Evdirehmanê Mahmûd(Abdurrahman Onen) vê sibê di saet 5an de xatir ji me xwest.

Evdirehmanê Mahmûd(Abdurrahman Onen) vê sibê di saet 5an de xatir ji me xwest.

Ev saleke nexweşîya penceşêrê laşê wî dagir kiribû, vê sibê dilê wî sekinî û ji nav me koç kir.

Evdirehman yek ji me bû. Me biratîyeke 65 salan, hevrêtîyeke 45 salan bi hev re bihurt. Wek me baş, wek me nebaş, wek me wêrek, fedakar, wek me bi kil û kêmasî bû, û hwd.

Emrê xwe li dû xeyalekê derbas kir. DI KURDISTANEKE SERBIXWE DE BI KURDÎ, DERSÊN ERDNÎGARÎYA KURDÎ dayîn bû ev xeyal. Mixabin wek bi sed hezaran kurd emrê wî têrê nekir.

Wesêt kiriye ku termê wî wek kadawra bê dayîn ji bo nexweşxaneya fakulteyekê. Da ku bi termê xwe jî xizmetê ji xwendekarên tipê re bike.

Dîsa wesêt kiriye ku şîna wî neyê girtin.

Ez pêl li dilê xwe dikim û pêl li wesêta wî nakim.

Wek wî xwest em ê termê wî teslîmî nexweşxaneya fakulteyê bikin û em ê şînê danehînin.

Hêvîdarim ku dost, heval û hezkirîyên Wî wesêta wî û helwesta min fahm bikin.

Bila serê hezkirîyên Wî sax be.