Newroz serîhildan e

Newroz serîhildan e

Newroz ji dirêjayî û kûraya dîroka neteweyê kurd de tê, rojeke qedim e.  Di çand, kevneşopî û jiyana kurd de ciyê xwe yê gring, zexim  û neniqaşbar girtiye. Bi jiyana neteweyê kurd ve zeliqiye  û   bûye rojeke neteweyî.  

Newroz, ji bo miletê kurd  giringiya xwe, ji hemû aliyan ve; civakî, derûnî, şayî, hêvî, siyasî û têkoşînê ve dide nişandan. 

Ew her gav rojeke  nû ye û tim  ji bo pêvajoya bê   dibe destpêk. Di wê rojê de dirêjayî an kurtaya şev û rojê dibin yek, li dû wê yekîtiyê,  xweza xwe amade dike û  ji bo biharekê  dibe mizgînî û destpêk. Sirûşt xwe nû dike û vedijîne, xwe dikemilîne û dixemilîne. Xwe bi kesk, sor, zer û sipiyê ve direngîne.

Ev sirûştiya newrozê reng, taybetî û giringiya xwe bexişandiya  jiyana kurd jî. Newroz di jiyana kurd ya sirûştî de cihekî  dîrokî û diyarker girtiye. Hewceyiya jiyana kurd bi çi çêbûye ‘Newroz’ jî bi wê watedar bûye.  Li gor şerd û mercan, bûye roja cejn û şahiyan, bûye roja hêvî û xwestekan, bûye roja yekîtî û lihevkirinan, bûye roja berxwedan û serîhildanan û bûye roja destpêkekê ji bo pêşerojê.

Di dîrokê de giringî û wateya ‘Newroz’ê, li gor şerd û mercan, zêdetir ji alî civakî û siyasî ve dixwiyê. Di efsaneya ‘newroz’ê de sê remzên (sembolên) giring û dîrokî xwe didin der. Agir, Kawa û Dehaq.

Dehaq; zilm, neheqî, bêedaletî, kuştin, wêrankerî, imhakerî û jenosîdkarî  ye.

Kawa; lîder, rênîşander, têkoşer û serhildêr e.

Agir; îşaret û ragihandina destpêkê, destpêk û enerjiya  serîhildanê ye, di serhildanê de yekîtiya serhildêran e

Di dirêjaya dîrokê de, Dehaq, Kawa û agir mohra xwe li roja Newrozê dane. Newroz, ew roj e ku miletê kurd li dij zilm û zordariyê bi pêşengên xwe ve agirê newrozê vêxistine û serî hildane. Û gava ku bi ser ketine jî di roja newrozê de bi  serkeftina xwe şa bûne û vegeriyane jiyana xwe ya sirûştî.

Pêlkurd,  bi vê têgihîştinê xwedî li newroza xwe xwedî derdikeve. Di roja îroyîn de, li Kurdistana me, bi taybet jî li Bakurê Kurdistanê serkeftineke me tune ye ku em pê şa bin û pîroz bikin. Rewş tam berovaciya wê ye.

Kurdistan dagirkirî ye û bi domdarî tê wêrankirin. Li ser neteweyê kurd jenosîdeke domdar bi awakî hovane tê meşandin. Zimanê kurdî qedexekirî û li ber helandinê ye. Dîrok, çand û folklora kurdî li ber windabûnê ye. Pêla asimilasyon, entegrasyon û tirkiyewîtiyê hemû Bakurê Kurdistanê dagirtiye.

Sîstema Serweriya Tirk ji her alîyê ve dest daniyê ser ‘Newroz’a me jî. Bi hemû îmkanên xwe ve lê dixebite ku wate û giringiya dîrokî ya rojê jê dûr û naveroka wê pûç bike. Hîn zêdetir jî dixwaze rûhê dewleta xwe lê bar bike. Hindik maye ‘Newroz’ê ji xwe re bike wek roja jenosîdkariya miletê kurd û bi wî awayî jî bi miletê kurd bide pîrozkirin.

Pêlkurd vê  nêzikayîtêdana kolonyalîst red dike, roja ‘Newroz’ê wek hêjayiyeke qedîm ya neteweyê kurd dibîne û wateya wê ya dîrokî lê bar dike û bi wî awayî pêşwazî lê dike.

Wateya wê ya dîrokî:

Li dij dagirî û parçekirina Kurdistanê radiweste, tehrîbat û veguherandina demografiya Kurdistanê napejirîne. Li dij qetlîam û qirkirina neteweyê kurd helwêst digire. Li dij asimilasyon û tirkiyewîtiyê disekine. Roja ‘Newroz’ê, ji bo redkirina zilm, zordarî û kolonyalîzmê wek rojeke nû dibîne, li dij dehaqên nûjen derdikeve.

Pêlkurd, roja ‘Newroz’ê wek rojeke serîhildanê dibine. Newroz roja vejîn û rabûna ser piyan e, ew roj e ku li hemû hebûnên xwe; ax, ziman û neteweyê xwe xwedî derkeve.

 Em bi rûhekî şoreşgerî  vê rojê îdraq dikin (têdigihên) û bi têkoşerî di hişmendiya xwe de bi cî dikin.

Em roja ‘Newroz’ê  wek despêkekê dibînin ku miletê kurd ji nû de xwe vejîne, nûjen bike, bi ser xwe de bê û li dij dagirkerîya jenosîdkar têbikoşe.

Pêlkurd, ‘Newroz’ê wek firseteke dîrokî û neteweyî dibine ku hemû serxwebûnxwazên Kurdistana delal hêz, dil û mejiyên xwe bikin yek û di yek bereyê de cî bigirin. Û di rêya  rizgariya welatê xwe de  ji bo têkoşîneke dijwar bikin rojeke watedar.

Pêlkurd, wezifeyeke neteweyî û dîrokî dibîne ku hemû serxwebûnxwazên Kurdistanê di dilê xwe de, di mejiyê xwe de, di mal û balkonên xwe de, di ber derê xwe û di kolana xwe de û li her derê Kurdistanê agirekî, agirekî geş û gur, agirekî  şewqvedêr û gerimker dadin ku tu carî venemire. Bila ev agir dilê me, nava me û laşê me gerim bike û bi şewqa xwe, rêya me ronî bike da ku em li dor wî agirê serîhildanê bicivin û bibin hêza sekeftineke neteweyî û mayînde.

Newroz, ew roj e ku em bi coş û heyecana serxwebûnxwaziya welat û miletê xwe  alaya xwe ya rengîn li her derê bilind bikin û tu carî danexin. 

Newroz bi serîhildanê, bi têkoşînê û bi taleba dewletbûyînê manîdar dibe.

Neweroz bi geşkirina agirê xwebirêxistinkirin û bi hêzkirina bereya kurdistanî giringiya xwe diyar dike.

Newroz bi bilindkirina alaya kesk û sor û zer û sipî ve dixemile û bi rastî jî dibe rojeke xwenûkirinê.

Pêlkurd bi vî awa û bi vê têgihîştinê pêşwazî li ‘Newroz’a pîroz dike.

Newroz serîhildan e!  Em di vê serîhildanê de ciyê xwe yê bi rûmet digirin.