Lûtkeya Bexdayê û hatina macron bo Hewlêrê

Lûtkeya Bexdayê û hatina macron bo Hewlêrê

Li Bexdayê konferansek hat pêkanîn bi cîranên Iraqê û hevalbendên cîrana û Fransa. Mebest yekîtî, ewlekarî û ji nû ve avakirina Iraqê bû. Di beyana encama civîne de jî hat gotin ku beşdarên civînê bo Iraqeke yekgirtî, ewle û pêşketî dê kar bikin.

Dewleta Federe ya Kurdistanê beşdarî vê civînê nebû. Li gor makezagona Iraqê dewleta Iraqê ji du dewletê federe pêk tê. Lê di vê civîna ji bo dahatûya Iraqê de cî nedan dewleta federe ya Kurdistanê.

Dewletên ku di nav wan de kêşeyên giran hebûn jî beşdarî çivînê bûn. Wek Misir û qatar û Tirkîye. Esasen Tirkîye ne cîranê Iraqê ye. Di navbêna wan de Kurdistan heye. Cîranê me dagirkerên me ne. Hev nas dikin lê bi hev re Kurdistanê nasnakin. Li ser dahatûya me jî dagirkerên me dicivin dipeyivin.

Di civînên wisa de biryarên girîng di hevdîtinên veşarî de tên girtin. Şik tê de nîn e ku di rojeva her çar dewletên dagirker de Kurdistan xala esasî bû. Dewletên din wek Fransa, Misir, Siûdî jî beşdarî van hevdîtinên veşarî bûn an nebûn em nizanin. Helwesta wan di meseleya Kurdistanê de çi bû em wê jî nizanin.

Serokatîya Iraqê li gor lihevkirinê ji sala 2005an û vir de para kurdan e. Ji 2005an vir de jî Serokdewletê Iraqê kurd e û qaşo temsîlîyeta kurdan dike bi wî postî. Lê ev şanzdeh sal e ez lê rast nehatime ku serokdewletê Iraqê li ser wî postî Kurdistan temsîl kiriye. Li ser navê kurdan diçin Bexdayê lê li wira tenha Iraqê temsîl dikin. Min baş neşopand lê dibêjim qey ew jî beşdarî civînê nebî, beşdar bûbe jî bo herêma Kurdistanê tu hewlek wî xwîya nekir.

Wek encam ji bo dewleta Iraqê civîneke serkeftî bû. Belkî jî amadekariya vekişîna piştî DYA ji Iraqê re amadekarîyek bû. Wer xwîya ye di demên pêş de Fransa dixwaze li Iraq û Sûrîyeyê bêtir înîsîyatîf bigire. Di dema Obama de Fransa li Lîbyayê jî derketibû pêş. Dema serokatîya DYAyê di destên Demokratan de be belavkirina înîsîyatîfê bi hevparên DYAyê re hîn li pêş e.

Li hemberî van pêşketinên nû helwesta hikûmet û parlamentoya me çi ye, çi tedbîr digirin em pê nizanin. Min nebihîstîye ku parlamento û hikûmeta Başûr bi vê rojevê civînek jî li dar xistine.

Piştî civînê Macron hat Hewlêrê û me gelekî kêfa xwe ji vê yekê re anî. Bi taybet jî terefên PDKyê. Erê cîyê kêfxweşîyê ye ku bi taybet serokdewletên Rojavayî bên Kurdistanê û bi protokola dewletê pêşwazî li wan bê kirin. Lê Macron ji Bexdayê hat Kurdistanê û hewl dide ku di xurtkirina Iraqê de înîsîyatîf bigire. Baş e Macron ji bo Kurdistanê çi got?

– Pesnê pêşmergeyan da ku di şerê li dij DAIŞê de qehremanîyek mezin kirine.

-Dîsa parçeyek ji vê helwesta xwe bi malbata Hucamê qehreman re hevdîtinek pêk anî.

– Macron dîyar kir ku ew terka dostên xwe nakin.

Ji bo dahatûya Başûrê Kurdistanê tiştek negot. Ji bo kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de jî tiştek negot. Û jixwe qala Referandûma Serxwebûnê an deverên Kurdistanê ku Iraqê dagir kiriye jî qet tiştek negot. Li dijî dagirkerî û hicûmên Tirkîyê li ser Kurdistanê jî tiştek negot.

Dewletên Rojavayî pir hez dikin ku pesnê şervanên kurdan bidin û qala hedefên wan yên sîyasî nekin. Yên ku pesnê şervanîya me didin û dûr an li dij hedefên me yên sîyasî disekinin di esasê xwe de bi çavên fedaîyan li me dinêrin û divê êdî em vê helwestê red bikin. Tecrubeyên Efrîn, Kîrkûk, Serêkanîyê li holê ye. Li gor xwestina DYAyê bi hezaran ciwanên me ji Musilê heta bi Reqayê di şerê dijî DAIŞê de jîyana xwe ji dest dan. Dema Iraqê Kirkûk, Xaniqîn, Dîyala ji nû ve dagir kirin jî li gel Iraqê bûn. Û rê dan Tirkîyê ku Efrîn, Serêkanîyê, Girêsipî dagir bikin.

Em ne fedaîyên tu kesî ne. Em miletekî qedîm in û dixwazin li ser axa xwe bi dewlet bin. Bi muhatabên xwe re jî divê em bi vê hişmendîyê têkilî dînin. Sinifa me ya sîyasî divê êdî fahm bikin ku şerê pêşmergetîyê nadin, partîyekê an eşîrekê bi rê ve nabin. Miletekî bi rê ve dibin. Di her qadê de bi hişmendîya dewletê tevnegerin dê nikaribin partîyekê jî bi rê ve bibin.

Cîyê mixabinîyê ye ku di vê serdemê de YNK bi şerê pismaman re mijûl e. Cîyê şermê ye qala sirgûna Lahûr tê kirin. Lahûr bi gelek sûcên giran tê tawanbarkirin. Li Hewlêrê hikûmet û parlamento û li Siêmanîyê dadgeh hene. Sirgûn çi ye û ji bo çi heta pişt hilbijartinên Iraqê ye?

Erê ez jî gîhamê ku di hindur eşîrekê de yekî tawanek bikira û eşîrê nexwesta di nav eşîrê de kêşe derkeve ew celî dikirin. Lê hûn dewlet in, parlamento, hikûmet û dadgehên we hene. Ger tawanek wî hebe darizînin me li ber şermê nexin. Dewletxwazên vî welatî bêhêvî nekin