Berjewendîyên me daye Emerîka, ji berjewendîyên wan daye me bêtir in

Berjewendîyên me daye Emerîka, ji berjewendîyên wan daye me bêtir in

Niha Emerîkayê ji bo çi 1988 an de dema ku Helbçe bombebaran kirin mudexeleyê Iraqê nekir? Ji bo çi 1991ê 1992an de mûdexele nekir? Ji bo çi 2003a de hat? Niha em her kes dibêjin ku li Başûr avabûna dewletek federe bi xêra Emerîkayê ye. Em vê ji bîr dikin. Berjewendîyê ku me dane Emerîkayê, ji berjewendîyê ku wan dane me bêtir in. Ne ji Kurdistanê be, Dewletên Yekbûyîyên Emerîkayê nikanin li kolaneke Iraqê bigerin.

Ev a 20 salên wan e di wir de ne, ne ji Başûrê Kurdistanê bi nikanin li kolaneke Iraqê bigerin. Rojavayê Kurdistanê heman tişt e

Huquqa navdewletî

Huquqa navdewletî

Li Rojava 42 partî hene. 25 bi PYNK re, 15 bi ENKS re silavê li hev nakin. Li Başûr a herî nêzîkî vî karî; yaw, parlemena we heye, hikûmeta we heye û temama partî bi vî hikûmetê ve temsîl dibin, sîyasetek neteweyî î hevpar tune ye. A çendî berê YNKê go bira para Kurdistanê nedin hikûmeta Kurdistanê, bidin Hewlêrê, bidin Silêmanye, bidin Dihokê. Biner, parleman heye, hikûmet heye ew nehate pejirandin. Butça Iraqê re derbas nebû. Lê pêşnîyar ew bû yanê. Dûre çi xal pejirandin, niha meaşê memûrê Başûrê Kurdistanê êdî Hikûmet nade, Bexdayê yeko yeko meaşê memûrê me bide. Ev jiboy çiye, jibo pêşî li serxwebûna Kurdistanê bigrin, heta statuyak federe jî têk bibin, bikin wek bajarên otonom. Bajarê otonomê Hewlêrê, yê Silêmanyê, yê Dihokê, yê Kerkûkê.

Cînayeta herî mezin ew e, ku mirov heval û hevrêyê xwe bikuje

Cînayeta herî mezin ew e, ku mirov heval û hevrêyê xwe bikuje

Eger em dixwazin bi kirdeyê sîyasî bin, divê berê li ser hedefê stratejîk yekitiya me hebe. Dûrre eger pêwistî bi îtîfaq bi alîyê Îranî, Iraqî, Tirkîyevî, Sûrîyevî re hebe, bi hevdu re em dikanin van karna bimeşînin. Her yek me bi terefekî re bimeşe, zû dereng em ê bên himber hevdu. Rêya çareserîya pêşîlêgirtina jî ev e; berê îtîfaqa navxweyî, li ser hedefê stratejîk li ser azadî, serxwebûn, rizgarîya Kurdistanê li hevkirina stratejîk, dûrre te dibê dijmin re bidebistîne, te dibê Emerîka re bidebistîne , te dibê Rusa re bidebistîne. Eger yekitîya te hebe, tu bi kê re bidebistîne tu dikare bidebistîne. Yekitîya te tune be, Iraq jî, Îran jî, Tirkîye jî, Sûriye jî, Emerîke jî, Rûsîya jî ew ê ji dubendîyê te fêde bigirin kengê hat hesabê wan jî dikanin şer di nabîna we de derxin.

Nîzama dagirkerên Kurdistan û raperîna kurdên rojhilatê Kurdistan

Nîzama dagirkerên Kurdistan û raperîna kurdên rojhilatê Kurdistan

Tevgera azadîya Kurdistanê li dijî nîzama dagirker e. Hedefa tevgerên Kurdistanî, ne ku îşte Îranê demokratîze bikin, mafê mirovan qebûl bikin, rejima îslamî here, rejimek laîk were. Hedefa tevgerên Kurdistanî ev e ku dagirîya dewleta Îranê li Kurdistanê bi dawî were. Ji ber wê jî dibê pir em cudahîk cidî têxin di navbêna têkoşîna li Kurdistanê û muxelefata Îranê. Hedefê vana ji hev cuda ye. Yanê, di nav Ecaman de dixwazin em bêjin desthilatîyek hîn nîv demokrat were, Yê me kêşeyan me ne ew e. Kêşeyan me dagirîya dewleta Îranê ji holê rabe. Rojhilatê Kurdistanê wek parçeyekî Kurdistanê azad be. Ber bi serxwebûnê ve biherike.

QONAXEKE NÛ YA PEYWENDIYÊN HEWLÊR Û ENQEREYÊ

QONAXEKE NÛ YA PEYWENDIYÊN HEWLÊR Û ENQEREYÊ

Dîplomasî karekî balkêş e senatek e û gelek car di navbêyna dijminan de jî karê dîplomasî dimeşe. Wek e nimûne niha di navbêna Dewletê Yekbûyî û Emerîka û Çînê de jî têkilîyê dîplomatîk hene.

Em jı Kurdistanê re lê dınerın, dema ku em ji li Kurdistanê lê digerin ev teref ji me re usa xuyadikin; Seroka Hukumata Başûrê Kurdistanê, serokê parçak axa Kurdistanê ye û Başûrê Kurdistanê sedî 18yê axa Kurdistanê ye.

Sîyaseten Temsîl

Sîyaseten Temsîl

Lê mixabin, ew helwest, ew îradeya sîyasîya serbixwe bi partîyan re nemaye. Yanê, HDP benda îtifaqa milet, partîyên din bende HDP û piştî van guftûgoyan ew ê ji nuh de helwesta xwe dîyar bikin hilbijartinê re maye meh û nîvek. Ji ber wê ez dibêjim; miletê kurd di vê hilbijartinê de sîyaseten temsîl nabe!

Ji Bo Parlementoya Tirkan Çûyina Ser Sindoqan

Ji Bo Parlementoya Tirkan Çûyina Ser Sindoqan

Li Kurdistanê parlementoya te tune bî û tu wek hemwelatîyê tirkan biçî ser sindoqan û beşdarî hilbijartina bibî, esasen tu hebûna vê dewleta dagirker li Kurdistanê rewa dibînî. Tu zimnen qebûl dikî ku ev dewlet ya me ye jî em ê jî beşdarî hilbijartinan bibin biçin parlementoya xwe li wê derê alîyen sîyasî yên tirkan qanih bikin ku kêşeyên Kurdistanê çareser bibe. Ji cîyê ku em lê dinerin, cîyê ku em lê dipeyîvin, wateya hilbijartina Tirkîye ev e.

Parlamentoya neteweyi li Kurdistanê tune be, çûyina ser sindoqên tirkan, li Miletê Kurd heram e.

Parlamentoya neteweyi li Kurdistanê tune be, çûyina ser sindoqên tirkan, li Miletê Kurd heram e.

Dema ku hûn diçin ser sindoqên tirkan, hûn hebûna dewleta dagirker li Kurdistanê meşrû dikin. Wê gavê hûn dibêjin; ev dewlet ya me ye jî, em ê herin li wir, tefahumek demokratik li wir pêk bînin, em ê vê dewletê biguherînin. Wezîfeya siyaseta kurdistanî derxistina vê dewletê ji Kurdistanê ye, ne ku vê dewletê xweşik bike, bi awayekî xweşik pêşkêşî miletê kurd bike. Esasen siyaseta kurdistanî di mijara hilbijartinê de pir zelal e.