HELEBÇE, BİRÎNA BÊKEW

HELEBÇE, BİRÎNA BÊKEW

Welatê kurdan bi navê xwe yê şêrîn Kurdistan, ji ber girîngiya jeostratejiya xwe ya taybet, ji ber bereket û berhemên xwe yên sererd û binerd, ji ber av û hewaya xwe ya bêhempa û têrjiyan, bi hezaran sal in ku cihê hespajotin û rimbaziya barbar û dagirkeran e. Ji her alîyê cîhanê ve talanker û dagirkeran êrîş anîne ser Kurdistanê, kuştine, şewitandine, wêran û talan kirine. Ji derveyî demên ku kurd li ser axa xwe serwer û bihêz bûne, bi sedan sal di nabeyna êrîşker û dagirkeran de bûye meydana şerê biyaniyan. Ev rewş bi sedan sal dom kiriye.

Piştî dagirkirin û dabeşkirina Kurdistanê di navbeyna Safewî û Osmaniyan de bûye du parçe jî, demeke dirêj bûye cihê şer û pevçunên her du dewletên zilhêz yên herêmê. Di bin dagirkeriya van her du dewletan de jî kurdan tu car serî ji wan re netewandine û li ser axa Kurdistanê serweriya hundirîn parastine. Di sedsala 18 û 19an de, li Kurdistanê weke her serdemê, bi tekoşîna bidestxistin û parastina serweriyê derbas bûye. Di wê serdemê de kurdan çendîn car ji bo parastin û rizgarkirina welatê xwe ji bin nîrê dagirkeriyê, gavên gelek serketî avêtine û xwe nêzîkî azadiyê kirine.

Ji ber sedemên ku niha ne babeta vê nivîsê ye, nekarîne xwe bigihînine azadiyeke mayînde. Dîroka kurdan ya vê sedsalê jî bi êş û azar, bi koçberî û qetlîaman ve dagirtî ye. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, kurdan jî wek miletên din ku xwe gihandine serwerî û azadiyê , ketine nav hewildanên azadîxwaz. Ji ber ku di vê serdemê de hêzên bibandor li dijî Kurdistaneke serbixwe helwêst girtine, careke din jî Kurdistan di navbeyna sê dewletên ku di van salan de derketine ser dika dîrokê, parçe û parve kirine.

 Kurd, di vê pêvajoyê de li her beşeke Kurdistanê, li gor rewş û taqeta xwe li dijî vê parçekirinê derketine û xebata xwe ya ji bon serxwebûn û parastina yekîtiya Kurdistanê domandine. Li ser axa sê wîlayetên (Musil, Bexda, Besra) Dewleta Osmanî,  ji alîyê Dewleta Britanyayê, ku di Şerê Cîhanê yê Yekem de bi  ser ketibû, bi navê Iraqê dewletek hat avakirin. Ew parçeya ku em îro jê re dibêjin Başurê Kurdistanê êxistine bin bandor û kontrola vê dewleta çêkirî.

Ji roja ku ev dewleta bi navê İraqê, di bin mandateriya Britanyayê de hatiye avakirin, têkoşîna kurdan ya rizgariyê jî dest pê kiriye. Kurdan hem di dema mandateriyê de, hem di dema serweriya ereban de tu car dev ji şerê azadiyê bernedane. Brîtanî di şerê rizgariyê de li hember kurdan cara ewil firokeyên şer, gazên kîmyevî bi kar anîn. Komkujiyên mezin kirin û kurdan mecburî qebulkirina desthelata ereban kirin.

Rêber û serokên kurdan bi girtin û nefîkirina ji bo welatên dûr ceza kirin da ku bikarin tekoşîna azadîyê bidin rawestandin. Dem dem şikest xaribin jî kurdan dev ji têkoşîna rizgarîxwaz bernedan. Li İraqê çendîn car sîstem û desthelatî guherîbin jî helwêsta li dij kurdan neguheriye.

 Kurdan bi vê tekoşînê,  di 11yê Adara 1970yî de dewleta İraqê naçarî imzekirina peymanê kirin ku ev peyman ji bo kurdan otonomi  nas dikir. Piştî Peymana 11yê Adarê, kurd çend salekê di nav aramîyê de jiyan. Lê sîstema li dijî kurd ya navnetewî careke din kete dewrê û di sala 1975an de kurdan careke din şikest xwarin.

Di sala 1976an de kurd dîsa bi çek û rêxistînên xwe ve li çiyayên Kurdistanê amadeyî ji bo şerê azadiyê kirin. Dewleta İraqê vê carê dirindetir tevgeriya ku bikaribe pêşî li şervanên kurd bigire. Dest pê kir li ser sînorên îran û Tirkiyeyê 10 heta 20 km. hemû gund vala kirin, bax û baxçeyên gundan bi temamî şewitandin, av û kaniyên deverê bi bêton û alavên din birhandin ku kesek nekare xwe li wan deran bigire. Xelkê van gundan jî li kampan kom kirin. Dewleta İraqê di van herêmên valakirî de, hema hema li ser her girekê qereqolên eskerî danîn û gava ku çi giyanewerekî li van deveran dixwiya, didane ber guleyên top û hawinan. Bi hezaran mirov û ajal di bin bombebaranên eskeran de dihatin kuştin.

Lê dewletê nekarî pêşî li şervanên kurdan bigire, roj bi roj şer gur dibû, pêşmerge li gelek deverên Kurdistanê  bi bandor dibûn. Vê carê pêvajoyek bi navê ENFAL dane destpêkirin û li gelek deverên Kurdistanê bi komî xelkê birin çolên naverast û Başurê İraqê, wan kuştin û di gorên komî de veşartin. Li herêmên Germiyan, Qerax, li derdorê Kerkukê, li Barzan, Balekayetî, Geliyê Balisan, Qeladizê, Raniye û Hewraman û li deverên din 182 000 kurd, piraniya wan mêr, ji warên xwe hatin dûrxistin û di çolistanên ereban da hatin qetilkirin.

Pêvajoya jenosîdê ku bi avakirina dewleta İraqê destpêkiribû gîhaşte merheleyeke bilindtir û bêperwatir. Pêvajoya ENFALÊ heta sala 1989an bê navber dewam kir. Di vê demê de şerê Îran û İraqê jî dom dikir. Şerê ku di sala 1980yî de dest pê kiribû bê navber 8 sal dom kir. Kurdên her du parçeyên Kurdistanê dixwestin ji vî şerî sûd werbigirin, tekoşîna xwe bilindtir kiribûn û bê navbir şer dikirin.

 Di dema şerê Îran û İraqê de kurdên Başur piştgirî ji dewleta İranê, yên Rojhelatê Kurdistanê jî piştgirî ji dewleta Iraqê digirtin. Her du dewlet jî di nav hewildanên bikaranîna kurdan li dij hev bûn û car caran jî bi ser diketin. Dewletên dagirker herçend di nav şerekî giran de bûn jî, li dijî kurdan kiryarên xwe yên jenosidal didomandin. Hem kurdan digirtin dibirine eskeriyê didane qirkirin, hem qismekê ji wan dikirin çaş û li hember birayên xwe bi kar dianîn. Operasyon û qetliamên li  dijî kurdan bê navbir dom dikir.

Lê piraniya gencên kurdan xwe digihandine peşmergeyên li serê çîyan. Îraqê di dema şerê İranê de hem piştgiriya Yekîtiya Sovyetan û hem piştgiriya dewletên rojavayî girtibû û her cure çek û pêdavîyên şer ji wan dewletên rojavayî dihatin. Nav van pêdavîyên şer de elbet madeyên kîmyevî yên di cîhana hemdem de bikaranîna wan hatibu qedexekirin jî hebûn. Di bihara sala 1988an de li hemû cepheyên şerê, rewş xitimî bû. Ne dewleta İslamî ya İranê dikariya pêşve biçe, ne ya İraqê.

Îraniyan dixwestin bi piştgiriya kurdan li ser Kurdistanê ve cepheya ‘bakur’ xurt bikin û di şerî de serketinekê bi dest bixin. Dewleta Îranê bi alîkariya pêşmergeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji devera Hewraman ve êrişeke eskerî ya bihêz anî û çend kilometre bi pêş ket. Li ser vê rûdanê İraq kete nav tirsê û bi hêzên xwe yên asîmanî ve êrîşên gelek tund anîn ser mintiqeya Hewraman û Pêncuwînê. Herçend pêşveçûna îraniyan rawestiyabû jî diviya dersek bidana kurdan. Roja 16yê Adara 1988an, rojeke aram, li asîmanê Helebceyê, ewr ji bo barîn an nebarinê du dil bû.

 Lê ji nişkeva firokeyên şerî yên İraqê bê dudilî, li ser bajarê Helebceyê çendîn bombeyên cur bi cur reşandin. Helebçeyî aşînayê şer, firokeyên şerî û bombeyên wan bûn. Lê di nav van bombeyan da hindekan xanî û avahîyan xirab nedikirin. Tenê dengê teqîna wan dihat û dukelekî sipî û gewr jê radibun û belavê nav taxên bajêr dibû.

Xelkê nedizanina ka ev çi ye û dê xwe çawa ji wan biparêzin. Helebceyî ji bo ku xwe û zaroyên xwe ji vê êrîşê rizgar bikin xwestin berê xwe bidine çîya û bilindayiyên nêzik, yê derveyî bajêr. Lê mixabin gelek ji wan derfeta derketina ji nav bajêr bi dest nexistin. Xelkê bêguneh yê bajarê Helebçe, zarok, jin û mêr, tevî heywanên xwe ve bi jehra ku ji dukela sipî belav dibû di cih de diketin. Mecalê xweparastinê nebû, her giyanewera ku nefes bistandaya  li şûna hewaya paqij, jehr dikişandin nav hinavên xwe.

Bêhna sêvên rizîyayî ji wan ra xerîb nebû, lê nedizanîna ku ev ne bêhna sêvên Helebçeya rengîn e. Di encama vî bomberana kimyevî de 5000 helebceyî mirin û bûne cangoriyê welêt. Ji 15000î zêdetir mirov birîndar bûn û bi jehrî ketin.

 Heta roja îroyîn jî bandora vê jehrê bi çend hêlan ve li ser xelkê didome ku muhtacê lêkolînên zanistî ne.

Ew cîhana ku di pêvajoya Enfalê de ji kuştin û qetlîama 180 hezar kurdan ra bê deng û helwêst mabû dîsan bê deng û bê helwest ma. Ew medyaya cîhanê ku ji bona kêmbuna hejmara ajelekî kûvî bi mehan weşan dikirin û bi bernameyên taybet raya giştî hişyar dikirin lê li beramber vê komkujiyê ker û lal mabûn.

Komkujiya li Helebçeyê, beşeke ji jenosîda domdar e ya ku ji sed salî zêdetir e li ser kurdan didome. Li Kurdistanê jenosîda ku qediyabe û rawestiyabe nîn e.

Li pêşiya komkujiya Helebçeyê jî û piştî wê jî jenosîd dom kiriye û hîn didome.