ERÎŞÊN LI SER KURDÊN METROPOLÊN TIRKAN

ERÎŞÊN LI SER KURDÊN METROPOLÊN TIRKAN

Heta 15 sal berê jî çi li Bakurê Kurdistanê û çi li Anatolia û Trakya bi giştî tirkan hefza xwe ji kurdan dikirin. Lê ji sala 2007an virde pêvajoyeke nû dest pê kir. Mîtîngên Cumhûrîyetê, Mitîngên Alayan destpêkeke nû bû. Li Mêrsîn, Îzmîr, Bursa, Stenbolê kurd hatin tengavkirin. Hêzên mîlîter li paş û hêzên para-mîlîter li pêş lê bi koordîne berê xwe dan kurdên metropolan.

Êrîşî karkerên demsalî, dezgehên kurdî kirin. Tirsa kurdan ji ser xwe rakirin. Kurdên bê rêxistinên neteweyî bi şûnve gav avêtin. Di kontrola dewletê de van hicûmên nîjadperest kurdên metropolan sil kirin. Êdî hesabê kurdan di nav civata tirkan de nema. Ev rewşeke metirsîdar e û divê her kurdê bixîret bi vê yekê biêşe û sîyaseta kurd li çareyan bigere.

Piştî her hicûmê rayedarên dewletê dibêjin ev bûyerên takekesî ne û têkilîyê van bûyeran bi dijminatîya kurd û tirkan nîn e. Lê em dizanin ku li metropolên Tirkiyeyê jî li hember kurdan şerekî bi kontrol tê meşandin. Ji navendekê tê germkirin û sarkirin.

Dagirker ji bo jenosîda domdar encam bide hesabê her tiştî dike û di amadebaşîyê de ye. Yên karê xwe nakin EM in. Pêwîst e rojek berî rojekê terefên sîyasî yên kurd û kurdistanî vê mijarê têxe rojeva xwe û nexşerêyeke cidî biafirînin.

Divê neyê jibîrkirin ku di vê serdemê de pêvajoyên “aşîtî, çareseriyê” jî dihate meşandin.

Ev her du kar bi hev re dihate kirin. Retorîka aşîtî û biratîyê jî kurd di warê fikrî de bêsîleh hişt.

Em di qonaxeke nû de ne û divê di vê mijarê de em dereng nemînin. Ji dema Mîtîngên Cûmhûrîyetê û vir de em komîteyên parastinê yên hevpar pêşniyar dikin. Û bi ya me divê em bi cidîyet vê pêşnîyarê rojane bikin.

Dem dema xîretê ye!!!