Sipasdarî!

Sipasdarî!

Ev du roje dewleta tirkîyê li gor hiqûqa xwe ya dagirker ez berdest kirim. Dûre bi şerdê ku ez di hefteyê de 3 caran biçim qereqolên wan ez derdest kirim. Em hev du dinasin û kiryarên wan bi me ne xerîb in. Dijminatî bê minetî ye.

Di vê pêvajoyê de çi li Kurdistanê çi li derveyî Kurdistanê piştgirîyeke xurt hat nîşandan. Ev bû sedem ku min tewqîf nekin. Ev piştgirî ji bo min pir girîng bû û dîsa ji bo min cîyê serbilnidîyê ye. Sipasdarê dost,heval û welatparêzên Kurdistanê me.

Serxwebûnxwazî rêça meye û xîreta meye. Tehdîdên bi vî rengî tenha ezma me xurttir dike. Ev soza meye ji dostan re ú bersîva meye ji neyaran re.
Dubare sipas û daxwaza serkeftinê.