Çend gotin li ser Pêşandanên li Başûrê Kurdistanê

Çend gotin li ser Pêşandanên li Başûrê Kurdistanê
  • Li Başûrê Kurdistanê nîzameke yekgirtî tune ye. Çi di warê leşkerî, ewlekarî, îstixbarî de û çi di warê îktîsadî de. Ne li hindur û ne li derve sîyaseteke yekgirtî jî tune ye.
  • Ku mirov bikaribe bêje nîzam, nîzamên du partîyan hene. Nîzamên her du partîyan jî olîgarşîk in û her ku diçe ji gel qut dibin.
  • Her du partî jî li herêmên xwe hegemonyaya îdeolojîkî winda kirine. Ev 15 sal e ku dev ji propagandaya neteweyî beradane. Wekî ku Şerê Rizgariya Neteweyî bi dawî hatibe tevdigerin. Di Serdema Refrandoma Serxwebûnê de me got qey li xwe hay bûn lê mixabin, piştî karesata Kirkûkê dîsa vegerîyan xeta Iraqî û pêşbazîya navxweyî gur kirin. Ev valahîya îdeolojîkî xeternak e û dikare ji terefê hêzên bîyanî ve bê dagirtin.
  • Bênîzamîyeke îktîsadî ya beradayî hikum dike. Alîkî wê nîzama BAASîyan e alîyê din teqlîda dewletên Ereb yên xwedîpetrol e. Li Başûr tu bêje hema herkes xwedî mûçe ye. Îktîsadeke li ser hilberînê nîn e. Karker, cotkar, xebatkar kêm in. Ev salek e desthilat nikare mûçeyan bide. Ev, bandor li girseyeke mezin dike. Heke tu civata xwe fêr bikî ku dewlet wan xwedî dike û dûre tu ji wan re bêjî vî çendî ez nikarim we xwedî bikim, wê demê, dê civat bertek nişan bide.
  • Dînamîkên navxweyî yên pêşandanên van rojên dawîn ev in û eşkere ye ku berpirsiyarî ya desthilatîyê û partîyên desthilatdar in.
  • Ji karesata Kirkûkê û vir ve, dewletên dagirker (Iraq, Îran, Tirkîye) hewl didin ku desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê lawaz bikin û pêşî li serxwebûna Başûr û yekîtîya Başûr û Rojava bigirin. Di heman demê de jî dixwazin ku destkeftîyên Başûr û Rojava bandor li Bakur û Rojhilat neke.
  • Dewletên dagirker ji bo lawazkirin û têkbirina Desthilatîya Başûr ne tenê bi hêza xwe kar dikin lê kirêgirtîyên xwe yên di nav me de jî bi kar tînin.
  • PKK û beşek ji rêveberîya YNKyê di bereya Îranê de roleke texrîbkar dilîzin. Tê gotin û biqasî ku ji medyaya PKKyê tê fahmkirin alîgirên PKKyê di prowokekirina van pêşandanan de cî digirin.
  • Serokwezîrê hikûmetê dibêje ku kesên di pêşandanan de karên texrîbkar dikin ne ji Başûr in. Ger wisa be bi deh hezaran pêşmergeyên we, dezgehên weyî ewlekariyê, polîsên we çi karî dikin? Desthilatdarî ne cîyê gazindan e cîyê çareserîyê ye. Demildest van texrîbkaran berdest bikin û derxin pêş miletê xwe. Ji cîhanê re jî ji miletê xwe re jî zelal bikin ka kî ne ev texrîbkar. Hûn vê nekin, gotinên we ne cîyê bawerîyê ne û berpirsiyarên van karesatan hûn in.
  • Pêşandan mafekî demokratîk e ji bo her hemwelatîyekî/ê. Em rewşa zehmetkêşên Başûrê Kurdistanê fahm dikin û bikaranîna mafê protestoyê rewa dibînin. Lê dîmenên ku em dibînin ne pêşandanên mafxwaz in. Bikaranîna çekan, şewitandina dam û dezgehên fermî û yên partîyan (heta hin kes dibêjin alaya rengîn tê daxistin û alaya Iraqê tê bilindkirin) ji armanca protestoya demokratîk dûrketin e. Ev texrîbkarî ye û ji dijminên serxwebûna Kurdistanê re rêxweşkirin e.
  • Sedema qeyrana mûçeyan ya esasî ew e ku dewleta Iraqê pahra Başûr teslîmî desthilatîya Başûr nake. Baş e ger ev pêşandanên hanê demokratîk û neteweyî bin divê ku di serî de, ew dewleta dagirker ji xwe re bikin hedef û doza serxwebûnê bikin. Dûre desthilatîya Başûr ji xwe re bikin hedef ku çima vê hesabê ji Iraqê napirse û rewşa wan a îktîsadî baş nake.
  • Dema em bi gelemperî lê binerin, em ji van çalakîyan re nikarin bêjin, pêşandanên mafxwaz û bikaranîna mafên demokratîk in. Ji xwe li holê zehmetkêş jî nîn in.Ev desttêwerdana dewletên dagirker in. Bi van çalakîyan ve tê xwestin ku Başûrê Kurdistanê destabîlîze bibe. Berpirsîyarî ya desthilata Başûr ew e ku demildest desttêwerdanan deşîfre bike. Ji van bûyeran dîsa derdikeve holê ku li Başûrê welatê me pêwîstî bi bereyeke serxwbûnxwaz û yekgirtî heye. Di serî de PDK divê bi giştî partîyên me yên sîyasî bi hişmendîyeke dewletê û dewletavakırınê tevbigerin. Destkeftîyên Başûr bi bedelên gelek mezin hatine bidestxistin. Parastina van destkeftîyan erka her Kurdistanîyekî ye.
  • Ne hewceye gotinê ye ku birêvebirina pêşandanên li Başûr ne karê me bakurîya ne. Divê karê me li Bakur lidarxistina pêşandanên dijdagirker be. Piştgiriya Başûr û li destkeftiyên Başûr xwedîderketin bi geş kirina têkoşîna serxwebûnxwaz li Bakurê Kurdistanê pêkan e.
  • Çend gotinan jî li ser vê dîmena li jêrê bêjim û biqedînim. Bi dehan ciwan kalemêrekî lînç dikin. Ev rûreşî ye. Ev di pêşandanên mafxwaz de nayê pejirandin. Ev di çand û ehlaqê kurdistanî de jî tune ye. Hûn bi qurbana wî kalemêrî bin. We ji ciwantîya xwe, ji mirovatîya xwe û ji mêrtîya xwe fedî nekir, hûn çi cins in çi mehlûq in, nizanim!