Ziman û Pêlkurd

Ziman û Pêlkurd

Ziman û ax ji bo neteweyê kurd bingeh in, rûh û can, kok û gewde, nav û nasname , çand û dîrok, hebûn û jiyan, paşeroj û pêşeroj in. Du hêmanên sereke ne, hestî û goşt, reh û xwîn in.

Ziman û welat ji bo neteweyê kurd pirsgirêkên man û nemanê, jiyan û mirinê ne. Ji bo azadî an koletiya neteweyekî qedîm, ji bo bindestî an rizgariya neteweyekî qehreman û bedeldayî ev her du rasteqîn diyarker in.

Ziman û niştiman ji bo neteweyê kurd şanazî, serbilindî, xîret û şeref in. Kesanî, taybetmendî û cudatiya neteweyê kurd li ser van her du stûnên neteweyî diyar dibe.

Sîstema Serweriya Tirk ev e sed sal e axa neteweyê kurd, Kurdistanê dagir kiriye, tehrîb dike, dişewitîne û wêran dike.

Û ev e sed sal e bi hemû îmkanên xwe ve lê dixebite ku zimanê kurdî jî ji navê rake. Red û înkar, îmha û rûxandin, talan û diziya zimanê kurdî karên sîstemê yên sereke bûne û hîn jî ev karên jenodîdkar didomin.

Sîstem ji ber ku hebûn û mayîndetiya (bekaya) xwe li ser tunekirina neteweyê kurd dibîne, jiholêrakirina zimanê kurdî jî armanceke wê ya esasî ye.

Ji ber  têkiliyên Dewleta Tirk bi Yekitiya Ewropayê re û ji ber ku dixwaze di çavê raya giştî ya dinyayê de jenosîdkariya xwe veşêre deh sal berê di müfredata xwe de wek ‘zimanê hilbijarî’ cih daye zimanê kurdî jî .  Armancên  ji dersa hilbijarî ya zimanê kurdî ev in:

Sîstem lê digere ku rûyê xwe yê hov û  jenosîdkar veşêre. Dixwaze kêşeya Kurdistanê di ser kêşeya zimên ve  binuximîne. neteweyê kurd bi sîstema xwe ve girêbide. Di hilbijartinan de hewceyiya partiyên wê bi dengên kurdan heye. Ya giringtirîn jî bi astengîkirinan lê dixebite bide nişandan ku talebeke neteweyê kurd ji bo zimanê kurdî tune ye. Û bi dersa hilbijarî dixwaze hem neteweyê kurd û hem jî zimanê wî sivik bike , biçûk bixe û negiring nişan bide. Bi nêrîneke kolonyalist tevdigere.

Baş pê dizane ku bi dersa hilbijarî tu kes zîman hîn nabe. Jixwe ji bo hînbûn û hînkirinê jî tu tedbîrek li navê tune ye. Bi temamî seneryoyeke vik û vala û xapandin e.

Bê guman zarok û malbatên  kurd vê dersê hilbijêrin û ji bo zimanê xwe têbikoşin karekî baş e. Ev kar hem xîretkêşî ye û hem jî zindîkirina giyanê neteweyî ye, bi vî karî hişmendiya neteweyî bilind dibe.

Di van kar û xebatan de divê em bi hestiyariya neteweyî tevbigerin:

Di serî de pêwîst e em rûyê jenosîdkar û hov ya sîstemê li hember zimanê kurdî deşifre bikin. Çênabe ku em sîstemê bi vê dersa hilbijarî pak û qenc û dersa hilbijarî jî wek nîmet û lutif nişan bidin. Ne rast e ku em hêvîya neteweyê kurd û baweriya wî bi sîstema dagirker ve çêkin an rêyeke wisa vekin.

Şik têde nîn e ku em ê ji bo zimanê xwe di her qadê de li dij sîstemê têbikoşin lê dîsa çênabe ku em tenê li benda sîstemê bimînin û hêviya xwe pê girêbidin ji bo ‘dersa hilbijarî’, dûre ‘zimanê perwerdeyê’ û paşê jî ‘zimanê fermî’.

Dijminê zimanê me yê ku ‘tek ziman’ distûra wî ye dê tu tişt ji bo me nebexşîne.

Ziman yê me ye û em ê lê xwedî derkevin. Ev karê me û berpirsiyariya me ya neteweyî ye.

Divê em, wek netewe ji bo zimanê xwe biryarekê bidin ji bo ku bibe zimanê me yê jiyanê. Bibe zimanê siyasetê, bibe zimanê nav malê û kolanê, bibe zimanê hemû danûstandinên di nav kurdan de. Qampanyayeke bitevayî, seferberiyeke bigiştî û di hemû dem û dewranan de, di hemû şert û mercan de lazim e. Em bi tevayî wek milet rabin ser piyan, hînbûn û hînkirina zimanê kurdî ji xwe re bikin karekî rojane.

Divê têkılîyên zimên û axê baş bê fahmkirin. Talebên zimên li ser axa welêt neyên pênasekirin, rastîya neteweyê kurd nayê parastin. Rêya esasî ya parastina zimên li ser axa xwe dewletbûyin e. Lewma, barê giran li ser milên siyaseta kurd e. Siyaseta kurd nikare vî barê dîrokî tenê bihêle ser pişta malbat û xwendekaran. Yê ku divê xwedî li zimanê kurdî derkeve di serî de  siyaseta kurd e.

Bi şîret, bang û tewsiyeyan ev kar dê neçe serî.

Siyaseta kurd divê rêxistinek an navendeke  wek wezareta perwerdeyê ava bike ji bo bikaranîna zimanê kurdî. Bernameyeke hevbeş û neteweyî ji bo vê navendê pêwist e. Pêlkurd amade ye ji bo xebateke hevbeş ya avakirina navendeke neteweyî.