Em dîsa li “Kurd Sorunu”yê vegerîyan

Em dîsa li “Kurd Sorunu”yê  vegerîyan

Ev 30 sal e ku her carê partîyeke sîyasî ya Tirkiyeyê bi dor, qala hebûna pirsgirêkeke, li welatê xwe dike û dibêje: ‘ Em ê çareser bikin.’  Navê vê pirsgirêkê jî danîne “Kurd Sorunu”.

Bi raporta SHPyê ya bi navê “Doğu Raporu” dest pê kir. Özal got: ‘ Em dikarin federasyonê nîqaş bikin.’  Demîrel got: “Em realîteya kurdan dinasin.”  Çîller got:  “Modela Baskê”.  Yilmaz got:  “Rêya YEyê di Dîyarbekirê re derbas dibe.”  Erdogan got:  “Kurd Sorunu” heye.  Nuha Kiliçdaroğlu jî dibêje, heye.

Berpirsên partî û dewleta Tirkiyeyê dibêjin;  pirsgirêk heye û bi nav jî dikin lê nabêjin ev pirsgirêkeke çawa ye. Dibêjin:  ‘Em ê çareser bikin.’  Lê qet qala projeyeke çareseriyê jî nakin. Heta vira asayî ye. Ev dewleteke dagirker û jenosîdkar e. Ji hindur an ji derve tazyîqek li ser wan hebe, ji bo vêya pûç bikin manewra dikin û boyaxeke demokratîk di dewleta xwe ya jenosîdkar didin. Bi van gotinan dixwazin têkoşîna rizgarîyê biawiqînin, vala derxînin.

Ya balkêş ew e ku her cara ku rêvebirên sîyaseta Tirkîyeyê beyaneke wisa didin kelecanek li Kurdistanê peyda dibe, rojeva sîyasî ya Kurdistanê dadigire û partîyên me dikevin rêzê, dibêjin: ‘Em amade ne bi we re li hev bikin.’  Û van derewên dagirkeran xweşik dikin.

Ev 150 sal e li Kurdistanê têkoşîna Rizgariya Neteweyî li dar e. Bedelên pir mezin hatine dayîn. Li parlamentoyên gelek dewletan li ser kêşeya Kurdistanê civîn hatine lidarxistin. Li Başûrê welatê me dewleteke federe heye û ji aliyê dewletên cîhanê û dewleta Iraqê ve tê nasîn. Li Rojavayê welatê me rêveberîyeke xweser heye, berpirsên wan bi dewletên zilhêz re hevdîtinan dikin. Çar sal berê Referandûma Serxwebûnê hatiye çêkirin û ji 100î 93yê gelê me gotine erê, em dewleteke serbixwe dixwazin.

Piştî qusa şer, têkoşîn û pêşketinan, Kiliçdaroğlu gotiye: “Kurd Sorunu” heye. Partîyên me vêya wek nimetekê dibînin û ji bo bibin muxatabê vê bangê, bi hev re ketine pêşbazîyê. Mêrik negotiye ev pirsgirêk çi ye û em ê çawa çareser bikin. Tenê gotiye pirsgirêk heye. Dinya jî, dewleta Tirkiyeyê jî dizane ku li Rojhilata Nêzîk kêşeya Kurdistanê heye û ev kêşeya welatekî dagirkirî, parçekirî û parvekirî ye.

Tenê ku navdarekî tirk bêje pirsgirêka kurd heye ev kelecanekê dide sinifa me ya sîyasetê. Û her kes xwe muxatabê vê peyvê dibîne.

Ev rûreşî ye. Sedemên vê rûreşîyê li alîkî, lê ev helwest, pênaseya Einstein ji bo ehmeqîyê rojane dike. Einstein dibêje:”ehmeqî ew e ku mirov heman tiştî bike û li bendê be ku encameke cuda derkeve”. Ev e 30 sal e ku sinifa me ya sîyasetê heman tiştî dike û li benda encameke cuda ye. Ev sosirmetî  ye.

Li her derê cîhanê û li Kurdistanê jî sîyaseta rizgarîya milî zelal e. Em miletek in, welatekî me heye û dewletbûyîn, ango xwe bixwe birêvebirin mafê me ye. Sîyaseta milî li ser rasteqînîya welat û milet tê meşandin.

Ji bo ku sîyaseta kurdistanî, sîyaset û dewleta Tirkiyeyê muxatab bigire û qala “pêvajoya çareseriyê’ bike, 3 (sê) xalên esasî, zelal û hêsan hene:

1- Bi awakî fermî pejirandina rasteqînîya miletê kurd,

2- pejirandina rasteqînîya welatê kurdan, ango Kurdistanê,

3- pejirandina dezgeha xwe bixwe birêvebirinê, ango Parlamantoya Milî ya Kurdistanê. (Ev her sê xal di heman demê de bi tesbîtkirin û xêzkirina bi sînorên milî ve girêdayî ye).

Kî ku li ser navê sîyaseta kurdistanî van xalan piştçav bike û sîyaset û dewleta Tirkiyeyê re bibe muxatab, dagirkeriya vê dewletê bincil dike.

Adresa çareseriyê ne parlamentoya Tirkiyeyê ye. Ger bira çareserî tê xwestin ev mijar dikare di nav du parlamentoyan de bê muzakere û çareser kirin. Tu partî nikare miletekî temsîl bike. Temsîla miletan, di serdema me de, di ser parlamentoyan re dibe.

Ew ên ku Îrlanda, Katalanya, Bask, Skoçya wek modelên çareserîyê îşaret dikin, divê haya wan ji parlamentoyên van welatan jî hebe.