Em (sîyaseta Kurdistanî) ne enstrumanên şer û pevçûnên di nav sîyaseta tirkan de, ne.
-Şîrovekarên sîyasî û a sîyasetvan ji Îstenbolê birêz Fûad Onen mêvanê min e.
–Birêz Onen, hûn bi xêr hatin. Li aliyekî partîyên opîzîsyonê yên Tirkîyeyê, serdana Erdogan ji boy Amedê, yanê amadekariyên ji bo hilbijartinan, lê endamê konseya serokatiya PKKê Dûran Kalkan dibêje zexta Amerîka çûye, joe Baydin çûye ew yek carî hişyar kiriye. Kîjan şîrove rast e ji bo we, Birêz Onen?
-Divê berê em fehm bikin Erdogan çi dixwaze û çi gotiye? Ev ne cara yekem e ku Erdogan dihere Dîyarbekirê û peyaman dide. Ev sî sal e, rêveberên dewleta tirk, her ku cî li van teng dibin, berê xwe didin Dîyarbekirê. Turgût Ozal dest pê kir, Demirel û Înonî domandin, Mesud Yilmaz û Çîller domandin, herî dawî jî Erdogan domand.
Kêşe çî ye? Nîzama cîhanê belav bûye û hatiye fehmkirin ku di lêgerîna nîzama cîhanê ya nuh de miletê kurd doza dewletbûyînê dike. Êdî dagirîyê qebûl nakin û dixwazin li ser axa xwe, xwe bi xwe îdare bikin.
Seferên reveberên dewleta tirkan ew e ku ji bo pêşî li vê ya bigirin. Hedefa wan, hebûna welat û miletê kurd ji holê rakin û dema ku vêya bi eşkereyî nikarin bêjin, îjar peyamên aştî û biratiyê vir de û wê de didin. Niha Erdogan li Diyarbekirê çi gotiye? Yek, gotiye Diyarbekir ya me bû, ya me ye û ew ê ya me bimîne.
Ev gotareke jenosîdkar û dagirker e. Diyarbekir Kurdîstan bû. Diyarbekir Kurdistan e û Diyarbekir dê her Kurdistan bimîne. Niha em divê bipirsin, Erdogan bi çi curetê, li çavê bi hezaran kurdistaniyan dinihêre û dibêje Diyarbekir ya me ye. Dema Diyarbekir Kurdistan bû, hûn hîn tune bûn. Hûn hatine li axa me asê bûne û dibêjin ev ax, axa Tirkêyeyê ye. Yek peyama wî ev e.
Dudu, Erdogan çi dibêje? Dibêje pêvajoya çareserîyê me dest pê kir lê me nikarîbû em bi dawî bînin. Û rexne dike ku PKK-HDP nehiştiye ev pêvajoya çareserîyê bi ser keve. Baş e, berê em divê bipirsin, bi rastî pêvajoyek ya çareseriyê li holê hebû? Pevajoyeke çareseriyê li holê tune bû. Ji bo pêvajoyeke çareseriye li holê hebe, divê berê ev dewleta dagirker, hebûna welat û miletê kurdan bipejirîne. Mafê kurdan, li ser hebûna welat û miletê wan teslîm bike, ta ku ev dewlet, hebûna kurd û Kurdistanê nepejirîne, ne pêvajoya çareseriyê dibe, ne aştî dibe, ne muzakere dibe. Ji bo van divê ku hevnasîneke beranber hebe.
Miletê kurd cîranên xwe gişkan nas dike, tirkan nas dike, ereban nas dike, eceman nas dike lê ev milet û dewletên wan, hebûna miletê me û welatê me qebûl nakin. Ta ku ew hebûna welat û miletê me nepejirînin, tu pêvajoya çareserîyê û aştîyê pêk nayê, ew pêvajoyên xapandinê ne û hewl didin sîyaseta miletê kurd ber bi Tirkiyê ve bikişînin, entegreyê Tirkiyeyê bikin. Li vir kêşe ne dagirker in, dagirker karê xwe dikin. Li vir kêşe ew e ku sîyaseteke ji bo mafê miletê kurd û Kurdistanê li holê tune ye, li Bakur.
Ev curet dide Erdogan ku Erdogan were Diyarbekirê bêje Dîyarbekir ya me ye. Sîyaseta kurd divê vê nêzikahiya devleta tirk ji kok de red bike. Niha tecrubeyên Başûr, tecrubeyên Katalanya, ên Baskê, ên Îrlanda û Skoçyayê li holê ne. Danûstendin, pêvajoya çareserîyê di ser du parlementoyan de pêkan e. Ger li Bakurê Kurdistanê parlementoya Kurdistanê tune be, dewleta Tirkiyeyê li ser serwîsên îstixbaretê re bi kîjan partiya kurdan re danûstendin bike, ev ne pêvajoya çareseriyê lê pêvajoya xapandinê ye.
Beyenata Dûran Kalkan, ne beyanata Dûran Kalkan e, gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên tirkan jî dibêjin, Baydin, Erdogan şandiye Diyarbekirê. Hin rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan jî vêya wer hizir dikin. A rastî li vir kêşe ew e; dewleta Tirkiyeyê, li dinyayê bêpênase maye. Ketiye krîzeke sîyasî. Sedema krîza wan jî hebûna Kurdistanê ye. Aniha tekiliya dewleta Tirkan û Yekitiya Ewrûpa û Emerîkî li ser kêşeya Kurdistanê xira dibe an çêdibe. Têkiliya dewleta tirkan bi rusan re li ser kêşeya Kurdistanê çêdibe an xira dibe. Tu bernameyeke Dewletên Yekbûyî yên Emerîkî ya vekirî bo Bakurê Kurdistanê xuya nake. Tenha di ser demokratîkbûna Tirkiye re hin temîyên wan û xwestekên wan ji dewleta Tirkiyeyê re hene.
-Ez dixwazim vê pirsê ji te bikim. We got; her dema siyasetmedar, serokê Tirkiyeyê dikevin tengasiyê vî karî dikin. Diçin Diyarbekirê-Amedê. Li gorî we Erdogan ketiye kîjan tengasiyê? Kîjan milî de ew tengav bûye ku berê xwe bide Amedê?
-Du tengasiyên wî hene. Yek jê tengasiya navdewletî ye. Ev dewlet, endamê Nato, berendamê Yekitiya Evrûpayê ye. Lê dev ji temama nirxên Rojavayî berdane û bi bereyên Awrasya re xwedî têkilî ne. Ev tengasiya wan a herî mezin e. Dewleta Tirkiyeyê di salên 1920-23yan de ji alî rojavayiyan ve wek perçeyekî nîzama rojavayî hatiye damezirandin. Îro, dewleta tirkan vê gengeşî dike. Dibêjin; rojavayî dixwazin me parçe bikin. Mesele çi ye?
Mesele ew e ku rojavayî qala mafê miletê kurd dikin. Yanê sedema esasî a tengasiya wan Kurdistan e. Ev jî bi du şikla em dinirxînin; yek jê Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye. Başûrê Kurdistanê, dewleteke federe ye, her çend nêvîya axa wan ji nuh de di bin dagiriya çeteyên Heşdîşabî û dewleta Iraqê de be jî, referandûmek çêkirine û miletê kurd, biryar daye ku em dewleteke serbixwe dixwazin. Ev, ji bona dewleta tirkan, taya mirinê ye.
Li Rojava, welew di ser kantonan re be jî meclîsên heremî hene û êdî li Rojava jî kêşeya kurd dîçe qada navdewletî. Dewleta tirkan ji vê ditirse.
Berî hewl dide ku vana jî birûxîne. Aniha Rojavayê Kurdistanê; Efrîn, Serêkaniyê, Girêsipî dagir kiriye. Başûrê Kurdistanê, di kûrahiya çil kîlometre de dagir dike û baregahên leşkerî ava dike. Tengasiya wan a esasî ew e.
Tengasiya desthilatê; yanê divê em desthilat û dewletê ji hev cuda bikin. Ya ewil ez dibêjim; tengasiya dewletê ye, kirîza dewleta tirkan ya sîyasî ye.
Îcar kirîzeke desthilatiyê heye; niha du bere hene, bereya Milet û bereya Cumhûr. Di eslê xwe de di kêşeya Kurdistanê de tu cudahî di nabêna wan de tune ye. Lê her du bere jî difikirin ku ger dengên kurdan negirin ew dê nikaribin desthilat bin. Bona wê, ji alîkî de du roj berê Meral Akşenera faşîst li Dersimê bû. Ev partiyên nuh ava bûne, partiya Dawutoxlî û ya Babacan li Kurdistanê gişî digerin. CHP li Îzmîrê bi HDPê re mitîngek ava kirin. Çend roj berê konferansa demokratiyê ava kirin. Ev giş tengasiyak e ku di hilbijartineke pêşdem de, kurd dê çewa helwêst bigirin û her kes ji aliyê xwe de dixwaze civata kurd ber bi tirkiyevîbûnê ve bikişîne. Kêşe, mijar ev e.
–Kek Onen, ez pirsekî din jî bikim, li ser doza girtina HDPê, niha meseleyên dozgeran, daxwaza girtina HDPê kirin û doza xweparastinê jî daye HDPê, dibêjin di şêst rojan da xwe biparêze. Lê hîç partiyek ne ya desthilat ne ya opîzosyonê rasterast destekên piştgiriya HDPê nake. Ji bilî MHPê. Li gorî we ji van şertûmercên Tirkîye têde derbas dibe mumkîn e ku HDP bê girtin tev vî hebûna dozê?
-Niha Tirkiye ne dewleteke qanûnî ye. Jixwe ne dewleteke huquqî ye. Biryarên dadgehên wan jî ne biryarên qanûnî ne. Biryarên sîyasî ne. Doza derheq HDPê de vebûye, du sedemên wê hene. Yek, sedemên pragmatîk hesabê hilbijartinê ku HDP bê girtin ew ê fêde bide kîjan bereyê, vêya dihesibînin. Dudu, pêwistiya dewleta tirkan ji şerê PKKê û HDPê re heye. Desthilatî, di ser şerê PKK û HDPê de civata tirkan li dor xwe dixwazin bicivînin. Her du bere jî heman tiştî dikin. Ji ber wê tu partiyeke ku rasterast bêje gerek (HDP) neyê girtin jî tune ye, ji xêndî MHPê yeke rasterast bila bê girtin jî tune ye. Herkes li benda roja xwe ye. Ew hesabeke matematîkê li ber wan e. Dema biryara hilbijartina pêşdem bidin, ew ê bifikirin, em vê partiyê bigirin ji me re baş e an jî negirin ji me re baş e.
Ji aliyê din de destêwerdanên hindur HDPê de jî hene. A rastî em nizanin, HDP jixwe ji bona miletê kurd û Kurdistanê ne xwedî bername ye. Ew bi xwe dibêjin em ne partiya kurdan in û ji aliye kê ve tê rêvebirin jî em baş pê nizanin.
Çi dînamîk di hindurê HDPê de ne, ji aliyê hindek dînamîkan de bandor li ser HDPê heye. Problem; HDP jî, DBP jî , DTKa jî, ev rêxistinên ku bi ser PKKê re xuya dikin, lazim e li xwe vegerin, dev ji sîyaseta tirkiyevî û daxwaza demokrasiya Tirkiyeyê berdin, di şer û pevçûnên sîyasî ya navxweyî di hindur dewleta Tirka de nebin teref, wek terefên kurd derkevin sehayê, temama partî, sazî, dezgehên kurdan divê wek terefekî milî yê kurdan derkevin sehayê û ji her du terefan jî bixwazin, hûn dê hebûna welat û miletê me nas bikin yan na, mafê damezerandina parlementoya Kurdistanê hûn dê qebûl bikin, di anayasa xwe de diyar bikin an na. Heger hûn van qebul nekin, sîyaset ya we ye, parlemento ya we ye, hûn hevdu dikujin, hûn bi hev dikevin evîya ne kêşeya me ye.
Em xwediyê welatekî ne, welatê me hatiye dagirkirin û em doza dewletbûyînê dikin.
Kêşeya me bi vê dewletê re, bi hebûna dewletê re ye. Gerek ew dewlet ji Kurdistanê derkeve. Ji Başûrê Kurdistanê derkeve, ji Rojavayê Kurdistanê derkeve, ji Bakûrê Kurdistanê derkeve. Em (sîyaseta Kurdistanî) ne enstrumanên şer û pevçûnên di nav sîyaseta tirkan de, ne.