Li ser Pirtûka bi Navê Hişmendiya Reşikî

Li ser Pirtûka bi Navê Hişmendiya Reşikî

Helmet Şaho

Pirtûka bi navê Hişmendiya Reşikî, ji hevpeyvîn û 6 nîvîsan pêk tê ku ji aliyê Steve Biko ve di salên dijwar ên Apartheidê de bi mebasta lidijrabûna entelektuelî û rêdîtineke pratikî hatine nîvîsandin. Pirtûk, zêdetir bala xwe bide pirsgirekên naverokî û metodolojîk ên birexistinbûyîna muxalifên Spî yên liberal-marksîst û reşîkan jî ji bo pirsa “Reşik çi ye?” çarçoveyeke berfireh a dîrokî peşkeş dike. Hişmendiya Reşikî, piştî şikestina di nav vê çarçoveya dîrokî de dengê subjeya Reşikî ye ku hewcedariya wî ji zimanekî nû heye.

Dema em di der heq jiyana nivîskarî dixwînin, em dibînin ku, Steve Biko kesayetekî pêşeng e ji bo tekoşîna Reşikan a li Efriqaya Başûr ku bi navê wî stran û fîlm hatine amadekirin. Di 31 salan de ku ne demeke dirêj e, Steve Biko gelek tişt li dû xwe hiştine ku tesîra wan ji wî şun ve jî domiyaye. Li gel van tiştan, Biko çalakvanekî wêrek e jî. Ew endamekî tevgera xurt a xwendekaran a bi navê SASO (South African Students’ Organization) ye û piştî çalakiya navdar a Soweto gelek caran tê binçavkirin. Di 12ê Îlona 1977’an de cara dawîn tê binçavkirin û bi encama êşkenceyê jiyana xwe ji dest dide.

Peyva “Apartheid” ku perspektîf û sînora pirtûkê diyar dike û ji dayikbûyînê heta dawiya jiyana Biko jî dihûndirîne, bi xwe tê wateya segregasyonê (nijadperestî) û di nav salên 1949-1994’an de li Efrîkaya Başûr bi destê desthilatdariya Spiyan ve hatiye sepandin. Di vê demê de ji hêlên siyasî, civakî, hiquqî û aborî ve, Spî ji aliyê sîstemê ve hatine parastin û civak dabeşiye 4 parçeyan: Spî, Reşik, Asyayî (piraniya wan Hîndû ye) û Melez. Wek mînakeke sembolîk, bi qanûna serekê ya Apartheidê ku di sala 1949’an de hatiye pejirandin, zewac an jî bi hev re jiyankirina du kesan ku ji regezên cuda ne hatiye qedexekirin. Dibistan, kar, meaş, park, kafe, restoran û hwd. di demeke kurt de her tişt û her mekan li gorî vê sîstemê hatine durustkirin, ji bo kesên ne Spî aktîvîteyên siyasî hatine qedexekirin bi ser de goristanên Spî û komên din ji hev hatine veqetandin. Lê çêkirina “pasaport”an ku ji bo Reşik wexta cîhên xwe diguherînin bikar bînin, mirov dikare bêje kiryara sîstema Apartheidê ya herî trajîk e.

Piştî çalakiya Sharpevilleyê ku di sala 1960’î de bi armanca protestokirinê, Reşik pasaportên xwe şewitandibûn û di encamê de 69 kes hatibûn kûştin, gelek rebêrên Reşik hatin girtin, partiyên wan jî hatin belavkirin. Dîsa di pey vê pêvajoyê de, di tekoşîna li dijî Apartheîdê de qadên legal ji aliyê Spiyan ve tên domînekirin. Hişmendiya Reşikî, ji nav vê serdemê derdikeve û bi taybetî rexneyeke radîkal li partiyên lîberal û marksîst digre ji ber ku forma tekîldarbûna wan a bi Reşikan ve li gorî wî bişik e. Yekem car, Biko li hemberî fikra entegralîst ku dixwaze hemû muxalîf di bin banekî hevpar de bîne ba hev reaksîyon nîşan dide. Spiyên ku xwe wek mexdûrên Apartheîdê dibînin û timîn li ser navê Reşikan diaxivin, ji bo Biko ew kes in ku dixwazin xwe ji hestên gunehbariyê bişon. Dîsa ji bo Biko, tarza birexistinbûna Spiyan ku wekî ku bizanibin çi rast e çi çewt e, li ser navê Reşikan biryaran digirin û terîfa meseleyê dikin jî şaş e. Lewra li gor fahma Biko, qebûlkirina pirsgirekê weke pirsgirekeke çînî an jî bêedaletiyeke giştî ya ji bo gelên Efrîkaya Başûr xeletiyeke mezin e.