Bi Belgeyên Arşîvê yên Osmaniyan Şêx Ubeydullah – Peymanên Şer û Sînorî

Bi Belgeyên Arşîvê yên Osmaniyan  Şêx Ubeydullah – Peymanên Şer û Sînorî

Huseyn Siyabend Aytemur, di vê berhema xwe ya derbarê têkoşîna Şêx Ubeydullah da, bi tenê behsa agahiyên tarîxî nake. Ji me ra nîşan dide ku têkiliya di navbera van agahiyan da, çi qas girîft û bi hev girêdayî ne. Di xebatên ser kurdolojiyê de, wek destpêka meseleya kurd wek ku bi hişmendiya netew-dewletê dest pê kiriye, tê qebûlkirin.  Gelek caran ew yek li ber çavan nayê girtin ku dewletên Ewrûpayî, bi armancên gelek cuda di vê qadê da bûn. Di heman demê da ji berxwedana Şêx Ubeydullah tê fêmkirin ku têgehên wek “têkoşîna neteweyî, serxwebûn, berxwedan” di esê xwe da bes wek bêjeyekê ne  ku dewletan,  ji bo  lîstik û armancên xwe wek perdeyekê bi kar anîne.

Bi gotineke din heke bi ‘berxwedan’ an jî bi “şerkirinê” mirov karibûya axê bi dest bixe an jî an jî biparêzê, me yê bidîta ku vê yekê di nav kurdan da,  herî zêde Şêx Ubeydullah karibûya pêk bianiya. Heke hebûna ‘Kurdistaneke Serbixwe” li gorî berjewendiyên wan welatan bûya ku mudaxaleyî coxrafyaya Kurdistanê kiriye, ne dê ew qas malbat wêran bûbûna ne jî hewce dikir ku Şêx Ubeydullah emrê xwe di vê riyê da bibihûrîne. Çawa ku Hasan Yıldız jî di pêşgotinê da dibêje, “qaşo zanista ku bûye perçeyekî siyaseta li kûçeyan, bila van agahiyan piştî rastiya ku derketiye holê, li gorî dilê xwe bi kar bîne, bi vî awayî wê bi tenê xwe bixapîne. Ji bo ku hafizaya tarîxî ya gelê kurd, li ser esasên rast ava bibibe û bijî hewcedariya me bi vê heye.”  Huseyn Siyabend, ji aliyên ekonomîk, kultûrî û dîrokî ve meseleyê dinirxîne û ji me ra nîşan dide ku çima ew qas girîng e ku mirov Kurdistanê fêm bike. Bi vî awayî, xebateke hêja dixe xizmeta xebatên kurdî. Di vê kêtêbê da yek ji tiştên ku wê bê dîtin jî  têgeha “jeo-polîtîkê” e ku li cihanê herî zêde li erdnîgariya Kurdistanê tê ku kurd li serê dijîn.

Di vê kitêbê da diyar dibe ku ne bi tenê; polîtîka, civaknasî û dîrok, di heman demê da xebatên îslamî jî  di warên şîrovekirin û fêmkirina coxrafyayê da, çiqas qels mane. Nivîskar, ji me ra beyan dike ku têgeha mezhebê ku wek rengekî din ên qaîdeyên jiyan rojana ên dînî ên Pêxember(s.x.l.) tên pêşkeşkirin û binavkirin, ji wê yekê komplekstir e ku pêşkeşî û hînî însanan  hatiye kirin. Çimkî rêvebiran pê dizanibûn heke raste rast mudaxale li dîn bikin, wê misliman ji vê yekê aciz bibin û dê bertekan nîşan bidin. Ji bo vê hewl dane ku di bi sîwana mezhebê da, berjewendiyên xwe yên milî-neteweyî organîze bikin. Her wiha ligel vê yekê her mezhebek wek piştgirê fikr û nêrîneke siyasî hatiye dîzaynkirin. Dîroknasên îslamê, dîroknasên mezheban, fakîh, mufesîr û muhedîsan, bi sedan salan in ku newêrin bi awayekî dirust bersiva vê pirsê bidin ku “çima li heman erdîgariyê ev qas mezhebên cuda hene”. Di vê berhemê da em ê sedema vê yekê û cewaba wê bi awayekî zelal û eşkere bixwînin. Wek tê zanîn dema mirov behsa şîetiyê dike Îran, behsa sunîtiyê ji dike osmanî tên bîra mirovan. Di vê pirtûkê da mirov dibîne ku li pişt vê vegotin û hizrê, rastiya “milet, siyaset û mezheban heye”. Ligel vê agahiyê wek ku nivîskar gelek caran behsê dike sedema wê yekê ev helwest  û nêrîna siyasî ye ku Şêx Ubeydullah dibêje “mezheb û miletê me cuda ne”.

Derbarê vê berhemê da, xaleke din a girîng jî ew e, kesên ku li ser kurdan, îslamê û derbarê tarîxa osmanî û îraniyan da dixebitin, teqez dikarin ji vê berhemê îstifade bikin û dê ji bo wan bibe wek çavkaniyeke “tekane” û “arşîvê”. Her wiha bi modernîzmê ra hişmediyeke wisa hat avakirin ku însan ji her tiştî mezintir e û dikare her tiştî bizanibe. Lê ev berhem ji me ra nîşan dide ku şiroveyên bê bingeh û ji dûrî rastiyên dîrokê  yên kesên ku bi vê texrîbaata hişmendiya modernîzmê mezin bûne, çi qas ji rastiyê dûr in.