CEJNA DEMOKRASîYÊ

CEJNA DEMOKRASîYÊ

Îro li Tirkîyê “Cejna Demokrasîyê” ye. Ewên ku bi hebûna xwe û bi her kiryarê xwe tecawuzî demokrasîyê dikin îro bûne xelaskarê demokrasîyê. Ev ne xerîb e, bi sedem ku ev sed sal e ku rêvebirên vê dewletê tecawuzî temama têgînên mirovahîyê dikin: demokrasi, maf û azadî, lîberalî, şoreşgerî, oldarî û hwd.

Lê divê bê zanîn ku ev welat (Kurdistan) ne bêxwedî ye. Keç û lawên vî welatî li her qadê, dê rûyê we yê reş derxe holê ta ku we ji vê axa pîroz (Kurdistanê) biqeşitînin.
Kirêgirtîyên we jî nema dikarin dagirkerî û jenosîdkarîya we veşêrin.

CEJNA DEMOKRASîYÊ

15 Tîrmehê: “Cejna demokrasîyê” ya cîranê me ye. 5 sal berê hewldaneke darbeya leşkerî rû da, ev hewldan bi ser neket û di encamê de vê hewldanê bloka desthilatîya heyî xurttir kir. Ji sala 2002yan bi heta sala 2012an blokeke desthilatîyê Tirkîyeyê bi rê ve dibir ku AKP û Cemaeta Fetullah(CF) du pêkhateyên vê blokê bûn. Di hindurê vê blokê de şerê desthilatîyê rû da.

Sedemên vî şerî parvekirina desthilatîyê û post û berjewendîyan bû. Bandora hevkarîyên derveyîn jî sedemeke din bû. AKP ev blok belav kir û bi hêzên dewletê yên klasik û MHPyê re blokeke nû ava kir. CF jî hem di hindur artêşê de hem li derveyî artêşê li avakirina blokeke nû gerîya. Em dikarin bêjin ku pevçûnên şeva 15yê Tîrmehê di nav van her du bereyan de bû.

DYAyê , ji vê tevlihevîyê razî lê ne piştgirê terefekî xwîya dikir, Rusya terefê bloka AKPyê ya nû bû. Di şerê nav van her du hevkarên kevn de mijar ne demokrasî bû.

Di vî şerî de parastina desthilatî û dewleta Tirkîyê qet ne be ne karê siyaseta kurdistanî bû. Lê mixabin weke her car hin terefên me yên sîyasî ji vî şerî jî pêywira parastina demokrasîya Tirkîyê derxistin.

Bloka deshilatîya sêling (AKP; MHP; Hêzên dewletê yên klasîk) piştî jiberxwekirina hêzên dijberê xwe bi reorganîzasyoneke nû desthilatîya xwe bi hêztir kirin. Hicûmên dewleta Tirkîyê yên dagirker û jenosîdkar piştî vê bûyerê gûrtir û hovtir bû. Hewldana darbeya leşkerî bertaraf bûbû, “demokrasî” hatibû parastin û xurtkirin ji bo hicûmî Kurdistanê bikin tu asteng nema bû.

Berê xwe dan Başûrê Kurdistanê û xwestin pêşî li Refrandûma Serxwebûnê bigirin. Encam bi dest ne xistin, îjar tev dewleta Îran û Iraqê û çeteyên HEŞDÎ-ŞEHBÎ hicûmî Kerkûk, Xaniqîn, Dîyala û derdorên din kirin û Refrandoma Serxwebûnê bêbandor kirin. Dûvre hicûmî Rojavayê Kurdistanê kirin, Efrîn, Serêkanîyê, Girêsipî dagir kirin û dest bi karên jenosîdal (guherîna demografî û paqijîya etnîkî) kirin.

Bakurê Kurdistanê kirin zindaneke vekirî. Li Tirkîyê terefê “demokrat” bi ser ketibûn û “demokrasîya” xwe parastibûn. Lê rûdanên vê “demokrasi”yê li Kurdistanê ne pir demokrat bûn. Fahmkirina vê yeke pir hêsan e. Sîyaseta Tirkîyê bi giştî dagirker û jenosîdal e.

“Demokrasî” şalek e ji bo nixumandina vê naverokê. Yên ku hîn jî peywira demokratîzekirina vê dewletê datînin ber miletê Kurd vê heqîqetê nabînin an jî bi zaneyî vedişêrin.