerê Çaldiranê bistînin, di temama serdema împaratoriyê de teşeya otonomist serdest bûye. Bi sedem ku di destpêka sedsala 16an de padîşahê osmaniyan ji mîrekê kurdan talep kiriye, gotiye di nava xwe de yekî hilbijêrin, em bi hev re îtîfaq bikin û şerê sefewîyan bikin. Esas gelek dîroknivîs dibêjin ku, berî Yavuz Sultan Selim sefewîyan ji mîregên kurdan ev daxwaz kiriye. Balam mîregên kurdan di nav xwe de wek temsîla temama mîrên Kurdistanê yekî hilnabijêrin. Ji dêlva wê, di ser Îdrîsî Bedlîsî re di navbêna dewleta Osmanî û yeko yeko mîregan re peymanek çêdibe. Li ser vê peymanê tevlî Şerê Çaldiranê dibin.

Li wir sedem çi ye? Yanî dema ku em wek siyasetmedar li dîrokê dinerin, em dibên ji bo çi? Yanî temama mîregên Kurdistanê mîregek destnîşan bikirana, ew ê bibûya îtîfaqa nav du dewletan, îtîfaqa dewleta Osmanî û îtîfaqa dewleta Kurdistanê. Lê dema ku temama mîregan li dor mîrekî necivîyan, temama mîregên Kurdistanê (yên Rojhilatê Kurdistanê ne tê de) jordesthilatiya dewleta Osmanî pejirandin. Gotin ku hun jordesthilatên me ne, lê her yek ji me mîrek jî em ê jêrdesthilat bin. Yanî jordesthilatî teslîmî osmaniyan kirin û mîregên me li qada mîregiya xwe bûne xwediyê jêrdesthilatiyekê.

Vê tarza siyasetê di temama serdema împaratoriyê de domand û dewleta osmaniyan û mîregên kurdan heta destpêka sedsala 19an bi awayekî jî bi hev re îdare kirin. Lê kengî ku bû serdema modernitê û van dewletên heyî xwestin êdî ber bi dewleteke modern ve biherikin, problem di nav dewlet û mîregên kurdan de derketin.

Modernîte û Reaksiyonên Mîrek û Eşîrên Kurdan
Niha li vir dixwazim tarîfeke moderniteyê ya kurt bidim. Modernîte ew e ku hewl dide temama desthilatî û rola herêmî an serwerîyên herêmî ji holê rake. Ji bo ku dewletek bibe dewleteke modern, divê li perîferîyê, li derdorê desthilatiyên herêmî nemînin. Ev tecrubeya dewleta Osmanî ye û dûre jî ya Komara Tirkiyê ye. Li her deverê dinyayê jî di dema derbasbûna moderniteyê de ev teşe serdest e. Reaksiyonên mîrek û eşîrên kurdan ên di nav sedsala 19an de jî esasen ji vê hevkêşeyê derdikevin.

Dewleta Osmanî dixwaze mîrektiyan ji holê rake, ji dêvla mîregan bi şêx û serokeşîran re têkîlî dayne. Bi sedem mîrek her dem ji bona dewletên mezin tehdîd in, çekdarên wan hene, civaka wan heye, wek jêrdewletekê ne û dema ku şerdên musaid bibînin, her dem mîrek dikarin li hember dewleta navendî serî hildin. Imparatoriya Sefewiyan piştî peymana Qesra Şîrîn dest pê dike û hewl dide ku mîregên Kurdistanê tasfîye bike; Împaratoriya Osmanî vî karî dihêle.

Heta sedsala 19an serhildanên mîreg û eşîrên me bi vî awayî ne. Talebên mîrektiyan jî û talebên serokeşîran jî yên jêrdesthilatiyê ne. Yanî li herêma xwe ez ê serdest bim, jordesthilatî ji te re, lê cemeata xwe ez ê bi xwe îdare bikim, ez esker nadim, ez vergîyê nadim, tenê wexta ku herb mezin bû, ez ê tenê alîkariyê bi te re bikim. Lê di dawîya sedsala 19an û destpêka sedsala 20î de êdî di hindur serhildanên serokeşîr û mîregan de talebên neteweyî xuya dibin. Wek mînak; li Kurdistanê zimanê kurdî zimanê perwerdeyê be, li Kurdistanê memûr giş kurd bin û bi kurdî zanibin, hatina ji Kurdistanê tê, divê ji bo Kurdistanê bê xerckirin û hwd. Hêdî hêdî asta eşîrî derbas dike, derbasî talebên mîlî dibe. Vê beşê pir dirêj nekim. Lê piştî dema modernîtê tevgerên siyasî yên Kurdistanê serxwebûnxwaz in.

Tevger û Rêxistinên Kurdistanê yên Serxwebûnxwaz
Ev yek li Kurdistana di nav sînorê Osmaniyan de di sala 1920an de dest pê dike, Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê heye. Di 1920î de di hindur vê cemiyetê de sê meylên siyasî yên cuda derdikevin. Yek jê otonomist e, yek jê serxwebûnxwaz e û yek jî jê osmanîst e. Yanî dibêjin em bi osmaniyan re bin, dahatuya me divê bi osmaniyan re be. Ev ên serxwebûnxwaz Cemiyeta Teşkîlata Îctîmaîye vedikin. Di vê dema destpêka moderniteyê de ev rêxistin serxwebûnê talep dike. Bi osmanî Teşkîlatî Îştîmaîye Cemîyetî.

Piştre Kurdistan dibe çar perçe, êdî Kurdistana osmanî û ya sefewî ji holê radibin. Rêxistina Azadî rêxistineke serxwebûnxwaz e; piştre Xoybûn tê, ew jî rêxistineke serxwebûnxwaz e. Li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê rêxistinên serxwebûnxwaz ava dibin. Di sala 1942an de li Rojhilatê Kurdistanê Komeleyî Jiyanereyî Kurdistan ava dibe. Bi kurtayî jê re tê gotin: Komele yan jî Komela JK (Jekaf).

Komele, komeleyeke serxwebûnxwaz e. Bernameya Komelê di Kurdistaneke yekgirtî de dewleteke serbixwe daxwaz dike. Divê em vî aliyê wê jî bibînin, heta wê çaxê di hişmendiya kurdan de, Kurdistan perçe nebûye. Siyaseta kurd û hişmendiya kurd û Kurdistanî, Kurdistanê yekperçe dibîne. Ji ber vê yekê jî bernameya Komela JK bi zelalî talep dike ku di Kurdistaneke yekgirtî de dewleteke serbixwe hebe. Beriya Komela JK, KAK heye (Komeleyî Azadîxwazê Kurdistan). Derheq wê de zêde dokument tune ne. Wer tê gotin ku Komela Jekaf ji Komela Azadî Kurdistan derketiye. Yanî hebek dişibe Kurdistan Tealî Cemîyetî û Teşkîlatî Îctimaîye Cemîyetî. KAK jî di sala 1939an de ava bûye. Li başûrê Kurdistanê bi heman navî di sala 1935an de Komeleya Azadî Kurdistan ava dibe. Îrtîbatên wan bi hev re çiqas hene, ez ne xwedî malûmat im. Yanî di çavkaniyên li ber destê min de di vê mijarê de tu malûmat tune ye. Piştî KAKê li Başûr rêxistina Hêvî ava dibe. Ev jî rêxistineke serxwebûnxwaz e. Di wê navbênê de Komeleya Zahmetkeşanî Kurdistan ava dibe.

Heta Şerê Cîhanê yê Diduyan û di nav vî şerî de kurd serxwebûnxwaz in; rêxistinên Kurdistanê serxwebûnxwaz in; ne tenê serxwebûnxwaz in, Kurdistanê yekpare dibînin. Yekîtiya Kurdistanê jî hedefa rêxistinên siyasî yên Kurdistanê ne. Di 1944an de Qadî Mihemed dibe endamê Komela. Li ser endambûna wî jî du rîwayet hene: Yek jê ku Qadî Mihemed demeke dirêj xwestîye, lê Komela ew nekiriye endam, rîwayeteke din jî ew e ku Komela ew vexwendiye û li malekê civîn çêkirine; komîteya merkezî ya Komela di odeyeke din de bûye; Qadî Mihemed û du rêvebirên Komela bi hev re rûniştine. Heger Qadî Mihemed qebûl nekira, wî yê endamên komîta merkezî yên Komela nedîtina. Bi sebep Komela rêxistineke nehênî ye, îlegal e.

Ji van her duyan kîjan rast e, a rastî ez pê nizanim. Hin pêwîstî bi lêkolînên hûr û dûr hene. Ji salên 1943-44an ve û bi taybet bi beşdarbûna Qadî Mihemed derdora Komelayê pir fireh dibe. Bi girseyî, miletê kurd li Mahabatê û bi taybet li dor Mahabadê, heta Bokan, heta Sanandajê kurd didin pê rêxistina Komela. Komela tevî ku rêxistineke ilegal e jî di destpêkê de xwedîaxên mezin û serokeşîran nakin endam. Biryara wan heye ji bo serokeşîr û xwedîaxên mezin. Ev cudahî jî balkêş e, yanî li cem me bêtirîn dibêjin axa û beg û derbas dibin, lê ew wan ji hev vediqetînin. Eşîrtî tiştek e, ew kesê xwedî axên fireh tiştekî din e û Komela xwedî talebeke reformist e jî. Yanî li ser axê, ku ax li gundiyan belav bibe. Lê dûre vê rêzika xwe sist dikin: Dibêjin bi şertê nekevin komîta merkezî, dikarin bibin endam. Lê ji bona Qadî Mihemed êdî dev ji vê rêzikê berdidin. Her çend Qadî Mihemed ne bûye endamê komîta merkezî ya Komela jî, lê piştî Qadî Mihemed peşdarî Komela dibe, êdî de-fakto serokê tevgerê, serokê rêxistinê Qadî mihemed e. Tevî ku di hawê fermî de ne wisa be jî, fiîlen êdî Qadî Mihemed berpirsê vê rêxistinê ye.

Komara Kurdistanê û Helwesta Yekîtiya Sowyetê
Li vir, ji salên 1944an pê ve denklema Şerê Cîhanê yê Diduyan êdî diguhere. Yanî dûre ez ê dîsa qal bikim. Weke numûne: Siyaseta Sowyetê li Îranê û li Kurdistanê di du merhalan re derbas dibe. Yek jê ji 1941ê hetanî 1944an e û yek jî ji 1944an pê ve û bi taybet ji 1945an pê ve ye. Ji 1941ê hetanî 1944an Sowyet li Îranê xwedî siyaseteke muhafazakar e û naxwaze ne li hindur Îranê û ne li Rojhilatê Kurdistanê tevlîhevî, şer û pevçûn çêbibin. Perçakî vê hişmendiya xwe tevî ku Komela rengçep be jî Yekîtiya Sowyetê bi Komela re danûstendinan danayne. Yekîtiya Sowyetê bi serokeşîrên kurdan re danûstendinan datîne. Di dawîya sala 1941ê û serê sala 1942an de jî heyeteke ji serokeşîran û xwedîaxên mezin dawetî Tebrîzê dikin û li wir bi wan re dixwazin têkîlîyan bimeşînin. Ji bo çi wer dike Yekîtiya Sowyetê?

Derdê Sowyetê ew e ku rêyên wan ên îkmalê di ewlekariyê de bin. Rêyên wan ên îkmalê jî di seha serokeşîrên Kurdistanê re derbas dibin û Sowyet wer hizir dike ku di navbêna serokeşîrên kurdan û Îranê de şer û pevçûn derkevin dê rêyên wan ên îkmalê têkevin xeterîyê. Em dizanin ku Sowyet di 1941ê de ji bakur dadikeve Îranê û Brîtanya jî ji başûr dadikeve Îranê û Brîtanya li ser wan rêyên îkmalê alîkariyê dide cepha Kafkasya. Ji ber vê siyaseta Sowyetê hetanî 1944an ne siyaseteke guherînxwaz e, ne siyaseteke şoreşger e; siyaseteke muhafazakar e û naxwaze ne li Îranê û ne li Kurdistanê tevlîhevî çêbe.

Piştî salên 1944-45an êdî nîqaşên hindurîn dest pê dikin. Sowyet siyaseta xwe diguherîne. Li vir dîsa hewceyî gotinê ye ku ji bona Sowyetê li Îranê du navendên grîng hene; yek jê Tahran e, ya din Tebrîz e. Yekîtiya Sowyetê tu caran kêşeya Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji xwe re nekirîye kêşeyeke grîng. Ew di destpêkê de dixwaze Tahran bê alî bimîne û alîkariya Almanan neke. Dûre îcar Sowyet dixwaze ku Tahran bi her awayî xwe teslîmî Brîtanya û Emerîkayê neke. Lewma ji bona Sowyetê Tahran gring e. Ya din jî Tebrîz e. Di ser Tebrîzê re dixwazin, bi gotina wan Azerbeycana Rojava ava bikin. Bi sedem ku Azerbeycaneke Sowyetê jî heye û Sowyet his dike ku di ser wan her duyan re dikare hikum li Îranê bike. Sowyet vê siyaseta xwe ya kevn diguherîne û di serî de li Azerbeycanê Tudehê digire, partiya girseyî, partiya komunîst a Îranê û ya Azerbeycanê. Ji dêlva Tudehê Partiya Demokratîk a Azerbeycanê ava dike.

Danûstendinên wan yên bi rêvebirên kurdan re bi giştî li gor agahîyên devkî ne. Lê vê talîyê pirtûka Borhaneddin A. Yassin derket, teza doktorayê ye:Tasavvur mu Gerçek mi? Ev pirtûk xwe dispêre dokumentên Brîtanya û Emerîkayê. Ev agahîyên ku me girtine yên derheq çûnûhatina rêvebirên kurdan û Sowyetê de beşek jê devkî ne; rêvebirên mayî neqil kirine. Beşek jê jî ji dokmentên Brîtanya û Emerîkayê hatiye derxistin.

Tekîliya Sowyetê bi kurdan re çawa ye? Sowyet jî ne rasterast, di ser Azerbeycana Sowyetê re, serokê wê Bagirov re têkîlî bi dezgehên kurdan û serokeşîrên kurdan re datîne. Komela rêxistineke nehînî ye û nikare bi girseyî kar bike. Sowyet dibêje ku divê hun Komela bigrin, Partî Demokrat Kurdistan vekin. Bona wê di damezirandina Partî Demokrat Kurdistan de (1945) bandora Sowyetê xuya dike. Ji xeynî Sowyetê bandora Azerbeycana Îranê û Azerbeycana Sowyetê jî xuya dike. Piştî van çûnûhatinan Komele tê girtin. Dîroka wê jî tam ne diyar e. Yanî hinek dibên PDK di tebaxa 1945an de ava bûye û hinek jî dibên di mijdara 1945an de. Lê Abbas Welî û Aegleton tebaxa 1945an esas digrin. Dibe ku di tebaxa 1945an de ava bûbe, lê dibe ku heta mijdarê kadroyên Komelayê transferî PDK kiribin bi vî awayî ava kiribin.

Ev pirseke grîng e. Partî Demokrat Kurdistan êdî ne serxwebûnxwaz e. Tevî ku bi girseyî kadroyên modernist kadroyên Komelayê ne jî, lê qada avabûna PDKê di ser serokeşîran û xwedîaxên mezin re tê çêkirin. Hin endamên Komela jî di komîta merkezî de ne, lê êdî însiyatîf di hindur wê rêxistinê de di destê serokeşîr û axayên Kurdistana Rojhilat de ye. Ji ber wê jî programeke nuh çêdibe. Ev program programeke otonomist e. Niha di damezirandina komarê de ez ê qala wê bikim.

Li gor min li seranserê Kurdistanê ev şikestineke mezin e û li paş wê siyaseta Sowyetê ya reel-politik heye. Bi sedem Sowyetê ne tenê li Kurdistanê û Azerbeycanê parti demokrat ava kirin, Sowyetê di sala 1943an de Kommintern fesih kir. Ji bona ku bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîka re tifaqekê çêke Partiya Komunist a Emerîka jî fesih kir. Ji dêvla Partiya Komunist a Emerîka hin komeleyên mafê mirovan vekirin. Yanî ev siyaseta Sowyetê ne tenê ji bo kurdan e. Heta îdîayek heye ku, di sala 1943an de Partiya Komunist a Tirkiyê jî hatiye tasfiyekirin. Yanî ji bo bikaribin bi emerîkî û brîtanîyan re li dijî almanan têbikoşin, rengê komunizmê bi şûn de kişandine. Li ku derê be ku emerîkî û brîtanî li wan bi şik ketine an komunizm ji xwe re tehdît dîtine, Sowyetê bi şûn de gav avêtiye. Yek ji wan gavan jî Azerbeycan û Kurdistana Rojhilat e.

Ev şikesteke mezin e. Bi sedem ku ji wê rojê pê de di hindur siyaseta Kurdistanê de li her çar perçeyan xeteke otonomist serdest bûye. Piştî wê li Başûrê Kurdistanê jî Partiya Demokrat a Kurdistanê ava dibe. Li başûrê Kurdistanê jî rêxistina Hêvî heye, serxwebûnxwaz e; rêxistina Azadî heye, Komela heye. Ev rêxistin tev tên ba hev û xwe tasfîye dikin, bi hev re PDKê ava dikin û serokê wê jî Mele Mistefa Berzanî ye. Xeta wê xeteke otonomist e. Ne tenê dev ji serxwebûnê berdan û hatin xeteke otonomist, ji wê pê ve perçebûna Kurdistanê di hişmendiya xwe de jî qebûl kirin. êdî di nav rêxistinên Kurdistanê yên siyasî de tu taleba yekîtîya Kurdistanê nabînî. Tu ne taleba serxwebûna Kurdistanê dibînî û ne jî taleba yekîtîya Kurdistanê dibînî. Her kes dixwaze ku bi dewleta hukum li wan dike re lihevkirinekê bikin û heger bi dest ket jî ototnomiyeke herêmî di destê xwe bixin. Êdî siyaseteke bi vî rengî li Kurdistanê serdest dibe. Ji ber vê yekê ez pêşniyar dikim ku heval dema li ser Komara Kurdistanê dixwînin, difikirin li vî alîyî binêrin, him ji warê rêxistînî de, him ji warê siyasî û talebên siyasî de vî alîyî grîng bibînin.

Wek ku tê zanîn, li Bakurê Kurdistanê di salên 1970yî de ev cendere hate şikandin. Yanî ji 1968an dest pê kir û piştî nîqaşeke 6-7 salan li Bakurê Kurdistanê ev xeta otonomist red bû. Ji 1974an heta 1980yî li dor deh-yanzdeh rêxisitinên me ava bûn. Tenê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê federasyon diparast, rêxistinên me yên din serxwebûn diparastin. Herî kêm self determination (mafê çarenûsî) diparastin. Ew ê bê bîra we, di wê serdemê de rêxistinên me, siyasetmedarên me her doza yekîtîya Kurdistanê dikirin. Heta di nav me de dihate nîqaşkirin ku ev partiyên ku em ava bikin divê li yek perçeyî xwe bi rêxistin bikin yan li her çar perçeyên Kurdistanê xwe bi rêxistin bikin. Yanî dikarim bêjim ku li Bakurê Kurdistanê, êdî ji sala 1974an pê ve ev xeta otonomist şikest. Heta kengî? Heta sala ji 1994an, herî dereng sala 2000an.

Îcar xeta serxwebûnxwaz şikest. Ew ên ku di salên 1970yî de derbasî refê serxwebûnxwaziyê bûn ji nuh de li federaliyê û li otonomiyê vegeriyan. Tradisyona Bakur wisa meşiya. Tradisyona Başûr otonomist bû, di salên 1970-74an de otonomiyek jî bi dest xistibûn. Dûre, piştî Şerê Kendavê bûn federalist, aniha jî serxwebûnxwaz in. Ji tune de PDK û beşeke Yekîtiyê, wek Kusret Resûl, Necmedîn Kerîmî û gelek kadroyên Yekîtîyê yên din; wek Heme Hecî Mahmud, Partî Komunistî Kurdistan êdî serxwebûnxwaz in. Aniha li wê derê xeteke serxwebûnxwaz heye. Şaşî û rastîyê wan, kêmasî û zêdeyên wan nîqaşeke din e.

Li Rojhilatê Kurdistanê ew xet (otonomist) heta îro jî dimeşe. Aniha jî bawer im Partiya Azadiya Kurdistan a Rojhilat qala serxwebûnê dike. Lê partiyên me yên din, Partiya Demokrat a Kurdistan ji 1945an hetanî niha ev 75 sal in ji otonomiyê bi zor derbasî federaliyê bûye.

Rojavayê Kurdistanê têkilhev e, xeteke serxwebûnxwaz lê nexuyaye; kantonîxwaz hebûn, kantonîxwaz derbasî federalîxwaziyê bûn. Anha Rojavayê Kurdistanê, bû Bakur-Rojavayê Surîye. Li wê derê aniha jî xeteke serxwebûnxwaz tune ye.

Di vê karesatê de rola Partî Demokrat Kurdistan û rola Sowyetê û Partiya Komunist a Sowyetê cîkî grîng digire. Herkes ji bona Komara Kurdistanê rexne li Sowyetê digirin, dibên nizam bi petrolê firotiye wan. Em ê wan nîqaş bikin, lê mudaxelaya herî xerab, ku mudaxeleya tevgera kurd kirin, ji xeteke serxwebûnxwazî anîn xeteke otonomist û şerê wan di hundur dewletê de esarge kirin. Min hinek berbelav kir, ez ê îcar hêdî hêdî kom bikim.

Damezirandina Komara Mahabadê
Em ê werin ser Komara Kurdistanê. Pirsa ewil ev e: Kê Komara Kurdistanê ava kir? Riwayetên dewletên dagirker, her çar dewlet bi hev re dibêjin ku Sowyetê Komara Kurdistanê ava kiriye. Çavkanîyên emerîkî û brîtanî jî piştî sala 1945an ew jî îdîa dikin ku Komara Kurdistanê ji aliyê Sowyetê de hatiye damezirandin. Ev hişmendî ew çend belav bûye ku êdî gelek ji kurdan jî jê bawer dikin ku Komara Kurdistanê ji aliyê Sowyetê ve hatiye damezirandin. Ev yek ne rast e. Temama serhildanên Kurdistanê, encama zulm û zora li ser miletê kurd e û serhildanên Kurdistanê ji dînamîkên Kurdistanê dixuluqin, ne ku dewletên biyanî tên ji me re serhildanan li dar dixin.

Yanî ji bo Serhildana 1925an tirk dibêjin Brîtanya li paş bû. Konsulê Brîtanya yê wê çaxê rapor dişîne ji Londonê re. Konsulê Brîtanyayê jî dibêje; ”ez fikar dikim ku dewleta tirkan li paş vê serhildanê be”. Fikara îngîlîzan jî ev e; dibê dewleta tirkan li Bakur serhildanekê li dar dixe, li ser wê ew ê hucûmî Başûr bikin, tirk dê dest daynin ser petrola Kerkukê. Yanî du dewlet in, yeka dagirker û yeka emperyalist. Dewleta dagirker dibêje emperyalîzmê ev tevgera 1925an ya ku bi navê Şêx Seîd Efendî tê zanîn li dar xistiye, dibê emperyalîzm li paş e. Dewleta emperyalîst jî dibêje na wele ez ne li paş im, belkî Tirkîye li paş be.

Ev fahmekî gelekî xedar e. Di binê vê fahmê de ev heye; miletê kurd bi serê xwe nikane azadîxwaz be; miletê kurd bi serê xwe nikane rizgarîxwaz, serxwebûnxwaz be. Ji bona miletê kurd doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê bike, gerek hinek wan daf bidin. Ev argumenteke kolonyalist e, argumenteke jahr û zuqûm e û dîroka fermî ya van dewletên dagirker vana waaz dikin: Di 1925an de Brîtanya serhildan li Bakur çêkir, 1946an de Sowyetê li Rojhilatê Kurdistanê Kurdistanek ava kir.

Yên ku Komara Kurdistanê ava kirine Kurdistanî ne û têkoşîna miletê me di 1945-46an de dest pê nekiriye, şerê li hember rejima Îranê çi di dema sefewîyan de û çi di dema pehlewîyan de kurd her li hember wan têkoşiyane. Eşîrên kurdan tu caran qebûl nekirine ku dev ji çekên xwe berdin. Eşîrên kurdan li hember Pehlewî di salê 1930î de serî hildane, wek Hemê Mihemed Xan. Sê-çar serhildanên wan girîng yên bi vî rengî hene.

Piştî ku Sowyet û Brîtanya dadikevin Îranê êdî ne tenê serokeşîrên kurdan, bajarvaniyên kurdan, kadroyên modern yên kurdan jî li dij rejimê derdikevin. Dibêjin ev ji me re derfetek e: Sowyet Bakur dagir kiriye, Brîtanya Başûr dagir kiriye, du beşên Kurdistanê di bin kontrola Sowyet û Brîtanya de ne, lê beşek jê ne di bin dagerkeriya tu kesekî de ye, Mahabad ew cî ye, Mahabad û derdora Mahabadê.

Taleba otonomiyê, taleba milî di van salan de ji xwe li pêş e. Ji bo çi dereng ma heta sala 1945an? Bi sedem ku rêxistineke yekgirtî ku li Rohilatê Kurdistanê dikare her alîyî biherîkîne tune bû. Û ew serhildan û daxwaza ototnomiyê, bêtir daxwaza serokeşîran bû. Lê serokeşîran jî wexta serî hildidan, di serî de Sowyetê digot serî hilnedin. Yanî serhildanên li Rojhilatê Kurdistan tuşî sê-çar heb astengan bûn. Yek: Sowyet heta 1945an digot ebeden tevnegerin. Didu: Tebrîz, Azerbeycana Îranê, di serî de dewleta Îranê û li Başûr jî Brîtanya. Brîtanya jî hem li Iraqê û hem li Îranê desthilatdar e û Başûrê Îranê dagir kiriye û artêşa wê di Iraqê de ye. Iraq di kontrola wê de ye. Serhildanên Rojhilata Kurdistanê tûşî van astengiyan gişa dihatin.

Lê dema em hatin sala 1945an, wer xuya dike Sowyetê ataxek nuh çêkir û hewl da li Azerbeycanê, bere bere kadroyên komunist, di bin siya Partî Demokrat Azerbeycan de bigîhîne ser hev, ku ew karê wan ji 1941ê de dest pê dike. Ji 1941ê vir de endamê Tudehê hem li Tebrîzê, hem li Tahranê bandor dide ser dewletê. Di dawîya 1945an de, bawer dikim di Kanûna 1945an de Azerbeycana Otonom tê îlankirin. Berîya wê Meclîsa Milî ya Azerbeycanê kom dibe, ew jî bawer dikim di meha 11an de ye. Axir piştî mehekê Komarê îlan dikin. Li vir nuqteyeke balkêş ev e, dema ku Meclîsa Milî ya Azerbeycanê ava dikin, kurd jî diherin beşdar dibin. Li ser navê Partî Dermokrata Kurdistanê heyeteke kurdan dihare peşdarî wê meclîsê dibe û kurd wer hizir dikin ku azerî dê wan wek nûnerê Kurdistanê peşwazî bikin. Lê azerî, Komara Azerbeycanê û Partî Demokrata Azerbeycanê, heyeta Partî Demokrat Kurdistan weke kurdên Azerbeycanê pêşwazî dike. Yanî Azerbeycan Kurdistanê ji derveyî xwe qebûl nake. Kurdên ji Kurdistanê çûne, yanî heyeta Kurdistanê jî weke kurdên Azerbeycanê pêşwazî dikin.

Hem Yekîtîya Sowyetê, hem Azerbeycana Sowyetê, serokê wê Bagirov û hem yê Tebrîzê ji kurdan re dibêjin ku em ê komareke otonom ava bikin, hûn jî di hindur vê komara otonom de jêrotonom bin. Kurd vêya qebûl nakin. Esasen, di nav kadroyên Partî Demokrat Kurdistan de yê herî mutedîl û yê herî zêde ji lihevkirinê re amade ye Qadî Mihemed e. Ew di temama emrê xwe de ketiye navbera şeran û terefên şer li hev anîne, qerektereke Qadî Mihemed ya wisa heye. Qadî Mihemed qayil e ku Kurdistan di hindur Azerbeycanê de wek herêmeke otonom îlan bibe. Kadroyên partiyê û serokeşîrên Kurdistanê vêya red dikin. Dibên em ê di hindurê Îranê de wek Azerbeycanê, em ê jî komareke otonom bin. Li ser vêya li hev nakin. Yanî daxwaza Sowyet, Azerbeycan û ya Tebrîzê ew e. Lê netîce, Partiya Demokrat Kurdistan komîta merkezî û heyetek di ser komîtê re heye, ew dicivin û dibêjim em ê ne di hindur Azerbeycanê de, di hindur Îranê de wek Azerbeycanê em ê otonom bin.

Piştî ji Azerbeycanê bi hêrs vedigerin, civîneke Partî Drmokrat Kurdistan çêdibe, ajitasyonek tê kişandin û girse ber bi seraya adliyê ya Mahabadê dimeşe. Ji xwe ew dezgeh tenê maye, nuka. Ber bi wê ve diherin, dest datînin ser wê derê, dibêjin em ê vê derê bişewîtînin, hin kesên mutedîl dikevin nabênê, dibêjin neşewitînin. Temama armayên dewleta Îranê jê diqetînin û alaya Kurdistanê bi ser seraya adliyê ya Îranê li Mahabadê dardadikin. Di 22ê çile de Komara Mahabadê tê îlankirin. Nuha dema ku tu li vê pêvajoyê binêrî, tu dibînî ku kurdan ev îlan kiriye. Malê kurdan e, kurd in, li ser axa xwe ne, miletek in, dawa azadiyê dikin, hêremeke otonom ji xwe re ava kirine. Li gor B. Yasîn ev herêma otonom ji sisêyan yekê Rojhilatê Kurdistanê ye. Di hevpeyvînekê de ji Qadî MIhemed dipirsin, dibêje nifûsa Komarê 700-800 hezar e. Lê Abbas Walî û William Aegleton qala 500 hezarî dikin. Feqet Partî Demokrat Kurdistan piştî ku hukûmet ava dibe, ew erdê di bin îşgala Sowyetê de jî ji xwe re dikin hedef, Sanandajê ji xwe re dikin hedef. Dixwazin li temama Rojhilatê Kurdistanê bête naskirin ev Komar. Ez ê qala çend xusûsiyetên Komarê bikim û derbasî ber bi hilweşandinê û ber bi qedandinê ve bînim.

Artêşa Komarê beşeke artêşa nîzamî ye, hejmara wan 1200-1300 e, ev nuh hatiye çêkirin, ji aliyê subayên kurd yên di artêşa dewleta Iraqê de xebitîne û yên tev Mele Mistefa hatine Rojhilat, ji aliyê wan de tên perwerdekirin; ji aliyê serokeşîran de tên perwerdekirin û yek, didu pisporên leşkerî yên Sowyetê wan perwerde dikin. Ev ji bo demeke dirêj e. Çekdarên eşîran 7-10 hezar in. Esasen vana ne artêşên Komarê ne. Her beşeke wê artêşa eşîrekê ye; talîmatê ji Komarê nastînin, ji serokeşîrê xwe distînin. Feqet hêza girseyî û ya dikare Tebrîzê an Tahranê tehdît jî bike, ev hêza eşîran e. A sisêyan, hêza çekdarên Barzan in. Ew jî li dor du-sê hezaran e. Yên herî şervan, hem di cephe de û hem di şerê partîzanî de, yên herî têgihîştî û şareza ev leşkerên Çiyayê Barzan in ku wek pêşmergeyên Mele Mistefa Barzanî tên naskirin. Ji van her sêyan dixwazin artêşeke milî derxin. Divê ez bala we bikşînim ser vê yekê, tevî ku otonomî ye, karê ku dikin ne wek karê otonomiyekê ye. Artêşêke milî amade dikin, sirûda milî qebûl dikin, ala milî qebûl dikin û hewl didin ku îktîsadeke milî pêk bînin. Yanî di nabêna retorîka wan û karê wan de nakokî heye. Ji xwe îdîayên Brîtanya û Emerîka û Tahranê jî ew e ku vana ne dawa otonomiyê dikin, dixwazin Îranê ji hev perçe bikin.

Ez ê ji bona van pêşmergeyên Berzanî tiştekî bêjim. Navê çiya nehat bîra min, min dît ez ê ji we re dûre bibêjêm(Çîyayê Mameşahê). Beşeke pêşmergeyên Berzanî li dor 1000-1500 hebî dişînin aliyê Sanandajê, beşekê ji wan dişînin Mameşahê. Li wê derê, di destpêkê de 13 pêşmerge çiyayekî digirin ji bona ku wê derê biparêzin, 13 pêşmerge ne. Fermandarê wan Xelîl Xoşewî ye. Xelîl Xoşewî bavê Esad Xoşewî yê ku di vê taliyê de di PDKê de bûbû yek ji kadroyên PDK- Başûr ê muhîm. Bavê Xelîl Xoşewî di serhildana Şêx Mahmûdê Hafid de şehît ketiye, kadroyekî wisa ye Xelîl Xoşewî. Artêşa Îranê hucûmî wan dikin, bi du tumenan ve hucûm dike, tank û top û teyare jî ji jor de bombebaran dikin. Mele Mistefa dûrî cîyê şer e. Dema ku agahîya hicûma arteşa îranê dibihîze,yek bi yek navê 13 peşmergeyan dibêje û dûre li navê Xelîl Xoşevî vedigere dibêje ger ew senger ketibe Xelîl şehîd ketiye. Ev ên ku li vir li hember artêşa Îranê şer dikin qehramanên miletê me ne, qahramanên welatê me ne û yên ku ew şandine wê derê, pê dizanin ku heta ku nemirin vî çîyayî terk nakin. Û bira jî li wir, bi sedem ku bi şûn de venakişin, Xelîl Xoşevî li wir şehît dikeve. Bi dehan leşkerê îranê tên kuştin di vî şerî de.

Têbinî
Mixabin beşa dawîn ya videoyê nehatiye tomar kirin. Ji ber vê yekê min xwest çend têbînîyan lê zêde bikim.
1- Sedemên Têkçûna Komarê
a- Piştî ku Şerê Cîhanê qedîya Dewleta Îranê bi ser xwe ve hat. DYA û Brîtanya bi xurtî li pişt Dewleta Îranê bû û parêzerên yekîtîya sîyasî ya Îranê bûn. Dewleta Tirkîyeyê piştî dagirkirina Îranê ji alîyê Brîtanya û Yekîtîya Sowyetê ketibû alarmê ku Kurd li wir desthilatîyekê bi dest nexin û ew jî bi xurtî piştgirê Îranê bûn. Iraqê ji xwe piştgirîya Îranê dikir li hember Kurdan. Yekîtîya Sowyetê di Konferansên Tehran, Yalta û Potsdamê de qebûl kiribû ku ew ê piştî ku şer bi dawî bibe, di nav şeş mehan de ji Îranê vekişe. Her çend xwestin ku vê vekişînê bi derengî bixin û di ser Azerbaycana Îranê re li wir bimînin jî, piştî du ultîmatomên Brîtanya û DYAyê ew jî vekişîyan. Bi vekişîna Sowyetê re Komara Azerbaycanê hilweşîya. Ev sedema esasî ya hilweşîna Komara Kurdistanê bû. Dibe ku ji bervê yekê Mele Mistefa wisa dibêje: ”Di eslê xwe de artêşa Îranê zora kurdan nebir. Brîtanya û DYAyê zora Yekîtîya Sowyetê birin.”

b- Nakokîyên navxweyî: Nakokîyeke Komarê ya girîng nelihevbûna modernîte û tradîsyonê ye. Qadî Mihemed di vê nakokîyê de faktorekî girîng yê balansê ye. Beşek ji eşîrên kurdan ji roja ser de dijberîya PDKê dikirin. Hinekan ji DYA û Brîtanya re digotin ku Qadî Mihemed ajanê Sowyetê ye, hinekan jî ji Sovyetê re digotin ew ajanê DYA û Brîtanyayê ye. Hîna di roja îlankirina Komarê de Zero Axayê Serokê Eşîra Herkîya hicûmî Evdila Axayê Geylanî dike û wî bi kirêgirtîbûna dijmin îtham dike. Çekdarên eşîran ne yê Komarê bûn, bi biryara serokeşîran ve tevdigerîyan. Di dema teng de eşirên Şikakan û Herkîyan çûn ba Dewleta Îranê. Eşîra Mameş û Mengurya jî revîyan Îraqê. Di wê dema kurt de Komarê nikaribû serwerîya xwe li seranserê Rojhelatê Kurdistanê belav bike û kontroleke sîyasî pêk bîne.

c- Her çend kadroyên rêvebir yên PDK û Komarê têgihîştî, di warê sîyasî, diplomasîyê de zîrek bin jî kadroyên perwerdebûyî hindik bûn. Rewşa aborî xerab bû û yekîtîyeke aborî bi temama hewldanên wan jî pêk nehat.

2- Kêşeya di Navbêna Komara Kurdistanê û Komara Azerbeycanê de ne tenê ku otonomî di hindur Azerbeycanê an di hindur Îranê de be bû. Di navbêna wan de pirsgirêka axê jî hebû. Ûrmîye, Xoy û Salmas axa nîqaşbar bû di nav her du komaran de. Bi telkîna Sowyetê kurdan ev pirsgirêk texîr kirin. Ev kêşe îro jî di navbêna Kurd û Azerîyan de heye.

3- Alîkarîya Sowyetê bi Komara Kurdistanê re ya herî xurt ew bû ku Artêşa Sor li bakurê xeta Saqiz-Banê-Salûmas bi cîh kiri bûn.

4- Piştî vê xebatê ez vê pirsa Bruce Kuniholme cidî dibînim: ”Şerê Sar li Ewropaya Rojhelat an li Rojhelata Nêzîk dest pê kir?” Ez bersîva vê pirsê hêjayî lêkolînê dibînim. Bi sedem ku di her du şerên cîhanê de Rojhelata Nêzîk cepheya esasî ye û ji bo parvekirina vê herêmê di nav zirhêzan de şerekî tûnd dimeşe.

5- Mijara petrola Îranê: Di destpêka sala 1944an de şîrketên petrolê yên DYAyê daketin Îranê û xwestin îmtîyaza petrolê ji Îranê bigirin. Li hember vê hemleyê Brîtanya mudaxele kir û şirketên xwe yên petrolê daxist Îranê. Di navbêna her du dewletan de bazarî û gengeşîya li ser petrola Îranê dest pê kir. Di Cotmeha 1944an de Sowyetê jî ji bo li Rojhelatê Îranê li petrolê bigere doz li Dewleta Îranê kir. Hikumeta Îranê di sala 1945an de biryarek sitend ku heta dewletên biyanî ji Îranê dernekevin tu peymanên navdewletî îmze nake. Sowyetê berî ku ji Îranê derkeve bi israr xwest ku peyman pêre bê îmzekirin. Hikûmeta îranê soz da wan ku piştî vekişîna Sowyetê ew ê vê peymanê îmze bikin. Piştî ku di Gulana 1946an de Sowyet ji Îranê vekişiya dewleta îranê soza xwe ne anî cî û ew peyman îmze nekir. Weke encam, petrola îranê ji şirketên DYA û Brîtanya re ma, Sowyetê tu petrol bi dest nexist.