Bakurê Kurdistan di bin zilm, bêedaletî û metirsîya ziwayî û pandemiyê de ye. Werin; em li hember van xeterîyan helwêsteke yekgirtî bigirin!

Bakurê Kurdistan di bin zilm, bêedaletî  û metirsîya ziwayî û pandemiyê de ye. Werin; em li hember van xeterîyan helwêsteke yekgirtî bigirin!

Îsal li Bakurê Kurdistanê,  di zivistan û biharê de berf kêm bû û li gorî 2020an di 2021ê de baran ji %40 kêmtir barî.

Li gorî agahdarîyên ku cotkar û Rêveberên Ode û Dezgehên Cotkaran didin, bi taybet li Mêrdîn, Riha û li Amedê, ji ber kêmbarîna baranê, ji ber ziwayiyê  ji %80 yê çandinîyê di bin axê de pûç dibe.

Herweha ji ber ziwayiyê  û ji ber kêmbûna projeyên avdana zevîyan, cotkar mecbûr mane ku zêdetir bîrên avê lêbidin û bi ava bîran erd û zevîyên xwe av bidin. Vê yekê jî wisa kiriyê ku çend sal berê ji bîrên 60-80 metreyî av derdiket; lê niha ancax ji bîrên 600-800 metreyî av derdikeve. Ev jî dibe sebebekî mezin ê têkçûna xwezaya Kurdistanê.

Li gel vê afeta siruştî, li gorî bajarên wek Konya, Edirne, Îzmîrê, Şîrketa Elektrîkê TEDAŞ bi bihayekî 4 qatî zêdetir fatûrayên elektrîkê li cotkarên li Mêrdînê, Rihayê û Amedê dibire; ev jî dibe sebeb ku cotkar nekaribin pereyên van fatûrayan bidin û ji binî ve îflas bikin.

Li Bakurê Kurdistanê, ev afetên sirûştî, di eslê xwe de afetên aborî, civakî, koçberî û guhartina demografîyayê bi xwe re tîne.

Dewletê,  bi hişekî kolonyalist ji bo koçberkirina Kurdistanîyan bi xerakirina sedan gundan li Kurdistanê bendav avakirin û dest danî ser avên Kurdistanê.

Dewleta Tirkîyeyê, ji piranîya van bendavan elektirîkê bi dest dixe û wê elektirîkê dişîne bajarên Tirkiyeyê. Lê bi awayekî bêedalatî û bi bihayekî fahîş wê elektrîkê difroşe cotkarên Kurdistanê.

Ew bendavên ku dê ji bo avdanîya erazîyan ava bikiraya pîştguh dike, da ku kurdistanî jê îstifade nekin û mecbûr bimînin ji Kurdistanê koç bikin. 

Tirkîye ji damezrandina xwe ve heta roja îro, ev e 98 sal e ku, bi sîstemeke hov û dagirî, bi proje, bername û kiryarên stratejîk ve yên pir alî; leşkerî, aborî, sîyasî, civakî ve jenosîdeke neteweyî  li ser kurdan pêk tîne.

Di vê dema Pandemîya Covid-19ê de ku li cîhanê ji bo hemû mirovahîyê bûye karesat û trajedîyeke mezin, lê li Kurdistanê, ji ber siyaseta kolonyal, xelkê  me hîn zêdetir di bin barê vê karesatê de dipelçiqe, perîşan û mexdûr dibe.

Mixabin li gel vê karesata Covid-19ê jî, ziwayî, erdhej û afetên din yên sirûştî, bihayê giran yê elektrikê, zerîbeyên (vêrgiyên) zêde û bêhiqûqî, neqedandina projeyên avdana zevîyan, mexdûrîyeta gelê me li Bakurê Kurdistanê zêdetir dike û  ev jî dibe sedemê xizanî û koçkirinê û nifûsa li Bakurê Kurdistanê kêmtir dibe û civak ji hev de difelişe. 

Bi sedhezaran Kurdistanî  ji ber sebebên aborî, mecbûr mane ku  terka  cî û warên xwe bikin  û li Tirkîyeyê bi cî bibin.

Ev rastî, hem dibe sebebê guhartina demografîya Kurdistanê, hem jî asîmîlasyonê hêsantir û bileztir dike û xeterîya li ser çand, ziman û kesayeta neteweyî ya milletê Kurd xurtir dike.

Dewleta Tirkîyeyê, berî her tiştî, heta bi têkoşîna Kurd û Kurdistanîyan mecbûr nemîne, dev ji vê siyaseta xwe ya dagirkerane, jenosîdal û asîmîleker bernade.

Ji ber vê rastîyê jî, divê partî, rêxistin û sazîyên kurd û kurdistanî demildest ji bo çareserkirina pirsgirêkên miletê xwe, bi zanayî, bi rêxistinî û çalaktir tevbigerin.

Em bangî gelê xwe û hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl, kesayet û rîsipîyên civata xwe dikin ji bo ku  ev birînên me kûrtir nebin û ji bo zerarên gelê me bêne qerebû kirin, bi hestyarîyeke neteweyî, mirovî û civakî em bi helwêsteke yekgirtî tevbigerin, alîkar û piştgirên gelê xwe yê mexdûr bin.

09.05.2021

PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, TEVGER, PAK