Desttêwerdan û tunebûna desthilateke navendî li Başûrê Kurdistanê 1

Desttêwerdan û tunebûna desthilateke navendî li Başûrê Kurdistanê 1

Pirs: Ev 3-4 meh in rojeva kurdan hem li Bakur hem li Başûr hem li Rojava bûye destêwerdanên li ser Herêma Kurdstanê, bi xusûsî jî rikeberîya di navber PKKyê û Herêma Kurdistanê de. Tu, van destêwerdanan çawa şîrove dikî?  Divê kurd li beramber van destêwerdanan çi bikin?

Niha Başûrê Kurdistanê, di şerdê îro de, di nav her çar parçeyên Kurdistanê de, di warê siyasî de, yê  herî serkeftî ye. Ev sî sal e, deh salên ewil, 1993-2003, bi awayekî de facto , 2003 û 2005 vir de jî bi awayekî yasayî hem di hindur makezagona Iraqê de,  hem di qada navneteweyî de meşrûtiyetekê girtiye. Li wir desthilatek heye, ev deshilat bi xwîna şervanên her çar parçeyên Kurdistanê hatiye bidestxistin.

Ji ber wê jî em wer dibînin ku parastina desthilatiya Başûrê Kurdistanê erka her kurdekî niştimanperwer e. Li wir em desthilatiyê diparêzin; bi sedem ev desthilatî bi dam û dezgehên xwe ve kurd e, kurdistanî ye.  Ji bo temamê kurdên li  cihanê û ji bo her sê parçeyên din jî hêvî ye ji bona rojên pêş,  ji bona  me. Em vê derê  diparêzin û em parastina wê erka xwe ya  kurdayetîyê dibînin. Heta vê derê problem nîn e.  

Lê divê em li şerdên Başûr hûr bibin; desthilatiyeke me heye lê ev desthilatî li tevahiya Başûrê Kurdistanê ne serwer e. Piştî referandûmê, ji karesata Kerkukê vir de nêzî ji % 40î axa Başûrê Kurdistanê ji nuh de di bin dagirkeriya dewleta Iraqê û çeteyên Heşdil Şaabî de ye.  Ev tê wê wateyê ku di ser Heşdî Şaabî de % 40 axa me di bin dagirkeriya dewleta Iraqê û Îranê de ye. Dewleta Tirkiyeyê li dor 30 baregahên xwe yên leşkerî û di van du sê salên dawîn de, di ser Qandîlê de di reşayîyê de jî hinek dibêjin 20 km. hinek jî dibêjin 30 km dadikeve nav axa Başûrê Kurdistanê. Teva van baregahên xwe yên leşkerî, wexta ku em bihesibînin dewleta Tirkiyeyê jî bi awayekî dagirkerane li wê derê xwedî serwerî ye.

 Ji wê pêva desthiltiyek yekgirtî tune ye. Yanî, desthilatîyeke duling heye. Em ji 1993an de negrin lê ji 2003an û vir de em bigrin, ev serê 15-17 salan e desthilatiyeke navendî li wir ava nebûye, desthilatiyeke duling e. PDK  li ser Hewlêr desthilat e, li herêmekê, YNK li Silêmanîyê û mintiqa soran xwedî serwerî ye. Tunebûna desthilateke navendî kêşeya me ya herî esasî ye li Başûrê Kurdistanê.

Nabe ku PKK xwe li ser desthilata Başûr ferz bike

Pirs: Di gel van kêm û kurtîyan Iraq, weke te jî got, li gel Heşdi Şaabî di sala 2017an de ji % 51 ê xaka herêma Kurdistanê careke din dagir kir û nakokî di navbera PDK û YNKyê de ye, di gel van kêm û kurtîyên xwe çiqas meşrû ye ku hêzên parçeyên din yên Kurdistanê destêwerdanê di kar û barên hêrêma Kurdistanê de bin?

Li rex dewleta Îranê, Iraqê û Tirkiyeyê ku li Başûrê Kurdistanê xwedî qad in ku ew lê serwer in, PKK jî çi li Qandîlê, çi li Mexmûrê û li Şengalê xwedî hêzeke leşkerî ye û li wê derê, xwe serwerê wê derê dihesibîne, dixwaze hem şirîkê desthilatê be û bi tu awayî rêz li desthilatiya Başûrê Kurdistanê nagire û bi hêzên xwe yên çêkdar ve bi awayekî, desthilatîya Başûrê Kurdistanê tehdit dike. Ev nayê qebulkirin, tu mafê PKKyê bi vi rengî  tune ye.

Lê divê em vê bizanibin ku PKK ji bo çi dikare li seranserê Qendilê , li Çîyayê Garê, li Şengalê , li Mexmûrê   û li gelek deverên din yên Başûrê Kurdistanê asê bibe û  li wir doza serwerîyê bike.  Destêwerdana dewletên dagirker tu dane  alîkî, sedemê vêya yê esasî ; tunebûna desthilateke yekgirtî ye li Başûrê Kurdistanê. Li başûr hikûmetek heye, koalisyonek heye,  di şikil de jî be hikûmeteke neteweyî heye, hema  tu bigre temamên partiyên Başûrê Kurdistanê di vê  hikûmetê de ne, lê ev nayê wateya ku li wir desthilateke yekgirtî heye  û ev desthilatî li Başûrê kurdistanê bi giştî serwer e .

 Dema valahîya desthilatîyê  ya siyasî hebe, tu di desthilatiya xwe de valahî bihêlî  herkes dê bixwaze wê valahiyê dagire. PKK ji vê valahîyê sûd werdigre û dikare li Başûrê Kurdistanê manewra bike û heya cih bi cih jî desthilatiya Başûrê Kurdistanê tehdît bike, hebûna wê nas neke.

Niha, ya me, parastina me ya Başûrê Kurdistanê, parastina Kurdistanê ye,  dam û dezgehên kurdistanê ne ; em parlementoya Başûr diparêzin, hukumeta Başûr diparêzin , serwerîya hikûmeta Başûr diparêzin , serokatiya hukumeta Başûr diparêzin.

Ne ku em ji kar û barên partiyên Başûr razî ne, em jî ji gelek kar û barên wan ne razî ne. Lê axir li wê derê miletek heye, miletê me li wê derê ev partî hilbijartine, ev partî desthilatdar in û herkes mecbûr e rêz li vê desthilatê bigire. Ger PKK dixwaze li Başûr bimîne, xala yekem divê rêz li palemento, hikûmet û serokatiya herêmê bigre. Hebûna PKKyê li Başûrê Kurdistanê, divê bi destûr û lihevkirina desthilatê be.  Nabe ku ew xwe li ser wan ferz bike.

Heger heryek ji me ji cihê xwe rabe û here xwe li ser parçayekî din ferz bike, ev tu feydê  nade doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê. Tenha ji dewletên dagirker re rê xweş dike. Niha,  lawazbûna desthilata Başûr kî dixwaze?   Di serî de dewleta Iraqê dixwaze. Dewleta Iraqê, tevî ku li gor yasayên xwe dewleteke federal e jî lê hîn federasyona herêma Kurdistanê danehundurandiye û ji zexta navdewletî ev qebûl kiriye.  Kengî fersendê  bibîne ew ê serweriya Başûrê Kurdistanê ji holê rake. Iraq dixwaze bajarên Başûrê Kurdistanê yek bi yek bi Bexdayê ve girêde,  nayê hesabê wan ku li Başûrê Kurdistanê dewletek federe hebe.  

   Em serxwebûn dixwazin

Çima nayê hesabê Iraqê? Loma di 2017an de referandûm dîtin, referandûm destkeftîya herî mezin e. Di vî 200 salî  dawîn de ku têkoşîna rizgarîya milî encam daye,  ji %93 gelê me yê Başûr gotin; em serxwebûn dixwazin.  Ji ber vê yekê lawazbûna desthilata Başûr herî zêde feyde dide dewleta Iraqê. Li pey Iraqê dewleta tirkan, jixwe tehammula wan li tu derê, ji desthilateke kurdistanî re tune ye.  Hedef û armancên dewleta Tirkîyeyê jî , dewleta Îranê jî  têkbirina desthilatîyên kurdan e; çi li Başûr , çi li Rojava , çi li Rojhilat û çi li Bakur.

PKK tevî ku evan tiştan, hemûyan dibîne, bi van helwestên xwe yên vê dawîyê hewl dide ku desthilatîya Başûrê Kurdistanê lawaz bike.

Niha li vir pirs ev e : Ev kêşe dê çawa çareser bibe? Ev kêşe bi hicûma pêşmergeyan li ser PKKyê çareser nabe, çareser bibe jî dê rê li karesatên gelek mezin veke. Ew ê rê li tehribatên gelek mezin  veke, dê pirên di navbeyna Başûr û Bakur de xera bikin û em ê gelek tiştan wenda bikin.

Aniha, ji karesata Kerkûkê vir de Başûr bêhtir bi Bexdayê re ye û tu helwêsteke ku ji Bexdayê cuda bibin jî xuya nake. Rêvebirîya Başûr divê di ser dewleta Iraqê re û ji wê zêdetir di ser koalisyonê re hewl bide  ku koalisyon jî dewleta Iraqê jî bi wacibê xwe re rabin û tedaxulên li ser desthilatîya Başûrê Kurdistanê ji holê rakin.

Hêz ne ew e ku mirov çek bi kar bîne, ya girîng ew e ku tu bikaribî bê bikaranîna çekê  encam bigirî, ev yek ; ya duduyan; bêyî ku tu li hember hebûna dewleta Tirkîyeyê li Başûrê Kurdistanê derkevî tu nikarî vê kêşeyê çareser bikî. Wek encam; dewleta Tirkiyeyê zorê dide PKKyê û PKK nikare  bersiv bide hicûmên dewleta tirkan. Dewleta tirkan her ku pêşde diçe PKK jî ber bi kûrahiya Başûrê Kurdistanê ve diçe û dixwaze li wir bibe şirîkê desthilatê. Ji bo wê; temamên partiyên me yên Başûr û partîyên herçar parçeyên Kurdistanê divê hewl bidin ku dewleta Tirkîyeyê ji sinorê Başûrê Kurdistanê derkeve. 

Gerek e ev bi hev re têkevin rojevê  yanî nabe ku em hebûna dewleta tirkan li Başûrê Kurdistanê rewa bibînin û ji PKKyê re bêjin; tu derkeve. Hebûna her hêzên bîyanî li Başûrê Kurdistanê ne rewa ye. Çi hêzên ıraqî , çi hêzên îranî û çi hêzên tirkiyeyî bin  divê ku ji Başûrê Kurdistanê derkevin û PKK di ser koalîsyonê re, di ser temamên partî û rexistinên her çar parçeyên Kurdistanê re bê qanihkirin ku divê yan rêz li serweriya desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê bigire yan jî  bila şerê xwe bîne li Bakurê Kurdistanê bidomîne.

Dê bidome.