DI TEVGERA SIYASÎ YA KURDISTANÊ DE DU TERZÊN SIYASETÊ

DI TEVGERA SIYASÎ YA KURDISTANÊ DE DU TERZÊN SIYASETÊ

Köroğlu Karaaslan

Dema welatên Balkan û Rojhilatê Ewropa yên di bin hukumraniya dewleta Osmanî de dest bi tevgera azadiyê kirin, yekser doza dewletbunê anîn rojevê û gorê vê armancê dezge û saziyên xwe avakirin, tifaq û têkilîyên xwe gorê vê armancê honandin, bi dewletên demê yên bi bandor re ketine nav danûstendinê, xwe bi wan dewletan dane qebul kirin û dest bi şerê rizgariyê kirin. Di pêvajoya demê de fersend bi kar anîn û xwe ji nîrê dagirkeriyê rizgar kirin û dewletên xwe yên netewî ava kirin.

Lê dema em li tarîxa Kurdan û Kurdistanê dinêrin piştê hatina misilmaniyê li kurdistanê herçend her dem Kurd di welatê xwede bê desthelat nemabin jî kêm hukumranîyên Kurdan bi temamî serbixwe bûne. Hukumranî yan jî dewletên bihêz wek İmperetoriya Eyubi jî bê destur û icazeya xelifeyên islamê hukumraniya xwe nemeşandine. Mirnişînî yan ji xanên Kurdistanê her bi xilafeta İslamê ve yan jî bi dewletên ku li herêmê serdestî kirine yên wek; Emewî, Sefewî û Osmanî ve girêdayî bûne, xwe di bin siya wan de parastine. Caran di bin sîwana yek ji wan dewletan de xwe spartine dewleteke din.

Kurdan her dem li hember van dewletan doza xwe bixwe idarekirinê meşandine û di vê çarçuveyê de serketî bûne, îdareya hundirê welatê xwe nedane destên wan dewletan. Lê herçend welatê xwe bixwe îdare kiribin jî bi ewayekî girêdayê van dewletên binavkirî bûne. Ev babet bi usluba sîyaseta ola îslamêve jî girêdayî bûye. Lewra “Xelife serokê hemû misilmanane”, her misilman û deshelata welatekî îslamê wasalê -girêdayî- xelîfeyê îslamê ye. Ev wasaltî caran bi rêya silsile, caran jî rasterast bi Xelîfeyî ve hatiyê pêkanîn. Di bin sêwana kîjan dewletê de bin ji bo siltan, şa û padîşayê wê dewletê xudbe xwendin besî qebûlkirina hukumraniya wî kesê-dewletê bûye. Ji ber ko ev sîstem demek dirêj ajotiye di serdema modern de jî kesayetên pêş û tevgerên azadîxwaz di bin vê bandora negatîv de reng dane.
500 salên dema dewleta Osmanî û Safewî bi destxistin û parastina mîrnişiniyên kurd yên cuda cuda derbaz bûn. Van mîr, xan û begên demê heta her du dewletên Osmanî û Sefewî destdirêjiya hukumraniya wan yên hundirî nekirine, ne doza serxwebûnê, ne doza bidestxistinên zêde kirine, ne veguhestina desthelatdariyê ji dewletekî bo dewleteka din ya serdest. Lê dema van dewletan qesta kêmkirina desthelatêyan ji holê rakirina hukumraniya serdestên kurdan kirine her dem jî berxwedanên bê hempa li dar xistine. Gelek caran xwe spartine ji her du dewletan –Osmanî- Sefewî- yekî û bi vê ewayê gelek caran hukumraniya xwe parastine.
Ev şêwe hukumranî heta her du dewletên dagirkerber bi îdareya merkezî ve çûn kêm zêde bi vê rewşê dom kir. Di nîveka sedsala 19an de dema dewleta Osmanî bi biryara zêdekirina deshelata merkezî û ji holê rakirina mirnişîniyên Kurdistanê da,cî cî şerên berxwedana parastina desthelatê rû dan. Hindek caran hewl û daxwazên “serxwebûnê” hatine rojevê. Di van berxwedanan de caran dewleta Osmanî paşgav jî kirine. Lê ji ber ku li Kurdistanê navbeyna mîran de tifaqek xurt ya li ser bingehên netewî tunebûye û Kurdli goreyê daxwazên netewî nehatine hişyarkirin û birêxistinîkirin; gorê armancên netewî tevnegeriyane, tevger an berxwedanên xurt û netewî pêk nehatine û Kurdan mafên xwe yên xwe bi xwe îdarekirinê ji dest dane.

DU SEDEMÊN TÊKÇÛNA DESTHELATİYA LI KURDISTANÊ

1- Dema mîr yan herêmekê şerê deshelatê dikir, piranî mîr yan jî herêmên din yên Kurdistanê piştgiriya hevdu nekirine, bileks li gel dewleta osmanî tevgeriyane û dijminatîya hevdu kirine, şerê xwe bi xwe kirine. Dîsan du sedemên sereke hene ku dijayetiya hevdu kirine: a- têgihiştin û fitwayên dînî ko şer dijê xelîfe û dewleta îslamê “heram” e,b- ji ber ku ji helwesteke netewî ya yekgirtî dûrin çavnebariya hevdu kirine.
2-Dewleta Osmanî bi sedan sal di îdarekirina xelkên curbecur da bûye xudan tecrubeyeke mezin û helwesta xan, mîr û began, rêveberên xwecih baş fêmkiriye.Dema serhildêrên Kurd di şer de têk diçûn pirê caran ew nedikuştin û cezayên giran nedidan wan, wana bi pile û postên eskerî û medenî (sivîl) li derveyê kurdistanê erkdar -xelat-dikir û ji axa bav û kalan û ji xelkêKurd dûr dikir û di nav pêvajoyê de bê tesîr dikir û di nav osmaniyan da dihelandin.Ev helwest sebebeke serekeye ko Kurdan pirî caran şerê “man û nemanê” nekirine, dema tengav bûne xwe teslîmî dewletê kirine, eman xwestine û serhildan heta demeke din rawestiyane.

Herçend pîrê fikra dewletbûnê Ehmedê Xanî; di sedsala 17an de bîr û raya xwe ji bo dewletbûna Kurdan, dewleta Kurdistanê belav kiribe û ev ray li gel alim û rewşenbîrên Kurdan ve olan dabe jî tenê di nav medreseyên Kurdistanê de alîgir peyda kiriye, ji teref mîr û began, deshelatdarên xwecih ve nehatiye pejirandin û parastin û ji bo armanca dewletbûnê praktize nebûye.
Piştê ji navê rakirina mirnişîniyên Kurdistanê, rola aristokrasiya dînî ji bo bidestxistina mafên netewî derdikeve pêş. Lewre xudan projeya dewletbunê yan rewşenbîrin yan arîstokratên demê ne. Di wê demê de jî rewşenbîriya kurdan bi alimên dînî xwe dide der. Wusa diyare ku tesîra Ehmedê Xanî di medrese û hucreyên mizgeftan de berdewam bûye.

Divê rewşê de em dikarin serhildana Şêx Ubeydulayê Nehrî bi taybet binirxînin; ku li yekkirina her du parçeyên Kurdistanê xebitiye û serxwebûna Kurdistanê kiriye armanc. Serhildan di demeke nêzik de di nava gelê Kurdistanê de olan daye, gelek pêşve çûye û nêzikê armanca xwe bûye, lê mixabin bi alîkariya Rûsya û dewletên bi hêz yên demê û bi hevkariya herdu dewletên dagirker-Îran û Osmanî-hatiyê fetisandin.Ev bûyer bi xwe muhtacê lêkolîneke serbixwe ye, divê bi kûrahî bihête kolîn. Lê serhildana Şêx Ubeydula tradîsyoneke nû; ku ew jî armanc û daxwaza Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî ye di praktîkê de daye destpêkirin.

XETA SERXWEBÛNXWAZ Û YA OTONOMÎST

Destpêka sedsala 20an ji bo tevgera azadîxwaz ya Kurdistanê du terzên siyasetê derdixe ber çavan: Xeta serxwebûnxwaz û xeta otonomîst.
Helwesta du xetên siyasî yên cuda di nav Kurdan de muhtacê lêkolînên zanistî ne; ku heta sedsala 20 an medrese û alimên Kurdan nêziktirin ji bo dewleteke serbixwe. lê mîr û beg û paşmayîyên wan derveyê çend îstisnayan li dû parastina statuya xwe ya herêmî ya tengin û bi otonomiyaa -muxtarîyet- teng razîne.
Piştê têkçûna dewleta Osmanî û di dema şerê cîhanê yê yekem de ev helwest bi piranî beruvajî diguhere, piraniya arîstokratên paşmayîyên mîr û began û xwendayên dibistanên serdemî aligirê serxwebûnê, arîstokrasîya olî û oldarên Kurd bi piranî xwe di nav xeta otonomîst de dibînin. Îstisna hebin jî bi piranî em dikarin vê helwestê tesbît bikin.

Di nav KTKê (Komela Tealî ya Kurdistanê) de ev helwest zelal nebit jî diyar dibe. Kadroyên derçuyên medreseyên modern û paşmayîyên arîstokrat di nava xeta dewletxwaz de cih digirin,lê alim û kadroyên oldar xwe didine alî xeta otonomîxwaz-di nav çarçuveya dewleta Osmanî de mafê xwe bixwe îdarekirinê-. Wek numune; Bedirxanî, Cemîlpaşazade, piraniya Babanzadeyên Slêmanî û kadroyên ku medresyên modern wek tibiye, leşkerî, huquq uwd. Xwendine û hevalbendên wan ji bo serxwebuna Kurdistanê hewil dane. Yên wek Seyid Ebdulqadir, Seîdê Kurdî û Kurdizade Ahmet Ramîz ne alîgirê parçebuna Dewleta osmanî ne û rêya wan ji serxwebunxwazan qismen diqete.

Bê guman bandora şerê Cîhanê yê yekem ku qismek misilmanên oldar wek şerê îslam û “kafiran” dibînin, şerê Osmanî-Rusya û daxwazên Ermenan yên li ser beşeke mezin axa Kurdistanê, bê rêxistinbûn û nehişyarîya kurdan heye. Ji nû ve parçekirin û dabeşkirina Kurdistanê jî xwudan bandorek neyînî li ser hindek kurdan hêlaye ku qedera xwe bi tirkan ve girêdayî dîtine û dîsan sedemên cur be cur hene.
Di dema destpêka damezirandina Komara Tirkiyê de Kurd piranî du dil û bê biryarin. Hewlên xebata serxwebûnê lawaze û xebata serxwebûnxwazan ji ber ku ji bo Kurdan hêşta bandora şerê yekem yê cîhanê berdewame di nav kurdan de sînordar dimîne.

AZADÎ Û XOYBÛN

Piştê hewlên damezrandina KT (Komara Tirkiyê) Kurd ji nû de pê dihesin ku di vê dewletê de tu rol, rumet û mafên Kurdan nîne; ji nuve dest bi rêxistinîbunek serxwebûnxwaz diken . di vê rewşê de Rêxistina derdikeve holê û dest bi xebata birêxistinîkirinê dikin. Şert û mercên welat ji bo serhildan û şerê dewletbunê guncawe, aligiriya vê xebatê di nava gel de xurte. Lê diyare dudilîbûn berdewame; lewra tu dam û dezgeyên ku bibe bingehê dewletbûnê nehatine avakirin, dê ji bo serxwebunê têbikoşin yan dê bi KTyê re lihev bên! Lewra em nizanin ka rêvebirên vê rêxistina hemdem ji bo çi di merheleyek pêşde, piştê teşkîlkirina gelek teşkîlatên xwecih û pêşveçunan jî têkiliyên xwe bi dewletê re nebirîne û helwestek serbixwe beramber dewletê eşkere nekirine.

Serokê rêxistinê Xalid Beg li Erzirumê karê xwe yê efseriya dewletê didomîne, kadroyekî pêş yê rêxistinê Yusif Ziya Beg li Enqereyê di meclisa tirkan de mebustiyê dike û lê dixebite ku Başurê Kurdistanê ji destê Brîtanya xilas bike û bi tirkiyê ve girêbide, gelek kadroyên din jî li ser karên xwe dewam dikin. Herçend ji bo peydakirina piştgiriya serxwebûna Kurdistanê danustandinên diplomasî li derveyê welat destpêkiribe jî, kadroyên sereke xwe ji bo şerê man û nemanê amade nekirine! Lewra destgîrkirin û ji holê rakirina wan ji bo dewleta tirk gelek asan bûye. Bê serok û bê rêber hiştina tevgerê ji dewletê re rêxweşkirine ji bo têkbirina serhildana pêşbînîkiri.

Helwesta dewleta tirk ya beramber Kurdan û daxwazên netewî, têkbirina tevgera Azadî û helwesta dewletê ya dirinde û hov, di nav Kurdan de hesteke nû derxiste pêş; ew jî, bê dudilî daxwaza dewleteke serbixweye. Ev guherîna hizrî bû sedemê lêgerîneke nû û piştê gelek dan û standinan di encamê de damezrandina rêxistina Xoybûnê pêk tê.
Rêxistina Azadî herçend rengên rêxistineke hemdem nîşan bide jî, em dikarin bêjin ku Xoybûn yekem rêxistina -partî- hemdeme; ku bi şêwr û mişawereya kadroyên têgihiştî, bi bername û destûr, maf û erkên rêvebir û endaman diyar, serxwebuna Kurdistanê kiribe armanc hatiye damezrandin. Li dû tifaq û hevalbendî û hevkariyan, bi belavok û broşuran armanca xwe ji raya giştî ya cîhanê re eşkerekirine. Xoybûnê gorê vê bernameyê kadroyên xwe erkdar kiriye û ji bo pêkanîna bernameya xebatê gelek kadro mobîlîze kiriye, bi ewayekî hemdemî hewil daye bi dewletên mezin re têkiliyan deyne û alîkarî ji dewletên mezin û ji raya giştî ya welatên pêşketî bixwaze.

Bi damezirandina Xoybûnê re tradisyoneke nû destpêkiriye. Rêxistin yan partiyên piştê vê demê hatine damezrandin bê teredut ji bo kurdistanê serxwebûn kirine armanc. Li Rojhelat KJK (Komela Jiyanewey Kurd), li başur Hêvî û Rizgarî wek rêxistinên hemdem derdikevin pêş û armanca wan Kurdistana serbixwe ye û siyaseta parçeyî li cem van rêxistinan tuneye.

Ev helwest di destpêkê de di kadroyên Komara Kurdistanê de jî heye. Ji xwe kadro û alîgirên KJK di nav vê xebatê de roleke sereke pêk tînin. Diyare siyaseta Rûsya ya Sovyetî ku naxwaze têkiliyên xwe bi dewletên dagirkerên Kurdistanê re têk bide û dest nede statukoya piştê şerê cihanê yê yekem ava bûye, bandor û zext daye ser kadroyên komarê ku bernameya siyaseta parçeyî xwe daye der û di heman demê de PDKÎ li ser vê esasî dane avakirin.
Em dikarin bêjin ku damezrandina PDKyan siyaseta parçeyî û otonomist di nav tevgera rizgarîxwaz ya Kurdistanêde bi cih dike. Piştê têkşikestina Komara Kurdistanê li rojhelat ji ber serdestî û bihêzbuna PDKI, PDKS û PDKT jî bernameya vê partiyê kopî dikin û bi armanca otonomiyê û mafên kurdan di çarçoveya sînorên dewletên dagirker de derdixin pêş. Helbet ev nayê vê maneyê ku ev partî dijê serxwebûna kurdistanê ne. Herçend piraniya kadroyên van partiyan serxwebûnxwaz bin jî bername bi daxwaza otonomî hatiye pêş û ev teleb bi şiara “realizm” hatiye formule kirin.

Di destpêka salên 1960î de li Tirkiye û Kurdistana Bakur bi geşbûn û pêşveçûna pêlên çepgir û sosyalizmê qismek ji rewşenbîr û welatperwerên Kurd qedera Kurdan di nav refên tevgera sosyalîst ya Tirkiyeyê yan jî dewletên din yên dagirker de dîtine û di nav tevgera sosyalîst ya van welatan de cih girtine. Lê dawiya salên 1960î û destpêka salên 70yî gengeşeyên teoriya mafê “tayînkirina qedera xwe bixwe” ya sosyalîst qonaxek nû li ber tevgera Kurdistanî vekiriye. Di vê pêvajoyê de li Bakurê Kurdistanê û li beşên din yên Kurdistanê rêxistin û tevgerên serxwebunxwaz û yeketiya Kurdistanê diparêzin derdikevine pêş û bi pêlek xurt ya serxwebunxwaz geş dibe. Dîsan di vê pêvajoyê de grub û kesên otonomîxwaz jî gorê bîr û îdeolojiyên xwe xebatên xwe didomînin. Lê helwesta herî diyar serxwebunxwazî ye.

Disan helwestek diyarker ya vê pêvajoyê li bakurê welat; xebata meydanî -eşkere- û xebata nehênî -illegal- bihev re dimeşe û her du aliyên xebata siyasî xurt dibe. Lê ji bê tecrubeyî û teşhîsên xelet li ser dewleta dagirker ya kadroyên siyasî yên demê, dewletê karî bi derbeya eskerî ya sala 1980 yî “dawî” li vê xebata geş bîne.
Emê nirxandin û rexneyên xwe li ser tevgera azadîxwaz ya kurdistanê ya dema nêzik di nivîsek din de bidomînin.