Li K24ê me têkilîyên Dewleta Tirkîyê bi Rûsya, DYA û YE di ser Kurdistanê re nirxand. Fuat Önen

Li K24ê me têkilîyên Dewleta Tirkîyê bi Rûsya, DYA û YE di ser Kurdistanê re nirxand. Fuat Önen

Li K24ê me têkilîyên Dewleta Tirkîyê bi Rûsya, DYA û YE di ser Kurdistanê re nirxand.
Fuat Önen

Li Rojava ENKS û PYNK  çi guftûgo dikin? 

Pirs:  Em bên ser diyaloga di navbera alîyên siyasî yên kurd li Rojavayê Kurdistanê jî.  Wer xwiyaye ku ev rageşîya di navbera PKK û Herêma Kurdistanê de tesîr li diyaloga navbera ENKS û PYNKyê jî kiriye û lewra demeke dirêj e ew proseya diyalogê li alîyê Rojava jî xetimîye.

Heman derd e; niha ew cihê ku em jê re dibêjin Rojavayê Kurdistanê de facto, yani fiîlen maye Kantona Cizîr û Kobanê ;  Efrîn di bin dagirkeriya tirkan de ye, Serê Kanîyê û Girê Sipî di bin dagirkeriya tirkan de ye, Kobanê tecrit bûye, niha şer li Eyn Îsayê ye û heger Eyn Îsa jî bikeve  dê Kobanê bi temamî  ji parçeyên Rojavayê Kurdistanê yên din tecrît bibe, di destê me de dimîne Kantona Cizîrê.  Li Kantona Cizîrê jî guherînên demografik gelek çêbûne.  Li gor agahîyên li cem min, li Qamişlo rêjeya nekurdan ji  % 60 e, yanî li Qamişlo ji % 40 kurd mane. Rewş, ev çend xerab e. Li vê derê dagirkeriya Tirkiyeyê  heye, rewş ew çend xerab e ku  ev e serê 8 mehan e di nabêna PYNK û ENKSê de hevdîtinek heye,  careke din jî min di roportajekê de gotibû : Niha hûn çi guftûgo dikin? PYNK dibêje ez 25 partiyan temsil dikim  û  ENKS jî dibêje ez jî 15 partiyan temsîl dikim. Jixwe ev tişt tiştekî ecêb e, li Rojavayê Kurdistanê 2 milyon kurd yan mane  yan nemane, 40  partî  ji bo çi hene?  Ev 40 partî kê temsîl dikin?  Yanî ev belavbûna siyasî di hindur Rojavayê Kurdistanê de bi tena serê xwe derdek e.

Tu vê bide alîyekî,  em bêjin ev 40 partî partîyên me ne, ê başe hûn çi guftûgo dikin?  Hûn ê biryar bidin bêjin em ê Rojavayê Kurdistanê ji bin dagirkeriyê rizgar bikin û êm ê bi hev re Rojavayê Kurdistanê bi rê ve bibin.  Sê rêzik e, yanî tiştekî ku hûn 8 mehan guftûgo bikin tune ye li holê.  Hûn ê bêjin gerek e Tirkîye ji vir derkeve.  Hûn ê bêjin gerek e Suriye  bi awayekî federalî yan bi awayekî otonom yan bi awayekî serbixwe hebûna me nas bike. Hûn ê bêjin;  em ê jî ji bo vêya têbikoşin  ku xelas bibin.  Baş e ka  koalisyon piştgirîyê dide vê hevkariyê.  Neteweyên yekbûyi piştgiriyê dide.  Ê baş e, ev 8 meh e hûn çi guftûgo dikin?  Heger ev 8 meh diajo û encamek nade li vê derê ajandayên veşartî hene, desttêwerdanên dewletên dagirker hene ku ev yekîtî naçe serî. Yan na dê ji bo çi  neçe serî?  

Kîjan dewlet desttêwerdan dike , di serî de li bereya PKK,  PYD, YPGê desttêwerdana dewleta Îranê û dewleta Suriyeyê ber bi çav e. Di nav ENKSê de desttêwerdana dewleta Tirkîyeyê ber bi çav e. Ji ber wê ye ku ev serê 8-9 mehan e bi van guftûgoyan hûn me pê dixapînin.  Heger hûn me pê naxapînin, wê gavê hûn xwe dixapînin. Yan na, tiştekî hewqas ku bê guftûgokirin li holê tune ye.

Yanî miletê we ji holê radibe , nêvîyê axa we di dagirîya dewleta Surîye de, ne bes bû, ijar dewleta Tirkîyeyê  dagir kiriye. Li Efrînê paqijîya etnîkî dikin, kurdan têde nahêlin, heman tiştî li Serê Kanîyê dikin, heman tiştî li Girê Sipî dikin û dixwazin we di Kantona Cizîrê de asê bikin û ji destên wan were ew ê we ji vê derê jî derxin. Li vir tiştekî guftûgoyê tune ye.  

Hûn ê bêjin em kurd in, kurdperwer in, em ê dawî li dagirkerîyê bînin û welatê xwe bi xwe rê ve bibin. Di destpêkê  de 3 kanton bûn, dûre gotin em ê di ser kantonan de heyetekê ava bikin,  dûre qala federaliyê kirin,  dûre ji nişka ve bû Bakurê Suriyeyê.  

Niha SDG , Mezlum Ebdî fermandarê giştî yê SDGyê ye.  Ev sahaya SDGyê bûye Bakurê Suriyeyê.  Li wir, li Rojavayê Kurdistanê  û Bakurê Suriyeyê dê tekilîyê wan çi be ne dîyar e . Yanî Bakurê Suriyeyê, Reqqa ye, Dera Zorê ye, heta xwe digihîne Helebê , ev jî herêma erebê sunne ye, ne herêma kurdan e. Yanî ew der ne Rojavayê Kurdistanê ye.  Bakurê Suriyeyê projeya amerikiyan e.

 Di vir de  ev 40 partiyên me divê berî, Rojavayê Kurdistanê zelal bikin û bernameya xwe li ser Rojavayê Kurdistanê ava bikin, ne li ser Bakurê Suriyeyê. Heya ku ev nebe, ev zelalî tune be, yanî zelalîya teritoryal  (axa me Kurdistan e, ew der jî Başûr-Rojavayê Kurdistanê ye) û em ji bo vê axê çi dixwazin?  Wexta ku ev tune be,  80 sal jî ew guftûgo bikin ew dê encam nede.

 Ha, demekê wê hêvî da herkesî, lê tim min bi xwe, bi ihtiyat lê nehêrîye, bi sedem rewş ew çend xerab e û tu hîn postan gengeşî bikî.  Bi ya min  her du teref jî xwedî ajandayên veşirtî ne. Îjar bi sedem ku ev diyaloga kurd û kurd bi hewldana Mesut Barzanî jî ev her du teref hatibûn ba hevûdin, di destpêkê de hûn dizanin temamê terefan jî sipasiyên xwe pêşkêşî Mesut Barzanî kirin ji bo ku ew anîne ba hevûdin.  Peymanên Hewlêr û Duhokê dê hatibûya asas girtin.  Îjar dema li Başûr di navbeyna PKK û desthilatîya Başûr de kêşe derdikeve bandora xwe ya neyînî li van guftûgoyan jî dike. Lê esas sedem li wir tunebûna yek helwestîyeke neteweyî ye.  Heger terefên  PYNK û  ENKSê di xeta neteweyî de cidî û samîmî bûna, çar sal berê jî dikarîbûn bibûna yek.

Alikariya herî mezin ji bo Başûr û Rojava, avakirina bereyeke serxwebûnxwaz e li Bakurê Kurdistanê

Pirs: Ez dixwazim hebekî jî behsa Bakurê Kurdistanê  bikim, lewre em dibînin ku partîyên siyasî yên kurd li Bakurê Kurdistanê jî di rojeva Başur de xetimîne û ji bilî belavkirna daxwiyanîyan di derbarê Başûr de tu helwêsteke wan nîn e.  Belki ew vê gotina min weke rexne jî qebûl bikin, weke gazin jî qebûl bikin.  Divê partîyên siyasî yên Bakur çi bikin, çi ajandayekê danin ber xwe? Herweke ku tu tişt li Bakurê Kurdistanê nîn e, bes fokusa wan li Rojavayê Kurdistanê ye, li Başurê Kurdistanê ye. Derbarê wan rûdanan de daxwiyanîyan belav dikin, tu yê çawa şîrove bikî vê atmosfera heyî ya li Bakurê Kurdistanê?

Ya rast, tu focuseke wan li ser Başûrê Kurdistanê tune ye, nikarin karên xwe bikin li Bakurê Kurdistanê, xwe bi mijarên Başûrê Kurdistanê ve mijûl dikin.  Ez dikarim wiha bêjim: Niha alikariya Başûrê Kurdistanê çi ye?  Li Bakur xurtkirina tekoşîna rizgariya milî ye. Em li Bakur çiqas xurt bin ew ê sivikayî li Başûrê Kurdistanê bibe. Bi sedem ku em vî karî nikarin bikin,  bi sedem ku em karên li ber xwe nakin an em nikarin bikin, herdem rojeva me Başûr e, Rojava ye,  Rojhilat e.

 Divê em vêya bi zelalî bînine ziman.  Ev ne ji dilsoziya bakuriyan e ku pir bi dilsozî nêzî Rojava, Başûr û Rojhilat dibin. Heke tu dilsoz bî,  tu yê berî karên li ber xwe bikî. Niha yê ku Rojava jî û Başûr jî tehdît dike û dagir dike kî ye?  Yek jê dewleta Tirkîyeyê ye.  Heke tu nikaribî li Bakur dijberîya dewleta Tirkîyeyê bikî, tu nikarî tu alikariyê jî li Başûr an li Rojava bikî. Alikariya herî mezin, avakirina bereyeke serxwebûnxwaz e li Bakurê Kurdistanê, bi ya min.  Heta ku li Bakur bereyeke li dij dagirkeriyê ava nebe, zêde feydeya me dê negihîje ne Başûr, ne Rojava û ne  jî  Rojhilat.  Xwe pê mijûlkirin e, heta em dikarin bi awayekî bêjin xwe pê xapandin e.

Leşkerên tirkan li seranserî Bakurê Kurdistanê  derbas dibin diherin Başûrê Kurdistanê, bombebaran dikin, li Başûrê Kurdistanê baregehên leşkerî ava dikin, 20 milyon kurd heye li Bakurê Kurdistanê û tu bertekek li hember vê çûyin û hatina wan ya leşkerî tune ye. Rojek tenê pêşî  li cemseyeke wan nehatiye girtin. Balefirên wan ji Diyarbekirê radibin diherin Başûr bombebaran dikin lê rojekê tenê ji bo ku ew balafir ji wir nefirin, ew balafirxane ji wir rabe, me tu çalakî pêk neaniye .

Heman tişt, ew balafirên diçûn Efrinê bombebaran dikirin jî, yan ji Diyarbekirê yan jî ji Meletîyê diçûn bombebaran dikirin, yanî ji Bakurê Kurdistanê radibûn. Heger em pir dilsoz in û pir dilê me bi ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dişewite divê em dakevin qadan da ku li vir, pêşî li dewleta tirkan bigrin. Dewleta tirkan çawa dikare hem li Rojava hem jî li Başûrê Kurdistanê karên dagirkerî û jenosidkar bike? Sedema wê zelal e; li Bakurê Kurdistanê nebûna tevgereke serxwebûnxwaz, tevgereke niştimanperwer e. Heger ev tevger hebûya, dê bikaribûya pêşî li hicûmên dewleta tirkan ya dagirker bigirtaya, bi ya min.

Pirên di navbeyna partiyên me yên siyasî û dewletên dagirker de

 Niha li  her çar parçeyên Kurdistanê kêşeya me ya esasî, bi ya min, partiyên  me yên sîyasî pirên navbeyna xwe û dewletên dagirker xera nakin.  Ne tenê li parçeyê ku lê têdikoşin, wek minak partiyên me yên Başûr niha desthilat in,  jixwe tekilîyên wan û Bexdayê heye û bi awayekî fermî dimeşe lê têkiliyên wan û dewleta Tirkiyeyê heye, têkilîyen wan û dewleta Îranê heye. Em ne li dijî tekiliyên fermî ne  lê ji xêndî tekilîyên wan ên fermî jî tekiliyên wan hene.  Bandora her du dewletan li ser van partiyan hene. Rêxistinên Bakurê Kurdistanê jixwe pirên nabêna xwe û dewleta tirkan her navêjin, li ser wê re tekilî bi Iraqê re datînin, tekilî bi Îranê re datînin. Rexistinên me yên Rojavayê Kurdistanê tekilîyên wan bi rejîmê re hene,  çi yên PYNKê çi yên ENKSê, di ser de têkilîyên ENKS bi dewleta tirkan re xurt e. Tekilîyên PYNK, PYD, YPG bi Îranê re xurt e.  Niha têkilî hinekî ji mecburiyetê, ji jeopolitikîyê tê.  Kurdistan dorlêpêçayî ye, dabeş kirine, dagir kirine, parve kirine.  Bi awayekî hin mecburiyetên reelpolitikî hene, ew rê dide ku em bi tolerans lê binêrin ku li têkilîyên partîyên kurdan û van dewletan. Lê ji bo ku ev têkilî xisar nede doza Kurdistanê, yekem divê ev têkilî ne têkilîyên partiyekê û dewletan be, yanî em ji bo Başûr bêjin; heger pêwistî bi dan û stendina bi Tirkiyeyê re hebe divê PDK, YNK, Goran bi  îradeya Parlementoya Kurdistanê, tekilî di ser Parlementoya Kurdistanê ve divê bimeşe. Ji derveyî wê ger PDK bi Tirkiyeyê re têkilî deyne, YNK bi Îranê re têkilî deyne, ji hev veşarî bi Bexdeyê re têkilî deynin ev xisarê dide doza Kurdistanê  û yê karên me hewqas giran dike sedemeke esasî jî ev têkilî ne.