NEXŞEYA KURDISTANÊ û GERA PAPA

NEXŞEYA KURDISTANÊ û GERA PAPA
  • Rastiya Kurdîstanê li pêşîya Tirkiye û Îranê astenge.
  • HDP jî alîyê Ocalan û Hakan Fîdan ve hatîye avakirin
  • Nabe ku HDP weke berdewamîya berê be dîtîn.
  • Ez destxweşîyê li wan kesan dikim ku ew pul amade kirin
  • Nexşeye Kurdîstanê rastîyekî dîrokî û sîyasî ye

NEXŞEYA KURDISTANÊ û GERA PAPA

Ez dixwazim, yekser ji helwesta Tirkîye, Îran û Îraqê dest pê bikim. Di destpêkê de jî a herî tund Tirkîye bû sedem ku Îran û Iraq jî nerazîbûn nîşan bidin. Hûn van helwestên ku hatin nîşandan çawa  dibinin? Berê jî nexşeyên Kurdistanê belav bûne, ne tiştekî veşartî ye, ne cara yekemîn e, di temamê nexşeyên dîrokî de nexşeyên Kurdistanê bi navê Kurdistan heye, ji bo çi bû sedema karvedaneke weha tund?

-Di destpêkê de destxweşî li Wezareta Ragihandinê û wan hunermendên ku ew pûl xêz kirine re, dikim. Hatiye bîra wan nexşeya Kurdistana mezin derxin pêş, bi sedem li gor bîrûbaweriya me, Başûrê Kurdistanê ji %18 axa Kurdistana mezin e. Perçeyek ji  Kurdistana mezin e. Ji bo wê destxweşî li wan dikim.

Di vê pûlê de du tişt hene. Yek wêneyê Papa, a din jî nexşeya Kurdistana mezin.

Divê em vê bipirsin, nexşeya Kurdistana mezin xwedî çi wate ye, bo  çi nexşeyeke wisa heye? Li gor me, ev nexşe heqîqeteke dîrokî ye, heqîqeteke ciwakî ye, heqîqeteke etnokulturî ye û heqîqeteke sîyasî ye.

Îro ji Çiyayê Kurmenc heta bi Çiyayê Hemrin sînorê Kurdistanê hatiye xêzkirin û dawîya mayîn jî ji Kermanşahê heya Sêwazê xêzkirina vî sînorî jî erka me serxwebûnxwazan e. Dewleta Tirkan, Dewleta Îranê ji bo çi bertek rêdidin, bi sedem ku her du dewlet, dewletên dagirker û jenosîdkar in, hebûna xwe li ser tunebûna Kurdistanê ava kirine û her dibînin û dizanin ku Kurdistana mezin derkeve ser dika dîrokê, ev her du dewlet wek berê nikarin bimînin. Ew dewlet dê biçûk bibin û tu qîmeta wan a di herêmê de dê nemîne. Her du dewlet jî dixwazin, li Rojhilata Nêzîk  dewreke jêr-emperyal bilîzin. Astenga herî mezin li pêşîya wan heqîqeta Kurdistanê ye. Ji bo wê bertek nîşan didin. Em bertekên wan fahm dikin, ji karekterê wan ê dagirkerî û jenosîdkarî sadir dibe û em li vêya şaş namînin.

-Ez dixwazim em bêne ser helwesta HDPê jî. Çewa bû amûreke sîyasî ya navxweyî li hindurê Tirkîyeyê, hemû partî li hemberî hev bi kar tînin? Helwesta ku HDPê nîşan da bi dîtina te helwesteke rast bû, di cî da bû, durist bû?

– Li Tirkîyê du tifaq hene. Tifaqa milet û tifaqa cumhûr. Her du tifaq jî dagirker û jenosîdkar in. Tifaqa Milet xwestin bi ser nexşeya Kurdistanê re bertek nîşanî cumhur bidin, bêjin we berê bi başûrîyan re kar kiriye û ev, encama wê ye. Ev lîstikek di hundir sîyaseta Tirkan de ye, tu qîmeta wê tune ye, a rastî.

Em werin ser HDPê, HDP jî yek; ne partî ye, proje ye.  Ev partî an ev proje li Îmralîyê bi destê Ocalan û serokê MÎTa Tirkan, Haqan Fîdan hatiye avakirin. Perçeyekî ji pêvajoya Îmralîyê hatiye avakirin. Hedefa wê projeyê sîyaseten asîmîlekirina kurdan e. Û hewl didin di ser HDPê re sîyaseta kurd bikin parçeyeke ji sîyaseta Tirkîyeyê. Di eslê xwe da ew jî projeyeke jenosîdkar e. Rast nîn e ku HDP wek berdewama HEP, DEP. HADEP, DEHAPê bête pêjirandin. Ev ne berdewamiya wan e. Ev tiştekî nuh e. Di hundir vê partiyê de pênc partiyên çepgir ên Tirkan û gelek kesayetên Tirkiyewî û Tirk hene. Li wir Partiya Herêmên Demokratîk jî heye, lê di ser HDPê re ew partî jixwe tasfîye kirin. Lê bi sedem ku dînamîkên Kurdistanê rê nade vê projeyê, anuha ew ên ku ew partî ava kirine hicûmî wê partiyê dikin. Ev partî jî, niha xwe li gel tifaqa millet dibîne û dixwaze meşrûîyeta xwe ji tifaqa milet bigire. Ev tiştekî ecêb e, ev partî %90 bi dengê kurdistanîyan çûye parlemana tirkan, ji dêvla ku meşrûyeta xwe ji dengê ku stendiye bistîne, carna di ser AKP re li meşrûîyetê digere, carna di ser CHP re li meşrûîyetê digere. 

Li vir em werin ser beyana Meral Daniş Beştaş, beyanek genî ye. Yekem em daweya Kurdistanîbûnê li Meral Xanimê nakin. Jixwe wezîfeya wan ew e ku siyaseta kurdistanî bikin siyaseta tirkiyewî. Lê madem hûn partiyeke Tirkiyeyê ne, û her ji du hevokên we yek demoqratî û demoqrasî têde ye, baş e, hûn ew çend demoqrat in, hûn ji bo çi rasteqînîya welatê me û miletê me înkar dikin. Ev xala yekem e û di vê xalê de tu ferq di nabêna HDP û partiya nebaş a ku bi tirkî dibêjin ÎYÎ Partî de tune ye.

Didu, navnîşana nexşeya Kurdistana mezin ji bo çi Berzanî ye. Her kurdekî welatperwer û her kurdekî serxwebûnxwaz mixatebê vê pirsê ye. Heke hûn ne mixateb in, bêjin ku em ne mixateb in. Lê dema ku tu li dîmenê vê hevpeyvînê dinêrî ne tenê bi gotinên xwe, bi kenê xwe û bi zimanê laşî ya gemarî,  sivikayî li nexşeya Kurdistanê dike.

 Ev rûreşî ye û ew ên ku  dengê xwe dane HDPê û li ser navê xwe ev jinik şandine parlamenta tirkan, divê ku vê helwesta genî binirxînin. Mafê tu kesî tune ye ku bi heqîqeta welatê me tinazê xwe bike.

-Bi dîtina te, helwesta rast divê  çi be?  Di vê rewşê de ku niha mesele di gelek aliyan de guwaştê li ser Hukûmeta Herêma Kurdistanê dike, divê helwesta kurdan, kurdên aliyên din, ji beşên din, ji parçeyên din ku parçeyekî di wê nexşeya mezin de ne, divê helwesta wan çi be?

 -Helwesta me pir hêsan û sade ye; ev axa me ye, bi navê xwe yê şêrîn Kurdistan e. Bi hezaran sal miletê me li ser vê axê jiyaye. Bi gotina dagirkeran ev heqîqet ji holê ranabe. Sedema hicûmên wan, sedema tirsa wan ew e ku Kurdistan bi temama ezameta xwe li Rojhilata Nêzîk derdikeve ser dika dîrokê. Ew pûl rast e, şaş e, ew tiştekî din e, lê gelek di cih de ye ku pûlek bi nexşeya Kurdistana mezin bête weşandin. Yanî vê bêjim, niha hatina Papa bo Kurdistanê ji bo min seferek lêborînxwestinê bû. Papa nehat ji me re dua nekir, ji me xwest ku em ji wî re dua bikin. Bo çi? Bi sedem, ez wer qenaet dikim ku Papa jî dizane ku cîhana katolîk di ser dewletên katolîk re di parçebûn û parçekirina Kurdistanê de gunehkar in. Gunehkariya wan a herî dawîn di Referamdûma Serxwebûnê û karesata Kerkûkê de diyar bû. Ez qebûl dikim ku Papa hatiye ji miletê kurd lêborîn xwestiye. Bi vê lêborînê wêneyê Papa û nexşeya Kurdistanê di pûlekî de belavkirin di cî de ye. Tenê ez dikarim bêjim bila sîya Papa nekeve ser Kurdistanê. Têbîniyek wer ez dikarim bibêjim.

 Banga min li rêveberiya Kurdistanê ev e:

Ji vê bi şûnde de gav neavêjin, ev ax, axa me ye û bi sed hezaran kurd bi xwîna xwe ev ax av dane. Îro ger desthilatdarîyek li Başûrê Kurdistanê hebe, ji her çar parçeyan bi canfedekarîya kurdan ew desthilatî heye. Tu sedem tune ye ku li hemberî hicûmên  dewletên dagirker û jenosîdkar em heqîqeta welatê xwe binpê bikin. Divê em wê biparêzin û di vî warî de piştgiriya desthilatiya Başûr bikin. Di beyana Meral Daniş Xanimê de a herî xirab jî ew e ku dibêje; ji Berzanî bipirsin. Wek we jî got ev pûl ji aliye Wezeratê Veguhastin û Ragihandinê hatiye amadekirin û hîn nimûne ye, muxatebê vêya Desthilata Başûrê Kurdistanê ye.

Lê HDP û heta PKK jî wek siyasetmedarên tirkan, Başûrê Kurdistanê di ser Barzanî re pênase dikin. Ez pir vekirî  dibêjim mafê Mesûd Barzanî çi qas li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê hebe, mafê min jî ew çend heye. Ew nexşe çiqas nexşeya Barzaniyan be ew çend nexşeya min e jî.  Ev bêedebî ye ku welatekî di ser kesayetekî de pênase bikin û damûdezgehên Başûrê Kurdistanê bidin alîkî. Ev hicûmek e li ser desthilatî û serxwebûna Kurdistanê. Em bi tundî şermezar dikin û qebûl dikin ku dengê her du Meralan ji heman çavkaniyê tên. Ev çavkanî jî dewleta tirkan ya dagirker e.

-Belê, birêz Fûad Onen, sipas ku tu bûyî mêvanê me. Sîyasetmedar Fûad Onen mêvanê me bû,  gelekî sipas.