Evîndarê axa Kurdistanê serê xwe danî axa pîroz

Evîndarê axa Kurdistanê serê xwe danî axa pîroz

Tekoşerekî tevgera rizgariya Kurdistanê,

danerê ferhenga Erdnîgariyê koça dawî kir.

Köroğlu Karaaslan

Têmûrê Xelîl

Dema riya min bi Stembolê ket, min biryar kiribû çend kesên welatparêz bibînim, ku tevaya jîyana xwe bo pêşxistina çand û edebîyeta gelê me terxan kiribûn. Yek ji wan kesan evîndarê ax û erdnîgarîya Kurdistanê Abdurrahman Önen bû, ku bi welatparêzên rasteqîn – rêvebirê Weşanxaneya DOZê birêz Köroğlu Karaaslan û mamostayê zimanê îngilîsî birêz Şemsettin Işıklı ra tevayî di PÊLKURDê da gihîştibûn hev û gelek sal in karê welatparêzîyê dikin.

Min cem wan hevalan ji welatparêzekî din, evîndarê folklora kurdî birêz Huseyn Turan ra têlêfon kir û min got ku ez cem sê welatparêzan im. Wî jî got, ezê jî çend welatparêzan berevî ser hev bikim, ku gula ronakbîrîya Stembolê ne, hûn hemû bibine mêvanê min.

Em bi kêfxweşî çûn, me şevbuhêrîyeke bi kurdîyeke ji ruhê kal û bavê me xuliqî şeva xwe xemiland. Wê rojê min ji amadekaran ra got, ku me têra dilê xwe lezeteke kurdewarî ji hevdu dît. Birêz Abdurrahman Önen jî got: -Me lezet ji hevdu dît, vêca ez û tu gerekê bi hev ra karekî bikin, ku miletê me jî lezet ji karê me bibîne.

Ez xwe bi xwe fikirîm, ka çi karekî wisa heye, ku em bikaribin bi hevdu ra bikin. Got ez dixwezim xerîteya erdnîgarîya gund û warên kurdan yên Ermenîstanê amade bikim û bi alîkarîya te em malûmatîyên ser jîyana kurdên hêla we bi xerîteyê va çap bikin. Em du rojan ser hev ser wî karî xebitîn û me ew kar bi awayekî serketî pêk anî. Kesên bixwezin encama karê me bihesin, bira berê xwe bidine nivîsa di malpera RIATAZA da, ku linka wê li jêr e.

Gundên Kurdan yên li Ermenistanê

Li jêr em dilkovanîya birayê Abdurrahman Önen – sîyasetmedarê navdar Fuat Önen raberî we dikin, ku heyranê birayê xwe bû û wê herdem jî heyranê wî be. Emê jî heyranê wî bin, bira cîyê wî buhuşta narîn be:

Fuat Önen

”Evdirehmanê Mahmûd (Abdurrahman Önen) vê sibê di saet 5an de xatir ji me xwest. Ev saleke nexweşîya penceşêrê laşê wî dagir kiribû, vê sibê dilê wî sekinî û ji nav me koç kir.

Evdirehman yek ji me bû. Me biratîyeke 65 salan, hevrêtîyeke 45 salan bi hev re bihurt. Wek me baş, wek me nebaş, wek me wêrek, fedakar, wek me bi kil û kêmasî bû, û hwd.

Emrê xwe li dû xeyalekê derbas kir. DI KURDISTANEKE SERBIXWE DE BI KURDÎ, DERSÊN ERDNÎGARÎYA KURDÎ dayîn bû ev xeyal. Mixabin wek bi sed hezaran kurd emrê wî têrê nekir.

Wesêt kiriye ku termê wî wek kadawra bê dayîn ji bo nexweşxaneya fakulteyekê. Da ku bi termê xwe jî xizmetê ji xwendekarên tipê re bike.

Dîsa wesêt kiriye ku şîna wî neyê girtin.

Ez pêl li dilê xwe dikim û pêl li wesêta wî nakim.

Wek wî xwest em ê termê wî teslîmî nexweşxaneya fakulteyê bikin û em ê şînê danehînin.

Hêvîdarim ku dost, heval û hezkirîyên Wî wesêta wî û helwesta min fahm bikin.

Bila serê hezkirîyên Wî sax be”.

Riataza