Peymana Lozanê Peymanek Kolonyalîst Û Emperyalîst Ya Navdewletî Ye

Peymana Lozanê Peymanek Kolonyalîst Û Emperyalîst Ya Navdewletî Ye

Di 24ê tîrmeha 1923an de, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê peymanek hate îmzekirin. Ev peyman, piştî hevdîtinên ”Konferansa Lozanê ya di derheqê Rojhilata Nêzîk” de hate îmzekirin. Navê konferansê watedar e. Ji ber ku Kurdistan welatê navendî yê Rojhelata Nêzîk e. Bi vê Konferans û peymanê, bê ku miletê Kurd di konferansê de temsîl bibe, çarenivîsa milletê Kurd hate tayinkirin û milletê Kurd û welatê wî Kurdistan di dîrokê de cara duyem hate perçekirin û dabeşkirin.

Wek tê zanîn, di 17ê gulana 1639an de, bi peymana Qesrî Şîrîn, ya ku di navbeyna Osmanî û Safewîyan de hate îmzekirin, Kurdistan bû du parçeyan. Bi Peymana Lozanê ku wek teyidkirina Qesrî Şîrîn e, Kurd û Kurdistan vê carê jî di asta navdewletî û di nava çar dewletan de hate dabeşkirin û Kurdistan bû welatekî kolonî ya navdewletî. Ji derveyî îradeya neteweya Kurd, nexşeya herêmê ji nû ve hate xêzkirin. Başûrê Kurdistanê di bin manda Îngilîzan de radestî birêveberîya Iraqê; Başûr Rojavayê Kurdistanê di bin manda Fransayê de radestî birêvebiriya Sûrîyê kirin ku ev xaka Kurdistanê di bin serwerîya kolonyalîst ya Osmanîyan de bû. Dîroka sedsalîya makûs ya neteweya Kurd ya ku li ser bingehê perçebûn û dabeşbûnê form girtîye, mixabin hetanî îro jî nehatiye guherîn.

Di sedsala 20 û 21an de, li ser erdê dinyayê peymanek emperyalîst û koloyalîst wek Peymana Lozanê pêk nehatîye. Dem bi deman ev peyman weke “peymana aştîyê ya Lozanê“ bi nav bûbe jî bi vê peymanê miletê Kurd û welatê wî Kurdistan tune hatine hesibandin, îradeya wan binpê bûye, ji mafê netewî û heta yê mirovî jî bêpar maye. Bi vê peymanê, hîmên civata Kurd û Kurdistanê hatine tehrîbkirin. Berîya her tiştî rasterast mudaxeleyî pêvajoya netewebûyîna kurdan bûye. Sedemên bingehîn yên pirsgirêkên erdnîgarî, sîyasî, aborî, civakî, çandî û zimanî, perçebûn û dabeşbûna neteweya Kurd, bêgûman ev mudaxeleya navdewletî ye.

Berpirsên vê yekê, bêşik ne tenê dewletên kolonyalîst Tirkîye, Îran, Iraq û Sûriye ne. Li gel dewletên
kolonyalîst yên heremê, dewletên kolonyalîst û empeyalîst yên cîhanê ku beşdarî Peymana Lozanê bûne û yan jî bûnin terefê vê peymanê jî gunehkar û berpirsên vê yekê ne.

Peymana Lozanê peymanek navdewletî ye û pêwîste di çerçeweya pirensîb û dadwerîya navnetewî de bête şîrovekirin. Loma jî, girîngîya tekoşîna li dijî Peymana Lozanê ya di asta navdewletî de, bêtir manîdar dibe. Bê gûman, di warê qada dîplomasî û huqûqa navdewletî de vatinîyên gelek girîng dikevin ser milên dewleta federe ya Başûr, dîaspora Kurd, akademîsyenên ciwan yên kurd ku di unîversîteyên welatên rojavayê de dixwînin. Ji bo van erk û vatinîyan jî pêwîstî bi lobîyek xurt, ya ji bo tekoşîna dadwerîya navdewletî , herweha pêdivî bi dîplomasîyek koordînekirî û bi istîqrar heye. Dîsa di vê qadê de, pêwîstî bi xebatên akademîk yên bi zimanên cuda heye.
Neteweyê Kurd heta îro Peymana Lozanê qebûl nekirîye, îro jî qebûl nake. Lê ev helwest bi serê xwe têrê nake. Divê ev zincîrên koletîyê miheqeq bêne şikandin. Wek tê zanîn, sala 2023ê salvegera 100 salîya Peymana Lozanê ye. Pêwîst e hemû rêxistin û partîyên kurdistanî, dezgehên sivîl û demokratîk rewşenbîr û akademîsyenên kurdan, di hemû qada tekoşînê de, di qada netewî û navdewletî de, ji bo çalakîyên protestokirina salvegera 100 salîya Peymana Lozanê amade bin. Ji bo peymana Lozanê di sergoyê dîrokê de bihê binaxkirin, divê em bi rûhekî seferberî têkevin nav têkoşîn û hewldanên pir alî. Di vî warî de, erk û vatinîyên dîaspora kurd gelekî girîng in. Xebatên dîplomasî û yên lobîya kurdî, konferans û sempozyûmên navnetewî pêwîst in. Di serlêdanên NY û dezgehên din yên navneteweyî de, tekoşîna huqûqî û dadwerîyê, di pêvajoya protestokirinê de çalakîyên bingehîn in.

Di 98 salîya Peymana Lozanê de, em wek partî û tevgerên kurdistanî û wek milletê Kurd, ji dinyayê re carekê din eşkere û deklere dikin ku em Peymana Lozanê napejirînin. Em bangî wan dewletên ku binê vê peymanê îmze kirine ya jî terefên vê peymanê ne dikin ku xwe ji vê şaşî û neheqîya dîrokî vekşînin û mafê dewletbûyîna miletê kurd qebûl bikin.
24ê tîrmeha 2021

  • Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK),
  • Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger),
  • Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK),
  • Partiya Demokrata Kurdistanê -Bakur (PDK-Bakur).
  • Pêlkurd